Kurdên Batûmê

Batûma ku wek mexreca Kurdistanê hatiye dîtin, bona kirîn û firotina ligel welatên derve wek hewcedariyekê hatiye dîtin. Rûsya li dijî vê pêşniyarê derketiye û gotiye ku erdê Batûmê yê wan e.

Google Haberlere Abone ol

Batûm bajarekî Gurcistanê ye ku li qiraxê Behra Reş e. Di Kurdî de carina wek Batim derbas dibe. Ev bajara ji sala 1564an heta 1878an ji 300 salan zêdetir di nav sînorê Osmanî de cih girtiye. Piştî Şerê 1877-1878 dikeve destê Rûsan. Osmanî di vî şerî de mecbûr man ku tezmînateke (cirm) mezin a şer bidine Rûsan. Dema Osmaniyan mêze kir ku ew nikarin bidin, li şûna vê tezmînatê, wek bedel Qers, Erdexan û Batûm ji Rûsyayê re hîştin. Vê rewşê qasî 40 salan heta sala 1918 berdewam kir. Bi zimanê Osmanî ji van hersê bajaran re Elwiye-i Selâse hatiye gotin û bûye mijara gelek nîqaşan.

Di sala 1920an de piştî guhartina rewşa herêmê Qers û Erdexanê careke din bûne erdê Tirkiyeyê û Batûm jî ji Rûsyayê re ma.(1) Dema Batûm perçeyekî Rûsan e, hejmara Kurdên misilman li wir her diçe kêm dibe. Beşek ji wan tên li çend bajarên Osmanî cih dibin wek Samsun û Tokatê. Angorî Salnameya Qafqasê ya sala 1908an qasî 3000 Kurd li herêma Batûmê diman. Angorî jimara nifûsê di sala 1939an de li herêma Acara ku Batûm li wir dima qasî 6000 Kurd hebûne. Bajar li hêla Acarayê dimîne ku niha herêmeke Gurcistanê pêk tîne. Nifûsê bajarê Batûmê 190 hezar kes tê hesibîn.

BATÛM: BENDEREKE SERBEST BONA KURDISTANÊ

Piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî çawa tê zanîn di sala 1920an de tam berî 100 salan li Fansayê Peymana Sewrê tê îmzekirin. Berî vê gelek hevdudîtin û konferans pêk tên. Dema Konferansa San Remoyê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Îtalyayê civiya yek ji wan mijarên ku hatine nîqaşkirin jî qedera Kurdistanê bûye. Rojnameyên bi tarîxa 20/4 1920 diyar dikin ku di konferansê de pirsgirêka Kurdistanê jî hatiye nîqaşkirin.(2) Bona ku Kurdistan ji derve re vebe tê gotin ku bendera Batûmê wê bibe xweyê statûyeke serbixwe û serbest.(3) Batûma ku wek mexreca (dergehê derketinê) Kurdistanê hatiye dîtin, bona kirîn û firotina ligel welatên derve wek hewcedariyekê hatiye dîtin. Nûçeyeke din dinivîse ku Rûsya li dijî vê pêşniyarê derketiye û gotiye ku erdê Batûmê yê wan e. Wek tê zanîn Împaratoriya Rûsyayê ew devera berê dagir kiribû.(4) Rojnameya 'Svenska Dagbladet' dinivîse ku pirsgirêka Kurdistanê çareser bûye.(5) Komîsyonek wê bê şandin bona ku rewş û mercên Kurdistanê di cih de lêbikole. Di nûçeyeke din de hatiye nivîsîn ku bona Kurdistanê xwemuxtarî hatiye pêşniyarkirin û karên di vî warî de berdewam in. Komîsyoneke ji sê kesan pêkhatî (Îngîltere, Fransa û Îtalya) wê saz bibe, navenda wê li Stembolê.(6) Gelê Kurd di nav demekê de dikare ji Yekîtiya Neteweyan daxwazê bike bona serxwebûnê.

KOÇBERIYA KURDAN BER BI BATÛMÊ

Piştî Şerê Çaldiranê Osmaniyan Kurdên sunnî di sedsala 16an de li bakurê Ahiska û Batûmê li herêmeke bi navê Kakhaberê cîwar kirine. Lêkoler dibêjin ku di sala 1944an de Stalin ev Kurdên Kakheberê sirgûnî Kirgizistan û Sibiryayê kirine.(7) Di straneke bi navê Xatê Xanûm de wiha tê gotin:

Wezê bidime te du sê zêrên memudîye

Go, bê qetera deva Batimêye (Batûm)

Navra sora di palêye

Keriyê qerqaş donzde tîra di mexelê

Revê hespa di adêye.(8)

Di folklora Kurdî de jî carina mirov rastî navê Batûmê tê, wek Batim jî derbas dibe. Eger mirov di vî warî de lêkolîneke fireh pêk bîne belkî rastî agahî û zanyariyên din jî bê. Yek ji wan stranên Radyoya Erîvanê ku dengbêja Kurd Kubara Xido dibêje, strana bi navê Hesûkê ye. Di rêzeke vê stranê de wiha tê gotin: 'bilivin em herine Batûmê.'

Kartpostalekî Rûs: Kurdeke herêma Batûmê ku çûye qirşikan

ZIMANÊ KURDÊN BATÛMÊ

Piraniya Kurdên Batûmê zaravayê Kurmancî dipeyîvin.(9) Beşek ji wan jî Kurdên Êzdî ne, li bajarên Tiflis, Rustavi, Batûm û Telavî dijîn. Dema zimanzanê Kurd Qanadê Kurdo di sala 1939an de diçe seredana Kurdên Batûmê bona lêkolînên zaravayên Kurdî, ew li wir gundekî bi navê 'Gundê Kurdên Zaza' keşif dike. Angorî Qanadê Kurdo li wir zaravayê Zazakî (Dimilkî) dihate peyivîn û li wî gundî qasî 25 malbatên Kurd hebûne. Qanadê Kurdo di sala 1985an de di derbarê vî gundî de wiha dibêje: “Sala 1939 min ev qisên jêrîn ji zarê du xortên Zaza nivîsîne. Wî wextî Zaza li perê (qeraxê) Batûmê, li aliyê roavayê, du kîlometir nêzîkî Batûmê li gundekî de dijîn, wî wextî ji wan re digotin Gundê Kurdên Zaza, qasî 25 mal di wî gundî hebûn. Niha dibêjin, ew gund bûye pareke bajarê Batûmê, li şûna wî xanmanê 6-7 qatî çêkirine, Zaza belav bûne. Hinek ji wan çûne ketine nav gundên Acaran, Gurcan, hinek jî li Batûmê de mane, ketine ser xebata li nav şeher. Niha ez haj wan nînim, çi hatiye serê wan, bi çi îş û karî ve mijûl in, kes tiştekî nizane, li nav 46 salan de gelek tişt hatiye guhastinê”.(10) Lêkolînên Qanadê Kurdo di derbarê zaravayê Zazakî de di sala 2016an de wek pirtûk tê weşandin.(11) Di vê pirtûkê de dema ew gramera vî zaravayê Kurdî nîşan dide, carina nimûneyên xwe ji devoka Kurdên Batûmê pêşkêş dike.

Wek mînak înformatorekî wî wiha gotiye: 'Ez nêzana kengê ma ze Romêra ameîma' (Kurmancî: Ez nizanim, kengî em ji Romê hatine). Ev agahiya kurt ji aliyekî de nîşan dide ku Kurd ji berê de li herêmê hebûne.(12) Ev Kurdan hemû di sala 1944an de dema Şerê Cîhanê yê Duwem de sirgûnî komarên Asiya Navîn dibin. Di malperake Kurd de bi zimanê Tirkî nivîseke balkêş bi navê 'Ev Kurdên Smaîlkî Kî Ne?' hatiye weşandin. Ev Kurdên li komarên Kirgizistan û Qazaxistanê dijîn. Kurmancên li derdorên wan ji wan re 'Cêc' dibêjin û ew jî Kurmancan re 'Kocum' dibêjin. Ew nizanin ev peyv ji ku derê tên. Li Serhedê li herêma Qersê dema kesek ji zimanê yê din fam neke û zimanan tevlihev bike jê re dibêjin 'Filankes cêc e'. Belkî jî wan ji ber cihêbûna zimanê xwe ji aliyê kesên din ve bi vî navî hatine navandin. Li aliye Agiriyê jî dema yek di derbarê yekî de yan jî şêniyê deverekê de tiştekî neçê bêje peyva 'cêc' bi kar tînin, wek mînak 'Cêcê Eleşgirtê'.(13) Di nav wan de kesên kal û pîr ji xwe re 'Simaîlkî' jî dibêjin. Bi giştî wek Kurdên Batûmê tên nasîn. Ev kesên ku wek 'Cêc' yan jî 'Simaîlkî' tên nasin wisa xuya dibe piştî sirgûnê careke din jî venegeriyane. Nifûsê wan qasî 17 hezaran tê hesibîn. Zimanê wan nêzîkî Zazakî ye, lêbelê ew nizanin ji kîjan dever û herêma Kurdistanê hatine Batûmê.(14)

KURDÊN BATÛMÊ DERBASÎ NAV TIRKIYÊ DIBIN

Di van salên dawîn de diyar bû ku li gelek cih û navenden bakurê Tirkiyê gundên Kurdan hene. Wek mînak li derdorê bajarê Samsûnê ji dehan zêdetir gundên Kurdan berî salan ava bûne. Kesekî ku di derbarê van gundan de agahiyan pêşkêş dike di cihekî de dibêje ku gelek kesên ji gundê Corakê, tê gotin ku hela hê tapûyên erdên wan yên ku li bajarê Batûmê mane, hene.(15) Corak li ser qezaya Bafrayê ye. Li gundekî din yê Samsûnê bi navê Derekoyê jî Kurdên ku ji Batûmê hatine lê dijîn. Heta niha ew li vir qasî 130 salan ligel cînarên xwe di nav aştiyê de jiyane.(16) Navê Kurdên Batûmê ku hatine van deverên Tirkiyê, carina di berhemên edebî de jî derbas dibin, wek mînak di romaneke Behzat Ay de dema Rasim Axa qala gundê xwe dike, ew dibêje ku Kurdên Batûmê jî paşê ligel Gurciyan koçberî gundê wan kirine. Bûyerên romanê li hêla gundên qezaya Bafrayê (li ser Samsunê ye) derbas dibin.(17) Bi kurtî gelek kesên ku koçî bakurê Tirkiyê kirine bi navê Kurdên Batûmê hatine binavkirin.

DANASÎNEKE KURDÊN BATÛMÊ

Heta niha di derbarê Kurdên Batûmê de lêkolîneke fireh nehatiye nivîsîn. Yek ji wan lêkolerên Sovyeta Kevn Memoyê Xalit (1938-1991) di rojnameya 'Rêya Teze' de nivîseke kurt bi navê 'Kurdên Batûmê û Pêştaçûyîna Wan' di derbarê Kurdên Batûmê de weşandiye. Angorî Memoyê Xalit, gelek Kurdên ku di salên 1914-1918an de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem koçî Gurcistan û Ermenistanê kirine, demekê şunda berê xwe dane Batûmê, çûne li wir mane. Erdê Batûmê erdekî gelek adan e. Memoyê Xalit diyar dike ku di nav bajêr de qasî 30 malbatên Kurd hene ku bi kar û xebatên gelekî cihê re mijûl dibin. Ew di vê nivîsa xwe de çend malbatên Kurd ku li Batûmê dijîn dide nasîn. Yek ji wan malbata Cimşîdê Nado ye ku heft zarokên wî xwendina bilind qedandine. Nivîskar bi yek ji wan keçikên wî ya bi navê Nazê re dizewice ku di Unîversîteya Batûmê Fakûlteya Edebiyatê de Zimanê Rûsî û Almanî xelas kiriye. Paşê qala malbata Letîfê Bedo û Efoyê Hesen dike ku di nav halxweşiyê de dijîn.(18) Memoyê Xalit di demeke gelek zû de, di sala 1991an de di qezayeke trafîkê de can dide. Eger ew bijiya bêgûman îro belkî di derbarê Kurdên Batûmê de me dikaribû em bibin agahiyên gelekî berfireh.

Yek ji wan keçên Kurd ku di salên 1980yê de di warê atletîzmê de navdar bûye Marina Têlman Xelîlova ye. Ew di sala 1961an de li bajarê Batûmê hatiye dinê. Tevî gelek pêşbaziyên atletîzmê bûye. Ne tenê li komarên Sovyetê her wiha çûye çend welatên Ewropa û Afrîkayê, di vî warî de jêhatîbûn û zîrektiya xwe nîşan daye.(19)

Akademîsyen Memoyê Xalit û jina wî Nazê, Kurda Batûmê

KNUT HAMSUN RASTÎ KURDÊN BATÛMÊ TÊ

Nivîskarê Norwêçî yê navdar Knut Hamsun (1859-1952) cara yekem di sala 1899an de dema bi jina xwe ya yekem li Qafkasyayê, Îranê û Tirkiyeyê maye, li van deveran rastî Kurdan jî hatiye. Wek tê zanîn wî di sala 1920an de Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirtiye. Di gernameyên xwe de navê Kurdan dide, wan bi kurtî be jî dide nasandin. Knut Hamsun berî ku vegere welatê xwe, ew rastî Kurdên Batûmê û keriyên pezê wan tê.(20) Hamsun wê demê carekê nexweş dikeve û dixwaze ji xwe re dermanekî peyda bike. Lêbelê tu tiştek êşa wî nade sekinandin. Knut Hamsunê dema di vê rewşa nebaş de ye, di cihekî gernameya xwe de ji nişkêva wiha dibeje: “Divê ez ji vî cihî dûr bikevim berî ku ez her tiştî bibînim, herim nav daristanê û maleke Kurd bibînim”.(21) Gelo çima wê demê maleke Kurd tê bîra Knut Hamsun? Hevgirêka van gotinên nediyar û bêbersîv, bêguman hewas û meraqa me ya di derbarê Hamsun de hîn jî zêdetir dike. Lêbelê em ji notên gernameya Hamsun (1903) derdixin ku Kurd hê berî salên 1918an li vir bûne, gundên wan li Batûmê hebûne, aboriya xwe bi xweyîkirina heywanan rêve birine. Piştî van nêrînan derdikeve holê ku Kurd him di nav bajarê Batûmê de û him jî li dora bajêr xweyê gundan bûne. Hatina wan jî ne di carekê de, wisa xuya dibe ku di demên cihê de li pey hev pêk hatiye. Angorî lêkoler Memoyê Xalit Kurd di salên 1918an de hatine Tiflîsê û ji wir jî paşê barî Batûmê kirine.(22)

KURDÊN KU RÊYA WAN LI BATÛMÊ KETINE

Dema em li çavkaniyan dinêrin em dibînin ku di dîrokê de carina hin Kurd hatine Batûmê û demekê li wir mane. Yek ji wan Akifê Wanî ye. Lêkolerê Kurd Abdurrahman Adak dema li ser wergerên Tirkî yên destana Mem û Zîn disekine, di cihekî de dibêje ku yek ji wan kesan ku ev destan wergerandiye Tirkî Akifê Wanî ye. Di sedsala 19an de wek burokratekî hatiye nasîn û demekê li Batûmê maye. Angorî Jaba: “Piştî demekê Akifê Wanî bûye muteserifê Batûmê û di sala 1863yan de bêyî ku wergera xwe xilas bike li wê derê koçî dawî kiriye”.(23) Seîd Kurdî dema di sala 1910an de ji Rûsyayê vedigere, ji Stembolê li ser Batûmê re tê Wanê. Yek ji wan Kurdan jî Ebdurezzaq Bedirxan e ku rêya wî li Batûmê ketiye.(24)

Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)

HIN BÛYER LI HERÊMÊ

Rojnameyên biyanî di sedsalên kevin de diyar dikin ku herêma Batûmê û dorberê wê; ji aliyê keleş û zorbemêrên Kurd ve hatine girtin, pêkol û kontrolkirin. Car caran navê Kurdan tevî bûyerên wek talankirin, şêlandin û revandina keçan bûne. Dema komeke turîstên Îtalî ji Batûmê dixwaze here Qafqasyayê bûyerek tê serê wan. Di nav komê de keçeke xweşik bi navê Teresa Crowler hebûye ku li Îngîltereyê hatiye dinê. Di rê de rastî Kurdekî tên ku navê wî Ben Asar bûye. Ew dibe evîndarê vê keçikê û wê direvîne. Lêbelê keçik dema firsendê dibîne li hespekî siyar dibe direve. Paşê bi alîkariya şivanekî digihêje koma hevalên xwe.(25) Nûçegihanekî Îngîlîz di sala 1855an de li Batûmê rastî Kurdekî tê. Kincên wî Kurdî bala wî dikşîne. Bi destan wêneyekî wî çêdike. Bi alîkariya wergêrekî bi wî Kurdî re sohbet dike. Paşê derdikeve holê ku karê vî zorbemêrê Kurd, talan û kuştin e.(26)

ENCAM

Di derbarê Kurdên Batûmê de çawa xuya dibe agahî û zanyariyên hûralî li ber destên me tunene. Bi saya lêkoler Qanadê Kurdo, Memoyê Xalit û çend çavkaniyên biyanî em ji hebûna wan agahdar dibin. Ez hêvî dikim ku lêkolînên di derbarê hebûna Kurdên li vî bajarê xweşik de, di pêşerojê de zêdetir bibin.

Ev nivîs cara yekem di ‘Nûbiharê’ de hatiye weşandin.

Jêrenot

1- Bestämmelsen om Kars, Ardachan och Batum, Aftonbladet, 13/3 1918.

2- Turkiska frågan inför San Remokonferensen, Aftonbladet, 20/4 1920.

3- Turkiets nya gränser reglerade, Batum blir frihamn, Svenska Dagbladet, 22/4/1920.

4- Ryska oppositionen mot besluten i San Remo, Svenska Dagbladet, 23/4/1920.

5- Frågan om Kurdistan avgjord, Svenska Dagbladet, 23/4/1920.

6-Turkiet får sina fredsvillkor, Svenska Dagbladet,14/5/1920.

7- Fahrettin Kırzıoğlu, Osmanlıların Kafkas Ellerini Fethi (1451-1590), Türk Tarih Kurumu, 1998, r. 438.

8- Ordîxanê Celîl, İstoriyeskie Pesni Kurdov (Stranên Dîrokî yên Kurdan), Sankt-Peterburg, 2003, r. 482.

9- Memoyê Xalit, Kurdên Batûmê û Pêştaçûyîna Wan, Rêya Teze, 15/1984.

10- Qanadê Kurdo, Dimilkî (Zazakî) ya Batûmî, Hêvî, nr 5/1986, r. 85-87.

11- Qanadê Kurdo, Lêgerîna Zaza, wergêr ji Rûsî: Tosinê Reşîd, Weşanxaneya Hogir, 2016.

12- Angorî şaxeke dijîtal ya vê pirtûkê Qanadê Kurdo ku Tosinê Reşîd ji min re şandiye. Mixabin di vê şaxê de nimara rûpelan nehatiye dayîn.

13- Ç. Çeto, Cêc Kültürü. http://herema-ararat.blogspot.com/2011/11/agr-cec-kulturu_19.html?m=1 (19/11/2011).

14- Azerbaycan Kürtleri-Kim bu Simayilka Kürtleri? https://www.facebook.com/azerbaycankurtleri/posts/383575798411838/ (16/10/2013)

15- Samsunlu bir Kürt folklorcu, Özgür Politika, 3/8/2017.

16- Batumlu Kürtler Türkiye’ye Örnek Oluyor, Star, 2/4/2013.

17- Behzat Ay, Dor Ali, Remzi Kitapevi, 1966, rûp.42.

18- Memoyê Xalit, Kurdên Batûmê û Pêştaçûyîna Wan, Rêya Teze, 15/1984.

19- Yurayê Şamil, Mirazê Şirîn, Bedewî û nazikayî jê dibare, Rêya Teze, 13/6/1981.

20- Knut Hamsun, I Æventyrland, København, 1903, r. 287.

21- Knut Hamsun, I Æventyrland, r. 298.

22- Memoyê Xalit, Kurdên Batûmê û Pêştaçûyînên Wan, Rêya Teze, 15/8/1984.

23- Abdurrahman Adak, Akifê Wanî & Aşiq Osman Sipkî û Mem û Zînên wan ên bi Tirkî di Koleksiyona A. Jaba de, Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, hejmar 3, 2018.

24- Erdal Aydoğan, İttihat ve Terakkî’nin Doğu Politikası (1908-1918), Ötüken Yayınevi, 2005, r. 15.

25- En enlevering och två revolverskott, Göteborgs Aftonblad, 9/9/1899.

26- Ett minne från Batum, Nya Dagligt Allehanda, 16/7/1886.

Etiketler batum kurdistan rusya