Hejmara 6an ya kovara Folklora Me derket

Hejmara nû ya kovara Folklora Me derket. Di vê hejmara kovarê da 23 nivîsên li ser folklorê hene.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Kovara Folklora Me, bi edîtorîya Eşref Keydanî tê weşandin derket. Kovara ku ji nivîs û berhevokên li ser folklorê pêk tê, cih dide nivîsên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî. Di vê hejmara kovarê da du heb jê bi kirmanckî, 21 heb bi kurmancî bi tevahî 23 nivîsên li ser folklorê hene.

Ji van bîst û sê nivîsan yek xebateka arşîvê ye. Folklornasê kurd Ebdulreqîb Yûsifî îsal arşîva xwe neqilî ser înternetê kir û Hêmin Omar Ahmad, ji bo giringî û balkişandina vê arşîvê berhevdana Mela Xelefê Bafeyî -Mela Xelef li ser daxwaza Ebdulreqîb Yûsifî bi salan li nava kurdên bakurî berhevkarî kirîye- latînîze kir.

Di nivîsa xwe ya kirmanckî da Perîhan Kayayê qala xwarina “gebolî”yê kirîye û berhevkarê Sêwregî Yakup Taşçiyî jî çîrokek (estanek) ji dapîra xwe tomar kirîye û pêşkeşî xwendekaran kirîye. Ji herêma Torê, Nasir Torî bi meselokekê; ji Farqînê, Sosina Farqînê bi çîroka Sî Ahmedê Silîvî û Xecê; ji Şemzînanê Jîyan û Rojdayê bi xwarina “rişterûn”ê; ji Pasûrê Ayela Zartoyê bi lêkolîneka li ser pincarê gulikê; Ji Agirîyê Fatma Şahînê bi ferhenga tematîk ya ajeldarî û cotkarîyê navê xwe xist nava lîsteya nivîskarên Folklora Me. Rêya wan vekirî pênûsa wan her tim xurt be.

Şoreş Reşî, Nîhat Oner û Arxa Makûyî ketine nava rûpelên dîrokê û toz û gemara li ser bûyer û geşedanan xepartine. Yekî, berê xwe daye bûka welatê me Efrînê, yekî berê xwe daye Deşta Rewanê û li ber çemê Erezê konê xwe vedaye, yekî jî berê xwe daye warê Emirxanê Lepzêrîn, Urmîyeyê.

Mihemed Selîm Bedirxan bi salan e ketîye pey helbesteka gelêrî ya qetqetî. Di nivîsa xwe da wî hem qala serpêhatîya xwe û peydakirina van varyantan kirîye û hem jî di dawîyê da parçeyên qetqetî kirine yek û helbesteka gelêrî tanzîm kirîye. Feray Olçerê berê xwe daye motîfên çîrokekê û Bahoz Baranî jî di nivîsa xwe da, qala motîfa kerê kirîye.

Egîdê Fêro, li ser meseleyeka giring toponomîyê gotareka hêja nivîsîye. Wî berê xwe daye Fêrgaya Silopyayê, ji kal û pîran navê kanî, gol, gerav, çem, mil, zevî, cîm, pal, şikeft, rê, rêbar, dehl, teht û zinaran pirsîye û wî ew li gor zanista toponomîyê senifandine.

Etiketler Folklora Me