Sê pirtûk û nivîskarek

Kîngê pirtûkeka bi Kurdî bixwînim, kêm ya jî zêde bi awayekê qala wê pirtûkê dikim. Nêrînen xwe carcaran bi heval û hogirên xwe ra, carcaran bi çend hevokan bi nas û dostên xwe ra parve dikim.

Google Haberlere Abone ol

İkram Oguz [email protected]

Armanca qalkirina min ew e, ku dixwazim bala xwendevanên Kurd bikişînim ser wê pirtûkê û ew jî jê hayîdar bibin, bikirin û bixwînin, bi zimanê xwe yê şêrîn tama şîrê dayîka xwe bigrin.

Jiber ku xwendevanên zimanê Kurdî kêm in û ji wê tamê jî bêpar in.

Nivîskarekî Kurd negota, hêjmara xwendevanên Kurd ji ya nivîskaran jî kêmtir e. Ev gotin herçiqas gotineke bêteşe be jî, mixabin bêbingeh nîne. Gelek kes hene, ku bi Kurdî dinivîsînin, lêbelê tenê nivîsên xwe dixwînin. Loma hêjmara nivîskarên Kurd zêde, ya xwendevanan jî kêm e. Ev yek jî, êş û jana nexwaşîyek ji nexwaşîyên me Kurdan e. Dema ku xwendevan kêm be, pêwîstîya nirxandina û nasandina pirtûkan jî namîne. Nirxandina pirtûkan, karê rexnegirên wêjeyî ne.

Ancax kesên rexnegir dikarin di ware wêjeyî da çîrok ya jî romanek binirxînin û kêmasî û zêdeyîyên wê bînin ziman, ku nivîskar jî ji wê nirxandinê sûd bigre û ger ku hebe, kêmasîyên xwe bibîne, careka din wan dubare neke. Ez bi xwe rexnegîr nînim, lê di ware wêjeya kurdî da xwe wek xwendevanek baş dihesibînim û pirtûkên ku dixwînim jî bi wî çavî dinirxînim.

Dema ku ez dest bi pirtûkek bikirim û bixwînim, di wê pirtûkekê da sê tiştan digerim. Ew jî; Mijara pirtûkê, taybetmendîya vegotina nivîskar, zelalî û herikbarîya ziman. Her sê xal jî bi hev ra girêdayî ne û kêmasîya yekî sedêm lawazîya ya din e. Jiber ku nivîskar berê mijarê kifş dike, bi taybetmendîya xwe vegotinê di serê xwe da dihûnine, dûra bi peyv û hevokan dixemilîne û jîndar dike. Mijara pirtûkê, mijareke taybet û balkêş be, qasî ku karê nivîskar sivik bike, ewqas jî bala xwendevan dikişîne û xwe dide xwendinê.

Di vegotina nivîskar da taybetmendîyek hebe, mijar mijareke taybet nebe jî, taybetmendîya vegotinê û zelalî û herîkbarîya zimanê nivîskar, xwendevan digre û di nav rûpelên pirtûkê da digerîne. Di wê gerê da xwendevan parçeyek ji jîyana xwe jî tê da bibîne, dibe hevparê vegotinê û heta rûpela dawîyê gera xwe didomîne. Jibo ku zû bigihîje rûpela dawîyê û encamê bibîne, lez dike, dema ku dawî lê hat jî, “xwezila hinek dîsa bikudîyaba” dibêje û bi dawîlahatina xwendinê jî xemgîn dibe.

Di demekê nêzîk da min sê pirtûkên nivîskarê Kurd, Newaf Mîro, xwendin. Ji wan yek 'Dilname', herduyên din jî 'Lehengê Tazî' û 'Lehengê Dîl' bûn. Bi 'Dilname'yê dest pê kir û dura jî herduyên din li pey hev xwend. Mijara 'Dilname'yê, jixwe ji nave wê va jî kifş e. Nameyên ji dil, nameyên evînî yê, ku jibo her xwendevanek mijareke taybet e. Min di 'Dilname' ya Mîro da vegotinek taybet dît, ku ez dikarim bibêjim heta niha min ew di vegotina tu nivîskarek Kurd da nedîtî ye.

Vegotina bi hevokên bêdawî û hevdeng.

Mirov bi nalîna evîna yekalî dest bi xwendinê dike. Bi qulubandina rûpelan va nalîn kêm dibe û mirov xwe di nav xemla helbestên evînê da dibîne.

***

'Lehengê Tazî' û 'Lehengê Dîl' jî, du romanên Mîro ne.

Herçiqas wek du romanên cuda hatibin weşandin jî, 'Lehengê Dîl' dumahîka 'Lehengê Tazî' ye.

Lehengê romanan Keleşê Reş e. Keleş Kurdekî Êzidî û sêwî ye. Di piçûkatîya xwe da bavê xwe wenda dike û li ber destê dîya xwe mezin dibe. Di zarokatîya xwe da bi şerûdî û dizîya xwe va deng dide. Di xortanîya xwe da derdikeve hizûra Mîrekî Kurd û bi şert û mercên xwe, di nav artêşa Mîr da cîh digre. Di demekê kin da, mêrxasî û şervanîya wî, di nav sînorê desthilatîya Mîr da olan dide.

Bi şervanî û mêrxasîya xwe, dixwaze bala Pêrî ya qîza Mîr bikişîne. Mixabin evîna Keleş jî evîneke yekalî ye. Sedem yek e û ew jî Êzdîtîya Keleş e. Pêrî, herçiqas wî bedew û şervanekî bêhempa bibîne jî, xwe payebilind Keleş jî piçûk û layiqê xwe nabîne. Pêrî ya ku mîna navê xwe bedew û nazenîn, berê xwe dide Stenbolê di nav koşk û serayên Sultan da li lehengê dilê xwe digere. Nabîne, berê xwe dide rojava û derbasî Parîsê dibê… Keleş jî ji kerba Pêrîyê şûrê xwe yê tûj bêtir li ba dike û di xizmeta Mîr û Dewleta Osmanî da bikar tine. Pêrî, li Parîsê bi nameyek dîya xwe, ji koka xwe hayîdar dibe ku ew jî xarzîya Êzdîyan e, poşmanîya wê kar nake.

Keleş jî di şerê li hemberî Uris da dîl dikeve, di heps û zîndanan da dimîne, dûra di gundekî serê çîyê da, bi karê şivantîyê jîyana xwe didomîne. Wek gotina dawîyê dikarim bibêjîm, nivîskar di kesayetîya Keleşê Reş û Pêrîyê da nakokîyek civaka Kurd û êş û jana bingehîn, bi zimanekî zelal û vegotinek herikabar hunandîye. Mirov dema ku çîroka Keleşê Reş û Pêrîyê dixwîne û dawî lê tine, xemgîn dibe û bixwe jixwe ra dibêje; ger ku mirov endamê civatek bindest be, keça Mîr ya jî sêwîyek Êzdî be jî, ji qedera xwe ya bêyom azad nabe. Deqa ku ji alî desthiladaran va li enîya merîya hatibe zeliqandin, bi tûjbûna şûr jî, bi nazenîn û bedewîyê jî paqij nabe.