Dîrok û Erdnigarîya Kurda/Rojava

Ewê ku vê pirtûkê bixwîne, dê bizane ka kîjan komên netewî/olî li gunda herî dûr ya Rojavayê dijîn, dîroka her eşîrê, rewşa çandî/civakî a gelan li her kantonê wek mirovê heremê baş bizanê.

Google Haberlere Abone ol

Serhat Demirtaş

Ev xebata wek ansîklopediyek ya Kadrî Yildirim, bi navê "Dîrok û Erdnigarîya Kurda/Rojava", ji 5 beşên bingehîn pêk tê; ji bilî beşa danasînê ku têgehên bingehîn têne ravekirin û çavkaniyên ku têne parve kirin. Di beşa yekem de; Dîroka Rojava û Sûrî li gorî deman tê nivîsîn. Destpêkirina vê dabeşê ji Fatimiyan; Eyyubiyan, Mamlûkiyan, Osmaniyan, “hîmayeya” Fransî di rêza dîrokî de vedibêjin, ta Baasê û dawiyê jî Kantonên Xweser. Pêwendiya kurdan bi dewleta navendî re di her serdemê de, cihê kurdan di dewleta navendî de; ew bandora peymanên navborî an nav eşîran li ser netewa kurd bi xebatek xweşbîn dinivîsê. Behskirina kesayetên girîng ên kurd, di her serdemî de serweriya dîroka herêmê zêde dike.

Nivîskarê me piştî beşa yekem a pirtûka xwe dest bi têketina dîroka kantonan dike û di beşa duyemîn de, ew agahdariya giştî, bajar û gundên herêma Efrînê/Çîyayê Kurmênc ji xwendevanan re dibêjê. Bi vê yekê re, avahiya eşîrî/netewî/olî/çandî ya herêmê; dîroka kronolojîk û arkeolojîk, deverên dîrok û hunera dîrokiyên wê, agahdariya erdnîgarî, avahiya aborî; ew tewra taybetmendiyên xwe yên meteorolojî jî bi bîhnfirehiyek mezin vedibêje. Ew heman şêwaza vegotinê ji bo kantona Cizîr di Beşa 3emîn de, û kantona Kobanê di Beşa 4emîn de bicîh tîne.

Dûv re di Beşa 5emîn de; binyata çandî, rêxistinî û olî ya Rojava; dîsa, ew bi rêza dîrokî vedibêjê. Û di beşa pirtûkê pêvek de, ew bi wêneyên hunerên dîrokî yên ku di lêkolînên arkeolojîk ên li erdnîgariya Rojava de hatine vedîtin, bi nav û navê û mêjûyên devera ku ew ji wan tê de, vedigire. Ew piştre pirtûka xwe bi wêneyên kesayetên girîng (çandî, olî, rêxistinî) yên Rojava re temam dike, û di dawiyê de jî bi wêneyên ji her sê kantonên dawîyê tênê.

Me pirtûk di xetên giştî û teknîkî de veguhezand. Wekî ku min di destpêkê de got, ez difikirim ku dê rasttir be ku ev xebata li gorî şêwaz û hûrguliyên wê jê re em bibêjin ansîklopediyek. Her çend dibe ku ji va hûrgiliyan carinan ji xwendevan aciz bibin, heke hûn ji min bipirsin, ewê ku vê pirtûkê bixwîne dê bizane ka kîjan komên netewî/olî li gunda herî dûr a Rojavayê dijîn, dîroka her eşîrê, taybetmendiyên herêman, rewşa çandî/civakî a gelan li her kantonê dê wê wek mirovê heremê baş bizanê.

Nivîskarê me, pirtûkên gelên Rojava (ku ji bo Rojhilata Navîn hêviya xwe didomîne) û dîroka wan bi xebatek mezin berhev kirîye, hêjaye em pesnê wî bidin. Naha, ger hûn bixwazin, em bi kurtayî li jiyana, xebata akademîk û siyasî ya nivîskarê xwe binerin û gotara xwe bidawî bikin;

Kadri Yıldırım; ew Dibistana Perwerdehiyê ya Sêrtê xelas kir. Ew master û doktoraya xwe li Fakulteya Teolojiyê ya Zanîngeha Harran qedand. 6 sal li medreseye xwend. 13 salan mamostetî kir. Li Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê xebitî. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê wekî gerînendeyê Enstîtuya Kurdolojiyê xebitî. Heman Zanîngehêde Damezrênerê Fakulteya Îlahîyatê bû. Di warê Kurdolojî û teolojiyê de xebitiye. Zimanê Kurdî, dîrok, wêje û erdnîgarî… Ew heta niha 14 pirtûk li ser zimanên Erebî û Farisî; dîrok, û erdnîgarî nivîsandine. Gelek gotarên wî hene ku li sempozyumên neteweyî û navneteweyî de hatine pêşkêş kirin. Kadrî Yildirim, di Hilbijartinên Giştî yên Parlamena Pûşper a 2015’an de bû parlamentera HDPê yê Sêrtê, di hilbijartina Mijdar a sala 2015an de ji nû ve wek palamenterek HDPê hate hilbijartin.