Di wêjeya kurdî de name

Cih û girîngiya nameyan di wêjeya kurdî de çi ye? Nivîskar û rewşenbîrên kurd di nameyên xwe de qala çi dikin? Kîjan nivîskarî ji bo debara xwe kemaçeya kurê xwe firotiye û kîjan nivîskaran di nameyên xwe de nîqaşên rêzimanî kirine?

Google Haberlere Abone ol

Mevlüt Oğuz

Herî dawî we kengî nameyek nivîsî? Ew name ji kê re bû, bi çi zimanî bû? Ya jî wiha bipirsim, herî dawî kengî nameyek ji we re hat? Wekî ku dengê we tê min, ‘di serdema înformasyon û înternetê de ma name mane gelo?’ ‘Name ji ku derket vêca?’, ‘Êdî SMS heye, E-Mail heye, WhatsApp heye, Messenger heye… Hetta peywendiyên rû bi rû; Face to face heye…’ Rast e, lê heya çend sal berê, yek ji rêyên serekî yên peywendiyê name bûn. Belê, name… Te bi destê xwe û destxeta xwe dinivîsî, dikir nava zerefeke spî an rengîn; navnîşan dinivîsî û dida postê; li postê pûlek pê ve dikirin û dihat şandin.

Bi pêşketina teknolojiyê re her ku diçe name/namenivîsîn kêm dibe û êdî dibe rêyeke nostaljîk a peywendiyê yan jî rêyeke neçarî ya peywendiyê. Êdî tenê ji girtîgehan name tên ji me re. Xwedê neke, eger nasekî me, dostekî me bê girtin, wê demê em ji neçarî nameyan dinivîsin.

Di vê nivîsê de, ez ê li ser cureyeke peywendiyê û nivîsînê, li ser nameyan bisekinim. Wekî hûn jî dizanin, gelek cureyên nameyan hene: Nameyên taybet, nameyên fermî û karî, nameyên vekirî, nameyên edebî, evînî û hwd…

Bi xêra nameyan em derbarê dîrok, civat, siyaset, çand, huner, edebiyat û kesayetan de dibin xwedî agahiyên girîng. Çi evînî çi edebî û çi siyasî bin, hemû name dîrok bi xwe ne û beşek ji dîroka me ya nivîskî ne… Hin name me şad û bextewer dikin, hin xemgîn û diltezîn û hinek ji wan jî berê me didin nava kûrahiya fikr û ramanê.

NAMEYA MIN A PÊŞÎN

Pêşî ez dixwazim behsa serpêhatiyeke xwe ya nameyî bikim û paşê ez dê behsa çend berhemên nameyî bikim û dûre ez ê hewil bidim du berhemên nameyî ku bi kurdî/kurmancî çapbûne bidim naskirin: 'Nameyên Nuredîn Zaza' û 'Name Bo Firat Cewerî'

Cara pêşî, di destpêka salên 2000î de -ez bawer im sala 2002yan jî 2003ê bû- min nameyek ji Medya TVyê re şandibû. Herhal cara ewil bû ku min bi kurdî dinivîsî û ew nivîs ji hineke din re dişand. Yanî dikarim bêjim ku yekem nivîsa min a bi kurdî ew name bû. Wê demê di Medya TVyê de bernameyeke muzîkê bi navê ‘Kaniya Stranan’ hebû. Pêşkêşvanekî bi navê Bokan ew bername pêşkêş dikir. Piştî mehek/meh û nîvekê, êdî hema bêje min name ji bîr kiribû û hêviya xwe jê qut kiribû û difikirîm ku di rê û biwaran de tişek hatibû serê wê nameye û lewma negihiştibû cî. Di demeke wiha de ji nişkê ve min dîtibû ku Heval Bokan nameya min di bernamê de dixwend û strana ku min xwestibû, ji bo kes û karên min, ji bo heval û hogirên min diyarî kiribû.

Pişt re, min nameyên fermî jî nivîsîn, yên karî jî. Min name ji girtîgehan re jî nivîsîn û bi mohra ‘görüldü’ ji girtîgehan jî name hatin ji min re. Nameya ku herî dawî ji min re hatiye jî li ser 'görüldü' dinivîse. 'Görüldü' yanî ji aliyê komîsyona nameyan a girtîgehê ve hatiye dîtin, xwendin û kontrolkirin.

JI EDEBIYATA DINYAYÊ ÇEND NIMÛNEYÊN BAŞ YÊN NAMEYAN

Wekî hûn jî dizanin, di wêjeyê de gelek name û berhemên nameyan hene. Çend hebên yekser tên bîra min ev in: Kafka, Name Ji Mîlenayê Re; Nameyên Ingeborg Bachmann û Paul Celan; Mayakovskî, Name Ji Bo Lili Brikê; Name Ji Zarokên Hêj Çênebûye Re, Oriana Fallaci; Nameya Jineke Nediyar a Stefan Zewig, Name Ji Bo Pîrayeyê, Nazim Hikmet; Name Ji Bo Cîrana Li Qata Jor a Proust, û ZOO: Nameyên Ku Behsa Evînê Nakin a Victor kolovski… Ev berhemên nameyî her yek ji yeka din xweştir in. Eger hûn jî wekî min ji xwendina nameyan hez dikin û bengiyê nameyan bin, ez pêşniyar dikim ku hûn berheman bixwînin

Em ji nameyên Kafka Ji Mîlenayê Re, ligel serborîya berhemên nivîskarekî mezin yê sedsala borî û dema afirandina berhemên wî, di heman demê de, rastî eşq û evîneke mezin jî tên.

Nameyên Mayakovskî Bo Lili Brikê mesela... Ew jî têra xwe balkêş in. Helbestkarê mezin ê rûsî Vladimir Mayakovskî (1893-1930) di nameyan de ku ji hezkiriya xwe Lili Brikê Re şandine, hezkiriya xwe weke pisîkekê û îmzeya xwe ango xwe jî di şiklê kuçikekî de xêz dikir.

DI EDEBIYATA KURDÎ DE ÇEND BERHEMÊN NAMEYÎ

Di nivîskarî û edebiyata Kurdî de, em rastî çend berheman tên ku behsa nameyan dikin, name-nivîsin kirine mijar ango wekî nameyî hatine nivîsandin û honandin: Nameyek Ji Bavê Min Re ya Shahînê Bekirê Soreklî, Nameyak Ji Xwedê Re ya Ciwanmerd Kulek du nimûneyên baş in ku yekser tên bîra min.

Yek ji helbestên herî xweş a evîniyê Evdila Peşêw nivîsiye. Navê helbestê Name ye. Bi ya min ew helbest bi deng û awazê Mehmet Atli bûye yek ji stranên herî xweş û romantîk a Kurdî ye.

“(…)

Diçim

Di bêrîka min de

Nameyek di nav zerfeke sor de

Dilê min î duwemîn e lê dide…”

Rewşenbîr û nivîskarên kurd name nivîsîbin jî, gelek kêm ji wan hatin çap û belavkirin. Nameyên siyasetmedar û rewşenbîrê kurd, Nûredîn Zaza yên ji Hemreş Reşo û Hoşeng Sebriyê kurê Osman Sebrî re nivîsîne, bi amadekariya Mehmûd Lewendî û Nedîm Baran, sala borî (2019) de, ji aliyê Weşanxaneya Rûpelê ve wekî pirtûkekê hatin çapkirin.

NUREDDÎN ZAZA KÎ YE?

Em hinekî bînin bîra xwe û xwendekaran. Nivîskarê kurd, di sala 1919an de li Madena Elezîzê jidayîk bûye. Perwerdehiya frensî dîtiye û ligel xwendina xwe, her di nava rewşenbîrên kurdan de bûye û di dewra duyemîn a Hawarê de ew jî dibe yek ji nivîskarên Hawarê. Li ser pêşniyara birayê xwe diçe Beyrûdê û li wir, li Zanîngeha Frensî dixwîne. Piştre diçe Swîsreyê û li bajarê Lozanê xwendina xwe dewam dike û dereceya doktorayê werdigire. Di 1956an de vedigere Sûrî û di 1957an de ligel Osman Sebrî û Reşîd Hemo, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê datîne û dibe serokê wê partiyê. Di sala 1972yan de bi rojnamevana swîsrî Gilberte Favre re dizewice û piştî salekê kurê wan Şengo Valery çêdibe. Di 1983yan de dibe damezirînerekî Enstîtûya Kurdî ya Parîsê. Rewşenbîr, dilsoz û têkoşerê Kurd, Dr. Nuredîn Zaza di 7ê cotmeha 1988an de ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê wefat dike. Dr. Nuredîn Zaza tevî gelek berheman, ev nesîhet li du xwe hiştiye: "Gelî kurdan heke hun naxwazin ji hev tarumar bibin, wenda bibin, heke hûn dixwazin bi rûmet û serbilindî bijîn, berî her tiştî bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin!"

Dema mirov nameyên Dr. Nuredîn Zaza dixwîne, dibînê bê wekî siyasetmedar û ronakbîrekî Kurd, çiqasî girîngî daye xebata di her warî de ya ji bo Kurd û Kurdistanê û ziman û çanda Kurdî.

Bi saya van nameyan mirov aliyekî jiyana Dr. N. Zaza ya salên şêstî heta salên nodî nas dike. Mirov di van nemayan de dibîne ku çiqasî ji bo ziman û çanda Kurdî xebitîye. Her wiha dîsa di van nameyan de zor û zehmetiyên wî yên aborî jî tên xuyakirin. Wî ji bo debara xwe kemaçeya kurê xwe firotiye û alîkarî ji Hoşeng Sebrî xwestiye û Birêz Sebrî jî alîkariya wî kiriye.

NUREDÎN ZAZA YEK JI HEZKIRÎ Û HEJMETKARÊ HELBESTÊ BÛ

Em ji nameyan hîn dibin ku Dr. N. Zaza yek ji hezkirî û hejmetkarê helbestê ye. Di nameyeke xwe de ku bo Hoşeng Sebrî şandiye dibêje, ji min re helbestên kurdî yên baş û hêja lazim in. "Şiîrên wisa ku gava bo zimanên din hatin wergerandin xelk ji wan dilxweş bibin. Di nav şa‘irên Kurdistana Iraqê de peyayên welê bêtir peyda dibin lêbelê berhemên wan di destê min de tune ne. Eger dikarî şîîrên wan bi kurdî an bi erebî û îngîlîzî ji min re peyda bikî ez ê pir spasdarê te bim."

Di nameyan de, tevî peywendîdanînê û serwextkirina hev ji hin bûyer û geşedanan; N. Zaza û H. Reşo û H. Sebrî ji hev re wêne, pirtûk, plak, rojname, kaset, kovar û kart jî şandine û bi rêya nameyan elbet nîqaşên rêziman û rastnivîsê jî kirine. Bo nimûne: N. Zaza di 22yê Nîsana 1979an, di nameyekê de ku ji bo Hoşeng Sebrî şandiye, pêşniyar dike ku kovara Hawarê bixwîne û dibêje, rêya çêtîr xwendina Hawarê ye û wiha berdewam dike: “Di Hawarê de nivîsên bavê te yên Celadet û Kamuran û Qedrîcan ne xerab in, wan bixwîne û bala xwe bide rêzanên zimên. heçî di nivîsandina kurmancî bi xwe ye, herkes niha wekî rehmetiyê Celadet nanivîsîne. bavê te bi xwe du 'r' bi hev re datîne û hin xortên din jî wek wî dikin. Bi ya min bi xwe, di Kurdî de 'şedde' nîne. Emê binerin heya rojekê Akademiyeke kurdî ya baş bête danîn.”

Balkêş e, zêdetir ji 40 salî di ser re derbas bûye, hîn jî nîqaşên bi vî rengî didomin û tevî çend hewildan û xebatên standardîzasyonê yên hêja, 'Akademiyeke Kurdî' ya bi rêkûpêk nehatiye damezirandin û ev nîqaş hîn jî bi şiklekî berdewam dikin.

Dr. Nureddîn Zaza di nameya xwe ya ku 15ê Çileyê sala 1974an de şandiye balê dikşîne ser girtiyên siyasî yên çar parçeyan û ew dibêje, “navên girtiyên siyasî ji min re binivîse; kî ne, li ku girtî ne û çi miamele li wan têtê kirin?” û daxwaza zêdetir agahiyan dike. Dr.Zaza di nameyeke xwe ya di heman salê de jî dibêje, “eger derbarê girtiyên kurd de agahî bikevin dest min, ez dê bikaribim tiştekî ji Amnesty International (Rêxistina Efuya Navnetewî) re binivîsim...”

Demek berê li Tirkiyê, ji ber metirsiya koronayê di yasaya înfazê de, bi hevkariyê partiya desthilatê û hevkarê wê, partiya nijadperest, hin guhertin hatin kirin û li gorî wê guhertinê nêzîkî 90 hezar girtî dê werin berdan -beşek ji wan, teqrîben 20 hezar hatin berdan jî- ku piraniya van kesên hatin berdan ji ber sûc û tawanên adî û edlî girtî bûn. Yanî kesên ji ber diziyê, gendeliyê, sextekariyê û xesbê û hewd. hatin berdan lê rojnamevan û girtiyên siyasî yên kurd nehatin berdan, ango bi zanebûn li derveyî vê yasaya lêborînê hatin hiştin. Di ser vê nameye re 40 sal derbas bûye lê heman pirsgirêka kurdan a diltezîn û trajîk dewam dike.

Em bên ser berhema Name Bo Firat Cewerî. Nameyên 13 nivîskarên Kurd ku ji bo nivîskar Firat Cewerî hatine şandin bi navê 'Name Bo Firat Cewerî' ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve îsal, di sala 2020an de, wekî pirtûkekê hatine weşandin.

Di pirtûkê de, nameyên kesayetên kurd yên wekî Qanatê Kurdo, Nûredîn Zaza, Rewşen Bedirxan, Haviz Qazî, Sebrî Botanî, Wezîrê Eşo, Arjen Arî, Yaşar Kaya, Bro Omerî, Mehmed Uzun, Remzî Raşa, Cemşîd Bênder û Kaya Muştakhan hene ku ji bo Firat Cewerî hatine şandin.

FIRAT CEWERÎ KÎ YE?

Li vir ji bo kesên Firat Cewerî nas nakin, em bi kurtî behsa wî bikin, baş dibe. Firat Cewerî, bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. Di sala 1980yî de li Swêdê bi cî bûye û dest bi nivîsînê kiriye. 10 salan edîtoriya kovarê Nûdemê kiriye. Heya niha çîrok, roman, gername, helbest û antolojî ji di nav de, 40 pirtûkên wî hatine çapkirin. Her wiha wî berhemên nivîskarên cîhanî yên wekî John Steinbeck, Anton Çexov, Fyodor Dostoyevski, Par Lagerkvist û Yaşar Kemal wergerandine Kurdî. Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê ji ber ku wî di maweyê 40 salan de 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û her wiha 40 hejmar kovara Nûdemê derxistiye, di 3yê adara îsal de, 'Xelata Pênûsa Zêrîn' da Firat Cewerî.

Di kovara Nûdemê de gelek nivîskar û helbestkaran nivîsiye. Jixwe ev nameyên ji bo Firat Cewerî jî hatine şandin yên wê demê ne. Cewerî di pêşgotina kitêbê de dibêje, wî bi tenê cih daye nameyên kesayetên ku ji nav me bar kirine ango nameyên kesên ku koça dawî kirine. Cewerî ji bo sebeba vê bijartinê jî, zêdebûna nameyan nîşan dide û dide zanîn ku hemû name di 2 cîldan de jî hilnedihatin, lewma jî biryareke wiha daye.

Cewerî dibêje, “ev name, ne yên zindiyan, lê yên miriyan in. Dostaniyeke min ya germ û bîranînên min yên xweş bi hemûyan re hebû. Piştî koçkirina wan, min şîna wan gerandibû û li dû wan hêsir barandibûn. Ew îro najîn, lê ew êdî dîrok in; dîroka ziman, edebiyat û rewşenbîriya me ne.”

Şa‘ir Sebrî Botanî di nameyek xwe de ya ji bo Firat Cewerî dibêje:

“Celadet bi HAWARa xwe tenûr dada

Cewerî bi NÛDEMa xwe nan pê veda.”

SEDEMÊN TEMENKURTIYA WEŞANGERIYA KURDÎ ÇI NE?

Yek ji nivîskarên nifşê edebiyata kurdî ya Sovyetê, Wezîrê Êşo yê kurdperwer û milethez di nameyeke bêtarîx de ku ji bo Firat Cewerî şandiye, ji bo berdewamiya Nûdemê hêviyên xwe tîne zîmên. Li gorî Apê Wezîr, ji ber zilma dagîrkeran û kêmasîya madî û kadroyên zana weşanên Kurdî zêde berdewam nakin.

Apê Wezîr di nameyeke xwe de dibêje; “sebebên vê yekê, kêmasiya bingeha madîgirtî hetanî ya kadroyên zane û dilêş. Îdî ez derheqa kêmasiya xwendevanan da nêbêjim, ku pirsgirêkeke jiyana me kurdan ya bi êş û jan e. Helbet, ev sebeb, ev kêmasî, dîsa bi giştî sebebê herî pêşîn ra giredayine, yanî bi zor û zulma dagîrkeran û rewşa welat û gelê me yê îroyîn re girêdayî ye.”

Çend sal berê, ji bo civînekê nivîskar û rewşenbîrên Kurd li Stenbolê civiyane; Cemşîd Bênder, Celîlê Celîl û Îsmet Şerîf Vanli li Oteleke Beyogluyê 3 rojan bi hev re dimînin. Cemşîd Bênder di nameyeke xwe ya bi zimanê tirkî ku di 30ê Mijdara 1997an de ji bo Firat Cewerî şandiye, behsa bîranîneke xwe ya wê rojê dike û balê dikşîna ser rola Nûdemê di warê standardîsyon û pêşvebirina zimanê Kurdî de.

Cemşîd Bênder wiha behsa wê rojê dike, “Em her sê rewşenbîrên Kurd, bi sê zimanên cuda axivîn, heta ku me ji hev fêm kir. Ez vê xemgîniya xwe ji bîr nakim. Lewma xebatên wê yên di warê edebiyat û hunera Kurdî de gelekî qenc û hêja ne.”

‘XERÎBÎ Û SURGUNÎ KURTEJIYANA MIN E’

Siyasetmedar Kaya Muştakhan di 26ê Mijdara 1993yan de nameyeke ku ji Firat Cewerî re şandiye dibêje, “Xerîbî û surgunî kurtejiyana min e”. Ne hewce ye ku ez Nûdemê bipesinînim. Kovareke hêja û tekane ye. Rêya wê, şopa wê ronahî û têr hêvî ye. Baweriya min jî ew e ku Nûdem ji nivîskar û hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê re bibe pireya hevdûnasîn û hevdûdîtin, hevdûbihîstinê. Rehmetiyê Muştakhan, di beşeke din a nameye de dibêje, “Divê em edebiyata xwe a klasîk û nûjen binasin, bidin nasîn û berfirehkirin û edebiyata dinyayê jî bizanibin; berhemên wê wergerînin Kurdî.”

Bi rastî, îro di dawiya nîsana 2020an de, dema em vedigerin, van nameyan dixwînin an jî berê xwe didin Nûdemê, em dibînin ku Nûdem bûye platformeke nivîsîn, belavkirin, berfirehkirina ziman, edebiyat û çanda Kurdî. Nûdem ji nivîskar û hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê û diasporayê re bûye pireke hevdûnasîn, hevdûdîtin û hevdûbihîstinê.

Di vê bizava edebî û rewşenbîrî de keda birêz Firat Cewerî gelekî zêde ye ku nayê gotin. Ji ber vê berhemê û ji ber derxistina ewqas hejmarên Nûdemê, ez spasiya Firat Cewerî dikim û van nivîskarên navborî ku niha ne di nav me de ne, bi rêz û hurmet û minet bibîr tînim.

*Ev gotar cara ewil di Podcast Kurdîyê de wekî podcast belavkirin

Çavkanî:

Name Bo Firat Cewerî, (Amadekar: Firat Cewerî), Avesta, Senbol, 2020.

Nameyên Nuredîn Zaza, (Amadekar: M.Lewendî, N.Baran), Rûpel, Stenbol, 2019.

Evdila Peşêw, Birakûjî, Avesta, Stenbol, 1996.