Gurên Devbixwîn

Gotineke pêşîyan e; “qedera ku reş hatibe nivîsandin, nayê guhartin”. Bi xwendin û qulubandina rûpelan va, mirov dibêjê qey qedera Memê jî di serî da reş hatîye nivîsandin. Zînê bûyera ku li serê wê û sêwîyên wê qewimî, tu car jibîr nake û gurê devbixwîn ê ku Simoyê wê bi saxî xweribû, ji ber çavê wê nareve. Ji kul û kesera Simo roj bi roj dihele û can dide.

Google Haberlere Abone ol

İkram Oğuz [email protected]

Çend roj e pirtûka nivîskarê Kurd Riza Çolpan, ku ez ji wî ra xortê 85 salî dibêjim, dixwînim. Xortê 85 salî dibêjim, jiber ku Riza Çolpan, di vî salê xwe da mîna xortekî 18 salî kar û xebata nivîsandinê dike. Nivîsandina bi zimanê dayîka xwe, ew zimanê ku mîna şîrê dîya wî zelal û şêrîn. Bi berhemên xwe yên giranbuha, xizmeteke mezin tîne cîh û zimanê li ber mirinê zindî û jîndar dike.

Navê pirtûka wî ya dawîyê, ku nuha di destê min da ye û ez dixwînim; 'Gurên Devbixwîn, Gurên Çar Ling û Du Ling'e. Pirtûk ji serpêhatîyên bapîr, bav û apanên wî pêk tên û her serpêhîyek jî di heman demê da parçeyek ji dîroka Kurd û Kurdistanê ye. Jiber ku serpêhatîyên ku Riza Çolpan, bi kedeke bêhempa û bi peyv û hevokên lihev hunandî nivîsandine û anîne ziman, ne tenê serpêhatîyên bapîrên wî, jîyana Kurdan ya dused salên dawîyê bixwe ye jî.

Di wê jîyanê da feqîrî û belengazî, şîn û şahî, şer û pevçûn, têkçûn û koçberîya Kurdan cîh digre. Mirov tê da sedem kirin û kiryarên Axa û Şêx û Seyîdan, jihevdûrketina Kurdên Elewî, Sunî û Ezdî, bêtifaqî û dubendîtîya wê demê di civatê da rû daye, dibîne û ji halê xwe ra digirî û axîneke kûr dikişîne.

Serpêhatîya bapîrê nivîskar Ap Simo yê mezin, li Gundê Xelanê Gazê dest pê dike. Nivîskar bi vegotin û nivîsandina xwe, merîya bi Ap Simo ra dike rêwî û gund bi gund di nav erdnîgarîya Dêrsimê da digerîne. Dibe Kepûrê, Dala Mistê Balan û Deşta Aşan, ji Newala Oxîyê ra berê merîya dide Gundê Delîkan. Hinek li ber devê Çemê Pêrê radiwestîne, dûra derbasî wîyalî avê dike û di binê Goman da dibê, li Coşikê dike mêvan.

Mirov li Coşikê, di mala Hesenê Misrî da Zîn a bedew nas dike û ji çîroka zewaca wê ya bi Brahîm ra hayîdar dibe. Di daweta wan da dibe berbû û xandî, di govendê da direqise û di şahîya dawetê da hespê xwe dibezîne.

'ŞÎN Û ŞAHÎ BIHEV RA GRÊDAYÎ NE'

Lê şîn û şahî bihev ra girêdayî ne, yek biqede, ya din dest pê dike. Ap Simo piştî dîtina mirazê lawê xwe yê piçûk Brahîm, dinya xwe diguherîne û mirov bi mirina wî va xemgîn dibe. Ezraîl ku carê ketîyê nav malê, pêsîra malbatê bernade, ji kal û pîran derbas dibe û bere xwe dide bêmirazan. Brahîmê ku bi mirazê xwe û Zîn a bedew ra têr şa nebû, dimire. Bi mirina wî ra, mirov bi Zîn a serbixêlî ra dikewice, mîna Simo û Mamê piçûk xwe sêwî dihesibîne û di kurahîya dilê xwe da digrî. Dibe hevparê belengazî û bêçaretîya Zînê, destê Simoyê heftsalî û Memê du salî digre û berê xwe da Coşika wêran.

Di nav newal û gelîyan ra derbas dibe û rastî gurê devbixwîn ê çar ling tê. Zîn bi Memê pîçûk ra hildikişe serê darê û wî di paşila xwe da vedişêre. Lê di nav lep û devê gur da goştê canê Simoyê sêwî dibîne, bi herdu çavan. Li çokên xwe dixwe, porê sere xwe dirûçikîne û bi axîn û girî xwe û Memê davêje ocaxa bav û kalan.

GURÊ DEVBIXWÎN Ê ÇARLING

Gotineke pêşîyan e; “qedera ku reş hatibe nivîsandin, nayê guhartin”. Bi xwendin û qulubandina rûpelan va, mirov dibêjê qey qedera Memê jî di serî da reş hatîye nivîsandin. Zînê bûyera ku li serê wê û sêwîyên wê qewimî, tu car jibîr nake û gurê devbixwîn ê ku Simoyê wê bi saxî xweribû, ji ber çavê wê nareve. Ji kul û kesera Simo roj bi roj dihele û can dide.

Bi mirina Zînê ra Memê jî li ber destê dapîr û papîra xwe sewî dimîne. Di neh salîya xwe da dibe berdestîyê Gêdûk Axa û li Gundê Mastan dibe berxivanê kar û berxan. Dem û demsal li pey hev derbas dibin, Memê piçûk jî bi nav û nûçik mezin dibe. Dest bi karê şivantîyê dike û navnûçikê wî jî dibe, Memê Gur ya jî Memê Şivan.

GURÊN DU LING

Memê di qonaxa Gêdûk Axa da, Axa û Seyîdên herêmê nas dike, dibe guhdarê civata wan û ji şerê nav dewletan, ku li ser axa Kurdistanê diqewimin, dibihîze. Bi bihîstina şer û kuştin û xwînrijandina wan va, mîna gurê çar lingê ku Simoyê birayê wî xweribû, wan bi çavê xwe nebîne jî, Gurên du ling jî nas dike û ji kirin û kiryarên wan hayîdar dibe.

Rojek Seyîd Suleyman bi riza Gêdûk Axa, Memê Şivan ji xwe ra zîrkur digre. Memê jî tûrikê xwe davêje milê xwe, xatir ji Gêdûk Axa dixwaze û li Kûpikê bicîh dibe. Memê Şivan li Kûpikê êdî xortekî ezeb e. Rojek ji rojan rastî Zerîfe ya bedew tê û bi yekalî dibe evîndarê wê.

Memê xortekî sêwî û şivan, Zerîfe jî qîzek ji qîzên Seyîdan. Bi evîna wî ya yekalî ra, cara yekem qedera wî ya reş jî reng duguhurîne û bi saya zirbavê xwe Seyîd Suleyman, bi Zerîfê ra dizewice û digihîje mirazê xwe.Lê serpêhatîyên bapîr û bav û apên nîvîskar naqedin û didomin.

Çar lawên Memê Şivan dibin, Ali, Husên, Brahîm û Mamud. Ew mezin dibin û serpêhatîyên wan dest pê dikin. Alî û Brahîm wek milîsên Kurd bi leşkerên Urîz ra şer dikin. Husên di xortanîya xwe da Yado nas dike û pê ra heval û hogir.

Li alîyê din, Dewleta Osmanî hildiweşe û Komara Tirk tê damezrandin. Serhildan û komkujî li pey hev diqewimin, li Palu û Koçgirî, li Gelîyê Zîlan û li Agirî û Dêrsim. Xwîn, mîna avê çeman diherike û diherike.

Dema ku dawî li serpêhatîyan tê û pirtûk diqede, mirov dibîne, ku di nav 150-200 salên dawîyê da civaka Kurd, di gelek xalan da hatîye guhartin.

Şîn û şahîyên berê guhurîne û hatine jibîrkirin.

Ziman helîya ye û di gundan jî îro nayê axaftin.

Kurd, berê bi şûr û xençeran û gulê domdomê hatine kuştin, îro bi bombe û çekên kimyewî va tên kuştin.

Mixabin, bi saya serpêhatîyên ku nivîskar pêşkêşî me dike, tiştên nehatine guhartin jî hene û mirov wan careke din jî dibîne.

Ew jî xizanî û belengazî, dubenditî û bindestîya Kurdan e.