Nêrinek li ser romana Mîrzayê Reben

Her mirovekî baş xwedî aliyekî nebaş e; her mirovekî nebaş jî xwedî aliyekî baş e. Tu kes di sedi sed baş û nebaş nîne! Ya herî baş piştdayîna aliyê mirov yê baş e. Dema ev hat kirin dibe ku mirov serbikeve. Lewma gotinek kurdan a pêşiyan 'Xwîn bi xwînê nayê şuştin' e. Gor têgihîştina min nivîskar bi vê romanê, vê peyamê ji me kurdan ra dîyar dike. Ewê romana 'Mirzayê Reben' wek romanek psikolojîk di wêjeya Kurdî de ciyê xwe bigire.

Hasan Polat

Min di salên berê da nivîskara navdar Suzan Samancı wek çîroknivîs nas kir. Naveroka çîrokên wê her çiqas kurd û kurdistanî bûn jî bi zimanê tirkî dinivîsiya. Dema min bihîst Suzan Samanci soz daye ku ewê rojekê bi kurdî jî binivîsîne pir kêfxweş bûm û benda berhemên wê yên kurdî mam.

Berhema wê ya bi kurdî ya yekem jî çîrok bû. Bi navê ‘Ew jin û mêrê bi maske’ di sala 2015an da ji aliyê weşanxaneya ‘Avesta’ hat weşandin. Bi xwendina vê kitêba Suzan Samancî ra ev ji bo min êdî bû çîroknivîskareke kurd. Bi rêya înternetê pê haydar bûm ku romaneke wê ya bi kurdî jî tê weşandin. Bi kelecanî benda destxistin û xwendina romana wê bûm. Min ev roman xwend û dixwezim bi vê nivîsê nêrînên xwe pêşkeşî xwendevanan bikim.

‘Bİ ALİSANDİNÊ BİRÎN XWEŞ NABE’

Romana Suzan Samancı bi navê ‘Mîrzayê Reben’ dîsa ji aliyê weşanxaneya ‘Avesta’ di sala 2019an da hat weşandin. Roman li ser şexsiyeta Mirza bê hunandin jî, bi her awayî hêst û ramanên mirovatiyê, xewn, xeyal, nakokî û beramberiya derûniya mirov bi şêwazek hostatî haniye ziman. Bê gûman her nivîskar; ji jiyana xwe ya civakî û erdnîgariya xwe qidûm digre, berhemên xwe di dil û hişê xwe da dimeyîne û bi islûbek estetik pêşkeşî xwendevanên xwe dike. Çi berhema edebî dibe bila bibe, gava bi avayek xweşik li ser xeta mirovatiyê da şênber bû ev edî benda xwendevanên xwe ye û di dirokê da bi xwe hêlîna xwe çê dike.

Mîrza her çiqas li ber sedemên aborî were Ewrûpayê jî xwe mîna kesekî li ber sedemên siyasî dinasîne. Ji ber ku xwe bi derûdora xwe bide qebûl kirin pir hewldide. Lê hemû hewldana wî ji bo destxistina armancên wî yên veşartî ne. Rebeniya wî jî ji ber vê şaşitiya wî tê. Bêj bi bêj jin dikevin jiyana wî, an jî bi gotinek din pir jinan dixe di nav jiyana xwe. Lê tu jinê ra bi demek dirêj nikane jiyana xwe bidomîne. Mirovekî ji aliyê derûnî da birîndar e û haydarê birîna xwe jî nîne. Mîna sêyek birîndarê ku birîna xwe dialise, ev jî bi tekiliya xwe ya bi jinan ra birîna xwe dialise.

Lê bi alisandinê birîn xweş nabe. Lewma nivîskar ji bo wî dibêje: “Mîrza fênekbazekî bêpîvan bû…” Mirza her çiqas karakterek kurdekî li diasporayê be jî, ew karakterek cîhaniye jî. Mîna ku hinek karekterên romanên klasîkên cîhanê bi demê ra di nav çand û zimanên cîhanê da wek karakterên balkêş ên wêjeyî cihên xwe girtin, ez bawer dikim ku Mirza jî bi vê balkêşiya xwe di wêje ya Kurdî de cih bigire. Lehengê romanê bi nav Mirza be jî, bi rastî însan e. Ev çend hevokên di destpêka romanê da ji bo vê tesbîtê mînak in.

“Mirov aferîdeyekî pir sosret e, hînî her tiştî dibe, lê gelek caran jî xwe bi xwe dixapîne. Jixwe ti tiştek ji bîra mirov dernakeve, ew tişt qasî niçik1e derziyê be jî, paşê demekê ji deman bi şêweyekî din derdikeve holê… Binehiş mîna bîreke bê binî ye. Asimanê bê dawî ye…” (12-13)

Suzan Samanci hinek salixdanên derûniya kûr a ji aliyên Freud û Jung va hatine kifşkirin bi biwêjek çanda kurdî, ango bi peyva ‘pişo’ di romana xwe da bikartîne. Li ba kurdan dema mirovek pir hêrs dibe û ji qalibên xwe derdikeve, dibêjin; ka wê/î hinekî bi pişo pişo haş bikin ku çewtiyeke neke!

‘PİŞO Bİ KURDÎ Jİ BO BİNAVKİRİNA DERÛNİYA MİROV NAVEK PİR CİH DA YE’

Durûtiya Mîrza di gîyana wî de qelişiyeke vedike û bi demê re ev qelişî mezin dibe. Ango ûcdana wî ya sirûştî li hember fênekbazî û durûtiya wî serhildide, ji wî ra wek mirovekî xwe eyan dike. Navê wî Pişo ye. Bi vê navkirinê serkeftiyek balkêş a nivîskara romanê aşîkar dibe. Di felsefê da ‘nav lêkirin’ mijarek girîng e. Pirsa di serî da nav hebû an tişt?’ curbecûr hatiye niqaşkirin. Di kitêbên olî da jî ev mijar girîng e. Di Încîlê de tê gotin ku , ‘di serî da peyv hebû’, di Qur’anê de jî dibêje, ‘dema Xwedê got bibe, ev dibe!’ Gotina min a kurt ev e ku, “Pişo bi kurdî ji bo binavkirina derûniya mirov navek pir di cih da ye. Pişo bi her fênekbazî û durûtiya Mîrza va ji wî ra eyan dibe, ji bo sererastkirinê ji wî rexne û şîretan dike. Pişo binbîra Mîrza ye. Lê Mîrza rastiya Pişo nabîne û wî wek kesekî nedîtiyê bi tesîra niviştên Siltanê, jina wî ya li welat, li ba melle û şêxan daye çêkirin, dihesibîne û şirove dike. Niha em di rûpelên romanê da hinekî Pişo, ango denge wi yê hûndurîn/hinavî guhdarî bikin. Tu çi dikî Mîrzo, tu dibêjî jinên pîr, seqet, keçelok, xweşik, êdî bila qîzên panzdeh salî ji bo min bimrin, bila ew aşiqê min bibin! Ax rebeno ax rebeno! (22-23)

.

Tu xwe dixapînî! Tu tirsonekî, guherandin û rastî bi te zor tê, vegera li ser cewherê rastiyê karê herkesî nîne!” (34)

Pişoyê nedîtbar deng da; “Hey looo, hey looo, hela tu li Mîrzoyê min binêre, lo lo lawo tu hê li pey qîzaniyê yî, qîza te ya ciwanik a xama, newêre bêje, ‘ez hez ji yekî dikim’, lê te li vir harema jina çêkiriye! Lê Siltana reben, ew namûsa te ye ne? Birra namûs çi ye Mîrza? Ma namûsa te heye?” Ku dengê Pişo di guhê Mîrza de olan da, hêrsa wî hat, got; “Ez ê di îmana ten*m!“ Paşê bi kulma xwe zexm li erebê xist, erebe hejiya. Pişo bi aramî kire piste pist, “Mîrzoyê min, li xwe mukur were, ka îmana te heye yan na!” (32)

Bi fênekbazî dibe ku mirov bi demek kin, bi armancên xilt ra serbikeve. Lê ev jiyan zû û dereng ji mirov ra dibe barê giran. Mirov nikane demek dirêj di bên vê bargiraniyê da bije. Lewma tê gotin ku ‘Dema mirov gor baweriya xwe neje ewê gor jiyana xwe bawer bike’. Lê her ku wext derbaz dibe çewtiya jiyana Mîrza wî dixîne di bin lepên xwe. Ev çiqas dudiliya xwe didomîne ewqas jî dibe pêlihîstikê Pişo.

Serkeftinek din a romanê ev e ku nivîskar bi xwe jin e û têkiliyên Mîrza yên bi jinan ra pir bi serkeftî aniye ziman. Suzan Samanci bi kurdiyek berfireh, dewlemend, serkeftî û herikî romana xwe hunandiye.

Jinên curbecûr dikevin jiyana Mirza, xwe dike bin perikê Luz û Sosin ê ku temenê wan ji Mirza mezintir in. Rengîn di demek kin da rûyê Mirza yê bin maskeya wî da dibîne û dixweze ji wî ra alîkar be. Lê Mîrza naxweze maskeyê xwe derbixe û xwe sererast bike. Lewma Rengîn jê dûr dikeve û diçe. Ev demekê bi Şukranê xwe dixapîne. Kengê edî hewceya wî bi Şukranê ra namîne wê ji xwe dûr dixe. Tekiliya wî ya bi Sarayê ra ji wî ra dibe zinarekî mezin ê ku sere wî lê dikeve û wî dihejîne.

‘MÎRZA Jİ RASTİYÊ DİREVE, PİŞO Bİ QİRİKA WÎ DİGİRE’

Her ku Mîrza ji rastiyê direve, Pişo bi qirika wî digre, serûbin dike, ji rûyê wî yê veşartî ra dibe neynik. Ev jiyana wî ya kambax û dijwar giyanê wî parçe parçe dike, edî kabûsan dibine. Ji qabûsên Mîrza çend mînak:
Di destê Siltanê de gurzek nivişt û hemayîl hebûn, li dora wî çindik davêtin û dikeniya, ji bilî kênê wê ti dengên din nedibîhîst. Siltanê hat devê xwe kir guhê wî û bi awayekî qîrîn got; “Min xet û niviştên wisa çêkirine ku, cinên min ê bi te vedin. Tu yê bi devê xwe qûna xwe bialêsî, tu yê bibî potikê ber hayzeya jinan. Te wek çûcika nîvkuştî ez çing kirim û avêtim hêlekî. Niha jî bikêf û zewq î ne!” Gurzê Hemayilên di destê Siltanê de dikirin xişe xiş, Mîrza bazda û Siltanê da pey wî… (103-104)

Her gurzekî ortenceyên Rengînê li ber çavên wî dibûn wek serê Sosin, Siltan, Luz û Rengînê. Mîna ku hemû rêz bibûn û tinazên xwe bi Mîrza dikirin. Luzê digot; ‘Lawikê gûndî;’ Sosinê digot; “Lawikê min ê reben!; Rengînê di- got; “Ew ê min ê vik û vala yê fortekçî!”; Siltanê digot; “Van jinên şeşgûnik mêrê min ji rê derxistin, ez keçxala wî ya hêja bûm, ma qey mirov jineke wek min dihêle û diçe!” (121)

‘DEMA ESKERAN DAVÊTİN SER GUND, KÊZİKAN XWE DİTELAND’

Li gor pisporan şert û mercên nûjentiyê roman derxist holê û jê ra bû çavkanî. Derûnînasiya nûjen jî di serî da zêdetir li ser çarçoveya derûnînasiya kûr (psîkoanalîzê) pêştve çû. Sîgmûnd Freud behsa derehişê kir û Carl Gustav Jung xitûbên derehişê fireh kirin. Li ba Jung biwêja kollektive Unbewuste / derhişiya kollektîf xwedî rolek girîng e. Gor vê nêrînê mirov bi ku da here jî nişêtên civaka xwe ji xwe ra dibe. Di romana Suzan Samanci û karekterê Mîrza da xetên derûnînasiya kûr di her bûyerî da xwe aşîkar dikin. Şert û mercên dewerên Mîrza jiyana xwe ya zaroktî û xortaniyê lê derbaz kiriye wusa hatiye vegotin:

“Dema ku eskeran davêtin ser gund, her kesî, heta kêzikan jî xwe ditelandin. Şildim bildima eskeran di tarîka şevên reş de dibû wek dêwekî heft serî! Çawişê bacûcik bavê wî avêtibû erdê, bi lingên xwe yên rêx pêl singa wî dikir û digot; “Bêje hecî keleşkof li kû ye?” Bavê wî di nav xwînê de mabû… Kevokên Mîrza bi nikulên xwe şaşika bavê wî dixistin. Çavuşê bacûcik gule bera wan kevokan dan, paşê wek sadîstan dikir hîre hîr û dikeniya.” (49)

Li gor Gustav Carl Jung kesayeta her mirovekî xwedî siyeke ye. Siya keseyata mêran jin (anîma), ya jinan jî mêr (anîmûs) e. Siya kesayeta mirov li ba pir helwest û hewldanên wê/î xwe nîşan dide û xwedî bandorek mezin a derîhiş e. Di vê çarçoveyê da ev hevokên li jêr bondora perwerdeyiya Mîrza ya li malê û rola diya wî ya li ser siya kesayeta wî ya derûnî piçekî aşîkar dike.
Bedena Loqman a zirav, dema zaroktiyê anî bîra wî. Wî zilm li Loqman û li zarokan dikir. Gava li hevalên xwe dixist, diya wî digot; “Velleh Mîrzo bê exlaq û bêhnteng e, ez jî pê nikarim!” Lê Mîrza dizanibû ku diya wî xwe pê qure dikir, dixwest serdestê gund be… (142)

Mîrza di dawiyê da bi dek û dolaxan Sarayê dixîne dehfika xwe. Sara di temenê keça wî da ye û keça malbatek kurd a bastanî ye. Sara di zanîngehê da xwendekarê beşa felsefê ye. Li çav û guhên hemû mêrên malbatê li ser wê ne, qet nikare xwe tev bide. Sara malbata xwe wisa tarîf dike: “Malbata min ev sîh sal in li Ewropayê dijîn, lê mîna ku ew hê li bêndera gûndê xwe ne, nehatine guherandin. Min mekteb xwend dîsa jî ez azad nebûm, şûrê bavê min hertim li ser milê wî ye û li dû min û xwişkên min e; ne bavê min bi tenê, ap û birayên min jî wisa ne.” (76)

‘HÊVÎ DİKİM TU YÊ Jİ WÊ ÇEMBERA Jİ ÊGİR DERBAS BİBÎ’

Dema malbata Sara haydarê vê têkiliyê dibe, didin bidû Mîrza. Mîrza pê dihese ku mirin e yê li bidû wî, ji tirsan ji Cenevê direve û berê xwe dide mala Loqman, hevalê xwe yê zaroktiyê. Lê pêş çûyîna xwe de hest û hişên wî li tevûhev in. Hêdî hêdî pê dihese ku jiyan wisa nadome. Guhê xwe dide Pişo û ji wî alîkariyê dixweze. Pişo ji wî ra van şîretan dike: “Dostê min, tu niha li naverasta pira xwebûna cewherî yî, eger bikaribî ji wê pirê derbas bibî, tu yê biserkevî. Jixwe merca yekemîn ya jiyaneke birêgez biryardarî ye. Hêvî dikim tu yê ji wê çembera ji êgir derbas bibî!”(135)

Dengê min tê te! Tu binhişê xwe yê qirêj vala bike, ti tiştekî qirêj tê de nehêle, ku tu bihêlî rewşa te yê ji ya berê xerabtir be! Mîrza dest bi laveyan kir, rastiyê jê re got; “Laveyan neke, ne bi laveyan, bi tenê li xwe danînê dikarî xwebûna xwe ya cewherî bi dest bixî.” (146)

Kesên ku haydarê şert û mercên jiyana kurdan û tengasiyên wan in, dikanin hinek birînên Mîrza ji ber xwe ra bînin û têbigihîşin. Lê hemû fênekbazî û durûtiyên wî carna xwendevan pir eciz dikin. Mirov hewce dibîne ku bibêje, ‘ma ewqas jî dibe!’ Di dawiya romanê da nivîskar bi devê Mîrza çewtiyên wî bi şêweyek xewneroj wusa pêşkeşî xwendevanan dike:
“Min dixwest ez bibim mirovekî durist û berhemdar. Heyf û mixabin min armanca xwe şaş kir derew, dek û dolab bi min xweş hatin. Min digot qey ez bextewar û serkeftî me. Min serê hêjaran dipelçiqans, li hember xurtan jî serê xwe ditewand. Ez bi roj bilbil, bi şevê jî pişkul bûm, min nikaribû xwe ji qirecira giyanî rizgar bikim. Min dizanibû ez biqasî pisîkekî jî kêrhatî nînim. Ti caran ez nebûme ez! Min heya niha xwe bi xwe xapandiye. Ez Mîrza me, Mîrzayê reben im! Belê Mîrzayê reben, Mîrzayê reben!

‘Dİ ÇANDA ROJHİLAT DA QEDR Û QÎMETA MİROVAN NAYÊ ZANÎN’

Bavê min mirovekî di halê xwe de bû! Diya min qet paxaf pê ne dikir; têhn û niçên dinyayê didan bavê min. Lê dîsa jî bavê min heyranê diya min a Seyrika Hemoyê Beşo bû! (146-147)
Dema xwendevan van agahiyan ji devê Mîrza dixwîne, êdî zêdetir ji kirinen Mîrza têdigihîşe. Wê demê bandora malbat û gelê ku mirov di tê da hatiye perwerdekirin û pencereya derhişiya derûnînasiya kûr di hişê xwendevan da wek şerîda filmeke bi lez û bez carek din derbaz dibe.

Di çanda Rojhilat da qedr û qîmeta mirovan nayê zanîn û kuştina kesên nebaş bi dilekî aramî tê qebûl kirin. Dema mirov romanê dixwîne û hemû dek û dolaxên Mîrza dibîne, dixweze ku tofanek bê serê Mîrza û holê rabibe. Lê nivîskar Suzan Samanci di vî warî da jî rêya çareseriyek alternatîf nîşanî xwendevanên xwe dide. Mîrzayê Reben nakuje û bi alîkariya Pişo berî wî dide çareseriyek din; paqijbûnek bi poşmanbûn û xwe sererastkirinê.

Her mirovekî baş xwedî aliyekî nebaş e; her mirovekî nebaş jî xwedî aliyekî baş e. Tu kes di sedi sed baş û nebaş nîne! Ya herî baş piştdayîna aliyê mirov yê baş e. Dema ev hat kirin dibe ku mirov serbikeve. Lewma gotinek kurdan a pêşiyan ‘Xwîn bi xwînê nayê şuştin’ e. Gor têgihîştina min nivîskar bi vê romanê, vê peyamê ji me kurdan ra dîyar dike.
Ewê romana ‘Mirzayê Reben’ wek romanek psikolojîk di wêjeya Kurdî de ciyê xwe bigire.