Derbarê romana Mîrzayê Reben a Suzan Samanci

Bersiva Terry Eagleton neyînî ye; ew dibêje em bedena xwe hilnabijêrin, "Bedena me ne weke peruka me ye ku em hilbijêrin û tîkevin navê. Beriya her tiştî beden, ne weke tiştekî ku ez di 'nava' wê de me."… û paşê mînaka tankê dide: "Xwedî bedenbûna me ne weke em di nava tankekê de bin, ji wê wêdetir weke ku em di nava zimanekî de bin."

Google Haberlere Abone ol

Romana Suzan Samanci Mîrzayê Reben bi vê hevokê dest pê dike: “Dibêjin jin ji pîrbûnê ditirsin; ez çi bêjim carê navê jinan derketiye; a rast mêr ji jinan bêtir ditirsin.’’

Tirsa pîrbûnê tirseke xwedayî ye û ti kes nikare pirsyarekê jê bike. Mijara tirsa pîrbûnê weke mijara hezkirinê ye. Gava ku em bêjin ez ji filankesî hez dikim an hez nakim, mafê ti kesî nîne bibêje çima? Belam ku ew mijar têra xwe xwezayî ye û têra xwe hestyar e û di dawiya dawî de jî xweser û taybet e.

Lê gava yekî got ez filankes naecibînim, hingê behsa pîvan û krîterên civakî dike û ew der cihê gengeşe û nîqaşê ye. Her wiha gava yekî got ‘’mêr ji jinan bêtir ditirsin’’ hingê em xwe ji jor bera erdê didin, ji kata Xwedê dadikevin kata mirovan û mijar dibe cihê nîqaşê û şaxê xwe bera nav tevger û ruhê civakê dide. Di nava civakê de her kes xwedî bedenekê ye. Nîqaşa kevin ew e ku gelo her yek ji me weke takekes xwedî bedenekê ye yan ew pênase cudahiya navbera bedenên me destnîşan dike?

Bersiva Terry Eagleton neyînî ye; ew dibêje em bedena xwe hilnabijêrin, ‘’ Bedena me ne weke peruka me ye ku em hilbijêrin û tîkevin navê. Beriya her tiştî beden, ne weke tiştekî ku ez di ‘’nava’’ wê de me. ‘’… û paşê mînaka tankê dide: ‘’Xwedî bedenbûna me ne weke em di nava tankekê de bin, ji wê wêdetir weke ku em di nava zimanekî de bin.’’

Beriya her tiştî gava ku mijar were ser xwedîbedenbûnê, wateya sereke ew e ku her beden li navenda dinyayê xwedî cihekî kartêker û bandorker e. Em bi vê navgînê pê dizanin ku em ji yên din cihê ne û kirin û emelên me nasnameya me ya takekesî weke qedera me destnîşan dike.

Di eslê xwe de gava ku em dabaşa xwedî qeder û xwedînasnameyeke taybet bikin, divê em dabaşa hinek bawerî, tevger, berjewendî, biryar û pratîkeke rotîn an çerxdar (rotasyonkirî) jî bikin. Ku me pişta xwe nedaba hinek têgeh û pênaseyan û bi dilekî germ me xwe radestî wan nekiriba, nasnameya me ya taybet nedihat afirandin. Hinek cûreyên baweriyan hene ku ji dayikbûnê ta mirinê mirov nikare berstika xwe ji destê wan rizgar bike. Êdî ew cûre bawerî ne tenê dibin qedera me, lê bi ser de jî dibin nasnameya me ya herî berçav û navdar.

Suzan Samanci ji bo lehengê xwe yê sereke dibêje Mîrzayê Reben. Navê karakterê sereke yê romanê Mîrza ye. Lê ew bi tena serê xwe têrî nivîskarê nake, lewma navekî din lê dike û ew nav jî Mîrza dibe: Mîrzayê Reben.

Bi baweriya min, divê em li ser vê têgehê rawestin û rebeniya Mîrza ji nû ve pênase bikin. Ew çima ew qasî giring e? Li ba dilê min ku em li ser vê têgehê hûr nebin, em ê nizanibin romannivîsa me Suzan Samanci dixwaze di vê romana xwe de behsa çi bike. Naveroka ku me bigihîne hev û hêjayî nîqaşê ye ew zemîn e.

De werin em bi hev re bibin şahid ka Suzan Samanci “Mîrzayê xwe” çawa bi me dide nasîn? Bila em guh bidinê ka ew bi xwe çi dibêje: “Mîrza ji ber sedemên siyasî nehatibû Ewropayê; aboriya malê di stûyê wî de bû, ji ber pirsgirêkên aborî hatibû van deran. Lê ti caran ev rastî ji kesî re nedigot. Her car qebeqeba wî bû digot; ‘’ Em mirovên welatparêz û siyasetmedar in.’’…

Ji bo têkilyê nêr û mê jî nivîskar rûyekî Mîrza yê wiha derdixe holê û raberî xwîneran dike: “Mîrza îşê xwe baş dizane, çiqas pirtûkên li ser têkiliya mêr û jinan hene wî hemû ji ber kiribûn. Ew ji aliyê xirandin û ji rêderxistina jinan hosteyekî mezin bû! Heta ji bo psîkolojiya şermê ji ser xwe bavêje û hîkarê li ser jinan çêbike çûbû qursa şanogeriyê; jinên herî ji xwe qayil jî bi hêsanî diketin dafika wî.’’

Di cihekî romanê de nivîskar mebesta dafikkirina jinan jî eşkere dike û dinivîse: “Mîrza heyranê jinên jêhatî bû lê nikarîbû bi wan re bimeşe, dostaniya wî bi wan re heta xistina li nav ciyan bû, piştre hêrsa xwe li wan dianî, bi zanebûn gotin û dijûnên dinyayê rêz dikir û paşê jin jê direviyan.’’

Ji vegotina romanê em pê hay dibin ku Mîrza pir ji xwe hez dike, pir ji pere û jinan hez dike. Ji bo wan her sê pêdiviyan dikare her tiştî bike, dikare têkeve her `eyarî. Derew û bûyerên rasteqîn tev li nav hev ketine. Bi gotineke Lacanist; jiyana rasteqîn, jiyana hêmayan û jiyana sembolîk tev li hev bûne û jina rasteqîn gavekê bi paş ve çûye, cihê xwe daye jiyana hêmayan û jiyana sembolîk.

.

Helbet ev barekî pir giran e, ti kes bi tena serê xwe nikare ji bin wî barî derkeve, lewra nivîskara me jî ji Mîrza re du alter ego çekirine. Mîrza berî her kirina xwe bi wan kesên din re dipeyive. Navê yekî Pişo ye û navê yê din jî Pişt Zinar e. Mîrza bi gelemperî bi Pişo re dipeyive. Car caran jî Pişt Zinar sehneyê tije dike.

Bi rastî çîroka Mîrzayê Reben bi hosteyî û hunerweriyeke mezin hatiye hûnandin. Diyar e ku nivîskar serdestî mijar û lehengê xwe ye. Divê em mafê Suzan Samancî nexwin û lê mikur werin. Suzan Samanci nivîskareke jîr e û pir baş dizane behsa çi dike.

Lê ji dawiya romanê em fêm dikin ku dilê nivîskara me bi lehengê wê dişewite. Serê Mîrza bi keçika bi navê Sara re dixe belayê. Ji xwe gava roman herikî û Mîrza Sara eyar kir û gihişte mirazê xwe, min ji xwe re got; êdî romanê berê xwe da tiştekî din. Bi rastî jî min pir meraq kir ka gelo wê nivîskar vê bûyerê çawa çareser bike. Gelo wê nivîskar vegotina xwe bike qurbana rewişt û exlaqê yan na?

Tirsa min pêk nehat, nivîskar ji bo encamên sincî û exlaqê, vegotina xwe nefirot û gorî nekir. Mîrza ew qas tiştên no û xerab kirin û weke dest û piyê xwe bişo, ji nava wan bûyeran derbas bû û çû li welatekî din jiyaneke nû ji xwe re ava kir.

Gava min xwendina romanê qedand, min ji xwe re got; Mîrza ne reben e, belê Mîrza iblîs bi xwe ye. Dilê min bi Mîrza neşewitî û ez weke nivîskarê lê nehatim rehmê. Helbet, ez ne li heyfa Luzê, Sosinê, Rengînê, Sukranê, Siltanê û Sarayê digeriyam. Nexêr derdê min ne ew bû; derdê min başbûn û xerabiya civakê, di nav hev de, di wêneyê lehengan de, dê çawa bi tevneke bêalî were vegotin. Di romana Suzan Samanci de jî, bêalîbûn ne hêsan bû û Samanci li lehengê xwe xwedî derket.

Di dawî de, bi nerîna min, berhema Mîrzayê Reben romaneke serkeftî ye û êdî Mîrza lehengekî qerase yê romana kurdî ye.