Têbîniyek: Şid'a şiddetê û em

Helbet haya xwîner û bengiyên Edebiyata Kurdî jê heye; piştî pêvajoyeke dirêj a "reklam"ê ya ku êdî belkî bikarhênerên medyaya sosyal jê aciz bûn, kitêba "Têbîniyek" a Înan Eroglu derket. Ev, yekem kitêba çîrokan a Eroglu ye û ji nav Weşanên Avestayê derket. Ji bilî van hewce nake ez li ser agahiyên derveyîn ên kitêbê tiştekî bibêjim û dixwazim berê xwe bidim naveroka "Têbîniyek"ê...

Mistefa Dogan *

“Însan ji şiddetê aciz nabin, heta ku ji wan “dûr” be.”

Michael Haneke

 

Derhênerê navdar ê Awistiryayî Michael Haneke, bi bikaranîna hêmanên “şiddet”ê yên di fîlmên xwe de gelek tê rexnekirin. Hema bêje di hemû hevpeyvînan de sedema vê yekê ji wî tê pirsîn. Haneke bi vê mînakê bersivê dide pirsên bi vî rengî: Dema em di rê de diçin, qezayeke trafîkê qewimî be, em dixwazin li wê rewşa xedar binêrin bê ka birîndar hene? ketine çi halî? Wesayît çawa perçe bûne? Ev “haz”eke balkêş jî dide însên ji aliyekî.

Peyva “şiddet”ê ji Erebî tê. Kelîmeya “şid” wekî “hişk”, “sert”, “zêde” meriv dikare biqulibîne ser zimanê Kurdî. Ji bo vê maneyê, di kurdî de ji bilî “şiddet”ê peyva “tund” jî mewcûd e lê di vê nivîsê de ez ê peyva “şiddet”ê biemilînim. Çimkî bi fonetîka xwe jî bawer im bêhtir nêzî ew maneyê ye, ku em ê qal bikin.

Helbet haya xwîner û bengiyên Edebiyata Kurdî jê heye; piştî pêvajoyeke dirêj a “reklam”ê ya ku êdî belkî bikarhênerên medyaya sosyal jê aciz bûn, kitêba “Têbîniyek” a Înan Eroglu derket. Ev, yekem kitêba çîrokan a Eroglu ye û ji nav Weşanên Avestayê derket.

Têbîniyek, İnan Eroğlu, Weşanxaneya Avesta’yê, rûpel 112

Ji bilî van hewce nake ez li ser agahiyên derveyîn ên kitêbê tiştekî bibêjim û dixwazim berê xwe bidim naveroka “Têbîniyek”ê…

Dema mirov dîwaneke çîrokan dixwîne, miheqeq çîrokek bêhtir bala mirov dikişîne. Em dikarin bibêjin ku ew çîroka “hît” e di kitêbê de ji bo mirov. “Hikayeya Bavê Min” jî ji bo min ew çîrok e. Di çîrokê de, kurê bavekî tecawizker, qala çîrokeke nivîskî mayî ya bavê xwe (Eklam) dike. Eklam mamoste ye û tecawizê telebeyeke xwe dike. Piştî tecawizê keçikê dike, bi kevirekî mezin li serê wê dixe û wê dikuje. Piştî wê cinazê Eklam jî li cihê bûyerê tê dîtin. Di berdewama çîrokê de em têdigihên ku Eklam di jiyana xwe de tecawizî 6 jinan kiriye. Herwiha em ji “Hikaye”ya Eklam fêm dikin ku daxwaza tecawizê di laşê wî de tim zindî bûye.

Lawê wî dema ji me re qala vê çîrokê dike, em ditengijin. Belkî hin ji me dixwazin ku ev çîrok zû biqede û derbasî ya din bibe. Di vir de, ya ku me aciz dike, “hissîyata şiddetê” ya di hundirê însên de ye û em ji vê direvin. Em dixwazin ji ber bavê wî, lawê wî jî ricim bikin belkî. Lê nivîskar me bi vê rewşê re rûbirû dihêle. Yanî şiddetê li me dike. Me “dişidîne”. Em dixwazin birevin lê nivîskar an jî çîroknûs ji me ra dibêje, “ev tu yî!”. Di destpêka nivîsê de me qala Haneke û hêmana şiddetê ya di fîlmên wî de kirin. Şiddet, wekî evîn, tirs û gelek tiştên din, hîseke rastîn e di nav însên de û em pirî caran naxwazin lê mikur werin. Haneke, dibêje tiştekî ewqas di nav jiyanê de çima ewqas bi me dûr tê û em pê re muhasebeyê nakin. Heta em ji hêlekê ve jê hez dikin jî.

Em ji şideta xwezaya xwe ditirsin bi texmîna min. Şiddet li çardora me ye lê ji me wa ye ku em jê “dûr” in. Şiddet di nava dilê me de ye; wekî evînê, wekî kovanê, wekî hezê. Dema min ev çîroka Înan Eroglu xwend, tavilê ew gotina Haneke ya ku me di destpêkê de got hat bîra min: “Însan ji şiddetê aciz nabin, heta ku ji wan “dûr” be.”

Piştî xisûsî li ser vê çîroka “şid” a Eroglu sekinîm, dixwazim çend gotinên din jî bikim li ser “Têbîniyek”ê.

Dema min berê xwe da çîrokan, tesîra sînema û fotografiyê, bi giştî li ser çîrokan xwe dide der. Xuya ye meyleke mezin a nivîskar li ser sînemayê heye. Mîsal dema mirov çîroka bi navê “Dehper” dixwîne, vî aliyê sînematografîk têr hîs dike. Di çîrokê de tişta ku li ber ATM’ya bankeyê hatiye serê Cumalî Başgeldi, bi devê deh kesan hatiye gotin. Yanî wekî ku nivîskar 10 kamera danîbin dora bankeyê û bi xwîneran dide xwendin, yanî temaşekirin.

Di çîroka “Wêneyên Wenda yên Mîr Celadet” de jî foto-nivîs an jî foto-şîroveya nivîskar a li ser fotoyê Celadet heye. Ya rast ev qad, li ba me Kurdan ne pir berbelav e lê nemaze piştî Fanzîna Flashhilatê bala ciwanên me pirtir dikşîne û dikarim bêjim ku ji bo me qadeke gelek hewce ye jî, yanî li gor fikra min.

Înan Eroglu di warê afireniya karakteran de jî gelek jêhatî ye bi raya min. Mesela, wek Cimşît Heftperçe û Kamêran Xweşnav.

Cimşît Heftperçeyê ku bi dû pirsa “Wênegirê Komara Kurdistanê Çima Xwe Kuşt?”(Navê Çîrokê jî ev e) dikeve, dibe ku bibe yek ji balkêştirîn karakterê edebiyata Kurdî. Herwiha Cimşît, di çîroka “Wêneyên Wenda yên Mîr Celadet” de jî pêrgî me tê ku jixwe herdu çîrok girêdayî hev in. Mala nivîskar an jî edîtor ava, jixwe herdu çîrok di kitêbê de li pey hev in. Bi vî awayî em dikarin bi rihetî kontaktekê deynin di navbera her du çîrokan de.

Ez zanim min parî dirêj kir lê ka bihêlin ez li ser çîroka “Kamêran Xweşnav: Mala Min Şiira Min e” jî rawestim.

Bi qeneeta min, di edebiyata Kurdî de yek ji problema herî mezin jî ew e ku nivîskar an jî şair û xwiner hevdû guhdar nakin. Hûn ê bibêjin, “ma hewce ye?” Ya rast ez jî nizam lê em ji van gilîgazindên nivîskar û xwîneran “off” bûne. Carinan heman tiştî dibêjin lê ji ber ku hev guhdarî nakin, nizanin.

Hahh! A ji bo vê jî ev çîroka ku navê wê dirêj e (naxwazim dubare bikim), bi bişirîneke sivik min xwend. Nivîskar bi pirsên ku ji şair Kamêran Xweşnav dike, rexneyeke nerm li derdora edebiyata me digre, belkî, yanî bi min.

Çîroka herî dawî ya dîwanê jî “Şehredêr” e. Min ew çîrok 4 sal berê di kovara Jehrê de xwendibû. Yanî li gorî çîrokên din bêhtir kevn e. Dema meriv wê çîrokê û yên din dide ber hev, ferq dike ku İnan Eroglu çiqas xistiye ser qelema xwe…