Kirasê heyvê

Îmge çi ye û çawa tê avakirin? Di pêvajoya avakirina wê da çi li ser xwe bar dike? Di helbesta modern û post-modern da bersivên hatine dayîn ji xeynî pênasekirinên cur bi cur; hê jî didome.

Google Haberlere Abone ol

Di nivîsa duyem da li ser mekan û li hemberî mekana ku kirde li ber rabûye û tê da wextek dirêj derbaskiriye dabû ber xwe. Di vê nivîsê da em ê li ser îmgeyên şa’r bisekinin. Îmgeya sereke û li derdora imgeyan wezifeya komkirinê ku dane ser pişt jî gelek in û cur bi cur in. Îmge her tim li dû xwe geremolek dihêle, qelebalixek soyut û kaotîk. Cihê amadekirine erka helbestê bo hêmaya sereke karkeriya ku hatine dayîn û germe bi biwêjek weynin ser ziman, di binî de hûr hûr gerîn e pênasekirina ew peyvan. Ev peyvên me welat, esman, çiya, hezkirin û hêz, rizgar, dagirker, şûr û qelem, ba û beybûn, deşt û şikeft, serbestbûn û tenêtî. Peyvên ku ji malê ne bi dilsoziyek bi zend û bend fikir û raman, hest û dil geş kiriye. Bo “kirasê” ku hezar sal e me diparêze. Hem bi çavên xwe hem jî bi dengê xwe qet biyanî nîn bû ev peyv. Min xwe çaxê gîhand îmgeyê tehm û rengê kakila wî li ser xwe bû. 

Îmgeyên beşa ewil da serdevkî an wek girizgehek reng û şêwaza hêmakirinê me diyarkiri bû. Ji her sê beşan îmgeyek sereke di destê me da heye û min balkişandibû ser îmgeyên helbestkar ku wek zincîrek dane pey hevûdin. Beşên bi navê -bo sê beşên dawî- “Em leqeyên hubrê ne”, “ji dûr dûrtir”, “Nefetisîn em bûn av” da bi temamî sê sed û nod û penç helbest hatiye weşandin. Pirtûkê de bi temamî em pênçsed û sî û çar şi’r dixweynin. Ev her sê beş jî wek beşa ewil helbest kin in riste jî hatine jêkirin û şe kirin. Lê beşa dawî da riste gelek hatine şikestin û tewandin, li ser risteyan siya şikestinê wek rojê tê xuyakirin.

Îmge çi ye û çawa tê avakirin? Di pêvajoya/demajotina avakirina wê da çi li ser xwe bar dike û kiriye? Di helbesta modern û post-modern da bersivên ku hatine dayîn ji xeynî pênasekirinên cur bi cur; bersiv û pirsên van hê jî didome. Helbestkar Ronak îmgeyek kêrhatî û pirî caran hatiye bikaranîn daye ber me. Bikaranîna ev îmgeyê hem wêrekiyê dixwaze hem jî hişek bêjinga wê xurt. Çimkî tiştek bi salan were bikaranîn bivênevê deforme dibe, ji çav dikeve lê piştî wextek, ger li ser xwe be, vedigere klasîkbûnê jî. Helbestkar di destpêkê da îmgeyek zehmet honandiye. Îmgeya "kirasê" bi qasî îmgeyên wekî “gul”, “por”, “çav” û “dil” –ev çar îmge li seranserê wêjeya cîhanê da jî her tim populer e- hatibe bikaranîn jî li gor ev mînakan zêde nehatiye derbkirine û peritandine. Kiras ji nirxa xwe tiştek kêm nekiriye û ji xwe neketiye di ser da jî bi her bikaranînê va mezin bûye, bandora xwe berfireh kiriye.  

“Kiras” di helbest û Wêjeya Kurdî da îmgeyek bi tena serê dibe ku were xeberdan, nirxandin. Peyvek e ku bikaranîna wî gelek xurt e çiqas sade ewqas kêrhatî; wek li ser kirasek sade motîfên rengareng bê neqişkirin. Çi keyfxweşî û xem, çi hêvî, çi binketî, çi di cihê xwe da asêmayîn… Li hemberî me peyvek serkeftî heye û xwe gihiştandiye astek bilind. Vegeriyaye efsaneyek li dû xwe daye xeberdan û şîroveyan li ser xwe zêdekiriye. Xwe daye ber das û rexneyan. Berfirehiya ku dihewîne ev jî bi piştgiriya hêza jinûva yê gurzê wî vedigerîne polî. Bi rastî jî nivîskar û helbestkarên me vê peyvê bi serkeftî bikaranîne. Lê em jibîr nekin û nedin jibîrkirin ku piştî her serkeftinê “enqazek/kavilek” miheqeq xwe dide hîs û xuyakirin.

Kî dizane belkî enqaza ku tê dîtîn bi kiras tê veşartin an dide destnîşan kirin. Îmgeya kirasê perçeyek ji jiyana ku em dijîn rih û tevgirtina wî bo veşartokên me jî tu dibêy qey zêrê zêran e. Ş’ir di risteyên xwe da dixwaze bi dilê xwe tiştan bitewîne, bişikîne, ava bike an veşerê û bixemelîne. Vêga ji helbestên cur bi cur risteyan bixweynin: “ji xwe re Kirasek nû ji tenêtiyê didirû/tenêtî tenê li bejna te tê”, “fistanek didirûm ji bo xwe/fistanek ji gulên serserî û zêr”, “êvara rihanên hişt hat/Kirasê çivîkan li xwe bikin”, “ewrê ku fistanê zarokatiye me ye/didirûm li ber bayê/(…)/bi derziya ji tiliyên xwe/Kirasê zarokatiya me ye”, “Kirasên me ji êvaran dirêjtir/gomlegê te ji berfê spîtir”, “wek qehweya fincana mircanî were/bila Kirasê te ji avê be”, “sibehek wekî tevî sibehan/Kirasên rojê li ser me” û hwd.

Mînakên di berheme dane gelek zêde ne. Ji xeynî îmgeya kirasê bax û baxçe, gul û sosin, av û kanî, şev û roj, qehwe û fincan… Di destê me da doneyên encama pirtûkê gelek in. Hin helbestên xwe da rasterast bi xwîneran re diaxive, piranî li hemberî xwe bi cih bivê jî xwîneran jî dike şîrekê xwe. Helbesta bi navê “halpirsin”e ev şêwaz bi eşkere tê dîtin. Dîsa helbesta wê ya bi navê “zarok” li hemberbûna xwe bi cih bûyine ra mînakek baş e. Her beşên hunerê bo kirde, temaşevanan û xwîneran wezifeya eynîkê dike armanç û helwest. Helbest teqez eynîkek pîr û pak e pirî caran. 

Di binyada ş’iran da pirsgirêk li wate gerîn û nedîtina wî ye. Wate, binyada rasteka wiye yanî di koka wî da têkildayîn heye. Rasteka metnên helbestî çaxê meriv bide ber xwe wate ji vegotinê vediqete. Mizgîn Ronak helbestên xwe da maneya ku daxwaza wê kiriye di cî da rêk û pêk daye. Helbestkar berhema xwe gihiştandi be destê xwîner, niyeta şandyar û niyeta wergir da newalek fireh tinebe ew peyam û armanc gelek caran digîhije cîhê xwe. Helbestkar jixwe helbestek bi civate ra hatiye girêdan, honandiye. Wateya ku di berhemê da hatiye dayîn: Lihevkiriye. Ev jî navbera şandyar û wergir da ji îzafiyete bêhtir bi rêya manayê va têkildayinek dide der. Ev her du alî jî heta cihek li ber xwe dide, her du helwest û tevgirtin hemû wateyê nede jî –jixwe hewce jî nake- piştî demek bi ajotina îmgeyan ji hevsarê xwe diqete û di valahiyek da tiştên ne tişt li ser milê xwe bar dike. Belê mijar her tiştê di wêjeyê da kin û kurtasî ji hû heta bi mû ye. Îmgeyên ku bênavber tên bikaranîn û bi kêr tê; ya di dawiya dawîn da leqayê perişaniyê tê yan wek peyva me ya kirasê xwe mezin dike, bi hemû ahenga xwe diherike. Mînakên wiye çeşît çeşît rê li ber berheman vedike û hebûna maneya ku li pişt ketiye jî dide hîs kirin. 

Nîşana pêvxistina berhemek/helbest di serî da yek ji wan jî îmgeyên ku xwe didin pêş. Îmge xwe ji nû va diafîrine, di hin wextên kin da jî qalik diguherîne. Çareserkirinek -bo îmgeye- wî yê pîr û pak nîn e, pêvxistina wî jî fêmkirina wateyê dereng dixe, çimkî armanca wî jî ev e. Em bi hişek rasterast binirxînin îmge ne mecburê bi daxuyaniyek armanca xwe eşkere bike û li ser xwe agahdariyê bide. Ev qada hêmakirinê ye bêşik encama neberbiçav/soyut jî bi xwe re tîne. Hêma û hêmakirinên Ronak xwîner û maneyê bi tena serê xwe dihêle. Îmgeyên nivîskar di vê qadê da bi rihetî daye pişt wî û dimeşine.                                   

Uslûb nêzikatiya şa’r û helwesta wê sar e, navberkek daniye, sînorên xwe jî diyar kiriye. Ev encam bi piranî meriv dibe notrbûnê. Vêga risteyên ku em ê bixweynin îspata wiye. Wek di helbestê da notrbûna xwe dide dest. Ş’îra bi navê “Neynûk” da wisa dibêje; “bikşînî nabe/nekşînî xirab e/di bin neynûkan de/heps maye her tişt”. Çiqas hîs a ku nizanibe rê bi ku de diçe û ji nav meseleyên lokal nikaribe derkeve jî helbesta me nişana notrbûnê ye. Şa’r ti car dev ji civakê bernade. Nortbûna helbestê ji aliyek parastina kirde ye. Parastina civakê nerm bi nerm çûye serî, di çav re nekiriye û xwîner bi pê berşoşkî nebûye. Li hemberî civatê xeydok e, bêdeng e bi tevgirtina notrbûna xwe jî wiya piştrast dike. Wateya helbestan ast bi ast e û qeweta wî têr dike di denge xwe da jî distrîne. Meseleya civakê ji civakê re dihele para wî dide deste wî vedikişe, nakeve navbera wan, bi vegotinek zelal û bi hêmakirinê jî dide der. Ger me nivîsa xwe top bikin Mîzgin Ronak îmgeyên ku dest avêtiye çiqas qalib û nasbar bin jî bi dengê xwe ye xweser derxistiye rojê û hêza xwe ji kokên xwe wergirtiye, bi rabûnek zelalî jî bi serketiye.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Etiketler imge helbest