Kêzika bênav û payîza rengîn  

Em serdestin, em çi bixwazin û hêvî bikin em dikarin li ser Cinoyê xwe bar bikin. Wek serdestên dinyayê bi hezar sal in ku li ser kedkaran çi bixwazin û hêvî bikin, dikin.

Google Haberlere Abone ol

Payîz li welat bi hemû reng û dengê xwe ji me re germbûnê bexş dikir. Li esmanên wê gewr û ewr bi barana sivik nermbûnê dida hîskirin. Me berê xwe da welat, em ketin rê bo dawî hefteyê û çend rojên dibin payîza welat da bi dilê xwe derbas bikin. Serê sibê payîz şilftazî û bêdeng e. Û “serê sibê” qederek şûn da bi risteyên Rojan Barnas bi dengê Ciwan Haco dibe “Sira Sibê” û dikeve guhê me. Ev risteyên ku em ê bixweynin li hewşa ku bi kevirên reş hatiye lêkirin, tije dikir; “Bilbilek firî ji hêlînê/Çû danî li guliya gulê/Xançeyan mijand ji pêrîsa xwe/Berda dilê wan xuriyê/Dilop dilop niqutî xurî/Niqut niqut niqutî xurî”.

Wek di risteyê derbas dibe û bang dike “niqutî niqutî xurî” pelên payîzê xurî xurî diniqutî ser kolan û kûçeyan. Her sibeh nebêjî hin şeveq henin ku bi taştê roj bi ber rûkenî va vedigere. Mij û dû keleha bircên reş bi destxistibû, di nav mij û dûmanê da bi hemû girseyê xwe li hemberî her tiştî wek anarşîstek îflehnebûyî mezin dibû.            

Kêzikek li ser kevirê reş û mê hêdî hêdî di rêya xwe da dimeşiya. Bi çavên vala qederekî min da ser şopa wî. Rengek payîzî li xwe kiribû û zerek tûj li ser kalikê wî xuya dikir. Li ser kevirê reş baş xuya dikir, reş û zer dibe ku ewqas xweş li hev nehatibe. Di nav hatina û çûndina mişteriyan da, dibin solên qirase, garsonên ku bi lez û bez servîsê dikirin; ji hemû solan yek bi yek xelas dibû û bi sebir li ser rêya xwe da, xwe gîhiştand diwarê qulqulî. Bi meşek gulgulî xwe bi ber jor va dikişand. Navê vê kêzikê min kir û nekir dernexist, ji hevalên ku li derdora sobayê kom bibûn û qûna xwe zivirandibûn agir ew jî kirin û nekirin dernexistin. Kêzika me bênav bû, kêzikek li payîza rengîn û di bin barana Amedê da xwe gîhiştand asraqê û di nav darên hewran da xwe hindakir. Hevalek rabû ji kêzikê re navek dî û got bila navê kêzika me Cino be. Nizanim çaxê behsa navdayînê dibe yekser romana Danîel Defeoyê bi navê “Robinson Crusoe” tê.

Navdayîn bo me trawmatîk e, çimkî serdest li gor dilê xwe navan dibînin û ji hafizayê navên xas paqij dikin. Wek Crusoe reşikê giravê bi dîl dixe û navek dide wî. Nabêje navê te çiye yan jî navekî te heye. Roja înê wî dîl digire û navê Înê lêdike. Di nav çend navên eletewş da me ji kêzika xwe re navek dî. Tenê nav têr nake dibe ku em bi meziyetan jî li derdora wî tije bikin. Cinoyê me wêjehez û wêjekar be. Eleqaya wî li ser wêjeyê be û bila binivîse jî. Peyvan xweş li ber hev cî bike. Jir û di edebiyeta da dizek profesyonel be. Em serdestin û em çi bixwazin û hêvî bikin em dikarin li ser Cinoyê xwe bar bikin. Wek serdestên dinyayê bi hezar sal in ku li ser kedkaran çi bixwazin û hêvî bikin, dikin. Li Amadê di hewşekî da me li ser kêzikek serdestbûnê diceriband! Cinoyê edebiyatê bila heqê diziyê jî bide -çawa ku Cino dibin solên qirase da xwe xelas kir û xwe gîhiştan cihê xwe- bila di cihê xwe da giran tevbigere ku açixa nede, agirê dibinê kayê da dibir.

Cinoyê me ne tenê ye, bol bol ji xwe re heval û hogiran jî çêdike û cimeatê bigerîne. Lê ji Cinoyê me re kek û xûç jî pêwîst in û carcarna bikeve çavên kek û xûçên xwe bi peznên veşartî wan miz dide û hembêz dike. Cino di heman demê de nêçirvanek xurte jî û ciwanên ku bi fehm û ferasetin kişf dike û bi têkiliyên xwe ye bi cimeatê re bandora ewil bi serkeftî bila bimeşîne. Di ser da jî piştgiriya kek û xûçên xwe nêçîra xwe temam dike, wan dike bin bandora xwe û heta ku çavê nêçira Cino vedibe didoşe û dawiya lê tîne. Cinoyê edebiyatê çaxê di pencereya Rojen Barnas da dikeve hindir di deriyê Lokman Ayebe da derdikeve. Cinoyê edebiyatê rêç û şopên xwe çiqas paqij bike jî wek kujerek teqez li pişt xwe rêç û delîla jî dihêle. Lê bi çavek vekirî û bi xwendinên xurt Cinoyê edebiyatê çiqas bê deşifre kirin jî diziyê ew ê li xwe neyne, heta dawiyê jî înkar bike. Bila ne tenê dizê malê be ji wêjeya dinyayê jî hin tiştan biçirpîne û bike malê xwe. Jixwe li gor wî edebiyat hinek jê girtine hinek guhartine hinek jî diziye.

Dibên çaxê diz ji dizan dizî erd û esman qelişî. Wek helqeyên zincîrê diziyê di nav cimaeta xwe da jî digerîne û piştî wextek kê ji kî diziye nayê diyar kirin. Taştêya me qediya pêvxistina me ya li ser bindestê me yê Cinoyê edebiyatê jî bi dawî bû. Cinoyê me Xwedê zane di nav darên hewran da vêga li ser kîjan diziya xwe dixebite û kirasê ku ew ê bidirû li ser rengê wê ketiye nav şikê.

Payîz li ser bedenên Amadê li hemberî Baxçeyên Hewselê bi dîmenên muazam çav û dil tije dike. Cinoyê me dibe ku ji nav ev bexçeyan xwe gîhandiye malên ku bi kevirên reş hatine lêkirin. Demsala payîzê ji demsalên din rengîntire, li ser pelek bi sedan reng meriv dikare bibîne. Ton bi ton diherike. Li ser pelên hewran, tûyan, hejiran tonên zerîn û sor bajar xemilandibû. Gelo Feqiyê Teyran ev dîmenên ku me didît ger bi risteyên xwe yê nemir neqiş bikirina ew ê risteyên çawa rêz bikira? Feqiyê Teyran helbestkarê xwezayê ye û perçeyek ji xwezayê bû. Nivîskar û helbestkar Etarê Şemo kurê Êzdiyê Şêx Şero ye û gelek li ser Feqiyê Teyran xebitiye. Pirtûka Şemo bi navê “Du Dinya”[Weşanxenaya Lîs,2023] da helbestek wiyê bi navê “Feqîyê Teyran” heye û wisa dibêje; “Gotinê Feqî cewahir in/Qinyatê wî ruh û can in/Gul û sosin jê dibarin/Bona dila ew sikan in”[r35]. Bo dilê kurdan Feqî ji bo dilê Feqî jî payîza ku li ser Hewselê hatibû xemilandin dikir kelekel. Generalê Payîzê li ser Birca Keçikê li hemberî Pira Dehderî ava ku di deriyên wê da diherike û bi bayê payîzê va porên wî pêl bi pêl bihatina balez kirin ew ê kîjan risteyan bexşî me bikirina? Yanî li ser Pira Dehderî xwe bavêtana nav Dîcleyê û bibûna dilopek, di ser da jî wek xuriya Sira Sibê bivê agir û biherike bi ber bêdawîbûnê va…     

Demsal çaxê payîz be û bi romantîzma bajêr û baxçeyên wê meriv jî dikeve pey bayê romantîzma wî… Hin welatiyên me çaxê berê xwe didin welat û bajerên welat bi çavên romantîk û egzotik lê temaşe dikin. Hevalek bi çavê romantîk û egzotîk niqaşan li ser Amedê dikir, her tiştî romantîze dikir. Di girîzgeha/derbasoka nivîsê da jî ji bo romantîkbûnê mînakek baş bû. Ji hewaya wî bigrin heta axa wiya şilî, ji nav kûçeyên wî heta avahiyên wî romantîze kirin; ne bi tenê ev tişt bi hezkirinê va were girêdan û bê eşkere kirin. Ji mal û warê xwe bi nêrînên dûrî va temaşekirin meriv dikare bike di nav nêrîna “biyanî-bûnê” da û li serî bisekine. Bala min kişandibû hevalê ku qala welatê xwe dikir çawa dibû ewqas ji dûrî va şîrove bike û bikeve nav nirxandina egzotîkê. Ger biyanî, biyanîbûn ev be hevalê min mînakek baş bû û li ber çavê min bû. Min li ser biyanî û biyanîbûnê gelek tişt xwendin lê tevgirtina hevalê min, nêrîn û analîzên wê çavkaniyek bêhempa bû ji bo min. Meriv çaxê di mala xwe da nêrîna biyanî/bûn seyr bike asîmîlasyon li ser wê kesê/î gihiştiye armanca xwe. Payîza li welat xweş e, rengîn e lê ne bi çavê biyanî-bûnê…

Jêrnot: "Hefteya pêşiya me ez ê li fuara Amadê pirtûka xwe ya dawî a bi navê “Bêxweda” li ser standa Weşanxaneya Lîsê îmze bikim. Tarîxa îmzekirinê 21-22-23-24…ye."