Keştiya Selîm Temo

Dibê, ti car jibîr neke dayikên ku bi wêneyên kurên xwe dijîn. Dibê, jibîr neke kurê min, bav henin ku mîna guliyên şikestî ne. Temo banga xort û keçan dike.

Google Haberlere Abone ol

Çayan Okuducî

DUVAR - Bi kilam û stranan ve guhdar gellek caran dilxweş dibin, dilzîz dibin, dilxemgîn dibin; di nav wan elem û xweşiyan de dil çi bixwaze wêya tîne dike nav lepên xwe, hiş bi kîjan alî ve biçe jê re dibe rehber, çi xeyal çi pirsgirêk çi hêvî be.

Di nav dil û dîmenan û fikran de çi hatibe peyda kirin; bo hûrbûnê, bo vegerandina muzîk dibe pire ji me re. Hesret, gurbet, hezkirin, red kirin, rê û rêwîtî, hebûn û nebûn, sekn û hîçbûnî meriv dikare di nav muzîka ku guhdar dike de bibîne. Şer, eşq, bîranîn, xeyalên ku bo pêşerojê em diafirînin; ji çiya heta deştê, ji konên reş heta asoya bêserûbin, muzîk ji me re cih keys dike. Me dibe nav bax û baxçe, dibe nav keyf û acîsî, dibe nav aramî û xemgîniyê, dibe nav derd û keseran, me şa û bextewar dike. Muzîk ûsa bi hez û qewetê -li bajêrek metropolê de yan jî li şikeftek Kurdistanê de- bi dengê melodiyan, em li navçeyek piçûk û kevnar de di bin sivêrnekek tenekeyî de xwe dibînin, bi peşkên baranê ve bûyerên hatine jibîr kirin wek notayên muzîkê bi carkî ve tên û dixin bin tesîra xwe. Gellek rexnegir şi’rê nêzî resm dibînin. Ji xeynî resm, şi’r bi muzîkê û şanoyê ve jî pêwendî xurt daniye. Li Yewnan a kevn de şano li ser sê linga mezin bûyê, muzîk(lîr/kîtara), performansa gewde/laş û retorîk/xweşpeyvîn. Meriv dikare risteyên resm derxe meydanê lê ewê kêm û yek alî bimîne. Dîsa muzîk dikare melodiya risteyan derxe an şi’r dikare ji melodiyê risteyan rêz bike. Bi helbesta modern ve hunermendên performansê jî; şi’r û performansa laşî bi hevre girêdane. Helbest û muzîk wek goşt û neynokê: bi deng, rîtim, armonî û melodiyê. Şi’r û muzîk hevpar in, bêşik du hunerên şîrekê hevûdin in.

KÊM KES HENIN KU BI DU ZIMANÎ RÛŞTA XWE ÎSPAT KIRIBIN

Helbestkar, lêkolîner û nivîskar Selim Temo pirtûka wî ya bi navê “Keştiya Bayê”[1] de li ser muzîkalîteya helbestan dixwazim bisekinim. Di cîhanê de, di qada helbest û nivîsê de kêm kes henin ku bi du zimanî ruşta xwe îspat kiribin. Halîl Cîbran pirtûka xwe ewil bi zimanê dayika xwe nivîsand, pişt re bi îngîlîzî nivisand. Em dikarin mînakan zêde bikin, lê mijar ev nîne. Yek jî ji wan seyda Temoyê ku bi du zimanî berhemên nemir ji me re hiştiye. Hem bi helbestên xwe î kurmancî hem jî helbestên xwe î tirkî xwesere. Nivîs û bi wergêrên xwe jî li ser edebiyeta kurdan û tirkan tesîr û bandora wî tê hîs kirin. Temo, li ser rexneya huner û edebiyatê jî gellek serkeftiye û rexnegirek tûj e.

PEYVÊN LÎRÎK, ÎMGEYÊN NÛJEN…

Pirtûka “Keştiya bayê” bi sê beşan û bi helbesta bi navê “niha li deverekê” de pêktê. Bi giştî sî û sê helbest em dixweynin di “keştiya bayê” de. Temo bi helbesta xwe yê ewil peyamek dişîne xwînerên kurdî. Ev peyam çi ye? Ka em peyama helbestkar bi risteyên wî bi hev re bixweynin; “ez êdî amade me ey kurdî”. Şa’r 1992an[2] vê de helbestên kurmancî dinivîse, tûrikê xwe bi hest û nêrînên xwe tije kiriye, di rihê xwe de hêvî û şikestiyên welatê xwe kom kiriye. Li ser zimanê xwe keda salan barkiriye, bi sebir û xebatên dûr û dirêj vegeriyaye konê xwe. Tovê ku dayik li ser ax reşandine şîn bûye di hişê şa’r de, bi ser koka xwe ve mezin û geş bûye, li ser axa xwe yê qedîm bi hevok û peyvên lîrîk, îmgeyên nûjen; her ku ji çiyê xwe bi ber xwarê ve berdaye. Di helbestê de ev riste; “zimanê êşê ye ev ziman” me dibe “Hawarê” Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî. Di hejmara yekem de nivîsa pêşekî ya bi navê “Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê” de armanc bi vê hevokê re hatiye eşkere kirin “Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye”[3]. Siyaset ji civatê re hiştin, di warê êş û zanîn de, huner û xebatê de, ked û pêşxistina zimên de barek giran dane milên xwe. Ev barê giran û şêrîn kedek bêhempa daxwaz dike, xebatek bi şev û roj dixwaze; îro ev bar li ser milê helbestkaran, nivîskaran, zimannasan, mamosteyan, rexnegiran, wergêrkaran, weşanxaneyan, rojnamegeran û li ser xwînerên kurdî da ye.

TEMO, ÊŞ Û XWEŞIYA ZIMAN LI XWE BAR KIRIYE

Yek jî ji wan Temoyê ku siyasetê ji civatê re hiştiye, êş û xweşiya ziman li xwe barkiriye. Bi awayek din em dikarin bêjin ku netewek bi hebûna zimanê xwe heye û ewê hebe, şa’r bi zimanê êşê bi welatiyên xwe re bi ber xwe dide û bi estetîka xwe jî neqiş dike. Welatiyên bindest bivê nevê ewê rojek azadiya xwe bi dest bixin, ewê serbixwebûnê îlan bikin, lê çaxê azadiyê bi dest xistin û zimanê têkçûbe? Îro di destê me de gelên ku zimanê xwe jibîrkirine û windakirine doneyên wan henin, bi têkçûna ziman ve netewek: azadiyek çilmisî, tavek li pişt ewran, biharek bêbehn ewê hêma bike. Mînak: Komara Îrlandî[4]. Ewê bi pêyek şikestî, bi baskek birîndar li esmanên azadiyê bigere. Li ser kovara Hawarê 89 sal derbas bûye, Celadet Alî Bedirxan her hejmar çi eşkere çi veşartî be behsa têkçûna ziman kiriye, bala gel kişandiye ser hebûna welat û zimanê wî. îro jî ev nîqaş -hebûna ziman- hê jî dewam dike. Em dikarin vê gengaşiyê bivin Medresaya Sor -Melayê Cizîrî- jî wir jî berê xwe bidin Xanî û Cigerxwîn. Bi vê rêye em digîhijin nîqaşa “hebûna ziman” ku her tim zindî maye û ji sedsalan zedêtire ev mijar hê jî didome.

NEVIYÊN CIZÎRÎ, BI HEZ Û FERASET TÊKOŞERIYA ZIMANÊ XWE DIDOMÎNIN

Neviyên Cizîrî, Xanî û Celadet Alî Bedirxan bi zimanê xwe li dijî desthildaran li ber xwe didin, têkoşeriya zimanê xwe didomînin. Û bi hez û feraset, bi sebir û eşq lê xwedî derketine, ji xwe bawer parastina hebûna xwe -bi rihe şoreşgeriyê- roj bi roj li ser huner û edebiyata kurdî de bi berheman zêde kirine. Pişta xwe dane mîras û keda sedsalan. Friedrich Nietzsche li ber pencerê bi destê xwe yê rastê dara çinarê nîşan dide û wisa dibêje; “ka li vî darê binêrin, ji bo bigîhîje vê îhtişamê pêwistiya wê haweya bi bahoz heye; ferbûn, afîrandin, keşfkirin. Ev bi giştî bi êşê ve tê dest xistin”[5]. Wek seyda Temo di helbesta xwe aniye ser ziman bi bahoz û tofanan bi êş û elem, bi berxwedan û têkoşerî heta roja me zimanê kurdî xwe parastiye. Reşikên Afrîqayî bo çermên xwe hat kuştin, hat îşkencekirin, bi deste serdestan hatin dîl kirin. Çawa ku reşik bi çermê xwe bûn hedefa serdestan, kurd jî bi zimanê xwe bûn hedefa desthilatan, dibe ku di cihanê de yekem be ku zimanek şehîd dabe, ev ziman jî zimanê kurdî ye ku şehîdan daye. Hatiye cezakirin, hatiye îşkecekirin, hatiye sirgûnkirin. Rênas Jiyan jî dibê; “Edebiyeta Kurdî pişta xwe daye êşê”[6].  

Temo, di dewama helbestê de; “hişyar bikim miriyekê di demê de raketî”. Ev riste hem bi hevok hem jî bi çalakî pêk aniye. Em du çalakî dibînin, yek nivîskî, yê din jî “ezê, êdî bi tirkî helbestan nenivîsim” e. Ev biryar çalakiya duyem e. Çalakiyê bixwe dide destpêkirin. Biryara Ahmet Kaya hat bîra min; “heta çil saliya xwe ez wek tirkan jiyam ji vê pê de ezê wek xwe bijîm/kurd”. Temo jî çil û penç saliya xwe de bi pirtûka xwe yê bi navê “Jubîle helbestên giştî” dev ji nivîsa helbestên tirkî berda. Ev qerar û biryar bi min çalakiyek û tesîrek dihewîne bo nifşên nû, lê zêdetir tesîr û bandorê ewê li ser nifşên ku bên re bike.    

PIŞTÎ HELBESTA ‘JI LAHEYÊ’, EM HELBESTA ‘LI ROBOSKÊ’ DIXWEYNIN

Beşa yekem, bi “heft helbest bo kurê xwe” û bi risteyên Rilkeyê ji xwînêran re dibê merhaba; “çi ye tercubeya tu zêdetir êşandî?/bibe şerap ger tehl be tehma vexwarinê”. Heft helbest e em dixwînin di beşa yekem de. Heft helbestên bi tehma name bo kurê helbestkar. Sernivîsên helbestan û rêzkirina wan gellek balkêşe, şa’r bi zanayî helbestan daye pey hev. Piştî helbesta “ji Laheyê” em helbesta “li Roboskê” dixweynin. Di vê de peyamek û mabesek em dibînin bo kûjerên zarokên Roboskiyê! Hêmaya êşa me, bindestiya me, di war û welatê xwe de dîl ketina me honandiye; di sinorên çêkiri de kûjer û dijminên gelê me bi mohra qaçaxçîtiyê sûcên xwe yê mirovahiyê didin safî kirin. Li şeş bajarên mezin helbestkar helbestên xwe nivîsandiye. Di vê beşê de kirde Kur e îmge jî bajarin. Helbesta ewil “ez li Hewlêrê” de mabest û peyaman dihewîne bo hevalan; “di kefa destê min de germ dibûn her çar tiliyên te”. Di dawiya helbestê de bi tena serê xwe risteyek heye wisa deng dide; “min pêşmergey Kurdistan im, amadey cergî meydan im!” xwediyê ev risteyê şa’r îbrahîm Ahmet e, bi beste û xwendina stranbêj Nasır Rezzazî me gellek caran guhdar kiriye[7]. Temo, silav dide Îbrahîm Ahmed. Ahmed, xwezûre Mam Celal e. Mabestên çi eşkere çi veşartî be bi helbestên xwe de seyda Temo, qîmet û rêza xwe dide xuya kirin. Bi alîkî ve jî peyamek ji xwîneran re dişîne, ev peyam xwedîderketina mîrasa gelê xwe ye.

TEMO BANGA XORT Û KEÇAN DIKE

Ji Hewlêrê, ber vî Rojhilata Kurdistanê ve em diçin. Helbesta duyem “li Sinê me” de dengê şa’r şikestiye, navxwe de çirûskên kedîkirin li ser milan diweşîne, şûrek di dest de tineye ku xwe perçe bike, hêviyê ji dest bernade û şa’r dibêje ji kurê xwe re; “zimanekî şîn e kurê min bilind dibe li pey gulan”. Di vê helbestê de “serhildanek têkçûyî” tê hêma kirin. Serhildana Qazî Muhamed û têkçûna Mahabatê bi bîr dixe. Ji helbestê çend riste em bixeynin; “li qadan bêhna serhildaneke têkçûyî”, “ax vedibêje dastana daristanekê”, “tu zanî deng venamirin bi çûyîna salan”, “min şûrek nîne lawo pê xwe bikim çar parçe”. Îmgeya me “Bajarê Sinê”ye û di navxwe de “têkçûna serhildanek” dihewîne. Ev serhildana têkçûyî jî Mahabat e. Temo, şoreşgerên Mahabatê bi vê helbesta xwe hurmet û rêzê bi rêya îmgeyên xwe î xweser daye nîşan din. Di beşa yekem de helbesta bi navê “li Roboskê”yê banga kurê xwe dike, dibê ti car jibîr neke dayikên ku bi wêneyên kurên xwe dijîn. Dibê jibîr neke kurê min, bav henin ku mîna guliyên şikestî ne. Dibê, nebî tu jibîr bikî kurê min, dengên ku li eywanan mayî. Temo banga xort û keçan dike, nifşên ku ewê bên bi deng û risteyên xwe êşa bindestiyê gihîştandiye sentaksê; hawara dayik û bavan, qêrîna xûç û birayan bi peyvên qedîm daye tomar kirin û bila ney jibîr kirin.

RÎTM Û HERIKBÛNA HELBESTAN NE BI KELEKEL DIDOME

Vêga em bi risteyên seyda hawara Roboskiyê car din bi bîr xin. “bi wêneyên kurên xwe re dijîn kurê min/didin ber sîngên xwe li nava welatan digerînin”, “nebî tu ji bîr bikî siya xewnerojkan”, “ku zarok bûn dilê min, ku karik bûn/mîna siya daregûzan dilebitîn”, “çawa tu navê zarokekî hildî/ ber bi goristanê ve dibezînin”, “nebî tu ji bîr bikî dengên li eywana mayî”. Beşa yekem de riste û şi’r li gor beşa duyem û sêyem kin in. Rîtm û herikbûna helbestan ne bikelekel didome; wek tava ber destê şeveqê nerm e, xwîneran ji helbestan dûr naxe, bi hostatiya salan risteyên bi can û rih daye pêşiya xwîneran. Weka ku di mala xwe de be wisa xwîn germ e. Em ne acîziyek bêmane dixweynin, ne jî leqayî qareqarek çawalêhato dibin, helbet şi’r bi lîrîk bûna xwe, bi mane û peyama xwe xwîneran aciz bike, ewê qêrînek ji dil û ciger seh bike. Li pişt helbestan muzîkalîteyek sivik tê xuya kirin, rîtma wî em dikarin bêjin 4/2 ye. Bo beşa yekem meriv nikare bêje hah ji te re ev îmge serekeye. Her riste di xwe de îmgeyên cûda cûda dihewîne, lê kirde me gotibû “kur” e, di şexsê kurê xwe de banga hemû kur û keçan dike.

BILA REXNEYEK BO HEMÛ XWÎNERÊN BAKÛRIYAN BE

Beşa duyem, bi navê “satranên bo xwe” ye. Beş bi risteyên Melayê Cizîrî destpê dike; “şevê zulmat û deryayê, ji mewcan qet xeber nayê/şikestî keştiya bayê, ecacê wê şefeq daye”. Eger we Temo û berhemên wî şopandibe bêşik hûnê leqayê seyda Cizîrî bên. Me li jorê behsa mebestbûna (gönderme) Seyda Temo kiribû. Di helbest û nivîsên wî de mebest henin, ev mebest bo rexne kirinê, bo eşkere kirinê, bo hezkirin û rûmetê gellek bi kar tîne. Çaxê helbestên Temo bê xwendin, bê nirxandin û rexne kirin bivê nevê xwîner bi dengê modern diçe Medreseya Sor, kêleka Cizîrî. Şa’r pişta xwe daye mîrasa pêşiyên xwe, dîroka helbesta xwe, edebiyata klasîk û modern bi hev re honandiye. Berhemên beşa duyem de di bin helbestan de tehma helbesta klasîk tê. Li ser du linga xwe pişt rast kiriye, navê pirtûka şa’r di helbesta Cizîrî de di nav risteyek de derbas dibe, me li jor xwendi bû. Di beşa duyem de helbesta ewil “çi hacet” e. Bi vê helbestê mebesta şa’r silav û rûmetek bide seydayê xwe, jixwe em zanin di dîwana Cizîrî de helbesta wî ya bi navê “çi hacet” heye. Ka em pêşî bi çend risteyan dorê bidin seydayê me î nemir Cizîrî;                                        

Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê

Encamê serencami ji axazi çi hacet

 

Ger lûlûê mensûri ji nezmê tu dixwazî

Wer şi’rê melê bîn te bi şîrazi çi hacet

 

Vêga em helbesta “çi hacet” çend risteyan ji Temo bixweynin;

 

ew dilber wek spîndar in, weke nêrgiz zer û xwar in

ku l’ser golan ah û zar in me bi mozê çi hacet

 

bêje Temoyî tu bêje, beyt û xezel û gul bêje  

ger siya Melayî hebit me bi rozê çi hacet

Ez dixwazim li ser wan risteyan çend risteyan zêde bikim. Berken Bereh heye çi hacet Uyar, Cigerxwîn heye çi hacet Hikmet Ran, Temo heye çi hacet Cansever, Yildiz Çakar heye çi hacet Tomris, Rojen Barnas heye çi hacet Necatigil, Renas Jiyan heye çi hacet İskender. Bila ev rexne bi hîsa kêmasiyê ney famkirin an bê rexnekirin- Ev jî bila rexneyek bo hemû xwînerên Bakûriyan be. Ez ji tê de.

DI NAV WEXT Û MEKANAN DE EM DERBASBÛNEK SÎSTEMATÎK DIBÎNIN

“Melayê Cizîrî pêşengiya berewaniya edebiyata kurdî ya li hember edebiyatên cîran yên serdest kiriye û li ser wê yekê xîmên kanonekê havêtiye. Herwisa Dîwana wî jî çawa hem ji bo pêşdeçûna hunerê şi’ra kurdî numûneyeke serkeftî û sereke bît, digel wê, ji bo nerîta şerha klasîk jî metneke muhîm e”[8] Temo li ser edebiyata klasîk û qedîm metnên xwe mazin kiriye: Paşeroj-dema niha-pêşeroj. Di “keştiya bayê” de em dema bihurî, dema niha û dema pêşerojê jî dibînin. Yanî di nav wext û mekanan/war de em derbasbûnek sîstematîk dibînin. Bi vê sîstembûnê sê pirs -bo deman- jî derdikevin meydanê: ez ji kû hatim, vêga li kû me, ezê bi kû ve biçim. Ev sê pirs hem peyamek digîhijîne helbestnivîsên kurd û hem jî xwînerên wî re dîrokê destnîşan dike. Edebiyata te dibe ku bindest be, lê bi estetîk û feresata xwe, bi rîtm û muzîka xwe, bi dewlemendiya peyv û dengê xwe xweser e. “Keştiya bayê” ne tenê bi estetîk û maneya xwe heye, hêvî û bawerbûnê jî hêma dike. Em baş zanin ku li ser dîroka gel û edebiyata me serdestan gellek lîstikên qirêj lîstine, gellek berhemên me kirine milkê bavên xwe! Lê îro bi saya teknolojiyê ve yek bi yek derdikevin meydanê. Helbestên ku me qet nexwendiye û nebihîstiye bi saya dîjîtalê ve dixweynin û guhdar dikin. Bi destê dîroknasên me êdî em dîroka xwe fêr dibin, hay ji edebiyata xwe û berhemen xwe dibin.  

HELBEST HÊDÎ HÊDÎ RADIBIN SER PIYAN

Di vê beşê de em 18 helbestan dixweynin û em vir de Temo dibînin, beşa yekem de kirde “Kur” bû. Di vî beşê de jî kirde şa’r bixweye. Helbestên wî beşê li gor beşa yekem hêdî hêdî radibin ser piyan, rîtm û dengê helbestan leza xwe dide hîs kirin, bi vî çûndinê em dibînin ku şa’r bixwe re dikeve hesabek. Kelecanî û pirs di nav hev de dişemitin. Eynikek daleqandiye ser suretê helbestan, xwîner di eynikê de xwediyê helbestan bibîne jî, gellek caran xwîner xwe di nav helbestan de bi forma modern seh dike, leqayê xwe dibe. Niha ezê çend risteyên hilbijartî ji helbestên curbicur li ber we raxim ku bila meqseda “eynik”ê bigîhijê armanca xwe. “tên ji çil salî dipirsin wateya jiyanekê”, “mûyên spî xwe dispêrin singa min”, “selîm temo va ye tu li Parîsê yî”, “gava artêşeke kumsor di rehên te de qeliya”, “û mîna kevokan biperpite/ji qirêja rûyê zarokatiyekê”, “piştî çil saliyê wext e biponijî Temo/ku ev ne umrek bû, ne serpêhatiyek”. Ev risteyên nimûne meriv dikare zêdetir bike, jixwe helbest bi aliyek xwe ve ne eynika xwînere? Berhemên nivîskî di nav xwe de dîmenan jî nahewîne? Risteyên ku me li ber çavan raxist di bingeha xwe de çiqas razberî be jî di dîmenan de bercesteyî ye. Ji helbesta “keştiya bayê” pê va helbestên din kin in. Di şi’rên Temo de tesarufa peyvan gellek kêm e, helbestên şa’r de hem riste hem jî şi’r dirêj in. Şeş helbestên ku di beşa duyem de ji xwe cih girtine: Hem kin bûna xwe hem jî tesarufa peyvan bal dikşîne. Li pişt risteyan muzîk xwe zêdetir derdixe pêş, hûn jî baş zanin ku helbest û risteyên dirêj xelasbûna wan li paşxaneya helbestan de bi muzîkalîteyê serpişt dibe.

MIN VÎ HELBESTÊ BI ÇAV DÎT Û BI DENG SEH KIR

Helbest senfonî be peyv enstrûman in, rîtma beşa duyem jî 4/4 e. Îmgeyên vê beşê wek beşa yekem cûda cûda ne, dilê şa’r bi êş û tengasiyê bimeşe jî; şi’rên xwe nexistiye nav tengasiyê, metaforan bi realîteya civakê ve girêdaye; “serên şikestî hatin, xalên kuştî, keçên qirêjî/ew ên bêhewar mayî li welatê Kirmanciyê”. Ev du riste ji helbesta “her sê kemanên rojê” me xwend. Ev çi hêma dike? Ji me re dibê çi? Temo çiqas li esmanan bigere jî dizane li ser lingên xwe têr û baş rabe ser xwe. Bo vî jî kel û belan kêvjik ên meriv aciz bike nayê xuya kirin, bi hişê herikbar bixwe diçe. Lîrîzma şa’r xurte, lîrîzmek ji êş û keseran rakiriye hafê. Helbesta “keştiya bayê” û beşa sêyem de du helbest formên wan weka hev û din in. Dirêjbûna helbestan û risteyan, formek berayî derxistiye meydanê. Keştiya Bayê min wek nameyek xwend. Min vî helbesta bi lîrîzm û muzîkalîteya ku şa’r honandiye bi çav dît û bi deng seh kir; “tu dihatî ji nava refên kewên birîndar, di çavên te de xweliya şevbayê xemê”. Min bi vê helbestê şa’rek di hiş û dilê xwe de, bi kevirên wêrek û bi bawer rêyek li ber xwe û xwîneran raxistiye; “bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm, teliyayî li ber tîrên gewreboz”. Min bi vê helbestê şa’rek ji eşqa welat risteyan niqutandiye ser rûpelan; “te ji hemû şibakan li min dinihêrî, min birînek bi bîr dianî nizanim di sînga kê de”. Min bi vê helbestê şa’rek ji bajar re şûrê xwe tûj kiriye dît; “ne bajarê min bû, piştî her şikestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê: bide pey a zehmettir, berpala xwe li ti deverê xweş neke û biqere here!”. Ev risteyan min ji helbesta “keştiya bayê” hilbijart, her riste ji rûpelek hat bijartin. Helbest bi şeşanî hatiye nivîsandin. Temamî ji çil û heşt(48) risteyan pêkte. Keştiya Bayê bi min dîwanek modern e. Di edebiyata klasîkê de metafora “eşq-hebûn” di helbestê de hevçerxa “eşq-welat” ve hatiye girêdan. Em beşa sêyem li hev keys bikin: muzîk, welat, eşqa dûr, şerê li dijî bajar û xwo, êşên teze û kevnar, tehma klasîk û modern zêdetir dibînin.

ÊŞ Û BIRÎNÊN XWE DÎSA BI ÊŞ Û BIRÎNÊN XWE PÊÇAYE

Helbesta/edebiyata me jî wek gelê xwe birîndare, ji sedsal zêdetir e xwîn jê diherike. Êş û birînên xwe dîsa bi êş û birînên xwe pêçaye. Bi tena serê xwe ma gellek caran, parêzkarên we jî birîndar bûn. Her ku çû hebûna xwe li ser hêvî û baweriyê mezin kir, ber bi firehiyê ve xwe nû kir û li ser rûpelan hebûna gelê xwe honand. Helbesta me li ser koka xwe serî rakir ji serdestên bêehlaq û dizekên hil û hereman re, bi ber tava çanda xwe ya qedîm va geş bû, xurt bû, hêviyan hewand. Keştiya Bayê jî delîl û îspata wî ye!

Rilke 5ê Adarê sala 1898an de li Pragê li konferasek de mijara “helbasta ultramodern” de wisa dibêje; “Binêrin: Ferd, dibin lehiya bûyerên serkî de xwe nasîn bi ceribandinên ewil ve, li orta xiracira rojane de hebûna xwe li ser kûrbûna tenêtiya xwe guhê xwe lê bel kirine, vê de modern şi’r heye. Kêm zêde ji sala 1292an vê de”[9]. Wek ku Rilke jî aniye ser ziman, helbesta modern li ser tenêtiya xwe nasîn destpêkiriye. Bûyer û gengaşiya hebûna ferd helbestê bêhtir bi hez û qewet kiriye. Bi vê nêrînê em dibînin ku Temo di kûrahiya xwe de welatê xwe hêma kiriye, bi ser êşa ferdbûna xwe meseleya civaka xwe li paş berhemên xwe çiqas hîştibe jî sancoyên civakê baş hatiye afirandin. Keştiya Bayê ne têne sancoyên ferd e, jana welatê xwe di dilê xwe vejîdandiye bi uslûba xwe yê xweser. Şa’rek eger li ser rojane û xiracira wî bimeşe bivê nevê ewê bimre, helbestên seyda Temo ji rojaneyê dûr in, yanî heta ev ziman bijî ewê helbestên şa’r jî ji zindîbûna xwe ti tiştek kêm neke. Çimkî deryaya maneya helbestên wî weka ku rîtma valahiyê de dimeşe hêma dike. Di senteksa şi’ran de rêzbûna peyvan xwîneran dixe nav tengasiyê, bi vê tengasiyê ve xwendin tê dubare kirin -di hêla maneyê de- ev xwendina dubare mifteyê, bo gihîştina kûrahiya metnê deriyê hatiye kîlîtkirin ji bo vekirinê alîkariyê dide me. Şa’r li dijî hovan bi êşa xwe liberxwe daye, êşa ku bi lîrîzm û muzîkê va hatiye afirandin.

DENGEK LI BER GUHÊN MIRIYÊN NEVEŞARTÎ OLAN DIDE

Em hatin beşa sêyem. Ev beş bi navê “stranên şînê” dibê merhaba, pêşwaziya xwîner dike. Di vê beşê de heft/7 helbest heye. Du helbest weka “Keştiya Bayê” form/teşeya wî berwar e, dirêj e, di nav xwe muzîkê dihewîne. Dîsa em dibînin ev du şi’r bi dîsiplînek hatiye rêz kirin, wek “keştiya bayê”. Helbesta bi navê “ji satarên demê heya” ji 6 qit’a 7 risteyan pêkte, giştî ji 42 risteye em dixweynin. Helbesta din bi navê “gava hinar hişyar bûn” ji 4 qit’a 5 risteyan hatiye rêz kirin, temamî jî ji 20 riste em dixweynin. Her du helbest jî helbestên “dîyar”î ye. Yek ji Ciwan Rojê Temoyê ku ji emrê xwe xêr nediye, yên din jî Mazlum Egîd Gabar ku xwarziyê Temoyê bo du baskên wî hatiye diyar kirin û li Şingalê veniştiye. Her du helbest jî qîrînek bêdeng e, bi avê re olan daye, bi çemê Batmanê re hatiye qîrîn; “ava çemê Batmanê giran e kurê min, tîr e, westiyayî”. Tê bi çemê Batmanê ve eşîra li pey Şêx Seîd tivinga tîne, bi denge Şakoyê Kor ve olan dide deşta Sîlîva; “bi xwe re tîne tivingên eşîra li pey Şêx Seîd ji kerba qeliyayî/olan dide bi dengê Sakoyê Kor, Pira zilek û Salihê Beynatî”. Ev risteyên me xwend, ji helbesta “ji satarên demê heya” bû. Rastiyek bi şewat û êş; hem ji rastiyek kevnar hem jî ji rastiya roja me hatiye honandin. Zimanê min lê nagere ku ez bêjim “çîrok”e ger çîrok be jî çîrokek ne çêkiriye, çîrokek hêza xwe ji rastiyê standiye. Ji civaka xwe hilgirtiye, ji dîroka xwe ya ji serî heta binî bi êş û têkoşeriyê li ber xwe daye vergirtin, ji tava Ciwanên hê ji xwe xêr nedîtiyan hatiye lêv kirin. Dengek li bin guhê miriyên neveşartî olan dide, bi lîrîzma seyda Temo! ka em çend risteyên din ji helbestê bixweynin; “lo çemo te çima li me wa kir, te ferxê kozê ji me cuda kir”, “ey avê avê av; Ciwanê dayê, Roja mala miriyên neveşartî”, “Ciwanê delalê şeş apan, şehîdê metê, gula kalo û pîra stembar”, “esmerê ji eşqa sorgewaz a dayê û bavo zayî; emro, deyndaro/Ciwano, Rojo, mîratxurê çavê apo li ber deriyê darîn mawo”, “ez ê rabim vê sibekê herim cem felekê giliyê te bikim çemo”. Di vê helbestê de muzîkalîte û ritma wî li ber çav raxistiye, melodî û notayên wî eşkereye. Ji beşên din rîtm û muzîk bêhtir tê hîs kirin. Mîsal ev riste wê min rastpişt bike; “ (…) emro, deyndaro, Ciwano, Rojo (…)” rîtma van peyvan wek çemê Batmanê diherike. Tu kîjan estrumanê li pişt lêxî wê rih û canê helbestê bi dest bixe. Weka ev risteyên me mînak da di pirtûkê de xwe didin xuya kirin. Hîn riste henin ku min li vê ber çavên we ranexist. Sebeba vê jî xwîner li pey helbesta xwe bikeve û jê re çi pêwîst be jê bigre bike nav dilê xwe î şen û êş. Di pirtûka “keştiya bayê” de m’ne derya be, muzîk jî keştiya şa’r e, pêl jî hest û êşên wî ye.

EZ NEKEVIM NAV NIRXANDINÊ, BILA ŞA’R BIAXIVE

Helbesta me ya dawî jî “gava hinar şiyar bûn” ne. Di vê helbestê de jî li pey Gabar welat tê hema kirin, çûndinek heye bi du baskan. Şa’r Gabarê ku li Şingalê bi bask ketiye. Wek milyaketek daye naskirin. Çawa ku helbesta din kirde Ciwano bû di vê helbestê de jî kirde Gabar e. Yek li ser Şingalê bi baskên nemir ve li ser welatê xwe digere, kirdeya din jî di nav çemê Batmanê de rih û nefesê dide axa pîroz û qedîm. Em vegerin ser helbestê, helbest bi îmge û metaforan em dikarin bêjin bi aliyek xwe zêde hermetîk e. Bi hêsanî xwe nade dest, li pey şopa îmgeyan meriv dikare xwe bigîhijine bin metnê. Şa’r çi honandiye di bin vê helbestê de? Peyam û mebesta wî meriv dibe kû? Kîjan çiya û deştê de dide gerandin? Esmanan bi kîjan rengê û baskan daye hêma kirin? Li kû maye êşa milyaketek? Ax bihêviya kîjan azadiyê şil bûye? Peşkên baranê ve çi ji risteyan herikiye nav newalan? Helbet ev bersiv di dil û hişê şa’r de herikiye ser risteyan. Emê bi hez û qeweta peyvan xwe bigîhijinin azadiyê, têkoşînê, birindariyê, hêviyê, empatiyê, eşqa welatê, eşqa ku hê nehatiye tehm kirin, jiyanek hê temenek destpêkê de ji bo gel hatiye feda kirin! ezê li ser vê helbestê tenê hin tiştan derxim pêş û ezê neaxivim li ser; nekevim nav şîrove û nirxandinê. Bila şa’r biaxive, bila bi risteyên xwe êş û keserên ku Gabaran li pey xwe hiştiye bîne ser ziman! Bila dengê qîrînê û çiyayan bikevin nav hev û din, bila êş û dengê newalan bi hev re bikin qêrîn, bila ba û bahoz olanan bidin herêmên din! Di hembêza dayikan de bêhna wan bifre li ser zinar û bajarokan. Esmanên Şingalê wek dayikên Gabaran di paşila xwe de feryad û fîgan ên bêdeng dihewînin!

De ka em dorê bidin şa’rên xwe bila dilê me bi kul û keseran bixemilîne; “dibêjin û dê bêjin şevek bû li ber Egîdê min ê ji hinava xwe ve birîndar û xesirî”, “îro sê şev û roj e li Şingalê esman ketiye, şikandiye baskê lê rebenê Egîdê dayê”, “Ziyawerê digo Temo xalo, dilê min ji min re dibê’ye, êş e, azar e, spiya sibê ye/haylo xalo mazada xwînê ye, çirûska welatê şevê ye, şalgerdena sorberanê dayê ye”, “de lê, lê Ziyawerê marûmê, kar û berxên van zozanan serbixelî û bi hinne ne/li paxila ava şor û bayê ref bi ref in, qor bi qor in, bi tena serê xwe ne”, “dibêjin Mazlûmê bi hawara me ve hatî brîndar e w’birîn maye nav birînê de”, “lo xalo, xwezila lê derketa siwarê Kurdistanê, bianiya sê-renga vî welatî”. Van risteyên ku me bi hev re xwend ji berxwedana hê rû li ser rûyên ciwana şîn nebûye; ev destana wan e. Di van risteyan de dîsa tiştek balkêş hene, riste di nav risteyan de hatiye tewandin.

JIYANÊ LI SER JIYANÊ BILIND KIRIYE

Beşa sêyem bi ritim û mûzîka xwe ji beşên din zêdetir xwe dide hîs kirin. Mane û dengê ku di helbestan de bi hev re yanî paralel dimeşin, yek ji yekî din kêmtir nîne. Weka ku newal û şikeftên jiyanê li ser jiyanê bilind kiriye, şa’r jî di helbestên xwe de mane, deng û muzîkê qad bi qad rakiriye ser lingan. Em nivîsa xwe bi cih bikin, bi temamî bo “Keştiya Bayê” em dikarin bi dilek rihet bêjin ku serkeftiye, tehma lîrîzmek xweser, maneyên ji orta jiyanê hatiye hilbijartin û bi ritm û muzîkê ve xwe gîhiştandiye sentaksê. Lê kêmasî û tengasiya helbestan li ber çav nîne. Li pişt deng maye, deng bi hêzek xurt xwe dide pêş. Îmgeyên westiyayî jî em dibînin. Metaforên giran jî helbestan ji hev dixe, ev xistin ji hev ketin bila belawelayî neyne bîra we. Çawa ku tiştek ji hev dikeve ûsa/wisa jî bi tercubeyên salan di dawî helbestan de berhev dike.

ME DI KEŞTIYA SEYDA TEMO DE ÇI DÎT?

Di keştiya seyda Temo de me çi dît? Me di keştiya wî de: Miriyan dît, dengê goristanên bênav seh kir, esmanên gewr çawa bi baskên xortan hatiye xemilandin da xuya kirin, êş û kul ên bêterîf, hêviyên ne tebitîne û her ku ciyê geş bûne me xwend. Çiya, deşt, newal, zinar, kendal, şikeft, dar û daristan, av, çem, baran yanî keştiya ku şa’r me lê siwar kir tê de xwezayiya welat da temaşekirin. Li kersaxên biyanî bi keştiya şa’r em geriyan. Peyv û dengê edebiyata klasîk bi bîr xist keştiya şa’r. Hebûn û hebûna sancoyên ji sed salî vir de xwe nû dike di keştiya lîrîzmê de bi kirasek reşbelekî ve xwe da xuya kirin. Çûndinên bêveger xwe da kêleka me û me birê kir, ber bi dîrok û bajarên me î qedîm ve. Kurtûkurmancî, Keştiya Temo: Welat e, biraye, xwuşk e, dê û bav e!

Ezê nivîsê bi gotinên Stefan Zweig ku sala 1927an de li Şano Mûnîhê merasîma bîranînê “ji Rîlke Xatirxwestin” de bi gotinên Rîlke tîne bîr û dibêje; “Riste wek hûn zanin ne hestin-bi lez û bez meriv xwediye hestan dibe-tecrûbeyên vî ne. Bo yek riste gellek bajaran, mirovan û tiştên din werin dîtin, ajal benaskirin, çûk çawa difrin dibe ku meriv hîs bike, meriv dibe ku zanî be kulîlkên biçûk bi kîjan helwestan şeveqan vedikin”. Di dewama avaxtina xwe de dibê; “Lê ewên ku li ber sitratê dane dibe li ba wan bî, di pencereya vekirî de xiracira bi navber navber ji jûrê tê, dibe ku tu li ber serî wî miriyê bî”[10].

Temo jî li ber seriyê miriyan bo dengê wan.                                                                    

Jêrenot

[2]https://www.nupel.online/muslum-yucel-selim-temonun-se-deng-uc-ses-adli-siiri-uzerine-47203.html  

[3]Ruhê Xwebûnê/Dilawer Zeraq/Lîs/2020

[4]https://tr.wikipedia.org/wiki/%C4%B0rlanda

[5] https://www.youtube.com/watch?v=Mjq3g9TZz10

[6] http://www.sanatatak.com/view/her-seyimi-siire-borcluyum

[7] https://www.youtube.com/watch?app=desktop&v=LjYAX_jr3d0

[8]Melayê Cizîrî/jiyan û tesîra edebî şerha xezelên bijartî/Ayhan Tek/Nûbihar/2019

[9]Rilke, seçilmiş şiirler(helbestên bijartî)/ ji Almanî:Tanıl Bora/Ayrıntı

[10] Rilke, seçilmiş şiirler(helbestên bijartî)/ ji Almanî:Tanıl Bora/Ayrıntı