Juriya Çandê ya Senatoya Berlînê Nivîskara Kurd Yildiz Çakar xelat kir

Juriya Çandê ya Senatoya Berlînê îsal bi tevî Yildiz Çakar 21 nivîskarên navnetewî xelat kir.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Juriya Çandê ya Senatoya Berlînê ku ji heft kesan pêkhatî, ji nav 194 serîlêdanan nivîskara kurd Yildiz Çakar jî hilbijart. Çakar bi romana xwe ya nûh bi navê 'Xeyalfiroş' ji bo sala 2023an hate xelat kirin.

Senatoya Berlînê ji 2018a û pêve xelat dide nivîskarên navnetewî yên ku bi zimanê elmanî nanivîsin. Çakar di sala 2020an de jî bi romana xwe ya “Hangar Fünf” heman xelatî girtibû.(NAVENDA NÛÇEYAN)