Ji Rewşan û Mamedova diyariyek bo jinan: 'Xuçê'

Sitrana nû ya Rewşan û Tara Mamedova ku bi hev re duetê dikin bi navê 'Xuçê', wê 4ê meha Adarê roja înê seat 00.00ê de li ser hemû platformên dijîtalê bê weşandin.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Gotinên 'Xuçê' ji aliyê Tara Mamedova, beste/muzîk jî ji aliyê Rewşan ve hatiye çêkirin. Stran, bi Believe Labelê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê tê belavkirin.

Klîba stranê heman rojê seat 17.30'an de li ser qenalên hûnermendan ên Youtubê jî wê bê parvekirin.

‘XUÇÊ’ ÇAWA HAT ÇÊKIRIN?

Rewşan û Tara Mamedova bi niyetekê ku straneke gerdûnî çêbikin û diyarî hemû jinên di jiyana wan de ne bikin vê stranê bi hev re stirîn. Ji bo qîmeta xwişkbûnê bînin ziman jî strana ‘Xuçê’ xwendin. Stranbêj Rewşan û Tara Mamedova, derbarê amadekirina klamê de daxuyaniyek jî belav kirin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê distîne. Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hûnermend û şîfakar bûn. Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîn jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hevdû hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin. Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in. Û strana ‘Xuçê’ bi van hest û ramanan hat çêkirin."

ÇÎROKA KLÎBÊ

Ji bo çîroka ‘Xuçê’ jî wiha dibêjin: “Ev çîroka jinikek e ku beriya salan xwiça xwe wenda kiriye û pir bêriya wê kiriye, rojekê diçe wê koşka ku bi hev ra dilîstin. Ji derincikan hildikişe, dinêre ku ew odeya lê dilîstin ne di ciyê xwe da ye. Li şûna wî dûwareke heye, şaş dimîne. Dema dest dide dîwêr deriyekî vedibe û dikeve nav alemeke xeyalî. Bi hesreta dilê xwe, xuça xwe xêz dike, di wê kêliyê de xuça wê derdikeve holê. Weke berê bi hev re dilîzin, dans dikin û strnanan dibêjin. (KÜLTÜR SANAR SERVİSİ)