Ji Bernamegeh hejmara duyem

Kovara Bernamegeh bi hejmara xwe ya duyemîn derket. Kovar, bi awayê dîjîtal derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Bernamegeh, kovareke edebî, hunerî, çandî û civakî ye. Kovar bi hejmara xwe ya duyemîn derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmara kovara Bernamegeh a duyemîn de gellek nivîskar cih dane helbestên xwe.

Nivîskar Konê Reş li ser êş û jiyana Celadet Bedirxan, Occo Mahabad, bi nivîsa xwe ya ser helbestvan Qanî, Nîhat Gûltekîn behsa Salihê Biro, Ayhan Erkmen li pey Qedera Hevpar, Îkram Oguz ser hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê û Yaqûb Kurmanc qala Ola Zerdeştiyê dikin.

Hûn dikarin lînka jêr bitikînin û kovarê peyda bikin, bixwînin