Ji 89 zarokan yek deng: Bi kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin

Komeleya Nûbiharê 15ê Gulanê, li ser rewşa zimanê kurdî û fêrkirina zarokan vîdeoyek belav kir. Ji çar perçeyan 89 zarok, behsa girîngiya ziman dikin û dibêjin: “Zimanê me xweş e, xwedî lê derkevin”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Kovara Nûbihar, vîdeoya ku peyama 89 zarokan a ji bo Cejna Zimanê Kurdî dane, weşand. Di vîdeoyê de zarokên ji her çar perçeyên Kurdistanê hene û her yek bi zaravayê xwe behsa zimanê kurdî û fêrbûna ziman dikin. Zarok bi zaravayên kurmancî, soranî, dimilkî û goranî bi van peyvan bang li kurdan dikin: “Zimanê me xweş e, xwedî lê derkevin. Bi kurdî bixwînin û binivîsin û bi kurdî biaixivin.”

Di vîdyoyê de 89 zarok hene û girîngiya zimanê dayikê ji bo xwe bi hevokekê tînin ziman û dixwazin ew jî weke zarokên xelkên din bi zimanê dayika xwe mezin û perwerde bibin.

Di vîdeoyê de her zarokek bi hevokek cuda li ser girîngiya ziman peyamê dide. Hinek ji wan peyamên zarok didin wiha ye: “Ez bi zimanê xwe heme. Bi zimanê kurdî lîstikên xwe bilîzin. Zimanê min xweş e. Xwendin bi kurdî xweş e. Zimanê me şêrîn e. Zimanê me hebûna me ye. Em pir ji kurdî hez dikin. Zarokno bi kurdî bixwînin. Bê ziman jiyan nabe. Mirov li ser zimanê xwe şîn dibe. Ziman çand e, Eşk e. Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be. Zimanê me rûmeta me ye. Ziman ez im. Îro 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye.”