Hêmanên zimanî û xwaza peydekirina rastiyê

Ruhê her neteweyekê di zimanê wê de teşe digire, tê de ava dibe û dîsa bi rêya zimanê wê dide der. Loma jî taybetiyên zimanekî, di heman demê de, rê û biwara nasîna taybetiyên karakterîstîk yên wê ne.

Google Haberlere Abone ol

Dilawer Zeraq

Biwêj, hêmanên zimên û komên peyvan ên qalibî ne ku ji bo kurtkirina vegotinê û carinan jî ji bo kurtkirina wateya heyî tên bikaranîn. Biwêjên zimanekî, li ser hewcetiyên wî zimanî peyde bûne. Her biwêjek di pergaleke sazkirî û qalibî ya zimanekî de xweyî taybetiyek e. Tevî ku beşek ji biwêjên zimanekî çîroka wan heye jî, beşek zêde jî li ser pêhisîn, hîskirin, ramîn û derbirîna rewşê û kirin û çalakiyên taybet hatine afirandin. Û di her zimanî de beşek biwêj, ji rûdana qewaman afirîne û bûne xweyî çîrokekê.

Rêyên vegotin û derbirînê yên ku di navbera mirovan de bi rola ragihandinê, pêhisînê, danhîskirinê, hayjêçêkirinê û danzanînê radibin, gelek in. Biwêj jî ew yekeyên zimanî ne ku dikarin gelek aliyên vegotin û derbirîna zimanî di xwe de bihewînin. Loma jî, biwêj, bi rêyên çalakiyên zimanî yên wekî; hînbûnê, hînkirinê, perwerdehiyê, zanîstiyê û ragihandina rojname û medyayî ji nifşekê derbasî nifşeke din dibin û tevî ku car caran di warê teşedariyê de hin guherîn li wan dikeve jî, pirî caran ev guherîn dikin ku rehenda biwêjan ya watedariyê berfirehtir û kargînibûna wan jî çalaktir û zêdetir bibe.

Ruhê her neteweyekê di zimanê wê de teşe digire, tê de ava dibe û dîsa bi rêya zimanê wê dide der. Loma jî, taybetiyên zimanekî, di heman demê de, rê û biwara nasîna taybetiyên karakterîstîk yên wê neteweyê ne. Taybetiyên karakterîstîk ên dikevin behsê, di heman demê de, warê hayjêbûn û zanîna dîrokî, travma, hevpêwendî û hevkartêkiyên çandî, aborî ,vegotinên gelêrî û wêjeyî jî diyar dikin.

Ji ber hindê jî, qalibên vegotinê, derbiranê û biwêjên zimanekî, ew biwar in ku mirov dikare ruhê zimanê neteweyekê pê nas bike û der heqê hevpêwendî û hevkartêkiyên çandî yên wê neteweyê û der heqê awayê teşegirtina ruhê wê neteweyê de bibe xwedî agahî. Agahî û zanîna ku ez behs jê dikim, di heman demê de, di warê nasîna ruhê zimanê wê neteweyê de aliyên bivênevê ne û bêyî wan ne gengaz e mirov xweşikî gel û neteweyekê nas bike.

Lê belê ev qaydeya hanê, di hin warên taybet û kitekitan de, dişikê. Ji ber ku hevpêwendî û hevkartêkiyên bi rêya koçberî, şer û pevçûn, danûstandinên aborî, serdestî û bindestiyê kirine ku qalikê zimanan, -bêyî ku ji kakilê xwe tiştek winda bikin- rastî hin guherînan werin û carinan jî bi temamî reng li xwe biguherînin. Digel vê yekê jî, alî û sedemên mirovbûnê hene ku ji hîskirin, pêhisîn û ramîna dinyayî pêk tên û hema bêje li her derê dinyayê, mirovan hin qalib-biwêj bi heman awayî bi nav û pênase kirine û taybetiyên naverokî û zimanî danê. 

Kartêk û taybetiyên ketî behsê bûne sedem ku di navbera biwêjên zimanan de jî hin hevrengî û wekîhevî (eynîtî) çêbibin ku mirov nikaribe tê derxîne û nizanibe ka ew biwêj û qalib yên kîjan zimanî ne. Di van biwêj û qalibên guheriyayî de, bi tevî ku peyv û lêkerên wekîhev (eynî) bi cî bûne, carinan peyv jî guherîne. Lê ne wekîhevbûn ne jî guherîna peyvan nebûye sedem ku ruh û mentîqa esasî ya zimanan biguhere. 

Digel vê yekê jî, qalib û biwêjên zimanan ên wekîhev, gelek caran dibin sedem ku di nav bikarhênerên zimanekî de, gengeşî û heftûheşt çêbibin li ser rastbûna biwêjan û li ser fikra, “ev qalib-biwêj ne ya me ye” an jî “ev qalib-biwêj ji filan zimanî ketiye zimanê me” an jî “filan zimanî ev qalib-biwêj ji zimanê me diziye (ji xwe re biriye)” nelihevî çêbin û bikarhênerên zimanekî ber bayê xwaza (arezûya) rastbûn û peydekirina rastiyê bikevin û pê re jî, di nav xwe de bikevin qayişkêşanê û hey hewlê bidin ku şaştiya hev daynin rastê û sererastiyê di wan şaştiyan de bikin. 

Ev rewş, di nav endamên neteweyên wekî neteweya kurd de, pir zêde diqewime û kurmancî, wekî zaravayeke kurdî, pir zêde dibe dabaşa van gengeşîkirinan. Û ev yek zimên, an jî kurmanciyê diêşîne. Ji ber ku;

Kurmancî, bi sedan salan, bi zimanên wekî osmanîkî, erebî, tirkî, farisî, rûsî, ermenîkî, azerîkî, suryanîkî û asûrîkî re ketiye pêwendiyeke çalak û endamên van zimanan, di gera dîrokê de, gelek caran, bêyî ku bi wan zimanan perwerde bibin, karibûne pê biaxivin û xwe derbibirin. Ev derava hanê, di dîrokê de li kurmancîaxêvan bûye avantaj û kelkeke mezin. Lê îro ro, li bakur, ev nelihevî li kurmancîaxêvan bûye serêşîyek. 

Xwaza zanîn û nîşandana rastiyê ya ku bi kurmancîaxêvan re çêbûye, dibe sedem ku ew van hevpêwendî, hevkartêkî û sedemên guherîna peyvên zimanan, wekîhevbûna peyvan û qalib-biwêjan paşguh û paşçav bikin û têkevin hewla rastkirina gotinên hev. 

Lê hewce ye, em ji bîr nekin; ji ber etîmolojî û taybetiyên peyvsaziyê, hin caran em dikarin ji bo peyvan bêjin, ev ya vî zimanî ye ew ya filan zimanî ye jî, lê belê em nikarin bi sanahî ji bo qalib-biwêjan heman tiştî bêjin. Wekî mînak:

Em bi teqezî û zelalî nikarin bêjin; 

“Xewa yekî revîn”a kurmancî ji “Uykusu kaçmak”a tirkî hatiye girtin an jî em nikarin bêjin tirkan ji ya kurdî ji xwe re birine. Û divê em bizanibin li gelek herêmên kurmanciyê ev biwêj heye û di zaravayên kirmanckî û soranî de jî bi awayekî nêzîhev tê gotin.

Her wiha, çima ku peyv û lêkerên wan wekîhev in, em bi teqezî û zelalî nikarin bêjin;

“Taqeta (yekî) neman-Taqet di (yekî) de neman”a kurmancî, ji “Run out of steam”a1 îngilîzî an jî ji “Güçten düşmek-pili bitmek”a tirkî hatiye girtin an jî îngilîzan û tirkan ji kurmancî girtine. 

Û bêguman em nikarin bêjin;

Kurmancîyê “Piştiyê xwe şidandin-Teng û qûşên xwe jidandin” û tirkîyê jî “kemerleri sıkmak”, ji “Tighten one’s (your) belts”2 a îngilîzî ji xwe re biriye.

Roja îroyîn, tu zimanek tune ye ku bi temamî xas û saf maye. Hevpêwendî û hevkartêkên ku ji her aliyên jiyanî ve li mirovan qewimiye, kiriye ku ziman ji ‘yekrengî’yê derkevin û ''pirrengiyeke ji rengên lihevkirî'' ji xwe re ava bikin û pêwîstiyên xwe yên vegotin û derbirînê, pê dabîn bikin. Loma jî, tiştê ku ji me bikarhênerên kur(d)manciyê re dimîne ev e; serê pêşîn hewce ye em qebûl bikin, tu zimanek nemaye ku hêmanên wî sedî sed wekî yên destpêkê ne û hemû hêmanên wî xwemalî wî ne û pê re jî hewce ye em rewşa piralîbûnê ya zimanan qebûl bikin û bêyî ku şikestekan di ruh û mentîqa zimanê xwe de çêkin, zimanê xwe geştir û rengîntir bikin. 

Ferheng:

1 - https://dictionary.cambridge.org/tr/sözlük/ingilizce-türkçe/run-out-of-steam?q=Run+out+of+steam

2 - https://dictionary.cambridge.org/tr/sözlük/ingilizce-türkçe/tighten-one-s-belt?q=tighten+one’s+belt