Xeyalên ji dema zarokatîyê

Ew firokeyên ku ezman diqelêşin û bombe dibarînin, li ser welatê bêxwedî û bêxwedan da. Ba tê, çep û rast lêdixe. Di demsala havînê da, bayê biharê, bayeke sar û gurr. Li pişta min dixe û kezeba min diperitîne. Êş û jana ku dide dil û gurçikên min, li min zêde dibe. Bêhna min di ber min da diçike. Difetisim...

Îkram Oguz – ikramoguz@gmail.com

Xewa kûr a ku ji êvar da dest pê dike, bi destê sibê ra sivik dibe. Loma ew xewnên ku di wê demê da tên dîtin, kin in. Bi sivikbûna xewê ra tên birîn, bi xilmaşbûnê ra jî, ji cîhê ku qetîya bin, careke din dîsa dest pê dikin û didomin. Mirov ne dixwaze dawî li xewa sivik were, ne jî dixwaze ew xewnên kin û bihev ra girêdayî, biqede.

XEWN Û XEYALÊN JI DEMA ZAROKATÎYÊ

Mîna xewn û xeyalên ji dema zarokatîyê. Ew xewn û xeyalên kûr û bi bîr û bawerîyên pîroz va xemilandî. Bi derbasbûna demê ra, xewn birevin û werin jibîrkirin jî, hinek xeyal di hiş û dilê merîya da cîhekî mayînde digrin û herdem merîya li pey xwe digerînin. Wek xeyalên ji bo jîyaneke azad û birûmet. Ew jî weke xewnên kin û di xewa sivik da tên dîtin, carcaran qasî gavek nêzîk dibin, carcaran jî bi bayek bêwext ra difirin û ji çav dûr dikevin.

Sedsala 20an diqedîya û ya 21an dest pê dikir. Ji alî Başûr da bayekî sivik lêdixist, xeyala min a ku ji dema zarokatîyê da dest pê kiribû, ji dûr va xuya dikir, gav bi gav nêzîk û mezin dibû. Bîr û bawerîyên min xurt dibûn, xeyalen min di xewnên min da dixemilîn. Ji şabûnan lingê min erd nedigirt, bê pel û bask difirîyam, di xewnên xwe yên kin û dirêj da.

XEWN Û XEYALÊN MIN ÊN XEMILANDÎ QEDÎYAN

Rojek bi bayê Ecem ra ji xewa xwe ya sivik hîşyar bûm. Xewnên min qedîyan, dawî li xeyalên min ên xemilandî hatin. Şev û roj, dem û demsal li pey hev derbas bûn. Di nav şevereşê da, li xewn û xeyalên xwe gerîyam. Ne xew ket çavên min, ne jî xewn û xeyal dest pê kirin. Weke qirpîna birî û bijangan, dem û demsal derbasbûn.

Bi bayê payîzê ra rengê pelê daran guherîn. Pelên kesk ên ku bi tîrêja tavê biriqandî, hêdî hêdî sor, dû ra zer dibûn, yekoyek ji serê daran dipekîyan û ber bi jêr hildiweşîyan. Li ser rûyê erdê tazî û rût belav dibûn, di bin lingan da diman û dipelixîn. Bi qeşayîya şevê ra şil dibûn, bi erdê ra dizeliqîn.
Dûra zivistan bi sur û seqema xwe va dest pê dikir.

ÊDÎ NE XEWNA MIN TÊ NE JÎ XEYALAN DIBÎNIM

Roj kin, şev jî dirêj dibûn. Zivistana îsal çawa derbas bû û derd û kulên çawa li pey xwe hîşt, ez jî nizanim. Jiber ku, erd reş, ezman jî tarî ye. Edî ne xewa min tê, ne jî xewn û xeyalan dibînim. Mîna şev û rojan, bihar û havîn jî tevlihev bûne. Loma di nav erdê reş û ezmanên tarî da, tenê guregura firokeyên şer dibihîzim.

Ew firokeyên ku ezman diqelêşin û bombe dibarînin, li ser welatê bêxwedî û bêxwedan da. Ba tê, çep û rast lêdixe. Di demsala havînê da, bayê biharê, bayeke sar û gurr… Li pişta min dixe û kezeba min diperitîne. Eş û jana ku dide dil û gurçikên min, li min zêde dibe. Bêhna min di ber min da diçike.

Difetisim…

Ne xewn û xeyal, ne jî zaroktîya min tê bîra min.