Hawara me Hawara Mîr Celadet Bedirxan e

Hunermendên kurd hemî tev de behsa eşqa ziman, xwenasînê, çand û hunerê dikin û nêrînên xwe bi rexneyên dilgermî dibêjin. Celadet Alî Bedirxan kiriye Hawar. Hawara Mîr Celadet hawara me ye jî...

Google Haberlere Abone ol

Di demên dawî de zextên li ser mûzîkjenên kurd bûne sedema tirsa 'emê vegerin rojên berê, rojên kembaxtir' û bi rastî em bêhêvî bibûn. Me hemû pirsgirêkên xwe, tevî medya civakî, ji hemû platforman de gelek caran nivîsand û ragihand. Hema bêje her kes bi pirsgirêkên muzîka kurdî dizane, lê dema ku mijar tê li ser çareserkirinê hingê em hinek asê dimînin. Derbarê çareseriyê de jî em carna neçar dimînin. Ji bo vê yekê min pirs ji hunermandan kir ka ew çi dibêjin ji bo pêşaroja muzîka kurdî û emê çawa serbikevin? Min li ser vê mijarê nêrînên gelek hevalên xwe yên hunermend girt. Ez dixwazim bersivan bi we re jî parve bikim.

Hûn jî dizanin min nivîseka xwe de bang li karsazên kurd kiribû ku êdî wexte ku ew jî tiştekê bikin. Hêja Hunermend Xecê jî heman bangê dike û dibêje;

Xecê

“Pirsgirêka muzîka kurdî ya herî mezin, bê xwedîbûn û bê dewletbûn e. Dema ku eşqa zimanê kurdî ket nava dilê kesên dewlemend û bi dilê xwe piştgirî dan huner û hunermendên kurd, wê çaxê wê muzîka kurdî jî pêş bikeve. Ziman û çanda kurdî jî wê wenda nebe”

Mem Ararat

Çare çiye? Mem Ararat dibêje: "Mixabin gelek tişt diqewimin di derbarê pêşîlêgirtina hunera bi kurdî. Mijarek gelek kûr û bi şax e. Lê bi rastî westiyam li ser vê mijarê biaxivim, lewre mixabin hemû bar maye li ser pişta şexsan, yanê hunermandan. Pêvajoya heyî ya li cîhanê jixwe gelekî dijwar e, lê ji derd û kulan re rewşa li Tirkiyê vê rewşa heyî kambaxtir dike. Weke şexs û hunermend çi ji destê min bê ji bo ku karê xwe baştir bikim ezê bikim. Hemû mafê xweyî zagonî ezê bi kar bînim û hemû îmkanê xwe ezê bixebitînim.”

Ruşen Alkar

Ruşen Alkar a ku diyar kir karsazên kurd ji ber nakokiyên siyasî xwe ji sektorê dûr xistine. Ruşen Alkar bibîr xist ku çalakiyên ku bên lidarxistin bi zextên girseyê piçekî hatin astengkirin û ev nêrîn parve kir:

"Bi rastî, ez difikirim ku astengkirina muzîka kurdî piranî bi siyasetê ve girêdayî ye. Dema ku em muzîka kurdî bi muzîka din a cîhanê re didin ber hev, em qada muzîka populer li cîhanê wekî qadeke serbixwe dibînin lê dîsa jî siyaset dikeve hundir, lê ne ewqas xurt û bi bandor e. Loma jî çanda populer ya xwedî sermaye û hêzeke aborî ya xwe ye. Rewşeke me ya pirfaktorî heye. Sermayek me ya ku ji ber hin sedemên siyasî tune mixabin. Bi rastî muzîka populer bi serê xwe xwedî rewşek bisînor e. Her kesî nagire nav xwe. Li aliyê din ger karsazek ​​bêje ‘Ezê li Amedê mîhrîcanekê li dar bixim’ em dizanin wê gelek pirsgirêkên ku ji vê yekê derkevin. Aliyê din kesên radîkal wê tiştekî bibêje, kevneperest wê tiştekî din bibêje, aliyê laîk tiştekî din bibêje... Yanî sermayedar bi her awayî wê nikaribe pera bi dest bixe. Lewma ew festîval nayê lidarxistin. Mîsal salên bihurî Li Wanê jî tiştekî wisa qewimî.  Komên oldar festîval betal kirin. Bi rastî ez difikirim ku sedema ku atmosferek xweş û azad ji hêla siyasî ve li wir nayê xwestin û dema ku astengiyên li pêşiya vê yekê werin rakirin jî dîsa naxwazin xweşî bê. Sedema duyemîn jî ew e ku ji ber van nakokiyên siyasî sermayedar jî di vê sektorê de perê xwe narazîne. Ez bi xwe wisa difikirim ku hewldana hunermenda niha bi şexsî dimeşin û hunermendên ku bi awayekî xwe gihandine temaşevanên xwe  bi şansin. Bi kurtasî ez difikirim ku heta ku daxwaza kolektîf û bextewariya kolektîf nebe dê ev zehmetî bidomin."

Gokçe Selîm

Berdewamkirina polîtîkayên înkarê bersiva betalkirina konserên kurdî ye. Li hemberî vê jî me nikarîbû li ser hunerê polîtîkayên xurt pêş bixin. Gokçe Selîm jî rexneya xwe li sîstemê dike û derbarê kêmasiyan de jî ji me re ev nêrînên xwe parve kir:

“Ji bo bersiva pirsa ku bi navê muzîka kurdî yan jî bi giştî hunera kurdî çi dikare were kirin, pêwîst e ku di hunera kurdî de rabirdû û niha gerek rast were analîzkirin. Bi kurtasî, betalkirina konseran di van demên dawîn de, tenê beşeke berçav a hawîrdora zextê bû ku bi salan ji aliyê dewletê ve li ser muzîk û hunera kurdî hatibû ferzkirin. Ji ber vê yekê ev tiştek nû bû. Di heman demê de pirsgirêka herî mezin di hunera kurdî de ewe ku em xwedî siyaseteke hunerî ya hemdem, nûjen û xurt nînin ku bikaribe bersivê bide, an jî bersiva wê têrê nake. Pêwîst e ku em siyasetek hunerî ya rast û xurt û qadên wê yên ku piştgiriya hilberîn û perwerdehiya hunerî dikin biafirînin. Bi rastî, diviya bû ku me çend sal berê bi rengekî weha bikira. Mixabin heta niha di vî warî de tu gav nehatine avêtin. Helbet li vir mirov dikare bipirse: Dema ku kurd nebin xwedî statu, çawa dikarin vê bikin? Li Ewropayê yan jî li welatên ku kurd lê dijîn, konservatuarên taybet dikarin bên avakirin. Akademiyên Alternatîf dikarin hîn zêdetir bên pêşxistin. Ez jî di wê baweriyê de me ku eger baş bê nihêrtin kadro hene ku dikarin binesaziya vê ava bikin. Bi rastî, ez difikirim ku divê di demek kin de tiştek were kirin da ku vê yekê fêm bikin, ji ber ku wextê me zêde tune."

Sakîna Teyna

Pêwîst e ne tenê li erdnîgariya xwe, li hemû cîhanê jî xwe vekin û muzîka xwe bi pêş bixin; lê ev hemû rêveberî û rêxistinbûneke xurt hewce dike. Nêrînên Sakîna Teyna yên li ser vê mijarê wiha ne:

“Wek tê zanîn karê me yê hunerî li Turkiyê gelek astengiyên mezin re rû bi rû ne. Ji bo ku em bikarin van zîncîran hinekî bişkînin ez pêşniyaz dikim ku hevalên me yên hunermend bêhtir platformên navnetewî de lêgerîna bikin. Gelek festîval, û organîzasyonên navnetewî nav dinyayê de hene fuara çêdikin. Beşdarbûna û temsîlkirina muzîka kurdî li van derena wê baş be. Dizanim dîsa ji bo vê tiştî derfetên aborî pêwistin lê ên kêm Transglobal World Music Charts he ye. Derbarê muzîka gelan de weşanê radyoyan dikin, CD ya guhdar dikin û cih didin wan. Ev karekî pir baş e û zemînek vedike ku mirov dikare hinekî vebibe. Ji bo vê yekê bêguman em hewceyê organizasyonanin û menejeranin û ev jî wek pirsgirekekî muzîka kurdî ye yanî bêhtir sîstema organizasyonê gerek pêşbixin. Li vî alî de gerek xebatekî baş navbera sazî û destgehên kurdan qadên navnetewî û welat bi hevre bimeşînin ji bo ku hunermend bikaribin xwe deverên din jî bide îfade kirin.”

Tara Mamedova

Ji bo ku zimanek zindî bimîne û hunerek zindî bimîne, hezkirin hewce ye. Tara Mamedova dibêje, hezkirin û hewldan lazim e.

“Reka serkeftina di nav çand û hunera kurdî de ji xwe ji çand û ji hunermendên xwe heskirine. Heskirin jî bi gotinê nabe. Divê ku di serî de siyasetmedar û rewşenbîr bala xwe bidin li ser vê mijarê. Divê ku saziyên taybet ji bo pişgiriya hunermendan bên damezrandin. Hêza ku di hunerê de he ye di tu tiştî nîne divê ku êdî vana fêm bikin”

Farqîn Azad

Li aliyê din Farqîn Azad jî dibêje, divê hemû hunermend bibin yek û hemû zaravayên kurdî bên parastin:

“Bi rastî jî pirsgirêka muzika kurdî ji berê de hene. An niha jî di astekî bilind te tên jiyandin. Sedema vê yekê jî berê de kesan ji bo berjewendiyên xwe bêhtir ji bo nasandina çand û huner û parastina ziman li hember asîmilasyona ku li ser kurdan ji bo vê yekê muzikê dikir. Di vê yekê de jî berjewendiyên kesan, şexsan, sazî û destgehan tune bû hemî di yek eniyekî de parastina vê yekê dikir û li hember asimilasyonê berxwedidan. Salên 90î de bi rastî hem gelek zilm û zorî hebû bi vî alî. Îro em dinêrin pergal bi xwe vê yekê pêş dixe û pêşketinê de jî hunermendên dibêjin em kurdin ev piştgiriyê didin. Bi rastî îro şerma herî mezin ev e ku kurdekî kesên zimanê wan tune dihesibînin piştgiriyê bide wan û ji wan re bibêje hunên me xilas bikin û hûn xwediyê me ne. Hunermendên kurdî gelek hinekî vegerine li ser eslê xwe. Yekitiya hunermendan muhim e. Bi bedelan gelek tişt hatine pêşxistin. Gerek em hemû şêweyên zimanê kurdî biparêzin. Bi taybetî parastina zimanê dayîka xwe bikin. Em dinêrin dilmilkî li ber hindakirinê ye qet kes li ser vê yekê tu xemekî wan nîne. Çand û hunera kurdî de gerek hunermendê kurd parastina zimanê bikin. Taybetî zimanê ku di ber çuyînê û windakirinê ne. Aram tîgran ji xwere ne digot ez hozan im lê gelek hunermend ji xwe re dibêjin em hozanin. Gerek em evqas vê meseleyê erzan nebînin. Gelek hunermend stranên gelêrî dibêjin gotinên stranê ser û bin dikin. Gerek hasasiyeta me hebe ji bo ziman. Ji ber ku ev ji me re her berhem arşîv e. Gerek stranan rast bistrînin. Em parastina nirxên xwe bikin. Em vê muzîka kurdî ya resen pêk bînin em dikaribin wek sektorekê xwe bide nîşandan perî hertiştî gerek em yekitiya hunermanda çêkibikin û divê yekitiyê de hemî hunermendên kurd cih bigrin. Karsazên kurd jî gerek piştgirî bidine vê çandê”

Hûn jî dibînin ku hunermendên kurd hemî tev de behsa eşqa ziman, xwenasînê, çand û hunerê dikin û nêrînên xwe rexneyên bi dilgermî dibêjin. Bi rastî wê her dem kêmasî hebe lê belê tişta herî muhim yekitiya kurdan e. Herwiha eşqa zimanê kurdî ye bi taybetî hunermendan, rewşenbîr, karsaz, sazî û destgehên kurdan bi tevî bi berxwedanekî xurt û kurdewarî dikarin vê meselê çareser bikin. Çare çi ye? Çareya ewil ji bo min xwenasîne! Pişt re hezkirina zimanê kurdî ye. Wek Mîr Celadet Bedirxan di kovara Hawarê ya çapa yekem de gotiye:

"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwenasîn ji me rêya felat xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê dê bide nas kirin.

lewma ku ziman şertê heyîna pêşîne. Celadet Alî Bedirxan kiriye Hawar. Hawara Mîr Celadet hawara me ye jî...