Hamid Omerî: Dayikên Şemiyê xîret û wijdana gel e

Berhema Hamid Omerî ya bi navê ‘Şînşem’, di Weşanxaneya Avestayê de çap bû. Omerî dibêje; “Dayikên çarikspî, çarikên xwe li kêlikên mezelên vala yên zarokên xwe girêdan û civak û xak bê çarik ma.” 

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Ez ji şi’ra xwe li pişt tiştinan venaşêre hez dikim. Ji şi’ra dixwaze bibe xwe, şi’ra em ji bo wê ji bilî wê pêdivî bi delîlekê din nabînin û lê nagerin. Ev cure şi’r, naxwazin xwe bispêrin vegotinên mezin. Her wekî jiyanê xwe berî nava hengameya rojê dikin. Ez ji vê re dibêjim xwegihandin û tev li hev bûna muzîka jiyanê. 

Şi’ra Hamid Omerî ne şi’reke carcarok û qarqarok e. Şi’ra wî jî dişibe wî; hay ji hebûna xwe heye. Di 2012’an de Keser a wî herwekî xeberdaneke bi jiyanê re hatibû ji min re. Nerm û seyal bû û her risteya wê bi hez û mihrîvaniyê hatibû honandin. Ji bo dîwana wî ya duyemîn (Încas) min gotibû Hamid Omerî xwendekarê xwe bi çêjeke din dide nas kirin. Û niha bi kitêba xwe ya nû bi Şînşemê derket qada hezkirên şi’r û edebiyatê. 

Risteya dawî ya Şînşemê ji bo ziyafeteke derengmayî gazîkirinek e: 

“kefaretê evînê tune di kitêbê de geştir bikin agirê min” 

Ez jî seba xatirê vê dawetê ji bo agir geştir bikim bi Hamid Omerî re axivîm.

“Pêçeka emrê min e çil/teşiya xwe dirêse li taldeyê qederê wext/safî nabe şîn û şûn ji wê kerbê… girêdide devê zeman saeta dawî/qelenê gulanê dide ser xwe kêlî” gava min helbesta li jor xwend ez di bin giraniya zeman de bê nefes mam. Wext li taldeyê qederê emrê me dirêse, şîn û şûn di nava kerbê de ji hev safî nabin, saeta dawî devê zeman girêdide, kêlî qelenê gulanê hildigre ser milê xwe. Weke ku ji bo jiyanê îradeyeke me nîn be jiyan di bin kirasê wext de me dabe ber xwe û em bi ber bayê zeman de weke peleke mirî bi wir de û bi vir de dipengizin. Ku ew rast be di esasê xwe de jiyaneke me nîn e? Wext heye lê em nîn in?

Te go wext! Wext dijwar e seyda. Ji bo demê perçeya herî hûr û biçûk kêlî ye. Ez nikarim kêliyê jî bikim du felq. Emrê min jî ji kêliyên min pêk tê ku ew dibe zemanê min. Kêlî bo min e, kêliya min e, ez dijîm. Dem jî bi destarê xwe hêrandina xwe didomîne, bi şehê xwe û teşiya xwe kêliyên min dirêse.  Bi baweriya min wext tayînkirî ye û muhlet e loma muceretbûn û muşexeskirina demê jî gelek girîng e bo min. Jixwe pirsa te ya kûr jî behsa seranseriya demê dike. Heta bi hetayê ye û xwediyê min e gelo! Na, ne bi vî rengî! Bi vê awirê nedîtbar e lê seyr e gava em bipîvin, biwezinînin; yanî em ji pêçek û qumatekê dest pê bikin zeman wê gelek şênber bibe. Futûhat tê bîra min lê bi raya min bo hevpeyvîneke wiha em jê dûr bisekinin dê baştir be. Lê dîsa jî heçîgava ez fêm dikim û têdigihêm saeta min dişuxile. Eger ez ferq nekim û tênegihêm jixwe dê weke term û têgeh mefhûma zeman li cem min çênebe. Gava ez kêliya berê û ya li pey ferq dikim dem bo min êdî li dar e. Piştî ez çûm helbet zemaneke dî wê darîçav bibe lê gava salname weke pelekê bi dîwar ve ma û darbesta zemanê bo min dan ser milan gelo emê behsa kîjan zemanî bikin? Ji ailyê din, şîn û şûn ji hev nikarin safî bibin lewra şîn a em pê dizanin ji kêliyan bêtir xwe nû dike li ser eraseya me. Zemanê me zalim e seyda! Derfeta terikandina cihê taziyê ji bo me ne pêkan e. Bi texmîna min bala te jî kişandiye di şi’ra min de her çiqas şîn hebe jî saeta dawî li ser biharê disekine. Belbî vêga wext be pişt re bihar be. 

Weke kevneşopiya xebat û xebatkaran roja şemiye, roja şahî û kêfê ye. Yezdanê mezin jî şeş roj xebitiye û roja dawî, nigê xwe dirêj kiriye û li îsteraheta xwe nêriye. Gelo çima Şemiya Şînşemê berê xwe dide şînê? Ez zanim  helbesta dilê te, ji buyerên gewre zêdetir ji bo buyerê basît li notaya digere. Te şemî çima kir Şînşem? 

Eger şîn ne buyereke mezin be rast e tespîta te. Lê çerxa zeman, muhletê sînorkirî, gorên bê kêlik, hestiyên bêxwedî, bîrên kûr, paceyên vekirî, qurnefîlên çilmisî, çarikên spî basît bin dîsa ezê bibêjim rast e. Çiqas cara ez di kolana îstîklalê re derbas bibim çarikeke spî dibînim. Şînşem şîna Dayikên Şemiyê ye. Şemî bo Xwedê bixwe jî betlane be bo dayikan şîn e.

Çarika spî li kolana Îstîklalê! Tu behsa wijdan û xîretê dikî gelo?

Heçîgava ji xwe dipirsim ez îman bi çarika spî tînim ku ji her tiştî paqijtir e ew ji bo min. Bîzê min ji çi biçe çarikeke spî dikare min ji wê bîna pîs xelas bike. Benikê qelp yê fikrî ê îro sibe û êvar xwe bi dirûbek din li serê me girêbide jî û çarikê çendîn car li avê bixe jî çarik spî ye û dê rengê xwe nede. Xwîna me hê jî li erdê ye û tu jî dizanî ji cihê ez jê têm bi çarikeke spî şer disekinî. Vêga çarik bîra kûr û fireh e. Bi wê hestên min çiqas teniktir dibin êdî bo min pirr ne derd e. Dayikên çarikspî çarikên xwe li kêlikên mezelên vala yên zarokên xwe girêdan û civak û xak bê çarik ma. Dayikên Şemiyê xîret û wijdanê gel û welatekî temsîl dikin lê beriya her tiştî li hêviya hestiyên xwe ne ku ji bîrekê derbikevin û bi wan re carekê be jî biaxivin. Xeberdan ewê bi wan bikeve an nekeve ne ciyê nîqaşê ye. Kêm zêde em tev de dizanin em tev de behsa welatekî xeyalî dikin ji hev re! Çi bê ber me emê li çarikê bixin. Ne deynê stûyê ti kesî be jî ez bi xwe deyndarê dîtin û gotinê me û ez ê her bibêjim şi’ra xwe û ya çarika spî. Helbet bi can û cesedê xwe bi zar û zimanê xwe ez çiqas karim bidim xuyakirin tiştek e lê bo min îşaret û nişandan jî li darê dinyayê ji bo şi’rê li xerîb û xerîbîstanê cab û deyaxa min a li hember zordestiyê ye.

“ez ne şaş bim/ ez ji wî hidûdê nenaskirî me/ şopa rihê min li têl û telê wê dikeve/ keziyên jina min xwe vedikin/ di paşila min de/ fistanê qîza min/ di heqîba dilê min de xwe li sorî dixe” ku mirovek ji hidûdê nenaskirî be ji bo yên din biyanî ye. Gelo heqîba dilê te biyanîbunê weke sorî tarif dike? An sorî, biyanîbuna ku mirov li ser ax û hidûdê xwe be? Bi gotineke dinê biyanîbuna ku meriv li ser axa xwe be hestiyariyeke çawa ye? 

Pirsên te bêtir berê me didin îmajên şi’rê. Te dil heye em yeko yeko safî bikin lê ezê nekevim vê dahfikê. Di vê şi’rê de şair li dûr behsa welatê xwe û qewmê xwe dike. Maliyên xwe hiştiye û di eniya şer de ye. Rojê dike çar dan û bi derbên tivinga xwe dixwaze tariya bi ser gel û welatê wî girtiye bide alî. Barana nikare xwe bi nikulê tîtirwaskê veke bi derba tetikê vedike. Hidûdê ew behs dike û bo wê şer dike nayê dîtin û qebûlkirinê. Eger heqîba wî siwarî li wir hatibe dîtin, keziyên jina wî ya li dûr xwe vekiribin êdî çi mabe ez bawer im wê xwe li sorî bixe fîstanê qîza wî jî daxil!

Tu karî bahsa pêvajoya hilberîn an afarindina helbesta xwe biki? Yanî mesele ji bo te îlham e an pêvajoyeke karkeriya helbestê ye? 

Şi’r bi heyatê re ye û mîzan nêhêrtina lê û dîtina wê ye. Şi’ra bi jiyanê nemije û xwe li parzûnê ziman nexe wê zêde xav, çêkirî û sentetîk be. Min bawerî bi heyatê û bi kurmancî aniye. Xwe şair dibînim û bi wî çavî li jiyanê dinêrim. Dengê taxê, sewta dêrê, qêrîna li kolanê nebihîzim û nebînim wê famkoriyekê xwe li min û helbet li şi’ra min girêbide. 

Ji bo biratiya kurdî û tirkî çi difikirî?

Em cîranên hev in. Cîran ji hev fahm dikin û bi hev re li gor usûl û qaydeyên cîrantiyê xeber didin. Cîranê me bi me re xeber nadin. Mirûzê xwe tirş dikin lê em zorê didin cîrantiyê. Tirk ji kurdî fahm nakin heta qebûl jî nakin lê kurd xwedî potansiyeleke ecêb ya biratiyê ne. Tirk ji bo kurdî fahm bikin ti zorê nadin xwe lê kurd ji bo tirkan û tirkî fahm bikin û wan bi heq derînin qûşê li xwe diqetînin. Tirkî silavê li kurdî nake lê em bi selewatan pêşwazî li Tirkiyê dikin. Têgihiştina biratî, kurhilîbun/keçhilîbûnê di vî warî de li ser hemû şair û rexnegiran ferzuleyn e. Cîran neyartiya me û zimanê me bikin nabe em behsa xwişkîtî û biratiyê bikin ya rast ew e em behsa heqên xwe, zordestiya wan û edaletê bikin. Loma em bibêjin em û cîranên xwe ji hev ne xweş in bi raya min wê duristir be. Belê em di nav tirkî de dijîn lê ne neyartî be jî bihîstina tirkî ne weke zimanekî din yê biyanî ye. Lewra tirkî, zilm û zorê, yasaxê, “Türkçe Konuş Çok Konuşê” tîne bîrê. Kî bi kîjan zimanî dixwaze helbet ewê pê binivîse. Ji bo min naveroka wê ji zimanê wê girîngtir e. Ez bawer im te vê pirsê bo nîqaşa li ser hevpeyvîna şairê li ber dilê min ezîz Lal Laleş kir. Ez ya dilê xwe bibêjim û jixwe min gotibû. Ji min re weke hewleke entelektuelî hat şi’ra wî ya dawî û gotinên wî. Weka ku di mebesta deyndayinekê de be. Lê Lal ne deyndar e deyndêr e! Loma ya li telê min ket ne tirkîbûna wê bû lê ‘Doğu’bûna wê bû. Eyb e meriv bêje lê bila kes xwe nexeyidîne em ji cîranê xwe ne xweş in. 

Te go li ser rexnegiran ferzuleyn e. Ez jî dixwazim her çiqas mijara me şi’ra te û diwana te Şînşem be jî bo rexnegiriya kurdî çi difikirî?

Ez jî serê xwe bi xwendin û rexneyê re diêşînim. Rexnegirî di halê xwe de di nav rûnê xwe de diqijile. Eger xwendina li ‘Kurdolojiyan’ ji bin metirsiya ewrê kar û debarê xelas bibe ez ji wir bi hêvî me. Hin navên di hêna ‘tezbilind’iyê de pirr bilind firiyan û xwe pirr sor kiribûn ne tê de lê yên bi xwêdana eniyê zorê dane şert û mercên xwe û ber bi doktorayê ve çûn/diçin hêviyê didine min. Dîtina min ev e: Bi gotar û nivîsarê re damara metnê neavêje gotar çiqas dirêj dibe bila bibe wê hew gotareke dirêj be û gotinên mezin jî hew ewê gotinên mezin bin. Ya çê ew e ku qelbê edebiyatê lêbixe. Di şi’rê de jî di rexneyê de jî ez ji zimanê ji kûrbûna xwe dûrketî diêşim. Balkêş e pûç kutandin bêtir li xweşê diçe! Jixwe ji metnên kurdî bêtir metnên bi tirkî bêtir di rojeva edebiyata me de ne. Qisûr be eger ev besî me ye. Gotineke çê ya derbarê metn û şi’reke bi kurmancî de bê kirinê pê mahdê hin rexnegirên me dixele. 

Di her sê diwanê xwe de tu helbesta xwe naspêrî têgehên mezin û bilind. Welat, azadî, wekhevi, serhildan û rizgariya civakî, di risteyê de weke buyerên rojane tên honandin. Ne ku ew têgehên qerase helbesta te pênase dikin; Ev hestên mezin di helbesta te de dibin navgînê helbestê. Gelo ev tespîta min rast e an na? 

Tespîta te ye û hêja ye. Eger li cem te wiha xuya bibe bo te şi’ra min ev e. Ya ezê ji bo tespîta te bibêjim dê bibe gotineke zêde. Helbet xwendinên cihê henin û dibe li cem yeka/yekî din bi rengek din xuya bibe. Mînak rexnegirên qerase yên ‘dijkolonyalîst’ ji bo jêgirtineke xwe qewî bikin radibin li hemû rûyê dinê li şî’reke li dij serdestiyê digerin efrîqa jî daxil lê Kurdistan ne tê de! Şi’ra min bi kurmancî ye û dijkolonyal e. Heyf e û xerîb e ez weke şairekî rabim behsa şi’ra xwe û antîkolonyalîstbûna wê bikim. 

Ji bo te helbesta kurdî tê çi maneyê? Tu helbesta kurdî çawa dinirxînî?

Şi’ra kurdî şîrhelalî ye. Kurmancî behr e û têra her îmaj û metaforê dike. Kesê bi avjenî û soberiyê dizane têra dilê xwe dikare di vê behrê de xwe noqî bin bike. Loma ji ser tramplenê şeml û teqleyên artîstîk hew liv û tevgerên populîst in. Kî bibêje zimanê min têr nake xwe ji Xwedê dike! Şi’r bi xwe hîpertansîf e pê re gotinên dê damarên şi’rê bixitimînin bi kêrî şi’rê nayên. Neheqiyeke mezin ya li şi’ra me tê kirin ev e: şi’ra me weke îsraf û zêdahiyekê tê dîtinê ji aliye weşanger û rexnegiran ve! Bereksê vê şi’ra me xwedî gotin e û bi dil û can e. Zindîbûna wê, hirbûna wê bedêlî gelek tiştan e. Li hember şi’rê çi qîmeta gotin û îdîayên mezin heye seyda! 

Helbestvanê te kî ne? Tu axilbe kîjan helbestvanan dixwînî?

Ji îmzeyan bêtir her cara çavê min li riste û şi’reke xas dikeve kêfxweş dibim. Gava li xwe warqilîm di guhê min de xezel û qesîdeyên Cizîrî û Xanî hebûn. Li civata sofî lê rûniştî bavê min bi min qesîde dida xwendinê. Nûbihara biçûkan, Mewlûd û Nehculenam bi min dabû jiberkirinê. Loma gava dihizirim bo min şi’r beriya her tiştî deng û rîtim e. Heçîgava dor dihate Axtepî û Cegerxwîn îronî û derb li dar bû di civatê de. Celan, Yeats, Eliot, Rilke, Lorca, Mayakovskî, yê dûr bûn ji cîranan Haşîm, Asaf Halet, Saba, Sureya, Uyar, Necatigil li pêş bûn bo min. Ji me ji bilî klasîkan Barnas, Fêrîkê Ûsiv, Bereh, Peşêw, Bêkes, Huseynî, Arî, Fatma Savci û Gulîzerê dixwînim û dişopînim. Şairên me yên populer ji bilî xwe behsa kesê nekin û gotinên gewre û girover bikin jî ji şi’ra wan hez dikim. Di hin serdeman de gelek şair bo şairekî dixebitin. Civat û cimaeta serhedê li pey şi’ra xwe be bi raya min wê şi’ra wan xastir bibe. Bo şi’ra Rizgar Elegez, Emerîkê Sidîqayê û Yehya Omerî bi kelecan im û dixwazim şi’ra wan bandorê li min bike.  

Pirsa dawî, tu xwe di nava kîjan kevneşopiya helbesta kurdî de dibînî? 

Heta niha di mala şi’ra me de du odeyên me çêbûne. Odeya rûspî û mêvanan û odeya nû. Ez xwe di nav civata odeya nû de dibînim.