Ji bo Osman Kavala bi her zımanî peyvek

Ferhenga ku behsa Osman Kavala dike derdikeve: Heger we bi peyvekî ve Osman Kavala bida naskirin we yê çi bigota?

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - 27ê Tîrmeha sala 2020î hezaremîn roja girtîbûna Osman Kavala ye. Hezar kes ên ku ji Osman Kavala hez dikin, dê ferhengek amade bikin û bi hezar peyvî Kavala bidin naskirin.

Rêveberê Weqfa Çanda Anatolîyayê karsaz Osman Kavala, ji 18ê Cotmehê 2017an ve di girtîgehê de ye. Îro hezaremîn roja wî ya girtîgehê ye.

Yên ku vê qampanyayê dane dest pê kirin wiha dibêjin:

“Em yên ku ji Osman Kavala hez dikin, em yên ku rûmeta wî digrin, yên ku bi salan e bi kurmê wî dizanin, yan jî di vê pêvajoyê de Osman Kavala naskirine û giramiyê dane wî, bes bi nivîsandina peyvekê di derheqa wî de, em vê dîlgirtinê gunehbar dikin ya ku ji zû de ye veguheztiye cezayê.

Heke we bi peyvekê Osman Kavala kat bikira, we yê çi bigota? Ji kerema xwe bersiva xwe li jêr binivîsin; em dê peyvên ku herî bêhtir hatine bi kar anîn û encama giştî bi çapemeniyê re parve bikin. Heke hûn bixwazin wekî di vê piştgiriyê de navê we bê nîşandan, ji kerema xwe vebijêrka “ERÊ”yê bitikînin.

Ji bo beşdarbûnê hûn dikarin vê nîşeyê bitikînin.

Osman Kavala için her dilden bir sözcükOsman Kavala için her dilden bir sözcük

Etiketler Osman Kavala