Goristaneke Li Sûrê!

‘Toledokirin’ û mîhrîcanên çandî yên bi vî şiklî dê ne bi dengê xwe ne jî bi mebesta xwe nikaribin bibin destpêka konsesûsê. Helbet ji bo em zorê bidin sînorên ziman huner şert e.

Google Haberlere Abone ol

Di salvegara mirina wî de “Li Goristaneke Amedê” careke din di bin sî û sîbera kevneşopiyê de, bi derb û ekla xwe, kamilbûn û çakbûna Osman Sebrî nişan dide. “Li Goristaneke Amedê” di 15ê Gulana 1933 an de di Kovara Hawarê de hatiye nivîsîn.

Ev çîrok dîsa dipeyitîne ku metnên li mekanê xwe dijîn û di dema nivîsandina xwe de asê namînin di sindoqa edebiyatê de dimînin. “Li Goristaneke Amedê” xwe di ser vê avzêma didemêdeasêmayî re qevasî îro dike. Bi vê qevaskirinê ji bo xwendekarê xwe yê nû; ji bo îro, ji qada kevn û klasîk xism û mervatiyekê pêde dike. Xwendin û nihêrtina li metnên wiha di rewşên kaotîk û qeyranî de weka navgînên di vê çîrokê de jî li der in, atmosfereke xeyalî ji xwendkarê xwe re terxan dikin. Xeyalî be jî dîtina dilsoziyeke wiha ji qonaxa Hawarê weka xelekên zîncîreke saxlem e û di navbera do û îro de deriyên muqayese û berawirdkirinê dide xwendekarê xwe.

Bi vê awirê bi dilrihetî dikarim bibêjim ku Osman Sebrî ne tenê bi jiyan û wêrekiya xwe herwiha bi naveroka metnên xwe jî dem û dewrana xwe tije dike û bi derba xwe domdar e. Di vê çîrokê de goristan bi xwe ji bo wî dibe cihê civîn, muşawere û dijraberiyê. Di eslê xwe de ne şîn û şîwan digel wê denglêkirin û hişyarkirineke ku bi van xusûsiyetên xwe jî di dirûbê Hawarê de ye. Li goristanê be jî çîrokeke sar nîne. Dengê wê jî atmosfera wê jî zenûnî nîne. Heta gava behsa rûhstîn dibe jî lehengê çîrokê (ezê çîrokê) henekê xwe bi vê hewla çavtirsandinê dike.

Hêz û qeweta hunerî ya çîrokê li hember jidilbûna mebesta wê temirandî be jî ji aliyekê ve jî hêz û qeweta wê ya hunerî ew jidilbûn e. Di goristanê de be jî hilweşîneke ramyarî nahezimîne. Her li ser qewlê xwe dimîne. Navên dibin mêvanê çîroka wî, ya jî navên di çîroka wî de li cihê xwe rûdinên herwekî jiyana rastîn, ya di valahiyên xwe de nin ya jî tenya ne û xweyfikrê xwe nin. Bi xwendinê re ya zelatir dibe ev e: mebesta nivîskar ji estetîkbûnê bêtir derb û gotin e. Di dewreke aloz û bi sanco de derb û gotineke wiha nîşana kozikeke taybet e. Ev çîkbûn pê re pê re dibe estetîka wî. Jixwe reseniya Osman Sebrî di jiyana wî de jî ev e û metna wî jî vê dupat dike. 

Şêwe û ramyariya di vê çîroka Osman Sebrî de, atmosfera pêkhatî, bêhn û ‘qefseng’a tengbûyî, meşa bi ber behreyê ve, zarîna teyrê şevê, çîrok û diyalog… bûyer her bi pey wê ‘civata mezin’ de ye. Xewna wî ya li axretê ya jî bi navê çîrokê em bibêjin “Li Goristaneke Amedê” êrîşeke xweyhiş e û berê derba xwe dîsa dide wê bêpêwendîtiya pergalî ku hê jî bela serê qewmekî ye. Osman Sebrî, bi jiyana xwe jî bi metnên xwe jî xîret, bawerî û welatperweriyê dewrî şopîner û xwendekarê xwe dike. Di vê çîrokê de careke din tê dîtinê ku nivîsandina wî ji bo tevger û helwesta wî ya şoreşgerî temamkêr e.

'MÎHRÎCANA RIYA ÇANDÊ YA SÛRÊ' Û LI GORISTANEKE AMEDÊ

Bi xwendina vê çîrokê re dengê miremirekê jî dihat. Dîtin û bihîstina herba li Sûrê, tax û bajarekî talankirî, şûştina bîr û dîrokê û lêtemaşekirin! Sedem û encamên wê sibê ro bi kişandina rontgenên pirralî yên demê, serdestiyê, hêzê, pergalê û civakê dê ji asta çavdêriyekê wirdetir biçe û derfeta dîtin û analîzê bide. Wê gavê belbî bi şêwazeke hessas ji bo wê qiyametê nêrîneke tekûz peyda bibe. Lêbelê siûddîtina bêjerî û temaşayê ya li wê felaketê ji bo şahidiya li wê herb û qetlîamê wê ti carî têr neke. Bi zimanê asayî behskirina lê ya jî ji Qotê Faqulteyê bihîstina deng û teqîna bombe û sîlehên li Sûrê wê her car weka xwepiçûkdîtinekê xuya bibe û li hin deveran jî bibe ‘pozbilindî’yeke tazî.

Vêga ya qewimî û tê qewimandinê ne tenê bihîstina dengekî ye. ‘Toledokirin’ û mîhrîcanên çandî yên bi vî şiklî dê ne bi dengê xwe ne jî bi mebesta xwe nikaribin bibin destpêka konsesûsê. Helbet ji bo em zorê bidin sînorên ziman huner şert e. Lê belê bi nêrîna Osman Sebrî heta bi çavdêriya Ehmedê Xanî li Qesra Civata Zanînê Civîna Mezin li dar nekeve wê xwêdaneke sar û zeleqok bi eniya me bikeve û qefseng li me teng bibe. Çi bi senfoniya serokkomariyê çi bi bihîstina muzîkeke tal û tirş! Li aliyekê konserên neviyên Osman Sebrî wê bên qedexekirinê li hêla din li şuna wê birînê riya çandê! Osman Sebrî bi wê romantîkbûna xwe ya bihêrs 90 sal berê jî dibêje: “Her gav li ser axaftina welatê xwe were dîtin.” Helbet hakimê hakiman jî heye û dawiya dawîn dem jî bi diyarkeriya xwe wê gotina xwe bibêje.

Çavkanî:
Sebrî, Osman. Li Goristaneke Amedê, Lîs, 2007