Şer û wêje

Şer û şîn, du peyvên wekhev û bi hev ra girêdayî... Du peyvên reş û tarî. Bi xwîn û girî. Bi êş û derd. Jiber ku şer komkujî ye. Kuştin û mirin e. Terbîyekirina bi tîbûn û birçîbûnê ye. Talankirina mal û mulk e. Sirgûn û koçberî ye. Trajedîya mirovahîyê ye. Şer, wêrankirina gund û bajaran, xerabkirin û şewitandina xwezayê ye. Di qada şer da, xwîn dirije û bi rengê xwe yê sor û gewez mîna ava çem û kanîyan diherike. Xwîna xortên simêlxwîdayî, zavayên dest bi hine û bavên zarokên çav li rê. Kujer jî, kuştî jî ew bixwe ne.

Google Haberlere Abone ol

İkram Oguz

Ji bo çi û ji bo kê dikujin û tên kuştin, pirîcaran ew bi xwe jî nizanin. Dengê dile xwe nabihîzin, li dengê zordar û tîranên xwe guhdarî dikin. Ji xofa dengen wan fam û feraseta xwe wenda dikin.

Gund û bajaran wêran dikin, dar û daristanan dişewitînin. Di bin kavilên gund û bajarên wêrankirî da jinên bî û zarokên sêwî, kal û pîrên stûxwar dimînin. Jiber vê yekê ye ku dibêjin, di encama şer da ne tene mirov, mirovahî û şaristanî jî dimire.

Nivîskara Belarûsî Svetlana Aleksiyeviç, ku xwedîyê Xelata Nobelê ya 2015an e. Aleksiyeviç di merasima xelatgirtinê da qala Şerê Cîhanê yê duyemîn dike û di derbarê encama wê da wiha dibêje:

“Di zarokatîya xwe da ez li gund dijîyam. Min ji lîstika di nav kuçeyan da dihat lîstin, pir hez dikir. Êvaran, jinebîyên gund, jinebîyên westyayî yên li ser sedirên dar rûdiniştin, weke miqnatis me ber bi xwe dikişandin. Bav û birayên wan, mêrên wan hemû hatibûn kuştin. Jixwe piştî şer nayê bîra min ku, di gundê me da jî mêr hebin. Di dema şer da, ji her çar mêrên Belarûsî yek, li enîya şer, yan jî di şerê partîzanan da hatibûn kuştin. Dinya me ya piştî şer, tenê dinyayek ji jinan bû. Tiştên ku zêde di bîra min da ma ne, jinan qet qala mirinê nedikirin, tenê qala hezkirinê dikirin. Roja dawîyê, çawa ji hezkirîyên xwe qetîyabûn, demeke çiqas dirêj û bi hesteke çawa li benda wan sekinîbûn, çawa hê disekinîn… Sal û demsal derbas bibûn, hê jî li benda bav û bira û mêrên xwe bûn. Digotin: ‘Bes ku vegerin, bê dest û bê pî bin jî, emê wan li ser pişta xwe bigerînin, Bê dest û bê pî…”

Wek gotinên nivîskara Belarûsî, wêje, ya jî wêjekar neynûkê li rûyê şer, ew rûyê wî yê qirêj digre û qirêjîya wî nîşan dide. Heger ku xwedî tesir be, wêjekar dikare rê li ber mirina mirovahîyê bigre. Jiber ku, di jîyana wêjekar da şer cîh nagre. Bi xewn û xeyalên xwe, di dinyayek bê şer û kuştin, bê xwîn û girî da jîyaneke nû dixemilîne. Karê wî/wê fikr û afirandin e. Afirandina ji bo jîyeneke bextewar.

Loma, wêjekar di berhemên xwe da li rê û dirban digere, dixwaze ji gul û sosinên rengîn gulîstanek ava bike. Gulîstana xwe, bi peyv û hevokên ku di hemahengîya jîyana rojane da hatine jibîrkirin, dixemilîne û bi wan jîyanek nû jîndar dike. Di wê jîyanê da rê û rêbazên evîndarî û bextewarîyê nîşan dide. Sedem vê yeke ye ku mîna kesên hunermend û zanyar, wêjakar jî mirovhiz û aştûxwaz e. Dijberê şer û pevçûnê, dijberê kuştin û mirina mirovahîyê ye.

Di jîyana wêjekar da hovîtî, di meclîsa hovîyan da jî wêje û wêjekar cîh nagre. Dengê wêjekar naçe guhê tîran û zordaran. Ji sûr û çeperên ku li çarnikalên koşk û serayên wan hatine çikandin, dengê wêjekar derbas nabe. Li dîwar û pencereyên wan dikeve û şûnda vedigere. Loma li welatên di bin desthilatîya tîran û zordaran da, warê wêjekar pirî caran heps û zindan, sirgûn û koçberî ye.

Heps û zindan jî, sirgûn û koçberî jî ji bo bêdengmayîna wêjekar e. Bêdengî, ji bo wêjekar mirin e. Zordar û tîran nizanibin ji, wêjekar vê yekê baş dizane û loma di bin her şert û mercan da deng dide û tu car bêdeng namîne.

Jiber ku amûrên wî/wê peyv û hevok, kare wî/we jî, bi xewn û xeyalên ji bo jîyanek bê şer û pevçûn, afirandin e. Heta ku di berikê da peyv û di serî da jî hiş û hişmendî hebe, wêjekar deng dide û diafirîne…