Di Kurdî de fiîlên transîtîv û Ergatîv

Wekî ku min di pêşgotina 'Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri' da nivîsiye, ji bo analîzkirina Kurdî, em muhtacê peyv û gotinan in ku di zimanên din yên coxrafyaya me da nayên bikaranîn. Lewra hin mefhûm û taybetiyên Kurdî hene ku di zimanên derûdora me da tunin û loma jî di wan zimanan da îhtiyacî bi van gotinan nebûye. Gotina Ergatîv jî yek ji van gotinan e ku ji bo tehlîlkirina Kurdî tê bikaranîn, lê ji bo zimanên wek Erebî, Tirkî û Farisî îhtiyacî pê çênebûye, ji ber ku di van zimanan da mefhûma ku bi vê peyvê tê binavkirin, tuneye.

Google Haberlere Abone ol

Di vê nivîsê de ezê li ser Ergatîvê bisekinim. Ezê bi çend diyalogên di navbera me û zarokan da derbas dibin, dest pê bikim.

ÇEND DİYALOG

I:

Bav: Baran, te çi got?

Baran: Bavo, ez gotim, ji min re bisîkletekê bikirre.

II:

Dê: Hemze, te xwarin xwar?

Hemze: Na, dayê. Ez xwarin nexwarim. Ez ne birçî me, ez têr im.

III:

Bav: Zarokno, we bi hev re lîst?

Zarok: Na, bavo. Em bi hev re nelîstin. Em ji hev hez nakin.

Li vir em çend qisedanên kin yên di nava me û zarokan da dikarin derbas bibin, dibînin. Di van mîsalan da çi heye?

Herkesê ku bi Kurdî dizane, ferq dike ku di hersê diyalogan de çend fiîl (lêker/fiil/verb) şaş hatine bikaranîn. Fiîlên ku xelet hatine bikaranîn ev in:

Bavo, ez gotim.

Ez xwarin nexwarim.

Em bi hev re nelîstin.

Em cardin werin ser pirsa ewil: Belê, di van mîsalan da çi heye? Zarokan di vir da çi kirine û çima wiha kirine?

Berî her tiştî divê bê gotin ku zarokên bi navê Baran û Hemze bi van mîsalan nîşan didin ku ew hin qaîdeyên zimanê Kurdî baş hîn bûne. Herdu zarokan jî fehm kiriye ku

1. Fiîl li gorî kesan tên tewandin.

2. Ji bo kesê ewil û tenê, yanê ji bo cînava 'ez', paşpirtika fiîlê (sonek/suffix) -im e.

3. Her fiîl xwediyê kokekê ye û kokên fiîlan yên dema derbasbûyî ev in:

gotin=> -got-

xwarin => -xwar-

lîstin => -lîst-

Ev zarok kîjan qaîdeya mûhîm ya zimanê Kurdî hîn nebûne? Îcar ev mijara Ergatîvê ye! Lê berî ewil îzaha çend termên (gotinên) gramerê.

2. Tasnîfkirina Fiîlan: Fiîlên transîtîv û yên întransîtîv

Di zimanan da fiîl di du grûban da tên komkirin: Fiîlên transîtîv (gerguhêz/geçişli) û fiîlên întransîtîv (negerguhêz/geçişsiz).

Fiîlên transîtîv ew fiîl in, ku li objeyekê (nesne/object) hukim dikin. Wek mîsal em dikarin li vir fiîla 'xwarin' yan jî 'gotin'ê bidin. Ev fiîl di cumleyê da bi tena serê xwe nayên bikaranîn, yanî meriv nikare bibêje:

Ez dixwim.

Ez dibêjim.

Herdu hevok jî kêm in û guhdar hema di cih de bi van pirsan bersivê didin:

Tu çi dixwî?

Tu çi dibêjî?

Ji ber ku ev fiîl, fiîlên transîtîv in, ew objeyekê dixwazin û wek mîsal ew dikarin wiha bin:

Ez navrojê dixwim.

Ez kilaman dibêjim.

Gotinên navroj û kilam objeyên van herdu fiîlan in.

Fiîlên întransîtîv ew fiîl in ku tu objeyê naxwazin. Wek mîsal, fiîlên 'gerîn' yan jî 'tirsîn' dikarin ji bo vê grûba han werin dayin. Loma jî meriv dikare bibêje

Ez digerim.

Ez ditirsim.

Ez radikevim.

3. Fiîlên transîtîv û yên întransîtîv: Dem

Di Kurmancî da ev herdu grûbên fiîlan di hin deman de (zaman/tense) ji hev gelek cihê ne û di hin deman da jî wek hev tên tewandin. Di demên niha û pêşerojê da (şimdiki ve gelecek zaman/ present tense, future) ew wek hev tên tewandin.

Hemû fiîl li gorî kes û demê tên tewandin:

şpirtika dema niha

kes (kesê ewil)

Di hemû demên derbasbûyî da (geçmiş zaman/past tenses) ew ji hev cihê ne û ferqên mezin di nava wan da hene. Di demên derbasbûyî da fiîlên întransîtîv wek demên niha û pêşerojê li gorî dem û şexs tên tewandin, loma jî eleqeya wan bi Ergatîvê tuneye û ji vir pê va em li ser wan nasekinin – mijara me fiîlên transîtîv e.

Herçiqas ku fiîlên transîtîv di demên niha û paşerojê da mîna yên întransîtîv werin bikaranîn jî, ew di demên derbasbûyî da xwediyê xisûsiyetên cihê ne. Îcar ji vir pê ve meseleya Ergatîvê dertê pêşiya me. Em herdu cumleyên jor di demên derbasbûyî dikarin wiha formule bikin:

Min navroj xwar.

Min kilam gotin.

Wekî ku xuya dibe,

1. Cînava ez di dema derbasbûyî da bûye 'min'

2. Fiîla 'xwarin' li gorî kesê ewil nehatiye tewandin. Eger ew bihata tewandin, diviyabû ew wiha ba: Min navroj xwarim

1. Objeya 'navroj'ê bûye 'navroj'

2. Di cumleya dudiyan da gotina 'kilaman' ne pirjimar e, ew wek 'kilam' hatiye gotin

3. Di cumleya dudiyan da fiîla 'gotin' pirjimar e, ew ne li gorî 'min' hatiye tewandin. Ew li gorî objeyê hatiye tewandin.

Ev pênc noqte û hin xisûsiyetên din, di Kurdolojiyê de wek Ergatîv tên binavkirin. Ji vir pê ve ezê yeko-yeko li ser van xisûsiyetan bisekinim.

4. Ergatîv, yanê çi?

Fiîlên transîtîv di demên derbasbûyî de xwediyê xisûsiyetên cihê ne û ji bo wan paradîgmayeke taybetî heye.

4.1 Faîl

Faîl (kirde/özne/subject) ne di halê normal da ye; ew di halê Casus Obliquus de ye. Weku tê zanîn, di Kurmancî da du hal hene: Halê Rectus û yê Obliquus.

Di dema niha û pêşerojê da faîl di halê Casus Rectus da ye. Em mîsalên jor cardin dikarin li vir bidin:

Dema niha

fiîl

Gava em van cumleyan werdigerînin dema derbasbûyî, faîl halê Casus Obliquus digre. Obje jî cî diguherîne û halê Casus Rectus digre:

Dema derbasbûyî

fiîl

Kes

Gava faîl cînav nebe, kelîmeyeke din be, divê meriv van paşpirtikan li ber çavan bigre:

Paşpirtikên

Paşpirtikên

kelîmeyên nêr (eril/masculine)

kelîmeyên mê (dişil/feminine)

kelîmeyên pirrjimar (nêr û mê)

Ji vê şemayê em çi fêm dikin? Ji şemayê tê fêmkirin ku divê kelîmeyên navdêr, gava bi fiîlên transîtîv û di demên derbasbûyî da tên bikaranîn, wan paşpirtikên jorîn bigrin. Da ku ev mijar baştir were fêmkirin, em dikarin van mîsalan bidin:

=> 'Baran' tu paşpirtik negirtiye, ji ber ku ew navê lawan e û nêr e.

=> 'Zozan' paşpirtika ê, ku nîşana Casus Obliquus ya kelîmeyên/ navên mê ye, girtiye.

=> Li vir di nava paşpirtika Casus Obliquus û 'Leyla' de herfa 'y' heye, ji ber ku ev bi dengdêrekî (ünlü/vowel; herfa a) bi dawî dibe.
Dengbêjan xweş stra. => 'an' ya dawiya peyva 'dengbêj' nîşana Casus Obliquus e. Ew pirrjimariyê nîşan dide.

4.2 Tewandina fiîlê

Fiîl li gorî faîl nayê tewandin. Ji bo hemû kesan koka fiîlê ya dema derbasbûyî tê bikaranîn. Da ku ev noqte were fêmkirin, em fiîla 'xwarin' wek mîsal didin. Weku ji şemayê jî tê fêmkirin, di dema niha da fiîla 'xwarin' li gorî kesan hatiye tewandin; lê di dema derbasbûyî da tenê koka wê hatiye bikaranîn. Ev jî ji yek xisûsiyetên Ergatîvê ye:

4.3 Obje û fiîl

Pirjimarbûna objeyê bi fiîlê tê nîşandan; ne bi objeyê bi xwe!

Weku tê zanîn, di dema niha da obje yan kêmjimar (tekil/singular) e yan jî pirjimar (çoğul/plural) e û li gorî wê meriv paşpirtikê lê zêde dike. Di herdu cumleyên jêrîn da kêmjimarbûn û pirjimarbûna objeyê bi paşpirtikan hatiye nîşandan:

Zozan kilam-ê dibêje.

Zozan kilam-an dibêje.

Lê di demên derbasbûyî da obje ji ber ku di halê Casus Rectus da ye, ew tu paşpirtikê nagre, loma jî divê pirjimabûna wê bi şiklekî were nîşandan û ew jî fiîl e:

Zozanê kilam got.

Zozanê kilam gotin.

Di cumleya ewil de 'Zozan' tenê kilamekê dibêje, loma jî fiîl kêmjimar e; di ya dudiyan da jî 'Zozan' du yan gelek kilaman dibêje; loma jî fiîl pirrjimar e. Bi gotineke din, fîîl nîşan nade, ka faîl pirr in yan na; fîîl pirbûna objeyê nîşan dide.

Da ku ev mefhûm baştir were fêmkirin, mîsaleke din:

Dema niha: Ez Zozan û Zelalê dibînim.

Dema derbasbûyî: Min Zozan û Zelal dîtin.

Di herdu cumleyan da jî faîl kesê ewil e (ez/min). Di cumleya dudiyan de fiîl pirjimar e (dîtîn), ji ber ku obje du kes (Zozan û Zelal) in.

Tiştekî din î balkêş jî ev e ku fiîl di demên derbasbûyî da li gorî objeyê tê tewandin, ne li gorî faîl. Wekî ku tê zanîn, di dema niha da fiîl li gorî faîl tê tewandin. Ji bo ku ev ferq were fêmkirin, dîsa du mîsal:

Dema niha: Ez te dibînim.

Dema derbasbûyî: Min doh tu dîtî.

Di cumleya ewil da fiîl li gorî faîl, yanê li gorî cînava 'ez' hatiye tewandin. Lê di cumleya dudiyan da ew li gorî objeyê, yanê li gorî cînava 'min', hatiye tewandin.

4.4 Di diyalogan de çi şaş e?

Em cardin werin serî! Di serî da me çend diyalog wek mîsal dabûn. Wekî ku ji îzahan xuya dibe, zarokên bi navê Baran û Hemze di diyalogên jorîn da di şûna cînavên Casus Obliquus de, yên Casus Rectus bi kar anîne. Ev yek. Ya din jî ev e ku zarokan fiîl mîna di dema niha de tewandine. Bi gotineke din, ew avahiya fiîlan ya dema niha hîn bûne, lê qaîdeyên Ergatîvê hê fêm nekirine û loma jî wan ew li ber çavan negirtine:

Bav: Baran, te çi got?

Baran: Bavo, ez gotim, ji min re bisîkletekê bikirre.

Dê: Hemze, te xwarin xwar?

Hemze: Na, dayê. Ez xwarin nexwarim. Ez birçî nînim, ez têr im.

Bav: Baran, te çi got?

Baran: Bavo, min got, ji min re bisîkletekê bikirre.

Dê: Hemze, te xwarin xwar?

Hemze: Na, dayê. Min xwarin nexwar. Ez birçî nînim, ez têr im.

Ji îzahên jorîn meriv dikare avahiya fiîlan di Kurmancî da wiha nîşan bide:

FaîlObje
fiîlên întransîtîvhemû demCasus Rectus---
fiîlên transîtîvdema niha û ya pêşerojêCasus RectusCasus Obliquus
demên derbasbûyîCasus ObliquusCasus Rectus

Ji ber ku mefhûma Ergatîvê di Kurmancî da tenê di demên derbasbûyî da dertê holê, di zimannasiyê de (linguistic) ew wek 'Ergatîva perçe' (split ergativity) tê binavkirin.

Ergatîv di zimanên Ewrûpî û yên cînarên Kurdan da tuneye û loma jî karê hinkirin û îzahkirina wê zehmet e. Ji ber vê, lê xisûsen ji ber nebûna perwerdeya zimanê Kurdî wê nifşên nû di aliyê Ergatîvê da gelek zehmetiyan bikşînin û divê em li rê û rêbazan bigerin, ka em çawa dikarin vê mefhûma han bidin hînkirin!