Vîrûsa koronayê û derûniya mirovan

Ev rewşa zor û zehmet ji zarokan bigir heya extiyaran hemû kesî dixe bin bandora xwe. Ji ber ku zarok nizanin bê di rewşeke çawa de ne û nizanin bê ew û malbat çawa tevbigerin ez dixwazim destpêkê behsa zarok û malbata wan bikim. Tendirustiya derûnî ya zarokan girêdayî tendirustiya derûnî ya dêûbavê wan e. Dêûbav ji ber agahiyên çewt û nerast çiqasî bi tirs û hêrs tevbigere dê ev tirs û rewşa metirsiyê derbasî zarokên wan jî bibe.

Google Haberlere Abone ol

Siyabend Aslan*

Weke ku tê zanîn di van rojên dawî de nexweşiyeke bi navê COVID-19 (1) derketiye holê. Ji ber ku ev vîrûs bi awayekî hesan belav dibe û encamên talûke bi xwe re tîne gelek mirov hewl dide ku xwe ji vê vîrûsê biparêzin. COVID-19 vîrûseke perok e û di sîstema danûstandina bêhnê de dibe sedema enfeksiyonê. Weke ku tê zanîn ev nexweşî cara yekem di dawiya sala 2019an de li Çînê (2) derketiye holê. Nîşêtên sereke yên vê nexweşiyê herareta zêde, kuxik û bêhnçikîn e. Êşa masûlkeyan, êşa qirikê, zikêşî, di bêhnstandin û ta’hmstandinê pirsgirêk, belxem, virikîbûn hin nîşêtên dîtir nîşêtên vê nexweşiyê ne (3). Piştî ku derket pê ve ev nexweşî weke şewbekê li 200 welatî zêdetir belav bûye, heya niha 1.159.515 kes bi vê nexweşiyê ketine û ji van kesan 237.436 kes baş bûne, 62.376 kes jî jiyana xwe ji dest dane (4). Ev hejmar her kêlî zêdetir dibin.

'GELEK KESÊN KU JI VÊ NEXWEŞIYÊ MIRINE XWEDÎ NEXWEŞIYÊN KRONÎK IN'

Li gorî lêkolînan rêjeya mirinê ji nav 1000 kesên nexweş 5-40 kes e. Gelek kesên ku ji vê nexweşiyê mirine xwedî nexweşiyên kronîk ên weke şekir (diyabet), tansiyon, dil, pirsgirêkên bêhnstandinê ne û ev kesên ku dimirin bêhtir extiyar in (5). Ev nexweşî bi gelemperî bi dilopikên ku bi rêya kuxikê derdikevin holê derbasî mirovan dibe. Bi rêya deverên ku vîrûs li ser wan hene (kontamîne) jî belav dibe. Mirov piştî ku dest dide van devaran heger destê xwe bide dev, poz, çavên xwe vîrûs derbasî organîzmaya mirovan dibe û wan nexweş dixe. Pişti ku mirov dûçarî vê vîrûsê tê di 2-14 rojan de nîşêtên nexweşiyê xwe didin der û roj bi roj nîşêt girantir dibin.

'HER KES HEYA JÊ TÊ XWE ÎZOLE, JI MALA XWE DERNAKEVE, DEST Û RÛYÊ DIŞO'

Ji ber ku vîrûsa koronayê gelekî xurt ji mirovekî derbasî mirovekî din dibe takekes mecbûr dimîne ku hin bergiriyan bi cih bîne. Îzolasyon, navbera civakî, paqijî hin ji van bergiriyên sereke ne. Her kes heya jê tê xwe îzole dike, ji mala xwe dernakeve, dest û rûyê xwe bi sabûnê dişo an dezenfekte dike, xwe gelekî nêzî mirovan nake. Lê di rewşeke wisa de heger ev bergirî bi awayekî zanebûn neyinin bi cih dê bi mirovan re hin pirsgirêkên derûnî yên weke stres, depresyon, anksiyete, nexweşiya strese ya piştî trawmayê û pirsgirêkên hevahengiyê derbikevin holê. Ji ber ku hêj dermankirina vê vîrûsê nehatiye dîtin û ne diyar e bê ma wê ev rewş çiqasî dom bike ev jî bandorekê giran li derûniya mirovan dike.

'HESTEKE DÎTIR JÎ METIRSÎ YE'

Em hemû dizanin bê tirs hesteke çawa ye û bi şiklekî me hemûyan ev hest tecrube kiriye. Dema ku ji nîşka ve dengekî bilind bê me an jî erd biheje em ditirsin. Dema ku mirov li hember tiştekî şênber rewşeke xeternak dijî, tirs bi awayekî xwezayî weke bertekekê derdikeve holê. Hesteke dîtir jî metirsî ye. Ev hest herçiqasî bişibe tirsê jî lê hebekî jê cuda ye. Di rewşa metirsiyê de rewşeke nediyar peyda dibe. Takekes dema ku li hember rewşeke nediyar metirsiyeke zêde dijî dikeve bêhizûriyekê û nizane bê ma wê çawa tevbigere. Bi gelek fikr û fikaran re rû bi rû dimîne û nikare xwe bi hesanî ji van fikaran rizgar bike. Heger mirov van her du hestan bi awayekî normal bijî û qontrol bike dikare jiyana xwe li gorî wê rewşê gelekî baş saz bike.

REWŞEKE ZOR Û ZEHMET...

Ev rewşa zor û zehmet ji zarokan bigir heya extiyaran hemû kesî dixe bin bandora xwe. Ji ber ku zarok nizanin bê di rewşeke çawa de ne û nizanin bê ew û malbat çawa tevbigerin ez dixwazim destpêkê behsa zarok û malbata wan bikim. Tendirustiya derûnî ya zarokan girêdayî tendirustiya derûnî ya dêûbavê wan e. Dêûbav ji ber agahiyên çewt û nerast çiqasî bi tirs û hêrs tevbigere dê ev tirs û rewşa metirsiyê derbasî zarokên wan jî bibe. Di vir de divê dêûbav bo agahiyên rast serî li çavkaniyên dirust bide da ku bi agahiyên çewt rewşa xwe û rewşa malbata xwe nexe nav tirseke mezin. Bandora medyaya civakî û nûçeyan gelekî heye li ser zarokan. Di vir de malbat divê hay ji vê rewşê hebe û zarokan gelekî dûçarî medyaya civakî, nûçe vîdeoyên nebaş yên derbarê vîrûsa koronayê neke.

Zarok bi taybetî jî di rewşên karesat û bobelatan de dixwaze xwe di ewlehiyê de hîs bike. Di vir de heya ji me bê divê em bi baldarî tevbigerin da ku zarok hîs bikin ku em li cem wan in û bo parastina wan tiştên ku wê ji destê me bê em ê bikin. Dibe ku zarok derbarê vê vîrûsê hin pirsan jî bike. A rast û baş divê em bi awayekî zanistî lê bi zimanekî ku ew fêm bikin pirsên wan bibersivînin. Bersivên me yên ne li rê dibe ku tirsa wan hîn zêdetir bike. Helbet dema ku em ji zarokan re behsa vê nexweşiyê bikin divê em temenê wan jî li ber çavan bigirin. Dibe ku ev zarok gelekî piçûk jî bin û carcaran bixwaze tiştên ku te aniye zimên dîsa bixwaze ku tu dubare bikî. Di vir de sebr girîng e û divê bi zimaneke ku ew fêm bike em jê re rave bikin. Lewra zarokên ku hê naçin dibistanê nizanin bê ma vîrûs çi ye û tiştekî çawa ye.

'WEKE ÇÎROKEKÊ RAVE BIKE'

Di rewşeke wisa de mirov dikare ji wêneyan alîkarî bixwaze. Weke çîrokekê jê re vîrûsê rave bike. Rewşeke nediyar metirsiya zarokan zêdetir dike. Wexta ku nediyariyek hebe dibe ku zarok di serê xwe de gelek senaryoyên nebaş çêbike. Weke mînak zarokên piçûk tiştên ku diqewimin dikarin gelek xelet fêm bikin. Gelo wexta ku qedexeya derketina ji derve çêbibe ma wê xwarina me têra me bike? Gelo wê hemû kes nexweş bikevin û yên ku nexweş dikevin wê hemû bimirin û hwd. Pêwîst e em bizanibin ma gelo ew çi difikirin da ku em li gorî wê alîkariya zarokan bikin û ji wan re xweş rave bikin. Zarokên ji 6 salî piçûktir ji vîrûsa koronayê gelekî ne agahdar in. Divê ji ber vê yekê jî mirov mijarê gelekî veneke da ku em metirsiyekê nexin dilê wan zarokan.

Heya ji malbatê were bila xwarin, vexwarin, raketin û lîstika zarokan weke berê di heman saetan de bê kirin. Bi taybetî jî xew, xwarin û vexwarin gelekî girîng in bo zarokan. Ev faktor hem bo tendirustiya wan a derûnî hem jî bo tendirustiya wan fizîkî pêwîst in. Tirs, metirsî û stresa her zarokî ji hev cuda ye û li gorî wê bertekan nişan didin. Hin zarok li hemberî vê rewşê dibe ku bêdeng bimînin, hin ji wan dibe ku gelekî bixwaze biaxivin. A girîng ew e ku divê malbat haydar be û agahiyên pêwîst bi zarokan re parve bike. Dibe ku di nav çalakiyekê de ji wan re behsa vîrûsa koronayê bike û wan fêr bike bê ma wê ew çawa hay ji paqijiya xwe hebin û çawa xwe ji vîrûsê biparêzin û hwd. Gava malbat zarokan fêrî destşûştin û paqijiyê bikin divê hay ji tevgerên xwe hebin da ku ev fêrkirin bi awayekî neyînî bandorê li zarokan neke. Weke mînak heger bo destşûştin û papijiyekê 20 çirke bes be bila malbat vê neke 1-2 deqîqe an jî zêdetir. Paqijiyeke bitirs, paqijiyeke her kêlî û ji wextê xwe zêdetir wê rê li ber nexweşiya strese ya sewesiyê veke.

'DIVÊ MIROV JI SIBEHÊ HEYA ÊVARÊ NÛÇEYAN TEMAŞE NEKE'

Wekî din di van rojên ku her kes di mal de ne malbat bo tendirustiya xwe ya derûnî li malê bi hev re hin çalakiyan bikin. Weke mînak bi hev re lîstikan bilîzin, wêne xêz bikin, pirtûk bixwînin, xwarinê çêbikin, fîlm temaşe bikin. Divê mirov ji sibehê heya êvarê nûçeyan temaşe neke, gelekî nekeve medyayên civakî da ku malbat stresa xwe zêde neke. Mirov nizane bê ma wê ev rewş çiqasî û çawa dom bike, ji ber vê yeke jî mirov divê di malê de bêtevger û bêhereket rûnenê û gelekî xwarinê jî nexwe. Bi egzersîz û hereketan mirov divê tendirustiya xwe ya bedene jî biparêze. Tevger û hereket bo xeweke xweş jî wê baş be.

REWŞA ZAROKAN...

Heger zarok li gorî berê hîn hêrstir be, xwe ji malbatê gelekî îzole bike, fikr û fikarên mirinê pê re peyda bibe, xew û xwarin û vexwarina wî gelekî guherî be, zû bigîrî, di bin xwe de bike an bimîze, tenê nikaribe rakeve, tirs û metirsiyên wî gelekî zêde bibin divê malbat bizanibe ku ji aliyê derûnî ve zarok nebaş e û divê malbat li gorî wê tevbigere. Pêwîst e di rewşên wisa de malbat bertekên tûj nedin zarokên xwe, li hemberî zarokên xwe bêhtir bêhnfireh bin, gelekî bi wan re nexeyidin, heya ji wan bê zarokên xwe fêm bikin, wan gelekî rexne nekin. Di hin rewşan de jî divê malbat teqez li serî nexweşxaneyê bide. Heger zarok xwe bi xwe biaxive, tiştên ku di odeyê de tune ne bibîne û dengên ecêb bibihîse, qet nexwe û venexwe, zirarê bide xwe û derdora xwe, wekî pûtekî bisekine û qet neaxive, xwe ji her kesî dûr bixe, ji odeya xwe dernekeve, ji televîzyonê bitirse, nikaribe raze, piştî xwarinê gelekî verişe, gelekî zeîf bibe û hwd.

TIRS Û METIRSÎ STRESA EXTIYARAN ZÊDE DIKE...

Em dizanin ku hem ji aliyê derûnî hem jî ji aliyê fizîkî ve vîrûsa koronayê bandorê gelekî li ser extiyaran kiriye. Bo ku ev nexweşî belav nebe û kesên extiyar bê parastin li Tirkiyeyê destpêkê bo extiyaran qedexeya derketina derve hat kirin. Piştî ku ev qedexe hat kirin gelek kes çû ser extiyaran û weke ku vîrûsê wan belav kiriye dan xuyakirin. Dema ku li derve dihatin dîtin vîdeoyên wan dihat kişandin, peyvên nexweş, zarokane ku tu henekên xwe bi wan bikî ji wan re dihat gotin. Bêgûman ev tevgerên wisa bêhtir derûniya wan xera dikir. Ji ber ku civat her serê kelî diçe ser wan, weke ku ew di lêpirsînekê de ne pirs ji wan tê kirin, sûcdar tên xuyakirin kesên extiyar dikevin ber fediyê. Tevgerên wisa yên civakê dike ku ew jî xwe sûcdar hîs bikin. Hem ji ber ku vîrûsa koronayê bêhtir zirarê dide kesên extiyar hem jî ji ber kotekiya civakê tirs, metirsî, stresa extiyaran zêdetir dibe û dikevin nav depresyonekê.

Di rewşeke wisa xeter de tirsa mirinê li gorî zarok, ciwan û kesên mezin bi extiyaran re 5-6 qat zêdetir e. Destpêkê divê em extiyaran guhdar bikin, em bihêlin ku ew xwe îfade bikin û hestên xwe bînin zimên. Gelo çi difikirin, çi hest dikin. Pêwist e em ji wan re rave bikin ku ne ew berpirsiyarê vê vîrûsê ne û bo parastin û qenciya wan ev qedexeya derve heye. Divê tebigihîjin ku aniha mal bo wan cihekî gelekî ewle ye û divê ew dernekevin ji derve. Em hemû jî dizanin ku her ku emir diçe mirov bêhtir hestyar dibe û aniha ew ji me hemûyan hestyartir in. Ji ber vê yekê divê tevgerên me jî li gorî rewşa wan bêhtir hesas bin. Bo ku kesên extiyar xwe bi kêrî tiştekî nayên hîs nekin divê em bi wan re biaxivin, tiştê ku em meraq dikin ji wan bipirsin, guh bidin fikrên wan, ji tecribeyên wan sûd werbigirin, wan tevlî çalakiyên xwe bikin, em ne li cem wan jî bin em dikarin hewcedariyên wan bi cih bînin û bi rêya telefonê wan bibînin û bi wan re biaxivin.

'DI MEDYAYA CIVAKÎ Û TELEVÎZYONAN DE GELEK AGAHIYÊN NERAST DIGERIN'

Belê, vîrûsa koronayê pirsgirêkeke mezin e bo tendirustiya mirovan. Lê divê em destûre nedin ku ev nexweşî me û jiyana me qontrol bike û jiyana me têxe nav destê xwe. Bo ku mirov tirs û metirsiya xwe qontrol bike çend tişt hene ku divê wan bi cih bîne. Heya ji we bê xwe bigihînin agahiyên rast. Di medyaya civakî û televîzyonan de gelek agahiyên nerast digerin. Ev agahiyên nerast mirovan bêhtir ditirsîne û wan dixe bin bandora xwe. Wextê xwe hemûyî bi medyaya civakî û televîzyonê derbas nekin. Ji xwe re hin aktîvîteyan çêkin ku hûn xwe hinekî pê mijûl bikin û serê xwe vala bikin. Tirs û metirsiya xwe hîs bikin û qebûl bikin vê rewşa xwe. Ji dêvla ku mirov xwe bêçare bibîne û her serê kêlîkê pirsan bike û bêje “çima” divê hewl bide bê ma ka dikare çawa bike û li hemberî vê vîrûsê çawa tevbigere. Fikr û fikarên neyênî wê we têxe tengasiyê û bike ku hûn nikaribin bi awayekî dirust hewl bidin. Xwe ji van fikrên çewt û nebaş biparêzin û bifikirin gelo di rewşeke wisa de mirov dikare tiştên çawa bike da ku têkoşînê bi vê nexweşiyê bike û xwe baş hîs bike. Wextê xwe hemûyî bi raketinê û di nav livînan de jî derbas nekin. Têkiliyê bi malbata xwe re deyinin, bi hev re tiştinan bikin û bila parvekirinên we hebin.

*Derûnnas

1- Coronavirus disease 2019 (Nexweşiya Vîrûsa Koronayê – 2019)

2 - Li Wuhanê derketiye holê ku ev bajareke welatê Çînê ye û girêdayî eyaleta Hubeiyê ye

3 - https://www.cdc.gov/coronavirus/2019-ncov/about/symptoms.html

4 - https://www.bing.com/covid (Nêrîna dawî 04.04.2020)

5 - https://web.archive.org/web/20200324113720/https://www.bbc.com/news/health-51674743