Sînor, edebiyat û Mueyed Teyib

Gava mirov ji kitêbekê, ji şiîrekê, ji fîlmekî, ji stranekê zewq girt, wê demê ew dibin sedem ku meriv ji wî zimanî jî zewqê bigre.

Google Haberlere Abone ol

Abdullah Încekan [email protected]

Herî baş peyva 'sînor' jiyana me turdan terîf dike. Di her hêla jiyanê de em bi sînoran hatine dorpêç kirin. Coxrafyayeke çîyayî em ji hev dûr xistine. Bawerî û dînên cihê-cihê sinorên qalind di nava gelê Kurd de ava kirine. Kurdên misilman (suni û elewî), yêzîdî, feylî û bawerî û mezhebên heyî nehiştine, gel zêdetir bi hev re bide û bistîne.

Mîna ku ewqas sinor têr nekirin, îcar di van sed salên dawîn de em bi sinorên dewletan ji hev hatin perçe kirin û têl û têlsincikan nehiştin em nêzîkî hev bibin. Ku mirov ji sinorên navdewletî derbas bû, îcar ev sînorên han dest pê dikin: Sê alfabeyên ji hev cihê (alfabeya Latînî, Erebî û Kirîlî) û zarava û devokên cûrbecûr.

Belê, ji ber van sebeban meriv çiqasî hewl dide jî, dîsa jî xwe bi rehetî nagehîne xebat û berhemên ji perçeyên dagirkirî yên alîyê din ê sinor. Loma jî gelê me hev nas nake. Şair û edîbên me, zana û ronakbîrên me, her yek ji wan di nav sinorekî de dimîne û dengê xwe nagehîne aliyên din ê sinor. Herçiqas kêm bin jî, di van salên dawiyê de bi hin xebatan ev sinor hinekî tên sist kirin.

Ji zû ve meraqa min li ser kesayetî, şair û edîbên me yên Rojhilat û Başûr heye, lê ji ber sebebên min li jorê behs kir, ev îmkan mehdûd in. Her ji ber vê jî hevnasîna ku diviya bû ji zû de pêk bihata, nû-nû çêdibe. Yek ji van hevnasînan jî şairtiya Mueyed Teyib e.

Texmînên min bi qasî 8-9 sal berê navê vî ronakbîrê me di kovara zarokan ya bi navê Kepîr de dît, ku nusxeyeke provayê li Swêdê bi alfabeya Latînî derketibû. Tê de çîrokeke wî jî hebû ku pirr xweşî min çûbû. Ez gelek bi ber ketibûm ku min nikarîbû berhemên wî bixwînim.

Bi derketina kitêba wî Ne ba min siwar dike/ Ne ax min peya dike (1) ji nav weşanên Avestayê di sala 2014an de îmkana ku ez wî bixwînim peyda bû. Dû re di sala 2018an de kitêba wî ya bi navê Ne şev têra xewnên min dike / Ne roj têra xemên min2 derket. Kitêba pêşîn Selîm Temo û ya dawiyê jî M. Teyib bi xwe Latînîze kiriye – mala wan ava.

Di dawiya her kitêbekê de ferhengokeke piçûk (weke pirekê; ziddê sinoran) heye, ku tê de peyvên zêde nayên nasîn, bi Kurmancî tên îzah kirin. Di kitêba pêşîn de (254 rûpel in) şiîrên wî yên ji destpêkê (ji 1975î) hetanî sala 2013î cî digrin. Û şiîrên di kitêba din de (142 rûpel in) jî yên van çar salên dawiyê ne.

Poetîka Mueyed Teyîb hem bi şêweya xwe, hem jî bi muhtevaya xwe di kanona edebiyata nûjen ya Kurdî de ciyekî bala girtiye. Şêweya Teyib şêweyeke modern e û giraniya xwe dide ser rîtm, aheng û bikaranîna ziman (mecaz û hwd.).

Herçiqas ji ber muzîkalîteyê di nav ristan de ahengek û bi vê re jî qafîyeyek hebe jî, Teyîb şiîra xwe bi terzeke klasîk (meselen wek xezel) nenivîsiye. Derketina ji sinorên edebiyata klasîk giranî û xweşîkatiyekê dide şiîra wî, ku ew wek metnên ji vê sedsalê xwe didin xwendin. Noqteyeke din ku ji bo min enteresan e, ev e ku nûbûna şêweya wî digihê şiîrên wî yên pêşîn, yanê wî bi ûslubeke klasîk dest pê nekiriye û dû re neguherandiye. Ji bo ku aheng û ritma poetîka wî were dîtin, ez li vir çar risteyan ji şiîreke wî ya ji sala 1979an (Teyib 2014: 39) îqtibas dikim:

"Ne ezbenî

Neke kenî!

Welatê min befr e, befr e û

Kengî befir bûye tenî?"

Gava mirov ji kitêbekê, ji şiîrekê, ji fîlmekî, ji stranekê zewq girt, wê demê ew dibin sedem ku meriv ji wî zimanî jî zewqê bigre. Berhemên Teyib ji vê hêlê ve jî têr û tije ne, kûrahîya her metnekê bi mecaz, alegorî, îroniyan bi serê xwe heye. Zimanê şiîra Teyib, ne zimanekî çêkiriye. Zimanê wî zimanekî otantîk û resen ê Kurmancîya Bahdînî ye, ku mirov jê zewqê digre. Elbet ji vê hêlê ve jî şiîra wî mînakek e ji bo hevdemên me yên Bakûr ku tim li dû zimanekî çêkirî û xwedêgiravî 'standart' in.

Ji şiîrên Teyîb eşkere dibe ku zimanê Kurdî yê heyî têr dike, ku mirov hizr û ramanên xwe pê îfade bike – bêyî ku zimanekî sun’î bikar bîne. Teyib ne tenê di bikaranîna ziman de, herwiha di hilbijartina motîf û mitolojîyê de jî xwe spartiye çanda gelê xwe. Di nav risteyên wî de mirov rastî Xanî, Mem û Zîn, Xanê Lep - Zêrîn, Kawis Axa, Beko û gelek nav û motîfên din tê, ku hizreke çandî û dîrokî ya neteweyî didin metin û xwendevanên wî.

Kitêba pêşîn ji bo min zêdetir topografîya êş û qolincên Başûrê welatê me ye. Ji Enfalê bigre, hetanî êşa dê yan jî zaroka şehîdekî ew nexşeya Kurdistanê derdixe holê. Û di vir de jî hostatîyeke bêhempa dixwiye. Carna di baladeke çend rûpelî de behsa serpêhatîyekê dike, ku xwendevan di nav de wenda dibe, carna tenê di çend risteyan de fîlmeke dokumenter derdixe holê, weke:

"Boyaxçiyê biçûk

Ne kurê min, ne!

Nekey, nekey!

Firçê xwe ji axê ranekey!

Ew postala di koşa te da

Mejîyê babê te pê ve ye

Boyax nekey!" (Teyib 2014: 95)

Elbet mirov ne tenê welatê xwe, zimanê xwe, êş û qolinca milletê xwe ye. Ew di eynî wextî de bi meseleyên xwe yên derûnî, yên kesayetî ve jî mirov e. Tişta baş ew e ku Teyib di poetîka xwe de li ser meseleyên derûnî yên însan jî disekine. Ev xal zêdetir di kitêba dudiyan de dixwîye. Û di çavên min de ev tişt rola berhema wî mezintir dike, lewra di demên modern de mirov bi pirranî tenê bi xwe re ye. Loma jî jê re carna stranek, romanek, filmek û carna jî şiîrek lazim e ku bikaribe di vê cîhana anonîm de li ser pêyan bisekine. Mîsaleke ji bo vê ev şiîra bi navê 'Şev û roj' e (Teyib 2018: 81):

"Ne şev

Têra xewnên min dike

Ne roj

Têra xemên min

Şev... Roj... Şev... Roj

Ey Xudayê mezin!

Ji şev û rojê pêvetir

Tiştek din nîne?

Axê devê xwe anî ber guhê min:

Belê, himbêza min

Di himbêza min da

Ne şev hene ne roj

Ne cih hene ne dem

Ne xewn hene

Ne xem"

Teyib jî di pêşgotina kitêba dudiyan de behsa sinorên di nav Kurdan de dike, lê tiştekî balkêş e, ku perçeyên din yên welat di berhemên wî de bi awayekî berz cî nagrin; bûyerên Rojhilat, Rojava û Bakûr tê de çilmisî xûya dikin. Wek rexneyekê ez dixwazim bibêjim, ku divê ev sinorên heyî ji dil û mêjûyê ronakbîrên me jî derkevin, da ku rê li ber yekbûneke rûhî vebe.

Alaya ku Xanî bilind kiribû, niha di destên hostayên wek Mueyed Teyib de ye. Bi hêvîya ku xeleka li dora vê alê zêdetir bibe.

1- Mueyed Teyib (2014): Ne ba min siwar dike/ Ne ax min peya dike. Stenbol: Avesta.

2- Mueyed Teyib (2018): Ne şev têra xewnên min dike / Ne roj têra xemên min. Stenbol: Avesta.