Qîrata Kolonyalizmê-I Karxaneyên Mêtinkariyê: Qirkirina Çand û Nasnameyê

Li Kurdistanê di pratîkên serhildanên dij-kolonyal de, di stratejiyên berxwedanê de, hesabên maweyên kurt, orte û dirêj bi piranî ji ber çav direvin. Di berxwedaneke neteweyî de di maweya kurt de tîkî , li şûna encam hildan û bedêleke giran bi tenê bi çîn-zumreyekê bidin dayîn, berxwedana ku li ser zemîneke berwarî û fireh de (Misliman, Elewî, Demokrat, Sosyalîst, Mihafazakarên Lîberal, Femînîst…) bipêş diçe û belavî salan dibe, serî li stratejiyên berxwedan û mobîlîzasyonên bedêla wan kêmtir nehatiye dayîn. Divê li ser makro mobîlîzayonên teknîkên berxwedanê yên ku hesabên mîkro yên takekesan jî di nava xwe de dihewîne, dîsa were fikirîn.

Google Haberlere Abone ol

Sharo I. Garip* [email protected]

Şerbeta emrê min rijandin (1)

Qada jiyanê ya ku ji hêla faşîzma nazîyan ve weke 'Lebensraum'(2) bûbû têgeh, 'leitmotiv'a(3) ku mobîlîzekera xerabiya biazwer ya ji hêla mêtinkariyê ve dihat kirin bû. Fantezi û nexşeyên dagirkirinê di destpêka serdema belavbûna osmanîyan de hatibûn amadekirin. Ji ber nifûsa qerebalix ya Kurdistanê, dagirkirina coxrafî têra kontrolkirina koloniyê nedikir. Şefê neteweyî İnönüyê ku yek ji wan mîmarên sereke yên komarê bû, bi xwe dê derketa sefera Kurdistanê û dê li nav giyanên mêtingehê yên ku wî ew bi nişmîtî kiribû kelax bigeriyana û rewş binirxanda. Bi vî awayî dê rêbernameyeke mêtinkariyê ya gelekî bi qîmet radestî peyrewên xwe yên mêtinkarên biazwer bikira.

.

Bi vî şêweyî divê mirov balê bikşîne ser du mekanên -dibistan û girtîgeh (4)- ku xerabiya mêtinkar ew sterîlîzekiribûn. Armanc zarokên ku hilgirên çandê û sermayeyên dahatûyê bûn. Înonu armanc û amrazên xwe wiha formûle dike:

“… paşê ez di wê fikrê de me ku fêda me ya di xwendina ewil de siyasîtir e. Divê mirov yên bûne kurd û dikarin zû li tirkbûnê vegerin bide xwendin, tew bi hînkirina tirkî ya kurdan re bo tirkkirina wan, xwendina ewwil û mamosteyê baş amrazên herî bibandor e (Öztürk, 2012, r.63)." Şefê neteweyî hay ji wê yekê hebû ku bo zeftkirina kesên ku wî dixwast ewan kolonîze bike, divê êrîşên bi mufrezeyên nû her berdewam be. Di heman demê de ew xwedî hişekî wisaye ku dizane yek ji wan rêyên herî hêsan ya gihaştina vê armancê jî bi derzîkirina tirkbûnê bo zarokên 5-6 salî re pêkan e.

Li bihûşta ku li nav dûyên jehrî yên operasyona komkujiyê mabû jî dê sêhra kolonyal ji xwe re cih bidîta û Sidika Avar (5) ku nijdevana perwerdeyê bû dê zarokên ku ji ber şeqafên çiyê mabûn bo karxaneyên mêtingehê (dibistanên mêtinkar) yek bi yek berhev bikira. Piştî Sabîhayê karên nîvçe yên mêtinkariya biazwer dê Sidika (Avar, 2009), Türkan (Saylan, 2006) û hê gelekên din li ser xeta ku digihêje roja îro, bi cih bianiya. Li van dibistanan(6), durda jixwenefretê ya di binhişiya ew zarokên ku biyanê xwe bûn, hate bi cih kirin. Înfazker û îcrakerên xwebexş jî wiha bûn ku taqîya H. Arendt (Arendt, 2011) û Milgram(7) mafdar derdiket. Ev karxaneyên mêtingehê di heman demê de wekî laboratiwarê jî dihatin bikaranîn. Tevî şefê neteweyî Înonu, paşayên navdar yên wek Kazim Orbay, Mustafa Muglalı, Nîhat Erîm, General Alpdogan û profesorên navdar, Fahrettîn Kerîm, Celîm Bîlsen, Siddik Samî Onar, Hifzi Veldet, Sabrî Esat Sîyavuşgîl û wezîrê dewletê Hasan Alî Yucel (bavê Can Yücel), Hakkı Tonguç bi taybetî dê ev laboratiwar teftîş bikira û li encamên ku ji van zarokên xwebûniya wan hatiye dizîn, li cih bi çavên serê xwe bidîta (Avr, 2009, r. 100, 127, 207).

'ZİMANÊ MÊTİNKARAN BÛYE TİRPANEK TÛJ YA KU ÇANDİNİYA XWECİHİYAN DİÇÎNE'

Di karxaneyên pîşesaziya perwerdeyê de bi makîneyên rumet-nasname û çandşikên re nirx û normên ku bi awayekî sîstematîk pesnê kolonyalîzmê didin û hema bêje hemû milkê şaristanî û mekana ku hatiye kolonîzekirin înkar dike, hate hilberandin; karxaneyên kolonyal li hêlekê înfazker/îcrakerên xwebexş hilberand, li hêla din jî behreyên zirmezin yên zarokên mêtingehê di qada wêje, siyaset, mûzîk ango bi giştî di qada hunerê de di nava hevîrê tirkbûnê de weke daringa sîstema kolonyal hatin bi kar anîn. Ev kedxwariya çand û mejî dewlemendiya mêtinkariyê zêdetir kir. Înkara bêdawî, fikr û bîrên beşeke mezin a kurdan radest girt û rewşenbîrên mêtingehê yanî ew kesên ku şiyan bi zorê ji vê çopiyê bifilitin jî mecburî wê yekê man ku xwe li hember rewşenbîrên mêtinker û saziyên mêtinker (bi psîkolojiya cih çêkirinê) bidin peyitandin. Pirsyarkirina nirx, norm û dîroka mêtinkariyê, nayê hişê fîltrekirî yê protez(8) yê rewşenbîrê mêtingehê (Sharo, 2019). Sermerselê li Filistînê rewş berevajî vê yekê cuda ye.

Piraniya Filistîniyan wiha angaşt dikin ku Îsraîl ne meşrû ye lewre gelek caran Îsraîl di pozisyona parastinê de hewl dide meşrûiyeta xwe bipeyitîne. Bêguman ev stratejî teqabulî asta hişmendiyekê dike; lêbelê li Kurdistanê asta hişmendiya neteweyî ne di asta berwarî ne jî di asta tîkî de zêde ne bilind e. Sermerselê kurd, dîroka xwe, agahiyên li ser ka gelo navê kurdistanê cara ewwil kengî û li kû derê hatiye bikaranîn û heta bi şopên qetlîaman jî di arşîv û çavkaniyên ku di bin kontrola desthilatdaran de ne bi destûr û bîra desthilatdêr ve digerin. Lêbelê heke kurd hebe, dîroka kurdan û welatê wan jî heye. Cihê bingehîn yê ku tê de li şopên xwe bigerin bîra wan bi xwe ye.

Zarokên kurdan li qesrên mêtingehê bi awayekî bêhêz û bêparastin hatine radestkirin bo destên terbiyekarên kolonyal. Di vê sîstema ku terbiyekarên kolonyal bi raçavkarinan dixistin bin kontrolê, li dij derketin û protesto hebûna jî terbiyekar ji tecrubeya Abdulhamit û vir ve ferq kiribûn ku yên îtaet dikin zêdetirin ji yên li dij derdikevin. Her wiha ji bo lidijderketinên ku wek arîzeyên pergala kolonyal dihate dîtin aqlê protez(9) weke tevdîr1 hatiye bipêşxistin. Şaristanî, a rast tacirê bêşaristaniyê ji zaroken kurdan mirovatî û şaristaniya wan dizîn û ruhê wan li bêrmên van karxaneyên mêtingehê parî bi parî tedawî kirin. Zimanê mêtinkaran bûye tirpaneke tûj ya ku çandiniya xwecihiyan diçîne.

'PERWERDE Lİ BA CİVAKÊN AZAD PÊVAJOYEKE RONAKBÛNÊ YE'

Heyvana neteweyî ya milletekî hatiye dizîn û şerbeta jiyana wan wiha dilop dilop hatiye rijandin. Û dawiya dawîn piraniya ruhên ku digotin qey ji vê laboratiwara miezem filitîne, piştî salan dê wek aşiqên celadên xwe derketana. Li van qesrên mêtingehê koletiya (sefalet) xwebexş dê bihata hilberandin û fanteziyên kolonyal ji jiyana rojane bigre heta perdeyên sînemayê û tezên doktorayê sirayet bikira. Fanteziyên kolonyal, bi evîn/heyraniya yên kolonîzebûyî bo zarokên spiyan –efser, mamoste- yên ku li runiştekên dibistanê bi wan re dixwendin dê hêdî hêdî xwe bida der û bi profesoriya li zanîngehên spiyan an jî bi mebûsiya li meclîsa wan (bi şerefa zêdebûna bi ser mêtinkaran ve) bi awayê ji ser xwe ve çûnê dê veguheriya kêfxweşiya sefaletê. Perwerde li ba civakên azad pêvajoyeke ronakbûnê ye lêbelê li ba civakên kolonîzebûyî, bi taybetî li Kurdistanê, pêvajoyeke biyanîbûna bo xwe ye.

KRÎZA HABÎTUSÊ (10)

Kolonyalîzm ji hêlekê ve xwe bi normên wek 'modernbûn' 'mafên gerdûnî yên mirovî', 'biratî', 'nirxên demokratik'; ji hêla din ve jî bi amrazên wek dibistan, nexweşxane, têkiliya alûdetiya aborî û sazûmaniyê re di pêçokeyiya tundûtûjî û rezayê de xwe hildiberîne û meşrû dike. Her wiha dîplome, sertîfîka, navnas, pileya entelektuelî û rûmeta li mêtingehê tê dayîn tenê bi bedêla qebulkirina (meşrû dîtin) mêtinkariyê tê dayîn. Takekesên mêtingehê yên ku perwerdeya kolonyal sitendine li gor hesabê xwe yên di asta mîkro kirine nikarin dev ji sermayeya entelektuel, kariyer û pîşeya ku emrê xwe danê berdin loma jî gelek caran peymanê xera nakin. Bi taybetî jî sermayeya civakî (Bourdieu, 1997) ya bo bidesxistina kariyer û statûyê ango têkiliyên sazûmaniyê pêwîst e, di destê zarên mêtinkaran yanî di destê civata tirkan de ye. Maliyeta vê yekê jî eve ku erzanbûna sermayeya çandî, civakî û neteweyî ya kurda ye û ev sermaye vediguhere milkekî ku ti dahatê nayine. Ji ber vê yekê habîtusa kurdan di maweya sedsala dawîn de bi piranî li ser zemîneke kolonyal (tirkbûn) teşe digre. Dikare were berpêş kirin ku di vê maweyê de li nav kurdan krîzeke habîtusê ya ku di asta mîkro û makro de ji hêla habîtusa kolonyal ve hatiye mehandin heye. Mirov dikare şewqên vê krîza habîtusê di cîhana fkrî, siyaset, medya, dibistan, huner û bi awayekî giştî di nav jiyana rojane de çavdêrî bike.

Li hember kolonyalîzma ku bi formeke nedîbar hatiye daxilîkirin (self-kolonîzasyon) û li hember meşrûkirina sosyalizasyona tirkbûnê û şikestina habîtusê ku ev dînamîkên navxweyî yên kûrkirina kolonyalîzmê ne, stratejiyên gelekî micid nehatine bi pêş xistin. Hema bêje habîtusa kurdan bi giştî bi habîtusa kolonyal ve hatiye nixumandin. Kurdistana ku marûzî teknîkên kolonîkirinê yên bi qasî ruxîneriya tsunamiyê xwedîbandor in maye, re-kolonîzasyoneke din a gelekî kûrtir dijî. Di pîşesaziya zanînê ya cîhana kolonîzebûyî ya rewşenbîriya kurdî de hilberandina fikrên orjînal ku bikaribe bibe bersiv bo re-kolonîzasyonê, hema bêje tune. Zanîna ku hatiye hilberîn jî gelek caran ji montaja pîşesaziya zanînê ya kolonyal pê ve ne tiştek e. Teqlîda kolonyalîzmê hema bêje di hemû qadên jiyanê de kok vedaye. Her çiqas di hin serdeman de bi serhildanan re hewla derbaskirina krîza habîtusê tê dayîn û teşebûsa habîtuseke ku wekî cîhana modern tevdigere tê kirin jî gelek caran baruta mêtingehê têra vê yekê nake. Yek ji wan sedemên vê têrênekirinê jî ev e ku sotemeniya şerê ku dimeşîne pala xwe dide çand û sermayeya civakî ya kolonyal. Ev sotemeniya kolonyal di hundir xwe de bo çand û rêzikên mêtingehê jehrekê dihewîne. Di nava siyaset û teoriya mêtinkar ya îthalkirî de têkçûna mêtingehê jixwe jinûve hatiye kod û programkirin.

'REWŞENBÎR Û SİYASETA HATİYE EYARKİRİN'

Di hemû teoriyên kevn yên çepgiriyê de behsa hevkariya burjuvaya komprador ya bi mêtinkaran re tê kirin. Bes ligel vê yekê divê were destnîşan kirin ku rewşenbîr û siyaseta hatiye eyarkirin jî bi mêtinkaran re di nava lihevkirinekê -lihevkirineke ku jêvebûna kolonyal dijwar dike- de ne. Dikare were berpêş kirin ku kolonyalîzm bi bingehî wek çiziranekê bi rêya çînên wekî siyaset, rewşenbîr û ruhbanê ve di forma kolonyalîzma çandî (seravayî) de li pêş kolonyalîzma ekonomîk ji xwe re cih digre. Bi taybetî jî ev habîtusa nû ya ku piraniya çîna rewşenbîr û siyasetmedaren kurd tê de ne, asteng e bo nîşandana pratîk û helwesteke dij-kolonyal. Mirovên mêtingehê di karxaneyên kolonyal de –dema ku hê zarokên biçûk bûn- fêrî îtaet û neçariyê bûne. Bi gotineke giştî kolonyalîzmê li kurdistanê habîtus-cîhana xeyalî ya mirovên mêtingehê li ser qebula kolonyalîzma ebedî û bêîmkaniya ezelî dizayn kiriye. Kolonyalîzma biazwer bi pasevan û neferên xwebexş yên bêhejmar re kolonyalîzmê li ser xeteke 'hevgirtî' û bi israr dimeşîne. Xeta dij-kolonyal berevajî vê her dem nikare ewqas hevgirtî û bi israr bimîne.

Zarên mêtinkaran behreya fermanrewatiya xwe weke mîraseke sembolîk ya sermaye û hêz/tundûtûjîyê ji nifşekî bo nifşên vediguhêzin. Dîroka kurt a kurdan jî bi vî şiklî ye: “nêçîrvan her heman feqê vedidin, yên tên nêçîrkirin jî her dikevin heman feqê.”

Li Kurdistanê di pratîkên serhildanên dij-kolonyal de, di stratejiyên berxwedanê de, hesabên maweyên kurt, orte û dirêj bi piranî ji ber çav direvin. Di berxwedaneke neteweyî de di maweya kurt de tîkî, li şûna encam hildan û bedêleke giran bi tenê bi çîn-zumreyekê bidin dayîn, berxwedana ku li ser zemîneke berwarî û fireh de (Misliman, Elewî, Demokrat, Sosyalîst, Mihafazakarên Lîberal, Femînîst…) bipêş diçe û belavî salan dibe, serî li stratejiyên berxwedan û mobîlîzasyonên bedêla wan kêmtir nehatiye dayîn. Divê li ser makro mobîlîzayonên teknîkên berxwedanê yên ku hesabên mîkro yên takekesan jî di nava xwe de dihewîne, dîsa were fikirîn.

Tutkulu sömürgecilik: Sömürgecilik fabrikalarıTutkulu sömürgecilik: Sömürgecilik fabrikaları

*Werger ji Tirkî: Seryas Gulixan

(1) Yildiz Çakar Şemamok Adar 2019, Berlîn

(2) Qada jiyanê ya ku ji hêla Hîtler ve bo “Nijadê Bilind yê Alman(Arî) û împaratoriya mezin a Alman (Pan-German) ne tenê pêwîst didît lê li ser wê xwedîtî jî dikir (Langw, 2019

(3) Kiryar, tevgerandinerên bi zanetî hatine sêwirandin

(4) Di vê gotarê de dê ji girtîgehê behs neyê kirin

(5)  Perwerdekara ku bo Kemalîzmê, a rast bo Tirkbûnê bi armanca vekirina dibistanan li Kurdistanê û asîmîlekirina zarokên kurdan bi taybetî bo dibistanên şevînî (YİBO) hatiye perwerdekirin û li wan xebitî ye.

(6) Ev karxaneyên mêtingehê ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê ji dibistanan zêdetir wekî garnîzonekê ne. Ji 59 dibistanên şevînê yên ku di navbera salên 1962-1973an de avabûne 55 hebê wan li Kurdistanê hatine vekirin. Niha jî ji %44ên van yiboyan li Kurdistanê ne. Hindek ji van dibistanan berê girtîgehbûne û gelek caran nêzîkî qereqolê ne (Işık & Arslan, 2012).

(7) Stanley Milgram di sala 1961an de li ser tezên felsefîk yên Hannah Arendta ku digot xerabî jirêzê ye loma dikare ji hêla her kesî ve were kirin, di laboratiwarê de taqiya îtaet û êşkenceyê kir. Encamên taqiyê ev yek nişan dabû ku piraniya kobayan dikarîbûn serî li ber otorîteyê bitewînin û êşkenceyê li kesên xerîb bikin.

(8) Hiş an jî aqilê protez ne aqilê organik yê subjeyekê, amrazeke mekanîk ku nikare derkeve derveyî sînorên hatiye programkirin û diyarkirin, objeyek e.

(9) https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2018/12/14/li-kurdistane-self-kolonizasyon-wek-teknolojiyeke-kolonyalizme-aqle-protez/

(10) Bourdieu têgeha habîtusê bi awayekî li vê dere hilneyê şîrove kiribû. dibêje fikirîn, têgihiştin, tevger û şiklê darazê û kapasîteya mirovî girêdayî derdorê û bi taybetî jî girêdayî sermayeya, aborî, civakî û çandî ye (Bourdieu, 2006/2000).

Çavkanî

Öztürk, S. (2012). İsmet Paşanın Kürt raporu. İstanbul: Doğan Kitap.

Arendt, H. (2011). Eichmann in Jerusalem: Ein Bericht von der Banalität des Bösen . Piper Taschenbuch.

Arendt, H. (2017). Elemente und Ursprünge totaler Herrschaft. München: Piper.

Avar, S. (2009). Dağ Çiceklerim. Ankara : Ulusal Eğitim Derneği .

Bourdieu, P. (1997). Ökononimsches, kulturelles und soziales Kapital. In F. Baumgart, Theorien der Sozialsiation (S. 217-231). Bad heilbrunn.

Bourdieu, P. (2006/2000). Reflexive Antroplogie/Zur Soziologie der symbolischen Formen. Suhrkamp.

Cibran, H. (1999). Fırtınalar. Kaknus Yayınları.

Dell, P. F. (2006). A New Model of Dissociative Identity Disorder. Psychiatr Clin N Am .

Garip, S. I. (28.. Dezember 2019). Kürdistanda Self Kolonizasyon: Bir Sömürgecilik Teknolojisi olarak Protez Akil. Von Duvar: https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2018/12/14/kurdistanda-self-kolonizasyon-bir-somurgecilik-teknolojisi-olarak-protez-akil1/ abgerufen

Işık, A. S., & Arslan, S. (Kış-Bahar 2012). Bir Asimilasyon Projesi: Türkiyede Yatılı Ilköğretim Bölge Okullari. Toplum ve Kuram, 6-7.

Khanna, R. (2003). Dark Continents. Duke University Press.

Lange, K. (25.. Dezember 2019). Der Terminus "Lebensraum" in Hitlers "Mein kampf". Von Institut für Zeitgeschichte-München: https://www.ifz-muenchen.de/heftarchiv/1965_4_4_lange.pdf abgerufen

Lefebvre, H. (2014). Mekanin Üretimi. Istanbul : Sel.

Saylan, T. (06. 09 2006). Türkiyeni`nin kani cani YIBO`larda-2. Von Radikal: http://www.radikal.com.tr/yorum/turkiyenin-kani-cani-yibolarda-2-791001/ abgerufen

*Dr., Zaningaha Köln Instuta Orientalizm