Hannah Arendt, xwendin û em

Çima gelê Kurd di ewqas hêlan de ji gelên din şûndatir maye? Kêmbûna hizra neteweyî? Nebûna rûmetê – rûmeteke gelemperî û neteweyî? Rola zanînê? Elbet ev tev sebeb in, lê dîsa jî dilê min rûnanê. Çima hejmara Kurdên çardeh salî yên Ehmedê Xanî dixwînin ji yên ku Goethe, Hegel, Nietzsche dixwînin, kêmtir e? Erê, deng tê min, dengê te. Bêdewletbûn..

Google Haberlere Abone ol

Abdullah İncekan*

Gava sosyologa navdar Hannah Arendt, behsa jiyana xwe dike, dibêje, ku wê di çardeh salîya xwe de berhemên fîlozof Soeren Kieerkegard xwendine. Her cara ku ev cumleya vê canika qedir bilind tê bîra min, ez li zaroktiya xwe vedigerim û li tekilîya xwe û kitêban mêze dikim...

Gava ez vedigerim zaroktîya xwe, dîmena herî bi tesîr ev e: Rehmetîyê kalikê min, ku li ciyekî pelek ji teqwîmekê bidîta, wî yê bi rojan ew pelik di cêva xwe de bigeranda, serê carê ew derxista, bixwenda û cardin têxista bêrika xwe. Ew merivê ku bi keda xwe hînî xwendinê bûbû (ez bawer im nikarîbû binivîsanda), hesreta kitêb û herfan bû. Lê li devûdorê wî ne kitêb hebûn, ne jî herf... Civat ummî bû... Ew di civateke ummî de bû, mehkûmê pelek teqwîmê bû, ku tenê carna bi destên wî diket. Di nav vê halê beyar de tenê carna çîrok û çîrvanokên melayê gund ew ber bi asoyan dibirin... Carna jî gava wî radyoya bi zimanekî xerîb guhdarî dikir, tê didît ku ew di cihaneke din de, di nav xewn û xeyalan de efsûnkirî li ciyekî din e.

Îcar li vî gundî, ku sinorên wê bi min wek sinorên cîhanê xuya dikirin, ez jî her bi eynî hesretî mezin dibûm. Gava roj diçû ava, ez bi pirsên xwe re tenê li ber derî rûniştî dimam. Sînorên gundên me yên cîhanê bana, gelo bavê min ê li xeribîyê li kûderê bû? Belê, min wê demê hê nizanîbû, ez ê bersiva hin pirsên xwe di kitêban de bibînim, min hê texmîn nedikir, ku pelên teqwîmê û dû re pelên kitêban bi min re bibin rêheval, lê gava ez niha li rojên derbasbûyî dinihêrim, ez dibînim, ku dîmena wî kalikê bi hesreta keşifkirina cîhaneke din, ku tenê xwe di pelê teqwîmekê de nîşan dida, her di kûrahiya dilê min de ji xwe re ciyekî vekiriye.

Gava ez hinekî mezin bûm, li gundê me dibistan hat çêkirin û -bêyî mubalexe- ez dikarim bibêjîm, ku şagirdê herî piçûk ez bûm. Bi destpêka mektebê re meraqa herf û  gotinê ez mest dikirim. Lê min dikir-nedikir, nikarîbû binivîsanda. Her cara ku min destpê dikir, destê min dişimitî û ji dêvla herfan, te dît, ku xêzek derketiye meydanê. Balkêş e, ku li vir dîsa ummiyeke din tê hawara min: Xaltîya min a ku bi xwe jî nizane bixwîne û binivîse, destê min ê rastê dike kefika destê xwe, li A’ya mezin mêze dike û bi derbekê ve eynî herfî li ser kaxizeke spî dertîne holê. Hema bi du-sê caran destê min dikeve ser nivîsê û bi vî awayî ez tevlî vê cîhana efsûnî dibim. Ji wê rojê pê ve êdî kitêb dibin hevalên min, digel ku ew bi zimanekî din in, ku em wê demê -bêyî ku li ser bifikirin- vî halê hanê wek yê herî normal qebûl dikin. Her çi kitêb in, ew tenê yên mektebê ne û loma jî bi mijar û awayê xwe mehdûdkirî ne, lê dîsa jî em bi wan razî ne, ji ber ku haya me ji tam û sînorên kitêbên din tuneye. Ev kitêbên mektebê ewqas mûhîm in ku ez di kitêba matematîkê de ji brayê xwe re li navekî digerim û bi vî awayî navekî lê dikim....

Ji roja ku min ev cumle ji canikê bihîstiye, her ev pirs min mijûl dike: Gelo kîjan faktorên civatî mirovekî ji nava xwe derdixe sewiyeyeke wiha bilind, ku ew di umrekî ewqas ciwan de bikaribe berhemên ewqas giran bixwîne?

Elbet gava ez vê pirsê ji xwe dikim, du civat tim li ber çavên min in. Yek jê ya me Kurdan e û ya din jî ew civat e ku Hannah Arendt tê de mezin bûye – Almanya.

Ez bawer im, pirsa jorîn, pirseke qedîm e û meriv dikare wê bi gelek hêlan ve bikişîne û jê pirsên din jî derxîne. Lê mesele ev e: Gelo têkilîya mirov û civatê çi ye? Kî kê bi pêş de dixe? Cewaba wê hinekî dişibe meseleya, hêk û mirîşkê. Gelo berê hêk hebû yan mirîşk? Ku hêk tunebe, wê mirîşk çawa û ji kûderê derketiye? Yan jî: Çima gelê Kurd di ewqas hêlan de ji gelên din şûndatir maye?

Kêmbûna hizra neteweyî? Nebûna rûmetê – rûmeteke gelemperî û neteweyî? Rola zanînê? Elbet ev tev sebeb in, lê dîsa jî dilê min rûnanê. Çima hejmara Kurdên çardeh salî yên Ehmedê Xanî dixwînin ji yên ku Goethe, Hegel, Nietzsche dixwînin, kêmtir e? Erê, deng tê min, dengê te. Bêdewletbûn... Lê dîsa jî ez têr nabim. Dînamîkên avakirina welatekî azad çima li ba gelên din heye, çima li ba me tuneye? Çima li cem me ev hizir belav nebûye?

Belê, ez dikim-nakim ji nav van pirsan nikarim derkevim. Loma jî ez dev ji pirsên mezin berdidim û ber bi zaroktiya xwe û meseleya xwendinê diçim û li hêviya wê me, belkî bi vî awayî bersivekê bibînim.

Belê, Hannah Arendt di wî umrî de ew berhem xwendine, ka di zaroktiya xwe de em li kûderê bûne? Goethe hetanî 13 saliya xwe pênc-şeş zimanî hîn bûye, ka me hetanî wê demê çi kiriye?

*Dr.