Medya Kurdî: Dagirkerên ji malê!

Rêxistin û partîyên Kurdan rê li ber medyayeke azad û bi vê va girêdayî jî li ber dînamîzma fikrê girtine ku herdu jî bingeha civateke sîvîl û pêşdeçûyî ne!

Abdullah İncekan*

Di nivîsa xwe ya di bin sernavê „Lâl olma halî ve Kürtler“ da ez li ser du xalên ku herî zêde milletê me eleqeder dike, sekinîm û ji ber ku mijar zulim û te’deya li ser me bû, min ew ne bi zimanê bavûkalên xwe, lê bi zimanekî bîyanî nivîsî. Îcar sebebê ku milletê me di vê rewşê da ye, ne bi tenê bi zulim û te’deya dagirkerên me tê îzah kirin, lewra alîyê meseleyê yê mûhîm civata me, pergal, zanîn û hiqûqa di nav me da ye. Û divê em êdî berî xwe bidin xwe û li xwe mêze bikin!

Pirs gellek in. Dînamîkên milletekî dikin millet çi ne? Milletek bi çi pêş da diçe? Dezgehên mîllî çawa dikarin di vê rewşa perçebûyî da bên ava kirin? Û divê meriv ji kûderê destpê bike?

Elbet ji hêla teorîyê va meriv dikare hijmara van pirsan û mijarên li derûdora wan zêde bike û bi awayekî fireh li ser wan bisekine. Lê her cara ku meriv destpê dike, xemsarîyek bi meriv ra çêdibe, ji ber ku dînamîzma fikrê di nava civata me da kêm e û eleqeyek zêde nabîne. Ku tu tew bi Kurdî binivîsî, tu yê di netîceyê li tespîta Ehmedê Xanî ya berî sêsed salî asê bibî:

„Ger ‘ilmî temam bidî bi polek

Bifroşî tu hîkmetê bi solek

Kes nakete meyterê xwe Camî

Ranagirtin kesek Nîzamî“

Li ser meseleya zanîn û qedr û qîmeta wê di nava civata me da meriv dikare bi teferruat bisekine, lê xala ez dixwazim piştî vê girîzgaha dirêj li ser bisekinim ev e: Rêxistin û partîyên Kurdan rê li ber medyayeke azad û bi vê va girêdayî jî li ber dînamîzma fikrê girtine ku herdu jî bingeha civateke sîvîl û pêşdeçûyî ne!

Weku tê zanîn, ji bo civateke demokratîk û pêşdeçûyî medya wek hêza çaran tê terîf kirin û dîtin. Elbet ev tesbît ji bo gelên xwedî dewlet û dezgeh e. Bi bawerîya min, ji bo milletek wek milletê me bindest rola medyayê ji hêza çaran jî zêdetir e! Lewra dezgehên din di bin kontrola dewletan da ne û wek amûrên kolonyalîst rola xwe dilîzin; dixwazin mirovan li gorî konsept û berjewendîyên xwe perwerde bikin.

Îcar ji bo milletek wek milletê Kurd, kêm-zêde medya dikare bibe platformeke azad – dikare gelê xwe perwerde bike, bibe pireyek ji bo avakirina kesayetîyeke azad û serbixwe. Ji ber ku ji medyayê ra aborîyek saxlem û ciddî lazim e û ji medyaya Kurdî ra jî ev bingeh tune, ew tenê dikare bi alîkarîya rêxistinan li ser nigan bisekine. Îcar tam di vir da jî partî û rêxistinên me, ku bi vê rewşa medyayê baş dizanin û wê kontrol dikin, wek „dagirkerên ji malê“ tevdigerin û nahêlin bi awayekî azad fikr û ramanên cihê di nav civatê da belav bibin. Ew jî medyayê li gorî konsept û îdeolojîya partî û rêxistinên xwe dîzayn dikin, nahêlin ew bibin platformên azad. Mijar û çarçeveya wan ne perspektîfeke mîllî û demokrat e. Ewqas televîzyonên Kurdî hene, ka we dîtîye, yekê ji wan hefteyek programên tenê ji bo edebîyat Kurdî çêkiribin, ji bo meseleya hebûn û nebûna zimanê Kurdî çêkiribin? We dîtiye yekî muxalîfê partî û rêxistina xwe vexwendibin kanala xwe? Tew kanalên Bakur dev ji zimanê Kurdî berdane û wek dezgehên oto-asîmîlasyonê bi destên xwe mala me dişewitînin.

Ku ev hereket neteweyî bin, divê bi rexneya xwe destpê bikin. Hetanî kêmasîyên nav civatê bê tirs û bi rihetî neyên qise dan, dê halê milletê me zêde neyê guhertin!

 

*Dr.


* Forum kategorimiz çok çeşitli türde içeriğe açıktır. Gazete Duvar'ın editoryal politikasıyla uyumlu olmak zorunda değildir.