Dixtor

Tu kê dibînî dengê wan weke kesên ku nû kamil bûye qalind û bi xirexir e. İrt û çirta her kesî ye. Êşek weke ya mirîşka ye û di nav milet de bê serî belav dibe.

Google Haberlere Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin van rojan hema bê her kes nexweş e. Tu kê dibînî dengê wan weke kesên ku nû kamil bûye qalind û bi xirexir e. İrt û çirta her kesî ye. Êşek weke ya mirîşka ye û di nav milet de bê serî belav dibe. Ez jî bi vê êşê ketim û piştî mehekê va ez nû baş bûm. Ev êş xwezî bi êşa qorona ye. Berî niha bi du salan ez bi êşa qorona ketim. Çend rojê ewil ez ketim tayê û hew. Lê ev êş bi mehan dewam dike. Poz û sîngê dixetimîne, bêhnê diçikîne, tew êşa serî ra lê nabe. Ya xerab min diya xwe jî bi vê êşê xist. Ji ber ku tiştê min kişandibû min zanîbû bê çi êşek giran e.

Min ji diya xwe re go berî ku li te giran bibe ka em herin dixtor. Ê te dî em giş wiha ne lo, ku em nekevin haletê mirinê em narin dixtor. Diya min jî li xwe wer kir. Min go û nego ji min re go, na bapêş e wê derbas bibe. Heta ku li xwe giran kir. Herî dawîn min zor dayê û min go rabe em herin dixtor. Go, na va ez hin pincaran ji xwe re dikelînim û ava wan vedixwim. Ez ê baş bibim. Min go, heyra ev ne îşê pincarê pûnk û hîro mîro ye. Û min wê bi zor bire dixtor. Dixtorê ku em çûnê di beşa xwe de pir baş bû. Lê zêde bêhnteng û bêcir bû. Bo xwe ez carekê çibûm ba wê. Ji ber ku bêcir bû, min miayena xwe nîvco hiştibû. Lê ev diya min bû. Min go bila baş be bila bêcir be.

Belê, dora me hat û ez û diya xwe ketin odeya dixtora bêcir. Go, çiyê xaltiyê heye? Min go, dixtor xanim weke bapêşê… Hîn min gotina xwe neqedandibû bixeyd li min rabû û go, ma tu dixtor î, tu dibêy bapêş. Kudera xaltiyê diêşe û çawa diêşe tu wê ji min re bibêje. Sîng e, bêhn e, pozxetimandin e çi ye? Tu wê ji min re bibêje. Min di dilê xwe de go, ela bismilah va me dest pê kir. Hûn bawer bikin ku bo min ba, di wê deqê de min ê bersivek xweş bidayê û ez ê ji cem wê derketima.

Mixabin diya min nexweş bû. Bo wê xanimê çi got min daqurtand. Hema min go yarebî tu sebrê bi min de û min dev li lêva xwe kir. Heta ku peyva xwe xelas kir min tenê lê guhdar kir. Piştî gotinên xwe yên bi xeyd xilas kir, bi kubarî min jê re got; dixtor xanim temam xwe nexeydîn e, ji xwe min ê jî qal bikira te nehişt. Lê ya di dilê min de ew bû ku min jê re bigota ne tu bî û ne dixtoriya te be. Ê heyra tevgera hin ji wan heye,  tê bêy qey li himber wan ne însan heywan heye. Hew heqaretê li însanan dikin. Jixwe tu nexweş î û tu di tatolê de ye. Di ser de jî gava ji mirov re gotinên nexweş tê kirin ji qewla ceyranciya şertêlê mirov diavêje ha. Dibe ku hûn bibêjin nexweşxaneyên dewletê wer tevdigerin. Na na nexweşxana me ya taybet bû. Miayena xanimê tenê bi çar sed û pêncî wereqa bû. Erê lo. Tu him komek pere bidî him jî di ser de dixtorê te ji te re gotinan bike.

Bele, piştî karê me qediya komek dermanê giran dane me. Û dixtor go piştî hefteyekê werin qontrolê. Berî ku em ji cem dixtor derkevin min dixwast li ser nexweşiya diya xwe pirsekê bikim, lê ji tirsa min go nelazim e. Ne ku ez jê tirsiyam ha. Ez ji xwe tirsiyam. Min go wê dîsa gotinê tewşo mewşo bibêje, dibe ku ez jî lê vegerînim û teşqele derkeve. Gava em ji cem dixtor xanimê derketin diya min go, eva han çima wa zirtek bû lo. Min go, dayê hawê wiha ye. Tu guh me de wê. Bila tu baş bibî, bila du gotinê wê zêde be.

Gava hefteyek me qediya em dîsa çûn cem dixtor xanimê. Dora me hat û em ketin cem xanimê. Li kompîturê nêrî û navê diya min xwend. Min go, belê. Em hatine qontrolê. Babo min dî xanimê bi xeyd go, qey em zanin hûn hatine qontrolê. Ma ne va ez li kompîturê lê dinêrim. Min di dilê xwe de go, ya hewl û bela. Lê diya min debar nekir û go, xanimê ev tu çima wiha li mera radibî? Ma lawik çi gotiye. Min go, dayê nalet li çavê şeytên bîne û huş be. Min dî ew jî nerm bû û devê xwe bir û anî.

Axir dermanê diya min wê ser xwe de anîbû. Rewşa wê baş bibû. Bo me ya asas jî ew bû. Di derketinê de diya min go, heyra temînî, careke din nebî nebî hûn min bînin ba vê ya zirtek. Em bi ken û bi qal û bahsa xanimê ji nexweşxanê derketin.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Etiketler dixtor nexweş