Di romana ‘Şivanê Kurmanca’ de jiyana koçeriyê

Wêjeya kurdî de, bi taybet ekola Qafkasyayê de kevneşopî ji bo nivîskaran bûye çavkaniyeke kur. Nivîskarên vê ekolê, ji kevneşopiya gelê xwe gelek sûd wergirtine, berhemên giran biha ji me re hîştine.

Google Haberlere Abone ol

Muqades Agirî

Îro salvegera koça dawî ya bavê romana kurdî, Erebê Şemo ye. Erebê Şemo, di 23ê cotmeha 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, hatiye dinê. Di roja 21ê gulana 1978an de jî nivîskarê me yê mezin Erebê Şemo çûye ber rehma xwedê.

Şemo, bi hesreta axa xwe, bi daxwaza jiyaneke wekhev, bi serpêhatiyên xwe yên tijî berxwedan, kedeke pîroz a wêjeyê li pişt xwe hişt. Ew, bi berhem û jiyana xwe ya bi rûmet ve îro li seranserê cîhanê tê naskirin. Wekî xwendevaneka wî, ji ber ku rêya edebiyatê ji nifşên paşîn, "ji me re"  vekiriye wî bi rêzdarî bibîrtînim.

Wêje, ew qade ku meriv hesret, hêvî, daxwaz, kêfxweşî û kevneşopiyên gelan dinvîse. Yek ji rêya ragihandina dîrok, çand û jiyana serdema gelan e. Bi şer û pevçûnê, bi xizanî û êşê, bi kelecan û têkoşînê pirtûkên edebî serdema xwe ji nifşên nû re digihînin. Her nivîskarek jiyana xwe eşkere yan jî sergirtî dinivîse.

Hin nivîskar di pirtûkên xwe de jînenîgariya xwe bi awayekî vekirî anîne ziman. Ev pirtûkên ku nivîskar bi xizaniyê ezmûneke giran de derbas bûne di mêjûyê bi mîlyonan xwendewanan de cihê xwe yê taybet girtine. Wekî çend mînak ji van nivîskar û berhemên wan ên jînenîgariyê: 

Erebê Şemo “Şivanê Kurmanca”, Heciyê Cindî “Hewarî”, nivîskarê ji eslê xwe Îrlandî Frank McCourt "Angela's Ashes", nivîskarê Norweçî Knut Hamsun "Hunger" nivîskarê Rûsî Maksim Gorky "My Universities" Nivîskarê Fransî" Henri Charriere "Papillon" bi van berheman nemir bûne.

DI EKOLA QAFKASYAYÊ DE KEVNEŞOPÎ

Di wêjeya kurdî de, bi taybet di ekola Qafkasyayê de, kevneşopî ji bo nivîskaran bûye çavkaniyeke kur. Nivîskarên vê ekolê, ji kevneşopiya gelê xwe gelek sûd wergirtine û berhemên giran bûha ji me re hîştine. Beşek ji van berheman jî romanên Erebê Şemo ne. Erebê Şemo, bi qelema xwe ya dewlemend û bi naveroka romanên xwe yên kurdewarî rêberî ji bo hevçaxên xwe yên nivîskar re kiriye.

JIYANA EREBÊ ŞEMO

Erebê Şemo, di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, hatiye dinê. Di roja 21ê gulana 1978an de, Erebê Şemo koça dawî kir. Erebê Şemo, jiyanek zehmet derbas dike û gelek caran li malên dewlemendên Rûsan, Ermenan û gelên din dixebite lewma jî zimanê wana hîn dibe. Leşkerên Rûs dema gundên kurdan digerin rastî Erebê Şemo tên û dibinîn ku  Erebê Şemo Kurdî, Tirkî, Rûsî û Ermenîkî baş dizane, wî wek werger digirin arteşa rûsan.

Erebê Şemo, di sala 1918an de dibe endamek Partiya Bolşevîkan. Ew di nava partiyê de gelek çalak dixebite û di şeran de du caran bîrîndar dibe. Sala 1937an de Erebê Şemo, li Pêtrogiradê (Lênîngirade) tê girtin û sirgûnî Sîbîryayê tê kirin. Piştî 20 salên zehmet, di sala 1956an, dibêjin ku ti sûcekî wî tunebûye, neheqî lê hatiye kirin û tê berdan. Ji wir vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jiyana xwe ya siyasî, civakî dike.

Şemo, yek ji kesayetên rewşenbîrî yên herî naskirî di nav Kurdên Ermenistan û Sovyeta Berê de bû. Nivîskarê mezin, di warê edebiyat û romana kurdî de kedeke pir mezin daye. Şopa jiyana Erebê Şemo, ya têr û tije meriv di romanên wî de dibine.

ROMANÊN WÎ

Şivanê Kurmanca, romana Erebê Şemo ya yekemîn e. Her wiha Şivanê Kurmanca, romana kurdî ya ewil e. Ev roman, di sala 1931an de ji aliyê Erebê Şemo ve bi Rûsî tê nivîsandin û heman salê tê weşandin. Roman bi navê Rûsî Kurdiskî Pastûx (Şivanê Kurd) li Lenîngradê tê çap kirin. Di sala 1935an de Erebê Şemo vê berhemê ji nû ve û bi kurdî dinivîse. Pirtûk di heman salê de li Êrîvanê, ji aliyê weşanxaneya hikûmetê ve bi tîpên kirîlî tê weşandin. Ji wê rojê pê ve bûye cihê vegotina serpêhatiyên gelê kurd. Jiyana Bextewar, romana Erebê Şemo ya duyemîn e. Di sala 1959’an de hatiye weşandin. Şemo, di romanê de bi hûrgilî çanda Kurdên Qafkasyayê nîşan dide. Romana Dimdim, di sala 1966an de hatiye weşandin. Wî, di rûpelên romanê de cî daye gelek helbest û stranên der barê mijarê de. Hopo, ev roman di sala 1969’an de hatiye weşandin. Nivîskar, dîsa çand û jiyana civakê raxistiye ber xwîneran. Romana Berbang, 1958an hatiye weşandin.

BERHEMÊN WÎ YÊN DIN

Koçekê Derewîn,
Hikayetên Gelê Kurd,
Kurdên Elegezê,
Pirsa Derheqa Feodalizme Nava Kurda da,
Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê,
Çirûskên Şoreşa Oktobirê,
Kolxoz û Kara Wê Ji Gundiyan re,
Şerê Tarîlka,
Kurdên Ermenistanê,
Emrê Lenîn,

"ŞIVANÊ KURMANCA" JÎNENÎGARIYA NIVÎSKAR  E

Berhema Şivanê Kurmanca, çîroka nivîskar bixwe ye. Loma  nivîskar di romana xwe de navê xwe bikar aniye. Nivîskar, di romanê de ji zarokatiya xwe heta salên xwe yên gihîştî, serpêhatîyên xwe  rêz dike. Di romana 'Şivanê Kurmanca' de nivîskar bi qaydê  xeberdana rojane  ya gel, nivîsiye û ji mijara bingeh dûr neketiye. Her wiha romana xwe bi terzeke realîst nivîsiye. Nivîskarê Rûsî yê navdar Maksim Gorky, ji bo vê romanê wiha dibêje: "Gelê Kurd, bi zimanê nivîskarê xwe ve diaxife." Şemo, têkoşîna xwe ya li hemberî xizaniyê gelekî xurt tîne ziman.

Şivantî karekî gelek zehmet e. Bi mehan li çolê dimînin û di destpêka paîzê de di rewşeke perîşan de vedigerin gundan: “Wextê baran û teyrok dihat, em diketne qefê zinara, şikevta; wekî ew jî tunne bûn, em diketne kendala û newala." Nivîskar, dema qala zarokatiya xwe û şert mercên tê de ne dike, meriv dibîne ku rojên gelek dijwar re derbas bûye.

"Li mal, nivîna me ji kayê bû. Me ew li erdê radixist û me besîrek ji giyayê nerm çêkirî datanî ser, balgeha me jî ji vî giyayî bû. Li ser xwe jî me merşeke fire davêt. Em zaro, li cem hev li ser rêzekê radizan û di navbere me de pevçûn bê hesêb bû. Her yekî ji me dixwest li nîvî razê ji ber ku ew der hêj germtir bû. Her wekî ez piçûkê gişan bûm, ew ciyê şeref pir caran, ji min re dihiştin."

Her wiha pergala axa û began li hemberî kesên xizan, di şer de hêsîriya jinan bi awayekî vekirî û bi zimanekî herikbar ji xwîner re dibêje. Di romanê de gelek xal henin ku meriv bi berfirehî li ser hûr bibe. Em dibine şahidên jiyana Kurd, Ermen û Ûrisan. Nivîskar, ji rabûn û rûniştandin heta şahî û dewatên Kurdan bi hûrgulî qala çanda Kurdên koçer dike.

MÊVANPERWERÎ

Kurd, bi mêvanperweriya xwe ve di dîrokê de hatine naskirin. Kurdologên biyanî dema di derbarê Kurdan de xwestine lêkolînê bikin, herî zêde di bin bandora mevanperwerî û comerdiya wan de mane. Nivîskarê me wiha qala vê çanda Kurdan dike.

"Êvareke xweş a payîzê ez bavo û birayê min Derwêş, gava em li çolê rûniştibûn û me nanê xwe dixwar Kurdek ku me dinasî hate cem me. Kurd qedrê mêvana ne bi tenê li mal, lê li çolê jî digrin, lewre bavo di cî de çû, şîr dot, xwarin û vexwarin danîn ber mêvanê me. Jê re li ser kulavekî nivînek çêkir û piştre jê pirsî ka ew dikaribû çawa alîkariya wî bike."

OBE

"Biharan li zozanan,  Kurd bi awayekî xas dicivin hev û bi navê "obe" ji 40 heya 80 êl pêktînin, da bikaribin tev li çiyan keriyên xwe biçêrînin. Li serê her "obe" Obe Başiyek" heye endamê dewlementir û bi nifûztirê xwediyên pez e. Her tişt di bin emrê wî de ye."

CEJNA BIHARÊ (BARO-DAN)

Demsala  biharê wekî cejna koçeran e. Ji ber serma û erdnîgariya çetin, bi rabûna berfê, hem ji bo sewalên wan, hem ji bo wan jiyan bêhtir hêsan dibe. Nivîskar, bi hatina biharê ve hinekî qala bedewbûn û nûbûna xwezayê dike paşê jî wiha dewam dike: "Piştî pez digihe lêfan û dest bi zayînê dike, her Kurdê dewlemend pezekî serjêdike, xwarin dirust dike, cîran û şivan diezimîne. Piştî xwarinê xort stran dibêjin û bi şivanan re direqisin. Gava cejn diqede herkes spasiyê xwe pêşkêşî mêvandarê xwe dike û dia dike ku jina wî li havînê gelek rûn û penîr pêk bîne."

"Roja baro-danê xelk gişk cilên xweşik ên cejnê li xwe dikin. Keçên ciwan, cilên bi rengên ronak li xwe dikin û serên xwe bi kûlîlkên ter dixemilandin. Xizêm datanîn bêvilên xwe. Kurda li stûyê mî, beran û bizinên xwe, kulîlkên rengareng danîbûn. Piştre ew berdabûn nav pez."

JI ZOZANAN VEGER-CEJNA PAYIZÊ

Erebê Şemo, sedema girîngbûna vê cejnê  wiha tîne ziman: “Hebûna Kurmanca her pêzdane û malxweykirinêdane, çimku ewana ji pez û dêwêr him hasilê top dikin, him jî nên dikirin, parçe û hûr mûrê dinê.” Ev cejn gelek bandorê li ser nivîskar dike û qet ji bîra wî naçe. "Kurd vê vegera payîzê bûyereke bixêr dihesibînin. Ji ber ku rojên zozanan her xweştir û serbestirbin jî ne bê xeter in. Gava beran berdidin nav miyan Kurd tifinga berdidin. Her wekî şahiya zewaca miyên xwe dikin. Wê rojê xwarinên rengareng çêdikin, xelkê diezimînin, gazî belengaza dikin û xwarinê didin wan. Keçên ciwan, destmalên xwe ji serê xwe dikin û wan davêjin stûyê beranên hêjatir û xort jî, diçin destmalên keçên ku hez dikin û dixwazin bistînin direvînin. Dê û bav bala xwe didin ka kîjan xort destmala keça wan distîne. Bi vî awayî dizanin ku keça wan havînê bi vî xortî re li hev hatiye û di dilê wê de heye ku wî bistîne. Eger dê û bav razî dibin, nîşana wan tête birîn û piştî demekê jî daweta wan çêdibe."

XWARIN Û VEXWARIN

Di jiyana koçeriyê de gel ji ber ku tenê bi karê ajaldarî û çandinê re mijûlin bi taybet debara xwe ya xwarinê jî ji goşt, şîr, penîr dew, savar, xwarinên bi ar û gîhayê pêktînin. Di romana Şivanê Kurmanca de çandinî tuneye. Tenê ajaldarî heye. Xwarina bi goşt bi taybet kesên dewlemend axa û beg dixwin.

"Li çolê carînan ji xeynî giyayan tu xwarin tune û şivan neçar e ku xwarina bi giya zikê xwe têr bike. Divê şivan bizane kîjan giya tê xwarin û kîjan nayê xwarin. Lewma jî, ên ku nû dest bi şivantiyê dikin, yekî pispor bi wan re diçe ber pez û giyayan hînî wan dike. Roja ewil em çûne ber pêz. Wê rojê dîya min jî me ra hat, nîşanî me dida pincara çolê: siping, tirşo, mendik û yên mayîn. Bi wê pincarê me, rêncberê çolê gerekî nanê xwe bixwara. Lê piştre diya me hîn giyayên din ji me re dan naskirin, wek (Spîdak, gûtik û sîso) me ew hişk dikirin, dibirin mal. Diya me ew dineqandin, ew datanîn ser hev û baş bişkirî ew hiltanîn ji bo rojên tengiyê. Gava ew hîn mezintir bûn dadê ji me di zeviyan de peydakirina helezê xwest. Me jî Her gav bi xwe re hinek jê tanî mal. Vê zivistana ha  tirsa me ji sermê ewqas ne giran bû. Me têra xwe helez, pincar û sergîn pêkanîbûn."
 
Jêrenot:
Şivanê Kurd û Kurdên Alagoz, çapxane: Nassar, Bêrût