Di dîroka çîrokê de jiyana jinê

Di destpêkê da rol a jinê û mêrê ji hev nehatibû veqetandin. Karên wan li gorî xwazeya wan xwe dida nîşan. Wek îro ne gorî sîstemek polîtîk bû. Jiyan her alî ve sedî sed xwezayî bû. Paşê jinê kuştin…

Google Haberlere Abone ol

Gulgeş Deryaspî

Dema em qala dîroka çîroka jinê bikin, pêwiste em bi destpêkê ve yanê bi mîtolojîyê ve dest pê bikin. Yanê dema xwedeyan ve… Me di gelek nivîsên xwe de qala destpêka jiyanê kir û em dê li vir de dîsa qal bikin ku mijar çêtir bê famkirin. Di destpêka jiyanê de her zindî parçeyek jiyanê bû. Her ajal, her giya, her jiyanewer…

Însan jî tenê celebek ji nav jiyanewerên di nav xwezayê de bû. Belê jin jî hebû mêr jî hebû lê ew jî celebek an jî rengek ji nav xwezayê bûn. Rola jinê an jî a mêrê nehatibû kifş kirin û li gorê rola wan kar û tevgerê wan nehatibû diyarkirin. Dibe ku di demek de goşt ji nedihat xwarin? Rolên ajalan jî bi dest û gotina însanê hate diyarkirin. Ajalên ku goştên wan tên xwarin (en behrê (masî) ên li ser axê (ga û çêlek û celebên wan), ên difirin (çiwîk, teyr), ên bin axê (kirm û hwd), ên ku sud ji hêza wan tê wergirtin ( hesp, ker, eştir, hêstir, se), ên ku sud ji heyînên wan tê wergirtin (çêlek, bizin-şîr, mirîşk-hêk, mêşin- herî û hwd), ên ku bi wan re şer tê kirin (gur, şêr, mar, herç û ajalên hov ên dinê)…

JIYAN BI HER ALÎ VE SEDÎ SED XWEZAYÎ BÛ

Di destpêkê da rol a jinê û mêrê ji hev nehatibû veqetandin. Karên wan, tevgerên wan li gorî xwazeya wan xwe dida nîşan. Wekî îro ne li gorî sîstemek polîtîk ku bi zanîn hatibû diyarkirin. Jiyan her alî ve sedî sed xwezayî bû. Bajarên wek îro tinebûn, amûrên îro ku di destan de ye tinebû, cil û lîbasên îro tinebû, heya dibe ku cil û lîbas jî tinebû. Ya herî girîng senayî tinebû. Tenê jiyanek xweziyî hebû, otorîte tinebû, sînor tinebû, dewlet tinebû, monarşî, olîgarşî tinebû, polîteîzm an jî monoteîzm tinebû. Anîmîzm kengê dest pê kir em nizanin. Tinebû û tinebû. Gelek tişt tinebû. Ya herî girîng bawerî tinebûn ku bawerî (ol) dibe sedemê astengkirina serhildanê. Gotina Xweda gotinek îlahî ye û kes nikare li hember bertek bide nîşan. Ji ber wî însan azad bûn. Di wî demê de kesî pirtûkek venedikir nedigot ‘Xweda wiha dibêje. Huş be’. Yanê azadî bi rêya pirtûkan ve nedihat astengkirin û ji xeynê vê rêyê jî rêyek tinebû ku azadiyê asteng bike. Ji ber vî jî li ser ruyê axê hemî jiyanewer azad bûn û li gorî xwezaya xwe tevdigeriyan. Pişt re kujeriya mêrê dest pê kir. Û ev jî bû sedema talankirina azadiya jiyanê. Pêşî ajalan kuştin, paşê însanan. Jin jî di nav kuştiniyên mêrê da bû. Diya xwe, xwişka xwe, hevjîna xwe, keça xwe, kurê xwe, birayê xwe, bavê xwe kuştin. Xwedayan afirandin, navan li wan kirin, daxwazên xwe bi devê xwedayan gotin. Yanê Xweda jî dîl girtin. Ajalan kuştin, xwarin, şîrê wan, hêriya wan, hêza wan, goştê wan dizîn. Xwezayê kuştin. Axa wê, kevirê wê, dar û ber, pola û madenên wê dizîn. Jinê kuştin, zarokên wê kuştin, xwişk û birayên wê kuştin, çîrokên wê dizîn, dermanên wê dizîn, hebûna wê dizîn, zanîna wê dizîn û wê jî wek jiyaneweren nav xwezayê ji xwe re xistine olam. Sîstemek xwedawendiyê li ser ruyê axê ji xwe re ava kirin.

TÊKÇÛYÎNA JINÊ Û XWEZAYÊ DEST PÊ DIKE, JIYAN JI HEV PERÇE PERÇE DIBE

Em di nav hevokekê de dibêjin lê buyînên ku pêk hatine di nav hezaran salan de qewîmîne. Ev dîrok jî di nav xwe de vediqete gelek beşan lê em qala dema seretayiyê dikin, yanê qala dema destpêkê. Pişt re jî dema xwedevandan dest pê dike ku di vir de jî jin gelek çalak e. Xwdayên destpêkê bi piranî jin in. Her rûpelê dîrokê pêşve tê jiyan vacî dibe û paşve diçe. Têkçûyîna jinê û xwezayê dest pê dike, şer dest pê dikin, kuştin, mirin ol û bawerî, dewlet û netewbûnî dikevine nav jiyanê û jiyan ji hev parçe perçe dibe. Helbet li gorî vî jî çîrok jî, gotin jî, logos jî diguhere û di nav demek dirêj de xwe temam dike tê roja îro. Dema ev xwetemamkirin di nav pêvajoyê de diherike kuştin, qetilkirin pir zêde çê dibe dîrokek pir bixwîn vedibe ber me. Dizî pir zêde çê dibe û tiştên tên dizîkirin tên guhertin jî. Mînak em dizanin ku çîrok jî stran jî, hunerên dinê, derman jî ji ber sedemên ku jin çare ji zarokên xwe re bibîne afirandiye. Derman ji bo ku zarokên wan nexweş diketin ew mecbûr bûn ku gelek tişt biceribînin û heya ku çareya nexwaşaniyê bibînin. Çîrok û stran ku navê wê li ser e ‘stran’ yanê ew tiştê ku zarok pê têne starkirin. Çîrokên ku hatine avakirin ji nav xwezayê bû û bû bingeha mîtolojîyê, stêrknasiyê. Mînak dema Înnana diçe bin axê heft tebeqe û bi heft deriyan ve derbas dibe û piştê demek derdikeve. Di vî mîtê de em dibînin ku heft tebeqe ji bo asûmanan jî tê gotin, ji bo heft stêrkan jî… Dîsa Înana bi heft deriyê mirinê ê xwişka xwe ve derbas dibe ku ev jî çîroka demsalan e. Demsal xwişk in yek mirin e, yek jîn e. Havîn jiyan e, zivistan mirin e. Yanê ger em qala jiyana destpêkê bikin, bê mal û xanî, cil û pêlav di wê demê de zivistan tenê mirinê tîne. Û wek hûn dibînin di van motîfan de xwîşk hene bira tinenin. Lê dîsa çûyîna binaxê ya Înanna di heman demê de dawiya hebûna jinê ye. Jiyan û hebûn, havîn û bereket motîfa zayîn û zêdebûna jinê ye. Ji ber ku jiyanê jin ava dikir, çîrokê jin vedigot, her tişt li gorî avakirina jinan şîn dibû. Xwedaya axê hebû, Xwedaya baranê, Xwedaya avê, Xwedaya bereketê… werhasil ji ber ku jiyanê dişibandin jinê yanê jiyan wek jinê her dem diza, ava dikir Xwedayan jî an jî hebûnên jiyanê dişibandin jinê û wek ku jin bû jiyan dihat teswîrkirin.

RÊVEBERÎ PIŞTÎ TIRSÊ DEST PÊ DIKE

Di mîtolojiya yewnana de jî a misiriyan de jî motîfên ku dişibine hev li ber çavan dikeve. Jeus Xedayê mezin ê yewnaniyan e û gelek hevjînên wî hene. Xweda û bav e. Him xwedayan him jî însan e. Di beriya Zeus de Kronos heye ku ew jî zarokên xwe dixwe. Zeus jî Kronoz jî nêrzane. Motîfên wan ger çiqas rastiya mêrbûniyê raxe ber çavan jî ew qas ev rastiya hovane ya nêrbûyinê  hatiye parastin û pejirandin. Di van motîfan de mêr vek pirhevjîn hatiye qebulkirin bî Zeus û bi Kronos jî hêza mêrane ya hov hatiye parastin û jin pê hatiye tehdîtkirin. Helbet ew hebûnên ku zarokên xwe dixwe, hebûnekî tirsê ye. Pêwist e her kes jê bitirse. Û rêveberî piştê tirsê dest pê dike. Helbet motîfên mêzabûnê yê yewnaniyan jî heye wek Afrodît. Xwedayên olîmposê bi piranê nêrzabin jî wek Afrodît, Juno, Lîlîth jî yên ku wek bireser in û fonksiyana wan zirarê dide jiyanê jî hene. Belê mixabin di mîtolojiya yewnaniyan de (ya ku îro ber destê me de ye de) motîfa jinê tek çûyî ye. Mêr zarokê xwe dixwe lê ev motîfa hêzê ye, pirhevjîn e lê ev jî dîsa hêz û xwezayiya nêrzatiyê ye. Yanê neyîniyên nêrazatiya hatiye parastin û li ser van neyîniyan erkek hatiye ava kirin. Lê neyîniyên mêzatiye hatiye biçûkxistin, li ser vî mêzatî bêexleq, fêlker, derewker hatiye nîşandan ku bi van neyîniyan mêzatî hatiye bîçûkxistin.  Afrodît sêvek dide Parîsê birayê Hector û ew dixapîne, hevjina qralê Mîkenê a Menelaus aşiqê Parîs dike, şerê deh salan ya Troyiyan dest pê dike. Yanê fêl û fendê jinê wek qilana û hêz ne wek şeytanî hatiye nîşandan. Ev tiştên ku me li jorê hejmart bu bingeh ku nêçîra cazuyan (wîtch hunt) bê kirin û kesek bertek nede nîşan ji kuştina jinan re. Wek tê zanîn di dema navîn ya ewropayiyan de, dema tarî de yanê dema ku dêr erk bû û kes nedewrî nîqaş bike, rexne bike bertek bide nîşan de nêçîra jinên zana dest pêkiribû. Pirtûkxwane dişewitandin, jinan dişewitandin, mêrên ku dixwendin dişewitandin. Li vir de yanê di vî şewitandinê de motîfa Kronosê ku zarokên xwe dixwer ber çevê me dikeve. Di her demê de Kronosek derdikeve û zarokên xwe dixwe. Dibe ku ev kesek be an jî saziyek be. Ji bo ku bikaribin bi hêsanî însanan bişewitînin û piştgiriya gel hilbidin bi hezaran salan ewiltir çîrokên wek Afrodîth û Venûsê afirandin û ku herduk jî temsîliyeta bêexlaqiya ku xwedayê dêrê napejirîne bûn. Helbet di beriya van de xwedayek hat afirandin û tiştên ku xweda heznake û hezdike veqetandine du beşan. Bi navê ‘evdê gunehkar’ ji kî heznekirin şewitandin û kuştin.

Madem me qala yewnaniyan kir em bi kurtasî Hypatîa jî bi bîr bixin ku ew jî heqeya tekçûyîna jinê ya herî dawî ye. Bi pirtûka xweda, bi gotina xweda ev ji çav dixin û herî dawî bi gotina Xweda çermê wê saxe sax digurînin û ew bi aweyek hovana dikûjin. Kesek bertek nikare bide nîşan çîmkî Xweda wisa xwestiye. Hypatîa jinek zana û zanist bû. Di hêla matematîk, astronomî û siyasetê de gelek serkeftî bû û qralên welatê tel ê dişewiriyan. Gotina wê gotina herî qenc û jê zanatir kes tinebû. Xiristiyaniyên ku bi şerên hovane ax bi dest xistin, rêveberî jî kete destê wan. Dîtin ku qralê welat tev lê dişêrin wan jî pirtukê vekir û ji nav pirtûka xwe axivîn gotin ku pirtûk dibêje ‘bi gotina jinê nekin’. Çîrokên misiriyan jî bi Musa diqede û gelek guherînên mezin ên di navbera mêzatî û nêrzatiyê vedigere rewşek dinê

Wey dinyayê tu bêbextî

Te zalim anî ser textî

Me roj nedî tucar wextî

Para me ma

Tim bindestî

….

Belê piştê moleyek em bidomin. Strana jorê jî bîla ji bo we be.

ÇIMA MIN BI STÊRKNASIYÊ VE DEST PÊ KIR?

Piştê ku mêr bi xwe hesiya, zanî bavê zaroka ku piştê neh mehan tê dinyayê ew e her tişt ber bi guherînê va çû. Her çiqas jî dayîka yekemîn mêr be û bi tu aweyê nekare îsbat bike ku bav e jî dîsa ev erkek lê bar kir û jiyan dest pê kir ber bi guherînê va çû. Ziman guherî, çîrok guherî, derman guherî, hûner guherî… guherî û guherî. Nihajî her roj diguhere. Armanca me ya yekemîn ew e ku em di vî nivîsê de qala dîroka çîroka jinê a destpêkê heya niha bikin. Em dê têkçûyîna jinê di nav çîrokan û gotinokan de bigerin. Di stêrknasiyê de tenê du stêrk temsîliyeta mêzabûnê dikin. Yek ji wan heyv e û rola dayîkê de ye, yek ji wan jî venûs an jî Îxtar-afrodît e ku rola wê jî jina ezeb e. Îxtar stêrka sibehê ye û eşqê, hezkirinê temsîl dike, wan belav dike. Di vir de Xwedaya Romayiyan Venûs an jî galevêj di heman demê de bê exlaq e, her çiqas jî baş be, îşareta başbûyînê be jî, bê exlaqî, nedurîstî jî karê wê ye. Stêrkên dinê tev nêrza nin û di nav karên jiyanê de tev ew dixebitin. Berçîs ku jê re Jeus an Jupîter jî tê gotin xwedaya xwedayan, nesîp û qismetê, başbûn û şansê ew belav dike, hemî stêrk di bin baskê wî de dixebitin. Behram-Mars stêrka şer û tevgerê ye û dîsa nêrza ye, tevgerên însanan tev di bin hukmawî de ye. Keywan an jî Saturn stêrka ezmûnê ye û ezmûnên giran tev di bin erka wî de ye, ew jî nêrza ye. Neptun stêrka xeyalan e û dîsa nêrza ye. Uranus nêrza ye û temsîlîyeta bûyerên nîşkevî dike. Plato nêrza ye û temsîliyeta mirinê dike. Wek hun jî dibînin ku bi stêrkan ve dest pê kirine û nêrzatiyê, mêzatiyê ji hev veqetandine. Tenê du stêrk temsîliyeta mêzatiyê dike ku ew jî mecbûr mane. Ger ne dayîk bûn, xwedî derketin, kar û barê zarokan dê çawa li nêrzatiyê bar bikirana? Dîsa Îxtar temsîliyeta eşqê dike û vî karê jî dane ser pişta mêzatiyê û bê exlaqiyê jî pê ve danîne. Yanê eşqê û hezkirinê bi aweyek reş û qirêj kirine. Çîma min bi stêrknasiyê ve dest pê kir? Çimaku di demekê de stêrk wek xweda hatine dîtin û bi sed an jî hezaran salan gelek civak baweriya xwe bi stêrknasiyê anîne û niha jî yên ku tînin hene. Belê guherîn bi guherandina zayenda xwedayan dest pê dike û ber bi hemî beşan ve diherike. Me li jorê jî gotibû ku di destpêkê de xwedayên civakan tev mêza bûn. Pişt re jî çîrok û gotin guherî. Xweda, çi bigotina ew rast dihat qebûl kirin û xweda tenê bi mêran re diaxivî û telîmatan ji jinê re dişand. Jin jî telîmatên xwedê pêk dianî, ger neanîta wê demê xweda telîmata kuştina wê dişand û bi vî aweyê gelek jin hatin kuştin ku êdî xwarin şor buya teqez jin dihat kuştin û civak temaşe dikir çimkî xweda wisa digot. Her wiha kuştina jinê bu mijara fortekirinê jî… ji bo ku hêsantir bikujin çîrokan avakirin û civakê îka kirin ku yên ku îkna dibû an jî mecbur dima îkna biba tenê jin bû. Ger ne dê yên ku îkna nebûyana bi telîmata xweda ew jî bihatana kuştin.

ZAYÎNA HAWA Û ADEM MÎNAKA HERÎ DIJWAR E

Çîrok û gotinên ku tekçûyîna jinê hêsantir kiriye girîng in û em dê wek mînak çendan bi we re parve bikin. Zayîna Hewa û Adem mînaka herî dijwar e di vî warî de. Hemî jiyaneweren cihanê kirm, çwîk, se, ker, mar, mişk, giya, dar, masî ji çar elementan (av, agir, ax, hewa) çê dibin lê jin ji parsuyê çê dibe. Mijarek bi serê xwe dervayê rastewîna jiyanê ye û çîroka meciyê nêrzatiya kujer e. Li gorê Tewratê di beriya Hewa de Lîlîth hebûye û ji ber ku li ber Adem çok nedaye ew ji buhuştê avêtine û reş kirine. Pişt re Xweda ji parsuyê Adem hewayê afirandiye. Di çîroka Muyiyan de yek heye, dibe dudu. Yek hebûn e û dudu jî jin û mêr in. Lê di çîroka xiristiyaniyan de teslîs heye. Yanê Xweda heye Eysa kurê xwuda ye û zêdebûyîna kurê Eysa ye. yanê mêr zarokên xweda ne. Nêrzatî an jî mêr hatine pîrozkirin û cih nedane jinê ku ew jî însan e. Û dîsa mêr zarokên Xweda nin, jiyan ji vî teslîsê pêk tê. Heman çîroka teslîsê di Yaresaniyan de jî tê dîtin. Şahneşîn kurê Celale xanim e û Xweda ye. di vî çîrokê de jî em dibînin ku zarokên kur ên ku bêbav têne dinyayê tev zarokên xweda ne. Li gorê çand û baweriya wan pêwist e bihatana kuştin, lê vaciyê vî hatine pîrozkirin. Helbet sedem ew e ku destê wan neçûye mêrek piştmêrê xwe bikujin, ji bo vî jî pîrozdar kirine û xistine pêxember ji xwe re. Di nav çîrokên 1001 şevê de jî dîsa jin di şeklê venûsê de xwe didin nîşan. Bi eşq û hezkirina qirêj bêexlaqiyê, derewê, fêlû fendê, fitneyê belav dikin. Mêr wek reben derdikevine pêşberê me. Rolek wisa de ye mêr ku girîna jiyaneweran ji wan re tê. Rebenin mêr di van çîrokan de, nezan, dilsaf, xeşîm, baş û mecbûr dimînin ku kujerî bikin. Di vir de em dibînin ku ji kujeriya xwe re cil didurin û kujerbûniyê pîroz dikin. Helbet ên ku tên kuştin jî jin in. Em xwe ji bîr nekin ku çîrokên 1001 şevê ji nav gelê Arî derketiye û niha jî li dinyayê belav bûye, bi bezar salan e ku ev çîrok di nav gelan de tên xwendin û guhdarîkirin.

DI ÇÎROKA MÎRZA MIHEME DE JIN

Di çîroka Mîrza Miheme varyanta serhedê de bavê Mîrza Miheme bi sê jinan re dizewice. Mîrza Miheme û Gulesînimê xwişk û birane. Gulesînimê temsîlîyeta jinê dike û jinek nezan û xeşîmê bêaqil e. Mîrza Miheme temsîlîyeta mêrê dike û vaciyê wê aqil e, wêrek e, zana ye û bavê xwe dibîne. Jiyan (xizir) bi Mîrza re dikeve tekilîyê, piştgiriya wî dike, ew diparêze. Dîsa jina pîr bi fêl û fend xirapiyan dike Gulesînima xeşîm dixapîne. Dêmariyên Mîrza xirap in û fêlên gelek nebaş tînine serê Mîrza. Bavê Mîrza mêrek xwediyê sê jinan e, baş e, saf e, paqij e, haya wî ji fêlên jinan tine, di jiyana wî de fêl û fitne cih nagire. Ji ber wî jî fêl û fendên ku tên kirin, nebûyên ku li diya Mîrza tên kirin cihê xwe digire, haya bavê Mîrza jê nabe. Di vî çîrokê de jinê wisa dane nîşan ku jin hebûnek hezkirin û rêveçûnê nîn e, ê kuştinê ye. Di çîroka Fatme de jî ku dişibe pisîka xwaliyê dîsa rola jinê a dêmariyê pir xirab e û bavê Fatme camêrek baş û saf e hay ji xirapiyên jinan tine.

Madem jin hebû Xweda çima jinê afirand dibêjin. Ev jî gotineke ku di gelek civakan de heye. Û dîsa em xwe ji bîr nekin ku qebra jinê ji ber ku gunehê jinê zêdetir e, ji qebra mêrê kûrtir e. Zeviya ber newal, xaniyê ber kendal, jina kirkirok, keça gergerok ji kesî re nabe mal û war. Ev jî gotineke kurdan e ku di vî gotinê de parastina mal û warê heye û jin jî ne wek însanê, wek malê hatiye dîtin. Sê jin di cihek de be hewceyê şeytanê nake. Ev jî ji bo reşkirina jinê hatiye gotin û di nav civakê de belav bûye. Xirabî be an başîtî be ne ji bo cinsek an zayendek ji her jiyanewerê tê derbas dibe. Yanê jinên wek şeytanê hebin jî, mêrên ji şeytanê xiraptir jî hene. Çimkî şeytan kesî nakuje. Pora dirêj aqilê sivik. Ev gotin jî ji bo jinan hatiye gotin ku jinê bêaqil dibînin. Ger em berawirdinek di navbera van herdu gotinên jorê ê li pê hev bikin wî demê an jin şeytan e, an jî bêaqil e. Her du bihev ra kengaz nîne. Xwestine ku jinê reş bikin û îradeya wê bişkînin. Ji ber vî jî di nav gotinan de hevok û gotinên bi vî aweyê ku li hev nayê hatine kirin.

Belê di van çîrok û gotinokan de jî me dît ku neyartiyek ava bûye û gelek bi xwin jî ketiye nav pêvajoyek herikiyê. Û ev gotinok, çîrok, biryarên jorê tev bûne sedem ku îro jin pir bi hêsanî tê kuştin û mixabin civak jî civakek arkaîke û kuştina jinê asayî û ji rêzê dibîne. Bertek nade nîşan çîmkî kuştina jinê a yekemîn civak diparêze. Em jî gotina xwe bi gotina Valery Salvador ku vaciyê Freud dibêje dawî bikin.  Mêr hesudiya jinê dike çimkî nîv jin in, hezkirin û eşqê hîn nebûne.