Derfetên ziman û dengê çîrokên Nîhatê Hecî Şakir

Nîhatê Hecî Şakir, gava çîroka xwe ava dike, dizane ew û xwendekarê vê çîrokê bi hev û din re gavekê bi şûn de ji dûr ve dê li vê peyzajê binêrin.

Google Haberlere Abone ol

“Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin” a Nîhatê Hecî Şakir bi Şev û Roj ê baxusûs bi Dengê Hespekê Hat û Mirineke Li Ser Vî Erdî Li Bin Vî Asîmanî ne tenê kêfa xwendinê herwiha kêfa rûniştina li civatekê jî dide xwendekarê xwe. Çîrok bibe nebe xwe di ber celxikên çandê re dike. Pêşî bi navê xwe pişt re bi mijara xwe dike vî kar û emelî. Gava em dibêjin çîrok, çîrokên em pê mezin bûnin serê xwe ji bîrên xwe yên kûr ber bi jor ve bilind dikin û dixwazin dîsa pala xwe bidin balgiyekî rîs ên odeyekê; şevbuhêrkê bigerînin û saetê li ber çavên civatê mîna pelên cixareyekê bişewitînin û bibuhurînin.

Dengê Hespekê Hat ya jî ez wiha bibêjim çîroka Ferîdê Nalbend, çîrokeke xas ya modern e. Gazîkirina hesabdîtinekê ye jî. Neqilkirina bûyerekê nîne, bereksê wê nîşandana kêliyekê ye. Xwendekar ji behs û tesewirkirina wê kêliyê kêfeke nedîtî bidestdixe. Loma xwendekar di wê kêliyê de aliqî namîne çimkî ya li ber çav ne dîrok e çîrok e. Tîrbûna di navê çîrokê de veşarî û hûrbûna li ser mijarê xasbûna wê ya sereke ye. Bi xêra wê hûrbûnê giraniya li ser çavê xwendekar radibe. Xasiya din ya vê çîrokê atmosfera wê ye. Şayesandinên çîrokê yên hûr û giran, teqlên rîtmîk yên bêjeriyê atmosfera çîrokê fena bijûyên hespê bi her gavê re li ber bayê dixin. “Gava êdî bi temamî bi ser hişê xwe da hat Ferîdê Nalbend ji bona giraniya li ser xwe ji ser xwe biavêje hişk bi çemilê misîn girt û di kefa destê xwe de şidand. Serê xwe parî berjêr kir û li ber xwe nihêrî. Mîna nizanibe bi kîjan alî de here…” (r.11)

Jixwe ev atmosfer e gava çîrok bi dawî dibe çîrokê bi av û êm dike. Çimkî bi rîtma çîrokê re ew atmosfer jî xwe ava dike û ew bi xwe jî di cihoka xwe de diherike. Nîhatê Hecî Şakir, gava çîroka xwe ava dike, dizane ew û xwendekarê vê çîrokê bi hev û din re gavekê bi şûn de ji dûr ve dê li vê peyzajê binêrin. Loma nivîskar, misînê di destê Ferîdê Nalbend de bi teswîrên xurt giran dike, êşa û azara li ser bedena wî bi zar û ziman dike, şihîna hespê li palê mezela ji nav rêzikên kitêbê tîne.  
Di çîrok û romanê de nivîskar bi xwe nikaribe û bi hestên xwe heta bi fikrên xwe rola karakterê xwe jê bidize û bikeve dewsa lehengê xwe ji nivîskarî û afirîneriyê bêtir bi mamostetiyê derdikeve pêş.

Ya ev jixwe weka peywirekê biryara partî û îdeolojiya nivîskar e ya jî nivîskar nikare xwe ji pisporiya xwe ya heq yanî ji mamostetiyê bişo. Berna Moran gava behsê dibe ser navê Peyami Safa wiha pê de diçe: hunermendiya Safa bûye qurbana bîrdoziya wî. Nîhatê Hecî Şakir bi vê nexweşînê nakeve û ji dêvla lehengê xwe hestên xwe fikrên xwe bi ser xwendekarê xwe de nabarîne. Jixwe di çîrokên wî de bala wî li ser ziman û vegotinê ye; wê atmosfer a min gavikeke berê behsa wê kir.

Nîhatê H. Şakir, Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin, Nûbihar, 2022

Çîroka wî metelokên siyasî nagre ser xwe ya jî ez wiha bibêjim angajmanên bi vî rengî ji çîroka xwe re nake pal û pişt. Mijar weka ji orta qur’anê be behsa xwegorîkirinekê bike jî xwe teslîmê wê xuldexulda ecêb a siyasî ku ji edebiyatê dixwe nake. Di “Mirineke Li Ser Vî Erdî Li Bin Vî Asîmanî” de gava Pîrozê û Dilşayê dest bi axaftinê dikin tirs û xofekê xwe diavêje dilê meriv. Meriv ji qurbankirina çîrokê û wê atmosfera zîz ditirse ku ji dest biçe. Gelo Dilşa ya jî Pîrozê ne li ser navê xwe lê li ser navê nivîskar ewê bi wê şobeya ‘me’ ya nas bikevin û derkevin ser dikê û sloganan biavêjin? Jineke li ber sîtila avê berava xwe dike ji dêvla beravê wê ‘bîrdoziyekê’ weka îdeologekî biparêze? Nivîskar bi vê şobê nakeve û karakterên xwe nake qurban! Ji qewlê serhediyan ve ûsa rihet ûsa bikêf karaktera xwe dide xeberdanê, hew bi hevokekê wê ji vê nexweşînê xelas dike lê dîsa tenê bi vê hevokê; bi raya min bi rihetî û bi jidilcanbûna vê hevokê ji bandora nutqeke siyasî bêtir mijarê li ber çavê xwendekarê xwe bera dike:

“Dibêjin îro partiya me tê gund.”

Bi destûra we em vê beşê ji serî de dîsa bixwînin:

“Pîrozê bi sê dengan gazî wê kir, “Dilşa!”

Jinika kirasê wê yê şil bi canê wê va zeliqîbû fenanî li dereke dûr binihêre destekî xwe ji zendê da danî ser eniya xwe û lê fetiland,

“Ha!”

Pîrozê dengê xwe lê bilind kir.

“Çi diqewime?”

Jinika bi beşereke xweş dibişirî çepilên xwe yên dirêj kir tenişta xwe û bi bejna xwe ya bilind çik sekini.

“Dibêjin îro partiya me tê gund. Ji şeveqê de behs dikin. Mêr bi nava gund de diçin.”

Hecî Nasir jî di meraqê dimîne û ew jî dipirse.

“Çi dibêje?”

Pîroza serê xwe ji şibakeyê deranî qasekê li ber şibakeyê sekinî û lê fetilî.

“Dibêje partiya me tê.” (r.38)

Nîhatê Hecî Şakir, bi sivikayî mijara xwe bera dike û bi çavdêriyên xwe yên tûj zêdeyiyên li ser metna xwe diavêje û li ser bêndera xwe dengê kûrbûnekê dihêle:

“Qulingên di ser çiyayan re berê xwe dabûn beriyê ref bi ref difirîn. Li bergehê dûr û deraz çaxa derbas bûn jî asîmanê fenanî çît û cawekê meqeskî birîn û bihurîn.” (r.30)

Nivîskarê çîrokê çiqas hêz û qeweta bi paşdeçûnê; bikûrdeçûnê di xwe de dîtibe bi wî qasî çîroka xwe xurt kiriye. Kêliya behsa wê dike bi her libitîna xwe re jiyanê li dar dixe. Bi xêra şiroveyê dikarim bi dilrihetî bibêjim eger çîroka bi zimanê xwe ne li pêş be bi dîtina min dê fenanî firo be. Nîhatê Hecî Şakir, bi vebêjerî û vegotina xwe fena deynekî ji dengbêjekî stendibe vedibêje û bi ziman û şêwaza xwe vî deynî zêdetir û dewlemendtir dike. Çîroka li ber destê me derfetên zimanê me careke din bi bîra me dixe.

Çavkanî:
Nîhatê Hecî Şakir, Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin, Nûbihar, 2022
Moran, Berna, Türk Romanına Eleştirel Bir Bakış 1. , İletişim