Dara xweziyan çima şîn nabe?

Karakterên jin ên di romana Mîrzengî de ne weka milyaketên li malê jî heta meriv dikare bibêje weka ecûze û neçarên li malê xuya dibin. Mekanên ku lê xuya dibin teng in; derfeta xwedîtinê nade wan.

Google Haberlere Abone ol

“me koşkek ava kir
stûn ji tîrêjên şeveqa nemrûd
paca ji dengê hesen cizirî”
dibêje di şi’reke xwe de Mem Ronga.(1)

Xweziyên me çiqas rê didin me ku em tîrêjên royê hîs bikin û dengên senfoniyekê bibihîzin vêga? Di vê şi’ra xwe de Ronga, dîrok û folklorê ji bo şi’ra modern dixe nava keftûlefteke estetîkî. Ronga balê bibe ser koşka xeyalî jî di heqîqeta xwe de şi’r bi tunebûna koşkê xwendekarê xwe yê jîr aciz dike û kirasê şi’rê bi wê tunebûnê re li xwe helal dike. Çimkî heya koşk ji dil û can ava nebe xwendakarê jîr yê şi’rê wê ji vê şi’rê hez bike û trajediya vê xweziyê dê nikaribe xwe bixemilîne.
Di Belqitî ya Xurşîd Mîrzengî de çi dike çaroxekê dike! Rovî çaroxa lehengê romanê didize û seyrûsefera romanê dest pê dike. Di romanê de bi xislet û cewhera zimanî ve hewldana nivîsandina romanê weka mebestekê ji serî heta binî li dar e. Mebest û xwezî xwe diyar dike. Helbet tê zanîn ku ji bo romanê jî xuyabûna dem, mekan, karakter û honaksaziyeke bi sexbêr jî şertên sereke yên romanê ne.

ROMAN, BERIKA DEWRA MODERN E

Ji bo çaroxê, çerm şert e. Cureyeke pêlavan e çarox. Nigê însanan ji serma, dirî û keleman diparêze. Ji kêlekên çerm du an jî çar qulik bê vekirin û benikekî ji çermî di wan qulikan de bê derbaskirin û girêdanê çarox bi her awayî temam e. Roman, berika dewra modern e. Herçiqas hinekan gotibe û hinek hê jî bibêjin roman li ber mirinê ye jî geşedana vê cureyê didome. Ji populerbûna wê tiştek kêm nebû; nabe. Kudandina ji çîrok-bêjiy-ê ya ber bi romanê ve li sernaserê dinyayê hîn jî didome.

Belqitî ya Xurşîd Mîrzengî bi bûyer û şayesandina jidayikbûna lehengê romanê dest pê dike. Emê li ber dergûşa xwe ya pêncan e. “Diyar bû ev zarok bobelata Xwedê ye”(2015:11)… Pîrika Bobelato Xemsê ye û Xemsê bêyî ku ilamekê bide me dizane yê di zikê diya xwe de ye lawik e. “Wexta vî belqitiyî hatiye û bihuriye jî” ti delîl û îşreteke vê rastiyê nede me jî gava Xwedê li Xemsê tê rehmê û zarokê wê didê, em êdî ji zanîna Xemsê ewle dibin. Destpêka romanê mijarê li ser milê romanê datîne û lê ferz dike: feqîri! Feqîrî dibe naveroka romanê û nivîskar bi vê xweziyê dixwaze romana xwe bihone. Zarokê heşt salî ji kêfa çaroxa ku birayê wî yê golikvan jê re çêkiriye dike bifire çimkî heya wê rojê ne papûlikek ne jî sol û çarox xistiye piyên xwe. Nivîskar kêfa lehengê xwe wiha bi me dide zanîn:” Oxx, êdî ezê karibim di nava baxçe û pirêzeyan de baz bidim, kelem û stirî nakevin piyên min. Ez ji pêxwasiyê filitîm.”(2015:15)

Pişt re çaroxa wî ji aliyê roviyekî ve tê dizîn. Qehremanê me dahfika xwe datîne û roviyê dizek bi dest dixe. Li ber çavê gundiyan bi îşkeneceyeke sosret diranê rovî ji devê wî dikişîne, neynûkên wî radike pişt re kêrê dide stuyê rovî û dide diya xwe. Diya wî goştê rovî dipijîne û ji bo du caran dide ser savar! Belqitiyê ku li gund bo gundiyan dibe tofan, di beşeke/macerayeke xwe ya din de gava xwe weka Şêrko dide nasîn û ji mala ku lê dibe mêvan re dibe şivan û golikvan. Ew û bûka malê çav berdidin hev. Gava ji rê derdikevin û bi hev şa dibin xwednekar ji aqilbalixbûna leheng bi xwe jî di şikê de ye çimkî behsa duwazdeh salî ya wî tê kirinê!

Jixwe qewimînên romanê ji nika ve ne. Çimkî Mîrzengî dixwaze bi bêtalihiya feqîriya Belqitî, mijara romana xwe berfirehtir bike. Lê belê di temsîliyeta çîrokbêjî û feqîriyê de meşrûiyeta vegotinê li gund jî li bajêr jî di honandina bûyeran de zorê dide xwe û dilikume. Çawa kelem û striyên xwezayê hebin herwiha dem û pevxistina romanê jî heye. Çawa çerm û benikê çaroxê henin herwiha çawabûna mijara romanê jî heye. Mijarê romanê çiqas girîng be ya ji wê girîngtir çawabûna wê ye.

'MILYAKETA LI MALÊM Û XERÎBA BIYANÎ'

Li hêla din di Belqitî ya Mîrzengî de temsîliyeta jinê û jinbûnê jî balê dikişîne ser xwe. Bi awayekê milyaketa li malê ya Virginia Woolfê û “xerîb-biyanî” ya Simone de Beauvoirê tîne bîrê. Virginia Woolfê di “Odeyek Ji bo Xwe de” ji bo jin hay ji xwe çêbibin û li dij dîtina li ser wan tê ferzkirinê serê xwe rakin behsa têkbirina şiûra “milyaketa li malê” dike. Karakterên jin ên di romana Mîrzengî de ne weka milyaketên li malê jî heta meriv dikare bibêje weka ecûze û neçarên li malê xuya dibin. Mekanên ku lê xuya dibin teng in; derfeta xwebûn û xwedîtinê nade wan! Bi dîtina Simone de Beauvoirê jî jin di edebiyatê de di temsîla biyanan de nin. Her çiqas şertûmercên atmosfer û dema romana Mîrzengî girîng be jî hem jinên li gund hem jî yên li bajêr (Amed) bi temsîliyeta xwe li hember zilaman weka amûrekê xuya dibin.

Li gund ji devê karakterê romanê, Reşoyê Şelbatê jin wiha tê temsîlkirinê,: “-Filo, keys ya te ye. Ew jina te ya qorode ji çi re dibe? Tu dikî nakî ber nagire. Zeviyê hîtik e. Çaq dane hev, tu ocaxkorî hiştî. Kî di şuna te de bûya, niha zû de ew firotibû bazirganê bizinan.” Gava ev diyalog diqewime bi gotina vebêjer, civat “hîrhîr” dikene.  Şelbate didomîne, “Hema nîvê milkê xwe bide min, ezê xwişka xwe bidim bavê te.” Weka li erasê bazarê bikin vê temsîlê didomînin. Tawo ku ew jî karekterekî din e bersiva Şelbate dide, “Lawo! Ew xwişka te kevn bûye. Her dera wê qetiya ye. Kesek tê de pênc pereyan nade. Loma tu rojê bi yekî re bazar dikî.” (2015:36)

Di sergûzeşta lehengê romanê ya li Amedê de jin dîsa xuya bibin jî dîsa xwebûna wan peyda nabe. Jinên kurmanc qewraşên karbidestên hikûmatê xuya dibin. “Qerwaşa jina Dûrmîş Efendî xwişka Ximbil Xêro, Şîşana Pilîlo e. Ya jina Satilmîş Efendî jî xwişka Fortek Kazo, Lalê ye.”(2015:109) Lê balkêş e jinên mamûran jî vê temsîliyetê xera nakin. Ew jî lêdana li xwe normal dibînin û wiha xeber didin, “Bila ev çepilê min di hezar ciyî de bişikê. Bibore, bibore. Min sîle heq kirine.” (2015:113)  Di romanê de jineke ku weke ‘tîp’ jinê îdealîze bike û li hember normên ku jinê piçûk dixînin serî bilind bike xuya nabe.

Xurşîd Mîrzengî bi Belqitî ya xwe bi mebesta şahidiya bîra heyamekê bîrekê dikole. Bi rêya gundî û serhatiyên pêxwasên Amedê bêyî daxilî derûniya wan bibe heyamekê li ber çavan radixe. Bîra berhemê bi zimanê xwe hûr e û bi vî aliyê xwe xwendinê li xwe helal dike lê ji sedem şahidiya zêde; feqîrî, gundîti, dem û dewrana avabûna cumhûriyetê, qedexebûna zimanê kurmancî û cezayên li ser barê vebêjer pirr giran e. Şahidiya zêde ya li buyeran derfetê nade ku karakterên Mîrzengî bi derûniya xwe derkevin pêş. Cihoka Belqitî ya Mîrzengî ji aliyê temsîliyeta jinê ve şolî ye û bi zelalî naherike. Di vê mijarê de hewceyê xwendineke hûr û cihê ye.

Çavkanî:
Tanrikulu, Mehmet, Destê Min Li Destê Te Digere, Avesta, 2020
Mîrzengî, Xurşîd. Belqitî, Nûbihar, 2015