Çîroka 'Tehtê Xarsê' û hestên 35 zarokan

Li gundekî Sêrtê, 35 kes ên ku di zarokatîya xwe de li ser 'Tehtê Xarsê' xwe dişiqitandin, hestên xwe nivîsandin. Ew zarokên ku bi risteyên çarînekê ve hestên xwe ji bo 'Tehtê Xarsê' anîne ziman, niha temenê wan derdora 40î de ye.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - 'Tehtê Xarsê' tê wateya 'tehtê jinê'. Kevirek mezin e ku zarok li ser xwe dişiqitînin. 'Xarsê' naveke ermen, jin e. Ev jî dide nîşan ku li wê gundê kurd û ermen bi hev re jîyan e. Ji ber ku li gundê Uzimê, jin ên ermen re digotin 'xarsê', bo wê jî vê navê lêkirin e. Lê kes nizane çima ew nav lêkirin e. 'Tehtê Xarsê' tehtekî mezin e. Pêşiya wê wek şeklê jinekê ye. Aliyê piştê jî piçek xwar e. Zarokan jî li ser tehtê xwe dişiqitandin.

Ji wan zarokan yek jî Încîl Seçuk bû. Li gor Selçuk, ev efsaneyek e di zarokatiya wan de cih girtî bû. Dema ew zarok bûn, bi hevalên xwe re diçûn li ser 'Tehtê Xarsê' xwe bişiqitînin, li ber 'Tehtê Xarsê' disekinîn, deng lê dikirin. Lê dengê wan li wan vedigerî. Wan jî digotin qey 'Tehtê Xarsê' bi wan re dipeyîve.

Gundê Uzim nêzîkî gundê Fepiyê Teyran, Muksî ye. Yên li wê gundî dijîn, bi meşê ve di 20 xuleqan de digihêjin tirba Feqiyê Teyran. Ji ber vê jî zarokên li wê gundê bi çîrok û helbestan ve mezin dibin.

Ew zarok mezin bûn, temenê wan hat 40î derbaz bûn. Li ser medyaya ciwakî bi hev re ketin têkilîyê da ku ji bo 'Tehtê Xarsê' hestên xwe binivîsin. 6ê meha 2020an de nivîsandin. Wan jî texmîn nedikir risteyên wan ewqas xweş be. Vê jî bi nêzîkbûna Muksî, gundê Feqiyê Teyran ve girêdidin.

Selçuk dibêje ku; “Me paşnavê xwe li ser nenivîsî ji ber ku ji wan 35 kesan 10 ji malbata me ne. Me xwest hema kê di zarokatiya xwe de bi çi navê hatiye bang kirin, divê wisa bê nivîsandin. 35 zarok tenê ji gundê me ne. Em ê bîyografîya gund jî binivîsin. Dema me nivîsand, em ê van risteyan jî di pirtûkê de binivîsin.”

'WEKE TEHTEKE BI EVSÛN TÊ BAWERKİRİN'

Încîl Seçuk, wiha behsa tehtê ku xwe li ser dişiqandin dike: “Tehtê Xarsê, ji berê ve weke sembol û nîşaneka gund (Uzîm) tê dîtin. Navê Tehtê Xarsê, tê wateya 'tehtê jinê'! Lewre, ji jinên ermen re 'xarsê' ji keçên ermen re jî 'axçîk' tê gotin. Ji ber ku olan vedide, deng vedigerîne, (dema tu digirî ew jî bi te re digirî, dema tu dikenî ew jî bi te re dikene) weke tehteke bi efsûn tê bawerkirin. Li gor hin baweriyên pêşiyên me, di hindirê wî de xezîneyek bê hempa heye. Li gor hin baweriyan jî her tim zindîyek di noqa wî de ye û dengê te li te vedigerîne.”

Ew 35 zarok serdema hev bûn, niha jî mezin bûne lê hîn jî 'Tehtê Xarsê' ji bîr nekirine. Tehma wan li 'Tehtê Xarsê' girtîye niha bi risteyan ve anîne ziman û wiha nivîsîne:

TEHTÊ XARSÊ

Li xewleyan xewê nake

Hiş li yar e Tehtê Xarsê

Bi totakê re totak e

Hezinzar e Tehtê Xarsê

(Arifê Ezeyr)

 

Zar e ji bo me gundiyan

Deng belav dibe li çiyan

Wek dildarên li ser piyan

Her şiyar e Tehtê Xarsê

(Şervan Azad)

 

Berê Şehne yê li ber da

Kehniya Eywaz bi ser da

Çendî sal e ew di şer da

Tengezar e Tehtê Xarsê

(Dildar Dilbirîn)

 

Li hawîrdor hevalê wê

Singê Denê berpalê wê

Newal e her hemhalê wê

Bextewar e Tehtê Xarsê

(Rênasê Miheme)

Ji niştecih heta xeyran

Ji Lato ta Feqê Teyran

Kî dîtibe maye heyran

Rûbihar e Tehtê Xarsê

(Mistefayê Simayîl)

 

Bankîn berda rawestî yê

Girê Qaçkê çok şkestî ye

Qedîşok pêve bestî ye

Xweş xunkar e Tehtê Xarsê

(Mehmedê Ehme)

 

Piştî li wir ma bi tenê

Xwe lê pêçan darên benê

Ken netê ji dev û çenê

Giranbar e Tehtê Xarsê

(Faruqê Emîn)

 

Li pêşber dehl û beyar in

Li hember bax û hinar in

Rondik ji çavan dibarin

Lew xembar e Tehtê Xarsê

(Cemalê Şemsedîn)

 

Hevalokê me yê ewil

Xwe berdaye nav şaxên dil

Ji bo çavan her ew e kil

Tim bi zar e Tehtê Xarsê

(Încîla Saryayê)

 

Ji tehtan tehtekî xas e

Dilsivik mêlakrisas e

Zêr û yaqut û elmas e

Kehrîbar e Tehtê Xarsê

(Tevgerê Mizefer)

 

Reşber e lê ne qublet e

Bi qubhe lê ne gumbet e

Bi saw lê ne zîyaret e

Bes sitar e Tehtê Xarsê

(Nezîrê Ezedîn)

 

Çi bêjî, wê jê dibhîzî

Ew jî bi dengek ezîzî

Wê nîne ti tirs û hîzî

Bêfikar e Tehtê Xarsê

(Evdilbaqiyê Ikram)

 

Serî heta binî ferş e

Bilind e serî li erş e

Wê bal û qam rengê reş e

Dû û ar e Tehtê Xarsê

(Silhedînê Sehîlayê)

 

Cîranê warê zarokan

Bo wan dibêje çîrokan

Hêlîna çûk û kevokan

Mêhvandar e Tehtê Xarsê

(Resulê Miheme)

 

Xilosan lê bûye seywan

Dehla Elî jê re eywan

Ji heyberan nebat, heywan

Agahdar e Tehtê Xarsê

(Selamê Evdile)

 

Tu binalî ew dikale

Tu biêşî ew bêhale

Kênca jana te li bale

Her hevkar e Tehtê Xarsê

(Sidîqê Edhem)

 

Bi nexş û nîgar û xaç e

Mismid e wek dara qaç e

Durist e, ne vîlovaç e

Lê hêjar e Tehtê Xarsê

(Zemînê Bahyedîn)

 

Tenûra Denê tenî ye

Avka Kulindan genî ye

Bermêş berek nepenî ye

Aşîkar e Tehtê Xarsê

(Reşîdê Berhem)

 

Pira ezel û ebedê

Reng wê da Sura Amedê

Deng veda ta Çîn û Sedê

Kûr nîgar e Tehtê Xarsê

(Metînê Xunavê)

 

Raberê Singkê Hişîn e

Şahidê Şahînê Dîn e

Ma kî mane wê nedîne

Pir kevnar e Tehtê Xarsê

(Argeşê Eysa)

 

Pişt bestiye bi zinêr ve

Zevya Lato xwe da jêr ve

Bi wî reng û dengê zêr ve

Pir navdar e Tehtê Xarsê

(Mihemeyê Wezîr)

 

Bipirsin ji Saxotiyan

Ji Bîstîyan, ji Sîmiyan

Bibhîzin ji Uzîmiyan

Çi çinar e Tehtê Xarsê

(Evdîyê H Mehmûd)

 

Her bo sebîyan dergûş e

Dergûşeke bi ermûş e

Ti car yara xwe nafroşe

Ne ticar e Tehtê Xarsê

(Dîyarcanê Bazîd)

 

Şemala Newala Bîyan

Şimafinda şevtarîyan

Her ew dibhîze zarîyan

Hîmetkar e Tehtê Xarsê

(Emerê Alê)

 

Kelha Marhê wek kêlekê

Vedayî ye lik kêlekê

Dem sohr dibe wek sêlekê

Dem dilsar e Tehtê Xarsê

(Nuredînê Emer)

 

Hinan mehed girt û kola

Reşeferşê hişk û hola

Lê tûş navêt pehnê pola

Zor dijwar e Tehtê Xarsê

(Nisretê H Eysa)

 

Xwe daye nêv çiya û çem

Qetka Tirço Mîro li cem

Me ew vî û ewê jî em

Evîndar e Tehtê Xarsê

(Dawidê H Mehmûd)

 

Sûlava Reş dişirşire

Ew li pêşve dibişire

Wek bûkeke bi xişir e

Ev nazdar e Tehtê Xarsê

(Şerafedînê Şemsedîn)

 

Volqane lê ne diteqe

Ne diheje, ne dişeqe

Ne dilive, ne dileqe

Wek bizmar e Tehtê Xarsê

(Necatê Osman)

 

Dîrokeke bi hezar sal

Li ber endama bêmîsal

Mirov dimîne mat û lal

Payidar e Tehtê Xarsê

(Şehrîbana Sosinê)

 

Ev çendî sal in heval e

Ji derdên me re berpal e

Li Uzîm ew weke al e

Berxwedar e Tehtê Xarsê

(Şoreş Uzîmî)

 

Çavdêrê dîroka kevin

Çîroka wê bûye tevin

Wê tevnê ta roj û şev in

Bi kirar e Tehtê Xarsê

(Rûken Uzîmî)

 

Lê dêwirîn pir dirinde

Hem kedî û hem firinde

Beresiha wê çi rind e

Her nûbar e Tehtê Xarsê

(Necmedînê Remezan)

 

Bê dîtina wê nemînin

Nebêjin derfet me nînin

Nemrin hûn heta nebînin

Lew nojdar e Tehtê Xarsê

(Evdileyê S Miheme)

 

Hevalno! Hûn ehlên dil in

Hem çira ne û her hil in

Uzîm gûz e, hûn kakil in

B'we kubar e Tehtê Xarsê

(Arifê Ezeyr)