Çend romanên nîvcomayî

Ev romanên ku beşeke wan yan jî navên wan tenê tên zanin dikarin hin pirsên dîroka romana kurdî ronî bikin. Ne tenê naveroka romanê, herwiha zanîna pêvajoya nivîsa romanekê jî ewqas balkêş e.

Google Haberlere Abone ol

Rohat Alakom

DUVAR - Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem da (1918) hemû kurdên êzdî yên li aliyê Dîgorê/Qersê û yên li aliyê Sînegê/Surmeliyê berê xwe didin Ermenîstan û Gurcistanê. Dîroka van kurdan (1920-1991) herwiha bûye mijara hin romanan jî. Kurdên Sovyetê di nav van 70 salan da edebîyateke rengîn û modern li Ermenîstan, Gurcîstan û Azerbaycanê efirandiye. Ev çend sal in ez di hin berevokên berhemên nivîskarên kurdên Sovyetê da û di nav rûpelên rojnameya Rêya Teze da rastî çend perçe-romanan û di binê wan da rastî van îfadeyan “Kerîk ji romana nekutakirî”[1] yan jî “Kerik ji romana neneşirbûyî” hatim. Dirêjahiya hin ji van tekstan ji hev gellek cihê ne, hinek ji wan jî wek destnivîs mane, me qet nedîtine, lê belê em di derbarê wan da xweyê agahiyên nivîskî ne. Ev perçe-romanên ku di pirtûkan da ligel berhemên din hatine weşandin, gorî perçeyên ku di rojnameya Rêya Teze da hatine weşandin, dirêjtir in. Mirov hin ji van perçe-romanan fam dike ku hin nivîskarên kurd berî ku berhemên xwe wek pirtûk biweşînin, naven din li wan kirine. Lê belê paşê em dibînin ku dema ev berhem wek pirtûk hatine weşandin, bi navên nû derketine. Di vî warî da wan perçe-romanên ku di Rêya Teze da hatine weşandin gellekî alîkariya min kirin. Naveroka hinek ji wan li jêr bi kurtî didim nasîn. Min xwest ku şopa hin perçe-romanên kurdî ku li Sovyetê hatine weşandin di Rêya Teze da bigerînim, mêze bikim ka di nav rûpelên vê weşanê da çi agahî û zanyariyên kêrdar hene. Ev notan dikarin him ji bo xwendevanan û him jî ji bo lêkolerên ku di derbarê dîroka edebîyata kurdî da kar dikin, ronahîdar bin.

QAÇAXÊ MIRAD

Belê piştî mirina hin nivîskaran karên wan yên destpêkirî nîvco mane, wek kurdên Sovyetê negotî “nekutakirî” ango neqediyane. Êdî ev xebatan çawa em li jêr dibînin ligel berhemên wan yên din paşê bi awayê pirtûkekê hatine weşandin yan jî wek destnivîs belkî di arşîvên kesên nêzîkî van nivîskaran da mane. Mînaka pêşîn berhemeke nivîskar Qaçaxê Mirad e (1914-1979) ku li gundê Tendûrekê hatiye dinê. Qaçaxê Mirad berî mirina xwe dest bi nivîsîna romana xwe ya bi navê Rev û Star kiriye, lê belê pê ra negihaye vê berhemê xelas bike, wek destnivîs li pey xwe hîştiye. Ev romana nîvcomayî ku 87 rûpelan pêk tê piştî mirina wî di sala 1981an da ligel çend serhatiyên (hikyat) din wek pirtûk hatiye weşandin.[2] Weşanxaneyê ev perçe-romana wek “romana nekutakirî” daye nasîn. Nivîskar di destpêka perçe-romana xwe da pêşiyê qala çîrokbêjî û destanbêjiya kurdî, dike. Yek ji wan çîrokbêjan Şêx Şeroyê ji Sînegê bûye ku berî sedsalî koçberî Ermenîstanê kiriye. Nivîskar wî, wek “Padîşahê çîrokbêjan” dinavîne.

Di derbarê van çîrokbêjan da jî nivîskar wiha dibêje: “Her yek ji wan kitêbxaneke terîx û medenîyeta cimaeta xweye zêndî bû”.[3] Ev çanda devkî: “milkê wan yê neparevekirî” bûye. Navê vê romana nîvcomayî ya Qaçaxê Mirad, “Rev û Star” jî van salên mihaciriyê tîne bîra me xwendevanan. Wê demê şer, belengazî, xela, gellek kul û derd di carekê da ser hev tên. Dema gundê Sînegê vala dibe, hêrsa Kolos Axa bilind dibe û gotinên tehdîtkar ji devê wî derdikevin: “Hûn diçin bibin xulamê uris û ermenîyan. Poşman nebin! Bira lingê we daha li Sînegê nekeve! Kî ku para vegeriya sax ji destê min xelas nabe”.[4] Evîna di navbera Şîrin û Nazê da ku di vê berhema Qaçaxê Mirad da heye dişibe evîna Fêrîk û Sûsikê ku di pirtûkeke Çerkez Bakaev da cîh girtiye. Ev teksta bi navê Rojên Buhurî di dawiya pirtûka Bakaev da wek pêvek hatiye weşandin. Bûyerên ku di van herdu berheman da diqewimin jî li herêma Sînegê derbas dibin.[5]

ÛSIVÊ BEKO

Yek ji van romanên ku teksta wê bi temamî neqediyaye jî berhemeke nivîskar Ûsivê Beko (1909-1969) ye. Ew li gundekî Îdirê, gundê bi navê Qûç (bi tirkî navê wê danîne Kucak) hatiye dinê. Angorî jimartina nifûs ya sala 1908an di vî gundî qasî 284 kes diman. Pirtûkeke Ûsivê Beko ku ji serhatiyên wî pêk tê qasî deh sal piştî mirina wî hatiye weşandin. Navê serhatîke dirêj jî daniye Cemalê Berxvan ku 15 beşên kurt pêk tê.[6] Di dawiya vê serhatiyê da sala nivîsandina wê jî heye: 1959. Weşanxaneyê yan jî edîtorê pirtûkê bi nîşana stêrkekê dîyar dike ku ev serhatî beşeke romana wî ya ne qediyayî pêk tîne: “Serhatiya “Cemalê Berxvan” kerîk ji romana Ûsivê Bekoye nekutakirîye. Nêt-meremê nivîskar hebû vê nivîsara xwe da bi mesela emrê kurekî kurd-Cemalê heft-heyşt salî, temamîya emrê pareke cmaeta xwe li welatê sovîyetêda dijî, nîşande”. [7]

Em li vir fêr dibin ku Cemal dema mezin dibe, êdî dibe yek ji pêşengên civatê, kesekî “xebathez û ruhtemiz”.[8] Belkî jî nivîskar xwestiye jiyana xwe bike romanek. Di vê berhemê da serpêhatiya Cemalê kurê Nazê heye. Bavê Cemal miriye, ji ber vê ser navê dêya xwe tê nasîn, xûşkeke wî ya piçûk jî heye, navê wê Karê ye. Rojek tê dayîka wan dikeve xeweke kûr, dimire. Lê Cemal hê fam nekiriye ku ew miriye, der-cînar tên mêze dikin ku bi rastî wê can daye. Ev herdu zarok sêwî dimînin. Xalê wan li wan xweyî derdikeve. Cemal jî gellek hewl dide bo Karê dibe him bav û him dê. Jinxal ji wan ra nebaş e. Di dawiyê da Cemal dibe berxvanê dewlemendê gund, Feymez Axa, halê Cemal hinekî êdî berbi başiyê diçe. Navê pirtûkê: Berxvan jî ji vir tê. Bûyerên berhemê li gundê Qûçê derbas dibin, bineciyên gund havînan berê xwe didin zozanan, heta payîza dereng di paşla xwezayê (tebîyet) da dijîn.

ELIYÊ EVDILREHMAN

Nivîskarê kurd Eliyê Evdilrehman (1920-1994) bi romanên xwe yên bi navên Gundê Mêrxasa (1968) û Şer Çîyada (1989) hatiye nasîn.[9] Eliyê Evdilrehman di romana bi navê Şer Çîyada qala Serhildana Agiriyê, jiyana pêşengê wê Şêx Zahir dike. Wî qasî 15 salan li ser vê berhemê kar kiriye. Nivîskar di dawiya vê romana xwe da, di beşa bi navê “Navbireke piçûk” da qala projeyeke xwe ya nû dike: “Eva sala dudane, wekî îdî ez ser para romanêye duda dixewitim. Bawerim, wekî ezê nava çend salanda kuta bikim”. Ew li vir diyar dike ku wî dest pê kiriye romana pêşengekî din yê Serhildana Agiriyê; Biroyê Heskê Têlî jî binivîse.[10] Eliyê Evdilrehman berî mirina xwe di sala 1984an da diyar dike ku ew li ser romaneke din jî dixebite, lê belê qasî ku em pê dizanin, ew berhema wî jî nehate weşandin, belkî ew jî nîvco ma: “Ez niha dîsa ser romana Murtule Begê dixebitim, çawa tê zanîn ew xweşmêrê navça Muksê bû”.[11] Temaya Muhtila Begê di edebîyata kurdên Sovyetê da temayeke balkêş û rengîn e.[12] Gelo çi hate serê romanên nivîskar yên di derbarê Biroyê Heskê Têlî û Muhtila Begê Moksî da? Heta niha jî em rastî hin perçe-romanên van herdu berhemên Elîyê Evdilrehman nehatine.

EREBÊ ŞEMO

Erebê Şemo (1897-1978) ku bavê romana kurdî tê nasîn çend roman weşandine. Emê li jêr van berheman bi kurtî bidin nasîn. Em ji nivîseke di derbarê Erebê Şemo da fêr dibin ku wî di sala 1966an da projeke nivîsîna romaneke nû daye pêşiya xwe: “Îro ew ser romana xweye Gundê Me dixebite”.[13] Ev cara yekem e em romaneke Erebê Şemo ya bi vî navî: Gundê Me dixwînin û dibihîsin. Tiştekî balkêş jî hin perçeyên vê romanê jî di rojnameya Rêya Teze da hatine weşandin.[14] Niha em dikarin bipirsin: Gelo Erebê Şemo vê demê dest pê kiriye romaneke bi navê “Gundê Me” binivîse? Erebê Şemo di sala 1971an da dîyar dike ku ew niha li ser du romanan kar dike: “ Niha ez ser Gundê Me û kitêbeke mayîn Şerê Talorîka dixebitim. Têma kitêba paşin (Şerê Talorîka) şerkariya cimaeta kurdaye miqabilî sultaneta Romê kutasiya qurna 17a û destpêbûna qurna 18a”.[15] Erebê Şemo di hevpeyvînekê da dîyar dike ku wî 7 roman nivîsîne. Lê em zanin ku heta niha 5 romanên wî hatine weşandin (Şivanê Kurmanca, Berbang, Jîyîna Bextewar, Dimdim û Hopo). Gorî hevpeyvînê nivîskar di sala 1972an da Çirûskên Şoreşa Oktobrê jî qedandiye. Di hemam hevpeyvînê jî da ew dibêje ku ew niha li ser romaneke dîrokî kar dike: Şerê Tarîlka (rastiya wê: Talorîk)) ku bûyerên wê li Tirkiyê derbas dibin.[16] Bi vî awayî em dibînin ku hejmara navên cihê yên romanên Erebê Şemo ku nehatine weşandin derdikevine sisya. Gelo piştî mirina Ereb Şemo çi hate serê van berhemên wî? Em baş zanin ku Erebê Şemo gellek caran li ser tekstê berhemên xwe yên berê derketî kar kiriye û xwestiye bi form û naverok û bi navekî din wan ji nû ve biweşîne. Erebê Şemo di destpêka sala 1962an da di rojnameya Rêya Teze da nivîseke piçûk di derbarê roman û projeyên xwe da weşandiye. Wî wek mînak xwestiye li ser romana Şivanê Kurd dîsa bixebite û biweşîne. Di sala 1962an da wiha dibêje: “...Xenci vê yekê ez usa ji ser ktêba xweye Şivanê kurd jî dixebitim û dixwazim wê careke mayîn neşirkim”.[17]

Divê em li vir diyar bikin ku navê romanê yê pêşîn Şivanê Kurmanca paşê him ji aliyê nivîskar û him jî ji aliyê kesên din da êdî wek Şivanê Kurd tê bi kar anîn. Tiştekî balkêş jî em dibînin ku Erebê Şemo hin mijarên ku di romana Şivanê Kurmanca hene di romana Berbang da jî bi kar aniye. Heciyê Cindî di nivîseke xwe ya di derbarê Ereb Şemo da dema dixwaze romanên wî rêz bike, wek mînak kingê navê romana Berbangê dide, di nav kevanan da (Şivanê kurd) dinivîse.[18] Ev navlêkirin û guhartinên ku li dora romana Şivanê Kurd tîr dibin bala nivîskar û lêkoler Mistefa Aydoxan jî kişandiye.[19] Di wergerên romanên Erebê Şemo da jî carina em rastî guhartinên wiha berbiçav tên. Wek mînak romana Şivanê Kurmanca ligel tekstê berhema wî ya bi navê Kurdên Elegezê wek pirtûkeke nû di sala 1964an da bi navê Şivanê kurd rûsî derketiye. Ji danasîneke pirtûkê em fêr dibin ku ev berhem ji bo zarokan, xortan hatiye amadakirin. Weşanxaneya Edebîyata Zarokan ev pirtûk derxistiye. Pirtûk bi wêne hatiye weşandin. Karê wergerê nivîskar û I. V. Ostrogorski tevayî pêk aniye.[20] Erebê Şemo wek tê zanîn wextê xwe yê mezin daya nivîsîna romanan. Navên romanên ku wî wek pirtûk weşandine wiha ne: Şivanê Kurmanca (1935), Berbang (1958), Jîyîna Bextewar (1959), Dimdim (1966) û Hopo (1969). Romana dawîn Hopo cara pêşîn di sala 1969an da ligel romanên Berbang û Jîyîna Bextewar bi navê Berevok wek pirtûkeke mezin hatiye weşandinê. Noteke ku di rûpela çarem ya Berevokê da heye dibêje ku romana Hopo, cildê duwem yê romana Jîyîna Bextewar pêk tîne, ango berdewama wê ye.[22] Perçeyekî romana Hopo berî ku bê weşandin hê di sala 1961an da di Rêya Teze de derketiye.[21] Li vir tê gotin ku ev perçe beşeke romana “Kurdêd Bextewar” pêk tîne. Li vir bikaranîna navê “Kurdêd Bextewar” jî balkêş e, cara pêşîn em rastî vî navî tên, bêgûman tavilê navê romana Jîyîna Bextewar tîne bîra me. Dema roman di sala 1969an da derdikeve êdî em pê dihesin ku nivîskar navê wê daniye Hopo.

Komek nivîskarên kurd, Rêza pêşîn, ji çepê: Nado Maxmûdov, Casimê Celîl, Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Mîkayîlê Reşîd, Semend Sîyabendov, Rêza Paşê: Elîyê Evdilrehman, Eskerê Boyîk, Fêrîkê Ûsiv, Qaçaxê Mirad, Simoyê Şemo, Karlanê Çaçan

 

 
EGÎDÊ XUDO

Çawa me li jor jî got hin nivîskaran jî perçe-romanên xwe di rojnameya Rêya Teze da weşandine û ev beşana wek “Kerîk ji romana neneşirbûyî” pêşkêş kirine, dane nasîn. Wek mînak beşa bi navê Xerîbî ya romaneke Egîdê Xudo (1927-1999) ya neneşirbûyî di sala 1991an da hatiye weşandin. Li vir serpêhatiya kurê malê Xefo heye ku diçe leşkeriyê. Ew leşkeriya xwe li Qerekilîsê (Ermenîstan) dike. Çend meh derbas dibin, dêya wî gellek bêriya kurê xwe dike. Ev hesret bêgûman navê vê berhemê “Xerîbî”yê tîne bîra me. Dayîk êdî pîr bûye û çavên wê jî baş nabîne. Endamên malê biryar digrin, Geveza jina Xefo û tîyê xwe Şevaş herin seredana Xefo. Bi rêwitiya du rojan dighêjin Qerekilîsê, Xefo dibînin, sûretekî wî digrin û paşê vedigerin gundê xwe. Sûretê kur nîşanî dayîka wî didin, lê çavên wê nabînin: “...Li ber çavên min dibe dûman...Xwedê rûhê min bistîne diha rinde, ne ku dinya ronik bi çeva nabînim”. [23] Bûyerên berhemê di salên destpêka avakirina civata sosyalîst da derbas dibin. Egîdê Xudo qasî 34 salan (1961-1991) bûye serekê beşa edebîyatê ya rojnemeya Rêya Teze. Romaneke wî ya bi navê Dê û Dêmarî (1986) jî heye. Egîtê Xudo, birayê dîrokzan Şakiroyê Xudo û dengbêja kurd Kubara Xudo ye, ev malbat di çanda kurdên Sovyetê da malbateke naskirî ye.

MIROYÊ ESED

Hin perçe-romanên Mîroyê Esed (1919-2008) jî di rojnameya Rêya Teze da hatine weşandin. Li vir diyar dibe ku ev perçana ji romana wî ya bi navê Qetla Şevê hatine wergirtin ango beşine romana wî ya ”neneşirbûyî” pêk tînin.[24] Gorî perçeyekî romanê bi navdêdana Qereman Axa û kurê wî Kamil gellek gundî tên girtin, zordestiyên zabitên osmanî li ser gundiyan zêde dibin. Dilê kurê Axê jî dikeve keçeke bi navê Gulê, lê belê Gulê bûye evîndara yekî din bi navê Dewrêş. Kamil bi saya axatiya xwe dixwaze Gulê bibe ya wî. [25] Wisa xuya dibe bûyerên ku di vê perçe-romanê da derbas dibin, berî Şerê Cîhanê yê Yekem li ser erdê Romê derbas dibin. Berhemeke Mîroyê Esed ya bi navê Sîsê (1961) jî heye.[26] Mîroyê Esed di navbera 1955-1989an da qasî 34 salan wek redaktorê rojnameya Rêya Teze kar kiriye.

NADO MAXMÛDO

Nado Maxmûdov (1907-1990) beşek ji romana xwe ya neneşirbûyî da me dibe coxrafyake din, gundê Pornakê, nêzîkî bajarê Makûyê li Îranê. 40 malbatên kurd dixwazin herin Sovyetê. Lê serdar destûrê nade, bi alîkariya konsolosê rûs dikevin rê, lê vê carê jî eşîreke kurd davêje ser wan.[27] Di beşeke din da jî efserê ermen Andranîk birîndar dibe, tê li gundekî star dibe. Lê belê padîşahê Romê 1000 zêr diyar kiriye bo serê wî. Dema Muhtila Begê Moksî dibihîse muhbîr li pey şopa wî ketine û cîhê wî hîn bûne tavilê xulamê xwe Çetoyê Nêçîrvan bi sîyarî dişîne cîhê ku Andranîk xwe veşartiye. Ew tivdarekê xwe dikin, berê xwe didin gundekî bi navê ”Geliyê Gûzan” li hêla Sasonê. Ev yeka di vê beşa romanê da wek nîşana dostanîya kurd û ermenan ya dîrokî tê nirxandin.[28] Dema mirov li jêrenotên van herdu perçeyan mêze dike mirov dibîne ku nivîskar sernivîsa keriyê pêşîn danîye: “Dûyê Ocaxêd Temirî”. Navê keriyê din yê vê romana neneşirbûyî jî danîye “Dînikê Sasûnê”, lê belê di nav kevanan da ev agahî jî heye: (Kerîk ji romana “Dûyê Ocaxêd Netemirîne”). Ev peyvên “temirî” û “netemirîne” hişê xwendevanan dikare tevlihev bike û di derbarê navê romanê da mirov dikeve şikê.[29] Tiştekî balkêş jî Celîlê Celîl di bîbliyografîyeke xwe da diyar dike ku Emerîkê Serdar ev beşên romana Nado Maxmûdov ji ermenkî wergerandiye kurdî.[30] Piştî vê agahiyê meraqa min zêtir bû, gelo navê orjînala romanê çi ye? Kinyazê Îbrahîm di danasîneke di derbarê Nado Maxmûdov da navê vê romanê ji ermenkî bi vî awayî wergerandiye kurdî: “Ocaxêd Vêsnayî Dîsa Dûdikirin”.[31] Romana Nado Maxmûdov cara pêşîn bi ermenkî di sala 1971an da hatiye weşandin. Ev nimûne li vir min bi zanetî da ku bo nîşan bidim wekî navên wergerên kurdî yên hin romanên ku di destpêkê da bi ermenkî û rûsî hatine nivîsîn (paşê bi wergera kurdî derketine) dikarin tevliheviya peyda bikin.

Ev romanên ku em beşeke wan yan jî navên wan tenê tên zanin dikarin hin pirsên dîroka romana kurdî ronî bikin. Ne tenê naveroka romanê, herwiha zanîna pêvajoya nivîsa romanekê jî ewqas balkêş e. Ji ber vê jî min sala mirina nivîskar, sala weşandina romanan (wek pirtûk) û sala weşandina perçe-romanan yek bi yek pêşkêş kiriye bo xwendevan van agahiyan bidin ber hev û rûbarî hev bikin. Ev agahî bo zanîna serpêhatiyên van romanan gellek kêrdar û giring in. Eger em koleksîyona Rêya Teze û pirtûkên edebîyatê ku li Sovyetê derketine baş şe bikin belkî em rastî navên hin romanên “nekutakirî” û “romanên neneşirbûyî” yên nû jî bên!

Çavkanî:

[1] Îfadeya kuta kirin di nav kurdên herêma Serhedê da bi wateya qedandin tê bi kar anîn.

[2] Qaçaxê Mirad, Min çi dît? Sovetskaya Grog, 1981, rûp.148-235.

[3] Qaçaxê Mirad, rûp.49.

[4] Qaçaxê Mirad, rûp.122.

[5] Rohat Alakom, Sînega Êzdîya, Bîrnebûn, nr 79/2020, rûp.17-31.

[6] Kurdên Sovyetê ji hikyatan ra serhatî dibêjin. Ev berhemên pexşanî yên vegotinê gelek caran di rojên îroyîn da wek “kurteçîrok” û “çîrok” tên navandin.

[7] Ûsivê Beko, Berxvan, Sovetakan Grog, 1978, rûp.60-86.

[8] Ûsivê Beko, Berxvan, rûp.60-86.

[9] Eliyê Evdilrehman hê di sala 1959an da bi pirtûka Xatê Xanimê navê xwe daye bîhistin ku ji çar serhatiyan pêk hatiye (Jina kurd, Morof, Bextê wî zilamî û Bextewarîya emir). Herdu serhatiyên pêşin gelek dirêj in, ji wan her yek nêzîkî 100 rûpelî ye: Jina kurd (3-91), Marof (92-186). Ev herdu berhem paşê li Kurdistana Bakûr wek pirtûkên cihê hatin weşandin, serhatiya bi navê Jina kurd wek mînak bi navekî nû: “Xatê Xanim” derketiye.

[10] Elîyê Evdilrehman, Şer Çîyada, Xorhpdayîn Grog, 1989, rûp.456.

[11] Têmûrê Xelîl, Eliyê Evdilrehman ki ye?

[12] Nado Maxmûdov, Rasthatinên Nebîrkirî, Sovetakan Grog, Wergera ji Ermenkî: Têmûrê Xelîl, 1987 (Qasî 30 rûpelên A4 yên van bîranînan li ser Muhtila Begê ye. Ew li vir vî begê kurd dide nasîn ku bûye xelaskarê bi hezaran ermen, destnivîs di arşîva Têmûrê Xelîl da ye). Di derbarê Muhtila Begê da xwendevan dikare li vê lêkolîna min jî mêze bike: Rohat Alakom, Kurdê ku herî zêde ermen xelas kirine: Muhtila Begê Moksî, Bîrnebûn, nr 45/2010, rûp.10-20.

[13] Karlanê Çaçan, Nivîskarê Lewzşirîn, Rêya Teze, 3/11 1966.

[14] Ereb Şamîlov, Dîlber (Kerîk ji romana Gundê Me), Rêya Teze, 9, 16/9 1965. Ereb Şamîlov, Taşnîk (Kerîk ji romana Gundê Me), Rêya Teze, 22/1 1967. Tevî min gelek meraq kir, lê mixabin min nekanî xwe bighînim van herdu hejmarên Rêya Teze. Ji ber vê jî nikarim li vir bi kurtî qala naveroka wan bikim.

[15] Çarşema Me, Rêya Teze, 9/1 1971. Li vir qasî deh nivîskarên kurdên Sovyetê bi kurtî qala karên xwe yên edebî dikin ku ew li ser dixebitin.

[16] Bavê Nazê, Hevpeyvîn bi Ereb Şemo ra berî 25 salan, Axîna Welat, nr 53/1997. Nivîskarê kurd Bavê Nazê dema li Sovyetê wek xwendekar bûye berî ku Erebê Şemo wefat bike, ligel wî hevpeyvîneke piçûk di sala 1972an da çêdike. Lê belê hevpeyvîn piştî mirina Erebê Şemo di sala 1997an da tê weşandin.

[17] Ereb Şamîlov, Meremê min li sala tezeda, Rêya Teze, 1/1 1962.

[18] Heciyê Cindî, Emekdarê bedewnivîsara me, Rêya Teze, 30/6 1979.

[19] Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca, Weşanxana Lîs, Amadekar: Mustafa Aydogan, 2009, rûp.28-29.

[20] Emerîkê Serdar, Şivanê kurd bi zmanê ûrisî, Rêya Teze, 12/4 1964.

[21] Ereb Şamîlov, Berevok, Neşreta Heyastan, 1969, rûp.4.

[22] Ereb Şamîlov, Hopo (Kerîk ji romana Kurdêd Bextewar neneşirbûyî), Rêya Teze, 16/2 1961.

[23] Egîdê Xudo, Xerîbî (Kerîk ji romana neneşirbûyî), Rêya Teze, 27/4 1991.

[24] Mîroyê Esed, Dilketî (Kerîk ji romana Şeva Qetlê), Rêya Teze, 23/9 1965. Mîroyê Esed, Şeva Qetlê (Kerîk ji roman neneşirbûyî), Rêya Teze, 11/9 1966.

[25] Mîroyê Esed, Şeva Qetlê (Kerîk ji roman neneşirbûyî), Rêya Teze, 11/9 1966.

[26] Mîroyê Esed, Sîsê, Haypethrat, 1961. Di pirtûkê da teksteke dirêj heye ku ji sed rûpelî pêk (rûp.1-99) û di dawiyê da bi navê Taê Tenê serhatîke kurt jî heye (rûp.100-123). Celîlê Celîl vê berhemê wek romanok dinavîne, binêre: Celîlê Celîl, Kurdên Ermenîstana Sovêtîe (Bîblîografia), Akademîya Ulmaye RSS Ermenîstanê, 1987, rûp.174. Di zimanê rûsî da ji vî cureyê edebî ra povest û di îngîlîzî da novella tê gotin, ango serhatiya dirêj yan jî romana kurt: romanok.

[27] Nado Maxmûdov, Dûyê Ocaxêd Temirî (Kerîk ji romana neneşirbûyî), Rêya Teze, 17/4 1966.

[28] Nado Maxmûdo, Dînikê Sasûnê (Kerîk ji romana “Dûyê Ocaxêd Netemirîne” neneşirbûyî)”.

Rêya Teze, 2/10 1966.

[29] Li vir dema mirov îfadeya “Dûyê Ocaxêd Temirî”, “Dûyê Ocaxêd Netemirîne” û navên romanê dide ber hev mirov di derbarê rastiya vê sernivîsê da dikeve şikê. Gelo xeletiyeke çapê çêbûye?

[30] Celîlê Celîl, Kurdên Ermenîstana Sovêtîe (Bîblîografia), Akademîya Ulmaye RSS Ermenîstanê, 1987, rûp.157

[31] Kinyazê Îbrahîm, Nivîskar û xebatçiê mexlûqetîêyî eyan (Bona 80 saliya bûyîna Nado Maxmûdov), Rêya Teze, 6/1 1988. Kinyazê Îbrahîm, li vir navê vê romanê wek “Ocaxêd Vêsnayî Dîsa Dûdikirin” wergerandiye kurdî.