Botan International wê li Amedê du kargehan li dar bixe

Botan International wê li Amedê du kargehan li dar bixe: Kargeha Pêşkêşkariya Bernameyên Vîdeoyî û Kargeha Rojnamegeriya bi Telefonan.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Botan International wê li Amedê 20 û 27ê Tebaxê du kargehan li dar bixe. "Kargeha Pêşkêşkariya Bernameyên Vîdeoyî" wê 20ê Tebaxê, "Kargeha Rojnamegeriya bi Telefonan" jî dê 27ê Tebaxê di Ofîsa Botan Internationalê ya Amedê de pêk bê.

Ji bo van kargehan 10 kes dikarin beşdar bibin. Kargehan de ders wê bi kurmancî bên dayîn. Mûrat Bayram û Mehdî Mûtlû wê dersan bidin. Piştî kargehê wê sertîfîkayan jî bidin beşdaran.

Ji bo peywendiyê: Vahdet Uçar - [email protected] 

Ji bo beşdarbûnê divê hûn vê formê dagirin.(NAVENDA NÛÇEYAN)

Kargeh bi piştgiriya RSFê tê dayîn.