Bizina reş, qurta qurta avê û qertel

Ger gelê kurd li ser çiyayên xwe nehatina xwarê îro em di asta asimilasyona ku her derî dagir kiriye de nedibûn. Çiya parastina me ya herî xurt e û bi hêza xwezaye pişta me li bin nediket.

Google Haberlere Abone ol

Li deşta Amedê rengekî heye ku hikmê xwe mehek zêdetire didomîne. Heta ku çav dibîne her der zer e. Zerek çav û dil tije dike. Meriv di ber xwe da dibêje ''hah ji te re zer a xwazaye.'' Kêfa min ti car ji rengê zer re nedihat lê ev zer a ku hemû deştê belav bûye tiştek din bû. Bi destek nehatibû çêkirin, xwaza bixwe afirandibû. Dema ba simbilên erdê balês dikir wek pêlên deryayê radibû û bi xwera dişemitî; ev manzaraya li hemberî min bû, çav bi zûzûka jê nedizivirî. 

Zeviyên deştê merivan bi coş û rengê xwe yê xweser hîpnoz dikir, meriv jê têr nedibû. Gelo ressam Van Gogh bi çavên xwe deşta Amedê bidîta, dê tabloyek çawa çêbikira? Simbilên genim, nîsk û ce, serê xwe ber bi tava zipîzer ve hildaye û li ber germa zer û ziwa bûbe jî bi înyada xwe li ser linga dihêjiya. Zeviyên erdê li benda biçaxeyê/kêre bûn, di nav diranên patosê de li benda hilûhûr bûn. Peyva “înad”ê di serî de gelê kurd tîne bîra meriv, piştre bizinên rêveberiya çiyayan tê hişê min. Em ê paşê werin ser bizinan û rêberiya ku ji me re kir di nav gelî û newalan da. Li ber rengê zer ê bêhempa, ba ji me re wek nan û av bû, weka hesretek meriv di xwe da peyda dike li benda bayê hênik bûn em. Di vê germa bêbav û dijwar da daxwaza me ya hevpar ev bû. Meha ku li pêşiya me ye û ji niha va reng û zordestiya xwe daye hîskirin di dil da tirsek honandiye. Germ û şewat wek şûrê Demokles li ser me diheje. Xweza agirê xwe tûj kiriye, ne rehm bi pê ra heye ne jî wijdan. Raste û gotine dinya ne bi zorê ye bi dorê ye. Mirovên ku li ser xwazayê dileyzin, talan dikin û ji xweserbûna xwe her ku diçe bi destên çavnebaran kêm dikeve; bêşik bersiva wî jî dê tûj û bişewat be. Hewaya îroyîn û însan di vê wextê da gelek dişibin hevûdin: zalim, zordest û her tim li ser neheqiye dimeşe. Guhdar nake, ji ber xwe tiştên ne tişt derdixe. Dibên, gul li gulê dinêre dipeqe. Mirov kîngê xwe wek perçeyek xwazayê dît ewçax wê rêzê bigre û dinya bîne cihek xweş.

Cotkar û karkerên zeviyan li bin kelakela germê bi pûşiyên sipî û şîn karên xwe dikirin. Li gor manzereya ku min wek “bêhempa” diyar kir ji bo cotkaran û xwediyê kedê bi her awayî tiştek zehmet e. Hevoka ku dê bihatana wisa bû “kêf kêfa min bû”. Cotkar û kedkarên zeviyan bi çavên behecokî, bi awirên tirş û rûyên rawestî li derdora xwe dinêrtin û me ew çavên xwedî maf li pêş xwe hişt. Cotkar bi şev û roj xebitîne, erd ajotine, destên xwe vekirine ji Xweda re dia kirine bo baran û berfê, ketine bin deynan, têr nekiriye serî li tefeciyan xistine. Ewqas di demên dijwar da derbas bûne, di nav hebûn û nebûnê de ber xwe dane û karê xwe birine serî. Çinîna zeviyan jî temam kirine lê bêxwedî û birîndar li orta rastê bi xwe re tik û tenê mane. Sîstemekî heye ku bi her alî va mexduriyetan ava dike. Dewlet û tucar wek gurê ku li benda mij û dumanê li benda xwediyê zeviyane ku ji taqet bikevin û keda xwe bi belaşî bifiroşin. Dewlet û tucar gurê kedê ne. Çend hefte ye tucarên zeviyan li derdora gundiyan û cotkaran diçin û tên. Ew ên dest tengin malên xwe bi belaşî firotin û ên ku bi faîzan pere girtine hemû keda xwe berdelî faîzê dan. Hemû tonên zer me li pişt xwe hişt û me dîreksiyona xwe ber bi çiyayên Çewlikê ve zivirand.

Dema me xwe gihand herêma Botyanê, tesîra germê piçek be jî şikestibû. Bayek têra dilê xwe ji çiyayê Kerêhûrnanê ber bi newala Botyanê ve xwe diweşand. Bi dewê bizinan û nanê firnê hevalê me Recep ji me re merhabayê kir. Hem wek xerîbek min li derdora xwe temaşe dikir hem jî weka xwediyê li ser erdê xwe bimeşe wisa ji xwe bawer bûm. Her tim bala min çiya kişandiye û bidîtina çiyayan meriv dixwaze xwe bigîhijinim heta serî.

Hema kendalek bi heybet û çiyayek çi nizm çi bilind be bêhemdê xwe ber bi çiya ve dimeşiyam. Carcarna piştî seyrana çiyayan di ber xwe da deştbûnê şermezar dikim û xwezî berê me qet bi deştê va neketina. Ger gelê kurd li ser çiyayên xwe nehatina xwarê îro em di asta asimilasyona ku her derî dagir kiriye tê nebûna. Çiya parastina me ya herî xurt e û bi hêza xwezayê pişta me li bin nediket. Erê bavo em baş zanin bi gulek bihar nay, hêvî û înyada me di her rewşe da pişt daye me. Piştî min bêhna xwe hinek da û dewê cemidî bi ser devê xwe da kir [çaxê min dew vexwar qurte qurt ji qirika min derdiket. Misal di zimanek din de ev dengê ku bi vexwarinê va derdikeve û xweser e pir kêm in]. Qefleyek bizinên reş di ber me da xwe ber bi jêr va wek çivîkan sivik li ser zinar û kendalan de çêr bi çêr diçûn.

Receb ne ê rûniştandinê bû. Wek kurmoriyek her tim dixebitî. Çimkî xwazaya wî destûrbûna rûniştandinê ne dida. Her tim bi hareket bû. Çiyayîbûn, ev bû: Heqê jiyanê dida destê xwezayê. Hema min dî em li pey bizinan ketin meşê. Qederek deh-pazdeh deqe/xulek li pey rêberên me yên bizinên reş em meşiyan û me xwe gihand kaniya Yenîgurtê. Dîroka kaniya Yenigurtê li gund tu kes nizane û her tim kaniya Yenîgurtê bo rêwiyan bûye rawestgeh, bo ajalan bûye can, bo gundiyan bûye jiyan. Dewê ku me bi xwe re anî me avêt nav ava cemedî û me her yekî du tas ava sar vewxar. Şîvantiya bizinan ne hêsan e, qewet dixwaze, sebrê dixwaze, feraset dixwaze… Te dî ji nişka va bi dengek bilind celeba bizinan vegerand û hişyariyê da wan. Mîsal refê bizinan bi vî dengî berê xwe vedigerandin “êwy”. Çaxê gazî wan dikir bi vî dengî bizin bervî me dihatin “ke ke ke.” Çêra bizinan û dengê ku ji wan derdiket li esman belav dibû wek senfoniyek bû. Wisa rind wisa delal û heta ku tu bêjî vêsdar bû. Gotine, dîtin û gotin wek hev nabin. Hem meşa jêr hem jî meşa ber bi jor va gelek zehmet bû. Bizin li pêş em li paş û me seyranek berfireh kir. Hoste jî rêberê rêwitiya min jî refê bizinan bû.

Di pirtûka Robînson Crusoe de tiştê herî balkêş bo min dîmenek e. Ev dîmen gelek caran di hişê min de vegeriyaye ser hestî û goşt. Robîn, çalek fireh û kûr dikole, serê çalê jî bi çûl va kamufile dike. Bizina kovî dikeve nav çal û bi rojan birçî û bêav (dimîne) tê hiştin bi destê Robînê rojavayî/sipî. Robîn li wir destpêka kovîbûyîn û encama wê bi metafora bizinê eşkere kiriye.

Bizina mê û reş piştî teslîmiyetê, bizinên din yên nêr jî dikevin tora Robîn. Di nav salan da celebek mezin jî bizinan ava dike. Li ser mêbûnê, peyama nivîskar kodên nêrbûna serdemê jî eşkere dike. Mêbûn bo serdestan tenê kêrhatiyek e. Jinên xwecihî di destpêkê de hatine dîlgirtin, paşê mêr hatine kontrolkirin. Hêmakirina bizinê, bi vê hêlê jî divê were xwendin û wê di cih de be jî. Gelo bizina kovî, gelê xwecihî temsil dikir? Li gor rojavayiyan niştecîh wek bizinên kovî bi lez û bez bûn, wek pilingekî jî wehşî û hov bûn. Û dibe ku bên/werin terbiyekirin. Bi vê nêrîna nerast û derewîn em xwe digîhînin ser vê yekrastiye: ji xwe re heqdîtîna her tiştî di bingeha xwe da faşîzmek dijwar dihewand.

Wek serdestên roja me qure, zordest û pragmatîst. Robîn nêrîn û pêşniyaza xwe ya li ser gelên xwecihî bi bizina reş destnîşan dike. Em karektera Cuma jibîr nekin. Dagirkerên sipî li Efrîqayê, li Latîn Emerîkayê çi anîne serê mirovan û xwezaya wan li ortê ye. Em baş dizanin ji bo bidestxistina gelên niştecîh û piştre kolekirina wan di kîjan astên dijwar da derbas bûye kêm zêde meriv dikare xeyal bike. Di rûpelên dîrokê de nimûneyên bi çi awayî destxistine tijeye. Û ji bo serî bidin tewandinê çi zordestiyên kirêt kirine yeko yeko me xwendiye û îşkenceyên ku pêkanîne ji sehneyên fîlman me temaşe kiriye. Gelo metodên çarsed sal, pênçsed sal berê li ser gelan dihat ceribandin ji zindîbûna xwe ti tiştek kêm kir? Birastî jî encamek serketî an neserketî di destê me da têra xwe tuneye. Çimkî ev pergal hê jî dimeşe. Doh, bi gefa birçîhiştinê gelên bindest dihatin terbiyekirin, îradeya wan dihat şikandin. Îro terbiyekirinên cur bi cur xwe dide xuyakirin û armanc yek e: Bênavber “jê xwarin”e. Meseleya bizina kovî û pişt re dîlketina wê dimeşe lê bi teknîkek modern, bi ûsil û qeydeyên serdestan hatiye diyar kirin. Yanî bi gur ra dikujin bi şivan ra dixwin. Birçî bihêle, bêav bihêle, dîl bigre paşê wek super qehreman wî ji çalê derxe.

Şikir ji xweza û celebê bizinan re piştî gereke berfireh û zehmet em dîsa sax û silamet anîn cîhe me yê ewil. Dewê bizinan, nanê firnê, bayê hênik bes bû ji me re. Piştî şevek li bin stêrkan, rojek bi bizinan re, me dîsa berê xwe da bajerên dike kelekel.