Bixwe heye, navê wê tuneye

Konser û komxebatên erebî û tirkî tên lidarxistin ‏kes ji vê yekê aciz nabe. Lê eger mijar bi tenê‏ ‏kurdî be an bêtehamulî heye an‏ ‏jî tirs û fikar. Mîna zanîngehê saziya fermî ev rewş anî serê me.

Google Haberlere Abone ol

‏Nêzîkî du meh berê ji bo “Komxebata Pirsgirêkên Muzîka Kurdî” ya ku ji aliyê‏ ‏MESAMê ve 20ê cotmehê wê bihata lidarxistin, ez wek‏ ‏axaftvan vexwendî bûm li vê komxebatê. Minê li ser pirsgirikên muzîka kurdî biaxafta. Lê belê ji ber ku hin sedeman ev komxebat navê wê hat guhertin û ji dawiyê de hat taloq kirin. Berî ku ka‏ ‏pêvajo çawa pêş ket, ez dixwazim ji were di serî de behsa wateya MESAMê bikim.

MESAM, kurtasî‏ ‏“Komeleya piştgiri ya berhemên muzîkê û hunermendan” e; Yanî‏ saziya berhemên hunermendan diparêze, mafê‏ ‏telîfê berhev dike û her problemên mafê telîfê çareser dike,‏ ‏bi kurtî mafên muzîkjenan diparêze û girêdayî‏ ‏Wezareta Çandê ye. Ev hewldana MESAMê ji bo fêhmkirina pirsgirêkên hunermendên kurd karekî ‏rast bû. Ji ber vê yekê vexwendnameya ku min wek axaftvan‏ ‏wergirtibû bi kêfxweşî qebûl kir.‏

Rewşa hunermendên muzîka kurdî ji xwe diyar e.‏ ‏Hûn jî dizanin gelek stranên kurdî hatine dizîn, gelek ji wan jî bêxwedî mane û gelek ji wan jî wek muzîka nenas hatine kategorîze kirin. Ji ber vê sedemê mafên wan stranan mixabin nayê standin. Her wiha hejmara kanalên radyo û televizyonê yên ku‏ stranên kurdî lêdixin bi tiliyên destekî mirov dikare‏ ‏bê hejmartin. Di vê rewşê de, eşkere ye ku em di‏ ‏nav MESAMê de komek dezavantaj in. Bi rastî ev pirsgirêk‏ ‏bi hêsanî çareser nebe jî, lê di despêkê de ev komxebat‏ ‏gavek girîng bû. Lê piştî qebûlkirina dawetnameyê,‏ ‏her ku roj nêzîk bû, armanca‏ ‏komxebatê ji armanca xwe dûr ket.‏

Paşê min afîşa wan li ser rûpela fermî ya MESAMê dît navê komxebatê hatiye guhertin‏ ‏“Komxebata Muzîka‏ ‏Kurdî” veguheriye “Pirsgirêkên Mafên Xweseriya‏ ‏Zimanên Muzîkê yên ji bilî Tirkî”.

Piştî mehek din careke din ji MESAMê‏ ‏telefonê min kirin û gotin ev nav hin sedeman nehatiye‏ ‏pejirandin. Helbet wan dizanibû ku ezê‏ ‏bertek nîşanî vê yekê bidim, lê dîsa jî diyar kirin ku‏ ‏dixwazin min vexwînin. Dema rewş di vî warî de‏ ‏guherî, helbet biryara min guherî û min vexwendname‏ ‏qebûl nekir.

‏Di vê rewşê de tiştek hat bîra min, ez ji we re behsa 12‏ ‏sal berê bikim. Sala 2011ê ez û hêja‏ ‏Mehmet Atli li kampusa zanîngeha Sêrtê‏ ‏me konserek bi hevre da, ez ji we re bibêjim rektorê zanîngeha Sêrtê çi anî serê me. Min heman ev rewşa MESAMê jiya. Ji‏ ‏bo hevalên ku çalakî li dar xistibûn, hate‏ ‏destnîşankirin ku “divê konser ne tenê bi kurdî, bi zimanên din‏ ‏jî, stranên erebî jî hebe”.‏

‏Dema ku min li ser dikê stran digotin, midûrê‏ ‏ewlehiyê yê rektoriyê tim dihate kêleka sahneyê û‏ ‏ev rewş dianî bîra me. Her çendî di repertuara me de naverokeke‏ ‏siyasî tunebûn jî, rêveberiya zanîngehê gelekî‏ ‏aciz kiribûn. Dema me guh neda rektor, vê‏ ‏carê peyama “Bila çend stranên bi tirkî bistirên” hat. Di tevahiya‏ ‏konserê de bi hişyariyên “Bi zimanên din jî‏ ‏bistrin” em hatin tacîzkirin. Herî dawî li ser sehneya‏ ‏Mehmet Atli ji aliyê rektor pêşniyarek hat kirin û gotin “yek ji‏ ‏ewlekariya min ereb e, dengekî wî xweş e, bila derkeve‏ ‏û stranekê bistirê.” Mixabin me di bin vê zextê de konser qedand.‏ Em hunermendên kurd ne dijî zimana ne. Helbet me dikarî stranên tirkî jî bistrin, lê ev nayê qebul kirin.

‏Ji ber vê yekê ya ku ez dixwazim bibêjim ev‏ ‏e; Konser û komxebatên Erebî û Tirkî tên lidarxistin,‏ ‏kes ji vê yekê aciz nabe. Lê eger mijar bi tenê‏ ‏kurdî be, an bêtehamulî heye, tirs an‏ ‏jî fikar. Mîna zanîngehê, saziya fermî ya‏ ‏muzîkjenan jî mixabin ev rewş anî serê me. Serokê MESAMê daxuyaniyek li ser rupela youtubê ya MESAMê da û behsa vê mijarê jî kir, eşkereye ku ji aliyê hin kesan û aliyê hin hunermendên nijadperest ve hatiye rexne kirin. Ji xwe ew jî daxuyaniya xwe de dibêje “Navê vê muzîkê, muzîka kurdî ye, em çi lê nav bikin!”

Mixabin nêzîkatiya wan a li hember rêxistin‏ ‏û bûyerên “Kurd” piştî 100 salan jî‏ ‏naguhere. Beşa “zimanê ji bilî tirkî” em‏ ‏hewce dibînin. 

‏Encama komxebata MESAMê hat taloq kirin.‏ ‏Lê ez hêvî dikim ku ew fêm bikin ku pirsgirêka sereke‏ ‏ya hunermendên kurd ‘zimanê’ wan e. Axaftina li‏ ‏ser mijarên mafê telîfê bi kesên ku zimanê me wek‏ ‏pirsgirêk dibînin, tê wateya ku ji nîvê mijarê dest‏ ‏pê bike. Lê belê divê “ji destpêkê” ve mijar‏ ‏were girtin: Kurdî heye, muzîka kurdî heye.‏ 

Dawiyê de ez dibêjim sedema pirsgirêka Muzîka Kurdî hûnin! hûn hê nikarin navê pirsgirêkê danîn holê, hûnê çawa bikarin çareser bikin...