'Bêrû' ya jî durûtîya dewletê

Li Tikîyê qedexekirina pirtûk û film û şano û berhemên bi kurdî sosretîyek nû nîne. Ev sosretî di hîmê dewletê da cîh digre. Herçiqas îro di weşana televîyona dewletê da zimanê kurdi cîh bigre jî, vê sosretîyê ji holê ranake. Jiber ku dewlet û rêvbirên dewletê di vî warî da jî durû ne. Ji alî dewletê va were bikaranîn zimanê kurdî serbest, lêbelê Kurd bikarbînin qedexe ye.

Google Haberlere Abone ol

Îkram Oguz - [email protected]

'Bêrû' navê lîstika şanoyê ye û ji alî nivîskarê Îtalî Dario Fo hatîye nivîsandin. Dilawer Zeraq wergerandîye zimanê kurdî. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman, lîstikvanên kurd jî Rugeş Kırıcı, Ömer Şahin, Rewşan Apaydın û Cihat Ekinci ne. Ev lîstika Dario Fo, heta niha li gelek welatên dinyayê hatiye lîstin. Teatra Jiyana Nû jî, bi salan e vê lîstikê dilîze. Di sala 2018an da, di Festîvala Şanoyê ya Moskovayê da wekî lîstika herî serketî hatîye hilbijartin û Teatra Jiyana Nû jî bi Xelata Sereke hatîye xelatkirin.

Bêrû, di nav bernameya Çalakiyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da cîh girtibû û dê du roj berê bihata lîstin. Ger ku nehata qedexekirin, di dîroka Şanoyên Bajêr a 106 salî da cara yekemîn lîstikek şanoyê bi zimanê kurdî dihate pêşandin. Hemû bilêt hatibûn firotin, amadekarîya pêşandin hatibû kirin. Mixabin di bîskek dawîn da ji alî Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê hate qedexekirin.

Walîyê Stenbolê Ali Yerlîkaya, sedama qedexekirinê, wek propogandaya PKKê nîşan dide û dibêje; “Qaymeqamê me ne ku lîstik bi kurdîye, jibo ku tê da propogandaya PKKê cîh digre, loma qedexe kirîye”

Cîgirê Wezîrê Hundur İsmail Çatakli jî gotina walî piştrast dike û dibêje; “Sedema qedexekirina lîstikê ziman nîne û ev derew û propogandayek nû ye. Bêguman lîstika bi zimanê kurdî serbest e. Mixabin lîstika ku tê da propoganadaya PKKê cîh bigre, kurdî be jî, tirkî be jî erebî be jî rê li ber tê girtin û yê ku icaze dabe, di derheqê wî da jî lêpirsînek yasayî tê kirin.”

Li Tikîyê qedexekirina pirtûk û film û şano û berhemên bi kurdî sosretîyek nû nîne. Ev sosretî di hîmê dewletê da cîh digre. Herçiqas îro di weşana televîyona dewletê da zimanê kurdi cîh bigre jî, vê sosretîyê ji holê ranake. Jiber ku dewlet û rêvbirên dewletê di vî warî da jî durû ne. Ji alî dewletê va were bikaranîn zimanê kurdî serbest, lêbelê Kurd bikarbînin qedexe ye. Sedema qedekirinê jî, jixwe sosretîya herî mezin e. Mirov ancax pê dikene û bi gotinên rêvebirên dewletê jî henekê xwe dike.

Çima sosretîyeke mezin e, werin em lê binêrin. Nivîskarê lîstikê Dario Fo, nivîskarekî Îtalî ye û ne Kurd e. Dario Po ev lîstik di sala 1970yî da nivîsandîye û di wê salê da ne ku PKK, damezrandina partîyek bi wî navî di serê Ocalan da jî derbas nabe. Dibe ku damezranêrê PKKê Dario Fo be û berî damezrandinê ji bo propogandayê ev lîstîk nivîsandibe, ev tişteke din e. Ev giregirên ku dewletê bi rêve dibin, ya bawerîya xwe bi van gotinên xwê yên pûç û vala tînin ya jî herkesî wek xwe gewende dihesibînin. Hêjmara wan jî ne kêm e û di her demê da tên dîtin.

Carcaran di dilqê dadger û dozgeran da, carcaran jî di dilqê walî û wezîran da derdikevin pêş û serê rê û dirban digrin. Ez jî di destpêka salên 90î da rû bi rû sosretîyek wusa bibûm û ji îro cudatir sosretên wê demê, dozger û dadger bûn. Ez xwedîyê Weşanxaneya Deng bûm û me Dîwanên Seyadayê Cegerxwîn diweşand. Dadgeha Parastina Dewletê (DGM) di derheqê Dîwanan da biryara qedexekirinê dabû û di derheqê min da jî doz vekiribû. Sedema dozvekirinê jî wek tawanbarîya ku di derheqê Bêrû da tê kirin, propogandaya PKKê bû.

Ji bo vê yekê hemû helbestên Cegerxwîn wergerandibûn tirkî û di doznameyê da ji wan du helbest derxistibûn pêş. Ji helbestan yek 'Hawar hewar' ya din jî 'Herne Pêş' bû.

“Hawar hewar, hawar hewar

Van çûçikan genmê me xwar”

Ev herdu rêz wuha wergerandibûn tirkî:

“İmdat imdat, imdat imdat

Bu köpekler ekmeğimizi yediler”

Binê vê wergerê da jî bi têbinîyek ev herdu rêz wuha şirove kiribûn: “Köpekler’den kast ettikleri Türk Ordusu, ekmek te Kürtlerin ekmeği”

“Birayên delal hûn werin Kurdino

Bihuşta welat em herin merdino”

Ev herdu rêzên ji helbesta 'Herne Pêş' jî dîsa bi sosretîyek mezin wergerandibûn tirkî û digotin, ev sirûda PKKê ye û hûn jî bi vê propogandaya wê dikin. Dema ku dozger ev dozname li rûyê min xwend, ez bêhemdî di ber xwe da kenîyam. Dozger bi xişim li min vegerîya got; “tu bi çi dikenî?” Min wek bersiv jê ra got; “Bibore, ez bi doznameya we kenîyam. Jiber ku, kî ya jî kê ev helbest wergerandibe, bi kurdî nizane. Ger ku bizanibîya peyva 'çûçik' nedikir 'kûçik'. Yek jî, dema ku Cegerxwîn ev helbesta xwe ya bi navê 'Herine Pêş' nivîsandîye, PKKê bidin alîkî, hê serokê wê çavê xwe li dinê venekiribû. Hûn çawa îdia dikin û dibêjin, ev helbest sirûda PKKê ye.”

Dozger careke din bi xişim li min nihêrî, jiber ku bawerîya xwe bi gotinên min nedianî. Lê ez jixwe bawer axifîm û min got; “Ger ku hûn ji min bawer nakin, van helbestan bi kesek kurdî baş dizane bidin wergerandin, ku ez jî bizanim bi çi têm tawanbarkirin û gor wê jî xwe biparêzim”

Piştî ev daxwaza min, dozger biryara wergera ji nû va da û doz hat paşxistin. Meh û demsal derbas bûn, tu dengek ji dozger derneket û ez jî bi wî awayî ji dadgehkirinek xilas bûm. Herçiqas herdu bûyer bişibin hev jî, mirov dikare bibêje, di doznameya min da dîsa mantiqek hebû. Jiber ku, nivîskarê helbestan Cegerxwîn hebestvanekî Kurd û bi nav û deng bû. Di wergera helbestên wî da peyva 'çûçik' û 'kûçik' herçiqas hevdu negirtaba û 'Herne Pêş' jî berîya damezrandina PKKê hatiba nivîsandin jî, ew sirûda hemû kurdan bû.

Lê lîstika Dario Fo, berî wergara bi kurdî, salan berê bi tirkî jî hatîye wergerandin û ji alî şanogerên tirk va jî bi caran hatîye lîstin. Dema ku mirov rû bi rû bûyerên wusa dibe, bêhemdi di ber xwe da dikene û dibêje; kî dizane, dibe ku walî û cîgirê wezîrê hundur, Dario Fo kurd, navê wî jî navekî leqeb dihesibînin. Bizanibîyana Dario Fo nivîskarekî Îtalî ye, sosretîyek wusa nedikirin.

Nebêjin tiştek wusa nabe!.. Welat Tirkîye be, zilm û zordarî jî bi sosretîyeke wusa dixemile û didome.