Berhema Pervîn Chakar ya nû derket

Piştî ‘Bêhna Navbera Du Çeman’ duyemîn albûma stranbêja operayê Soprano Pervîn Chakar ‘Bayê Kurdistanê’ derket.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Pervîn Chakar bi Mewlidê Kirdî, yekem sîngil ji albûma ‘Wind of Kurdistan’(Bayê Kurdistanê) derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Berhem bi zazakî hatiye xwendin û îro li ser hemû platformên dijîtal hat belavkirin.

Berhemên albûmê kurmancî, soranî, zazakî û bi gelek zimanên din mîna ermenî û suryanî jî hatine çêkirin. Pervîn Chakar plan dike ku muzîka gelên wek kurd, asûrî û keldanî yên bi hezaran sal in li vê erdnîgariyê bi hev re dijîn bîne cem hev. Her wiha Chakar bi mûzîka dêr û îlahî û lawijên Mezopotamyayê re jî eleqedar dibe.

Chakar, di bin bandora muzîka olî ya serdema Ronesansê û muzîka kurdî de maye. Ji ber vê Chakar wiha dibêje: “Stranên olî yên Mozarabî şeklen ayîn û lawjeyên Nîvgirava Îberyayê bûn. Awazên meqam ên di stranên Beneventan, Ambrosian û heta Keltiyan de rasterast ji Kurdistanê hatine. Ev stran heman mûzîka olî ya kurdên suryanî, xiristiyan û êzîdî ne. Muzîka dêrê jî heman muzîka Colemêrgê ya herêma çiyayî ya Kurdistanê ye. Ji bo vê yekê, cîhgirtina Mewlidê Kirdî di nav edebiyata muzîka olî de karekî gelek girîng e.”

Derhênerê albûmê Îbrahîm Xelîl Baran e. Bîlal Zîlan û Roşan Lezgîn jî şêwirmendên Zazakî ne û Vedat Saygan wergera wê ya Îngilîzî kiriye.

Xebat ji aliyê Serkan Tanık ve li Stmusic Studio ya Amedê hatiye tomarkirin. Aranje, mîks û mastira xebatê ji aliyê aranjor û bestekar Ajlan Akyüz ve hatiye kirin. İbrahim Zencirci bi bilûra xwe tevkarî kiriye. (ÇAND Û HUNER)