Berhema Alan Ward 'Werîsê Sor' ji bo kurdî hat wergerandın

Alan Ward, payiza 1960an de hêj 23 salî bû li Diyarbekirê û di Koleja Perwerde ya Diyarbekirê de wek mamosteyê ingilîzî û matematîkê dest bi kar kir. Piştî kurdî hîn bû, ji kar hat avêtin.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Alan Ward mamosteyek ji îrlendî, ciwanekî 23 salî bû. Ward, payiza 1960an de hate Diyarbekirê û di Koleja Perwerde ya Diyarbekirê de (Diyarbakır Maarif Koleji) wek mamosteyê ingilîzî û matematîkê dest bi kar kir. Piştî Alan Ward kurdî hîn bû, bi xwendekaran re kurdî xeberda, ji ber vê ji karên xwe hat dûrxistin û îqameta wî jî hat betalkirin. Weşanên Avestayê jî berhema Alan Ward ji bo kurdî wergerand û çap kir.

Li gorî dazanîna Weşanên Avesta belav kiriye, Alan Ward hêj çar mehên xwe tijî nekirî ji karê xwe hat dûrxistin û izna wî ya îqametê hate betalkirin. Ev yek ne ji ber kêmasiya wî ya mamosteyî bû, lê ji lewma bû ku fêrî kurdî bûbû û bi xwendekaran re bi kurdî xeber dida. Lê ewqas di bin bandora Diyarbekir û kurdan de mabû ku wî tu caran ew ji bîr nekirin. Salekê li ser wan çar mehên xwe yên li Diyarbekirê û hevalên xwe yên kurd hizirî û helbesteke dirêj nivîsî. Helbest bi navê 'La Còrda Roja' anku 'Werîsê Sor', û di sala 1964an de bi zimanê oksîtanî û frensî çap kir. Ev berhem wergera vê helbestê ye, ku bi vê bangê dest pê dike:

Roja tu min darda dikî, birayê tirk
roja tu min darda dikî, ho turkmen
bila sor be werîsê min
sor wek çem
sor wek Dîcle li demsala baranan