Bandora yazde ilmê ya stêrknasiyê li ser Melayê Cizîrî

Mela dema li ser stêrknasiyê xebitiye, pê bawer kiriye ku bandora stêrkan li ser qedera însanê heye û xwediyê erk e. Mela çawa xebitiye û çawa di nav beytên xwe de honandiye?

Google Haberlere Abone ol

Gulgeş Deryaspî

Stêrknasî ulumek herî kevn e ku bi sedan salan mirovahî rêya xwe bi stêrkan ronî kiriye. Stêrk hatine temaşekirin, kêşikkirin û bandora wan hatiye ceribandin. Her çiqas zanist stêrknasiyê wek zanînek nebîne jî dîsa gelek kesên ku pê bawer dikin hebûne, hene û dê hebin jî.

Stêrknasî û mîtolojî wisa derbasî nava hev bûne ku mirov nikare bibêje destpêk ev e. Yanê kîjan ji wan pêşî ketiye nav jiyanê nayê zanîn. Ji ber ku mîtolojî bûye mijara lêkolînê, ketiye nav dîsîplînên zanistê, tê qebûlkirin ku bingeh mîtolojî ye. Mîtolojî di Yewnaniyan de jî, di Sumeriyan de jî, di Misiriyan de jî çîroka stêrkan e û çîrokên ku hatine honandin, wek fîstan li stêrkan hatine kirin.

GIRÊ MIRAZA DIŞIBE RÊÇA STÊRKAN

Baweriya stêrknasiyê diçe bz. 5 hezar salan û heya sembolên li ser kevirên Girê Miraza jî dişibe rêça stêrkan. Li ser paşdemayînên Mayayiyan jî ev sembol pir baş tên dîtin. Sumerî, Misirî, Yewnanî, Hindî û Ereb bi vî ilmê re mijûlbûne û ji bo vî ilmê quleyên bilind avakirine, temaşaya stêrkan kirine. Li ser tabletên Sumeriyan da ev pir baş hatiye honandin. Helbet ez zimanê Sumeriyan nizanim lê li gorê wergeran em wiha hîn dibin. Osmanî jî baweriya xwe bi ilma stêrknasiyê anîtibûn û jiyana xwe li gorê vê ilmê dimeşandin. Di dewra Fatîh Sultanî de ilm-î necm bi baweriyek mezin hatiye bikaranîn, jiyana xwe li gorê saeta eşrefê dane meşandin.

"Mûnecîmbaşi" yanê sermnecîm di qesra Osmaniyan de dixebitî, jiyana xwe li gorî pêşdîtinî û pîvanên sermnecîm xêz dikirin û zarokan jî li gorî ezmanan, saetê ezmanan dianît dinyayê. Piştî ku ola îslamê bû wek sîstemek rêveberiyê, hate pejirandin. Hukum kete destê wê, ji bo perwerdehiyê medreseyan ava kirin û di medreseyan de jî ders hatine dayîn. Di van dersan de yazde îlm hebû û yek ji wan jî stêrknasî bû.

Dersê stêrknasiyê di hemî medreseyan de hate dayîn û mela, seyda tev hînê vî ilmê bûn. Medreseya Sor jî yek ji wan medreseyan e ku yazde ilmê perwerdehiyê tê de dihat dayîn. Mela, seyda, alim û zanyarên demê ji medreseyan derdiketin. Wêje jî para xwe ji vir hildide. Edebiyata devkî, edebiyata gel pêşketîbû, bi serê xwe avahiyekî bû lê piştî demek ew jî para xwe ji perwerdeyên medreseyên olê hilda û ket nava jiyana edebiyata devkî jî.

ME ÇIQAS QÎMET DAYE VÊ ILMÊ?

Melayê Cizîrî yek ji wan melayan bû û di heman demê de melayê Medreseya Sor bû jî, yanê him dersê stêrknasiyê hildaye di feqîtiya xwe de, him jî dersên stêrknasiyê dayê. Mijara me ya îro jî beytên Mela ne û emê lê binêrin ka Mela çiqas qîmet daye vê ilmê û çiqas di helbestên xwe de honandiye?

Em bi beyta wî ya yekemîn dest pê bikin û lê binêrin seyda çi kiriye? Di beyta yekemîn de seyda dest pê dike û navê stêrkan di beytên xwe de dihone.

Ji mihra wê şefeq se‘dî ê şîrîn le’ê  şeker we’dîê

Ev beyta Mela ya yekem e. Mîhr mohr, evîn, hezkirin, Şefeq se’dî stêrka Galewêjê, le’lê serap an jî xeyal,  we’dîê emanet e. Seyda dibêje ku ronahiya evîna wê stêrkê e, şîrînekî xeyalî ye, şekirekî emanet e. Yanê evîna ku ev stêrk belav dike, şekir û şîrînayiyek xeyalî û emanet e. Belê di stêrknasiyê de stêrka Galewêjê evînê belav dike, wek şekir û şîrînayiyê bext û xweşî belav dike. Lê di heman demê de xapînok e, zû diqede, emanet e, tiştê ku ev stêrk dide zû ji dest diçe. Karê aboriyê jî di destê wê de ye. Hatin çûyîne, mal û war jî ew birêve dibe. Stêrka Galewêjê stêrkek mêza ye û sembola jina ciwan e.

Di edebiyata klasîk de jî aşiq, reqîb û dîlber heye û dîlber an jinek ciwan e, an padîşahek e an jî Xweda ye. Mela di helbesta xwe ya Heyf di Qeda Xak û Gul Bit de dîsa qala necman dike û têkiliya stêrkan û jiyanê wek beyt dihone.

Qeydê Xak û gil nebit bê hîcab û perde bî
Mislê bedrê carînan têxî xusûfê xakî rûh

Ji bo ku beyt baş bê xwendin emê ferhengokan di binê beytê de çê bikin, da ku xwîner baş têbigihêjin. Helbet zimanê Mela giran e û şerha edebiyata klasîk jî zehmet e. Ji destê me çi were emê wî bikin. Ji bo kêmasiyan ji niha ve em lêborîna xwe dixwazin. Em beyta jorê vegerînine zimanê rojane.

Girêdana ax û heriyê nebe tu dê bê stêrk û perde bî
Heyva çarde şevê carînan rûhê dixe tarîtiya axê

A girîng bend a duyemîn e ku dibêje heyva tijî, heyva çarde şevê ruhê dixe tarîtiya axê. Belê heyva bedrê yanê heyva tijî di stêrknasiyê de ji bo bûyer û çêbûnan baş nîn e û dawî li gelek tiştan tîne. Di heman demê de heyva tijî pir bi bandor e, bûyerên xirab di heyva tijî de çê dibe li gorê ezmanasiyê.

MELA, BÊSTÊRKNASIYÊ BEYTEK NENIVÎSANDIYE

Beyta yekemîn de jî dibêje ax û herî nebe tu dê bê stêrk û perde biminî. Edebiyata klasîk de perde tê wateya wê tiştê ku di navbera însan, jiyan û Xweda de ye. Û stêrk wek perde ye di navbera Xweda û însanê de.

Bi piranî em dikarin bibêjin ku Mela bêstêrknasî, bêfelsefeya stêrknasî beytek nenîvîsandiye. Pir zêde di bin bandora stêrknasîyê de maye û em dibînin ku bi baweriyek gelek mezin girêdayiyê felsefeya stêrknasiyê ye. Belê felsefeyek stêrknasiyê jî heye. Stêrknasî ne tenê kehanet e, di heman demê de felsefeye û li felsefeya stêrkan e. Li gorî felsefeya stêrknasiyê qeza, qeder tune, îredeya însanê heye. Tenê stêrk ew tiştên ku henerê diafirîn e. Mînak henera hereketê ya Behramê (Mars) ye. Behram henera tevgerê, şerê, tekoşînê dide lê ev nayê wê wateyê ku her kes di heman pîvanê de van tevgeran bi kar tîne. Her însanek li gorê îradeya xwe henera Behramê bi kar tîne. Em dikarin bibêjin ku henerên stêrkan wek pereyê ye ku pere bi îredeya însanê şekil digire. Yanê kesê bixweze pereyê dişewitîne, ên bixwezin xanî dikirin, ên ku erebe dikirin, ên ku deyn didin an jî datînine banqayê jî hene.

Belê henera stêrkan jî bi wî awayê ye. Mesela di meha tîrmehê de roj bilind dibe û germahî dest pê dike. Her yek însanek li gorê vê henerê (enerjî) tevdigere lê bi îradeya xwe. Yanê ên ku giya didirûn, ên ku diçine betlaneyê û ên ku perdeyan digirin, xwe dixine binê lehêfê û hay ji henera rojê nabin…

HENERA GALEWÊJÊ ÇI DIKE?

Kî çawa bixweze henera rojê an jî germahiya havînê li gorê îradeya xwe bikar tîne. Hener wek melzemeyê ye, avakirin an jî çêkirin bi îrade û kêfa însanê ye. Stêrknasî ne tenê henerê dide, ji bo ku ev hener çawa bêne pêkanîn pêşnîyaran jî dike. Mînak dema kes ma di bin bandora Keywanê de pêwist e çi bike, vî henerê çawa bikar bîne? An jî henera Galewêjê çi dike û pêwiste kes li hember vî henerê çawa tev bigere?

Dema Parîsê birayê Hector ma di bin bandora henera Afrodît de, îradeya xwe dernexist holê û ev jî bû sedema şerê Turuvayê yê deh sal devam kir. Ger ku Parîs bikariya pişt li henera Afrodît bikira dê şerê Truvayê qet çênebûya. Lê mixabin ji ber ku însanên nikarin îradeya xwe bidine leyîstin, dimînine di bin bandora tîrên gerêstêrkan de û jiyana wan di nav çemekî de çem û çem diçe.

Mela jî ilma henerên stêrkan hîn bûye û di nav beytên xwe de neqiş kiriye. Caran wan sûcdar kiriye (Keywan), caran bi coş qala wan kirine (Îxtar), caran ew wek şansên mezin dîtine (mişterî), carna jî wek mîzgîniyek pîroz dibîne (heyva nû). Yek bi yek emê van hevokan di nav nivîsê de zelal bikin û bidine nîşan da ku Mela çiqas stêrknasî, caran ew wek şansên mezin dîtine (mişterî), carna jî wek mîzgîniyek pîroz dibîne (heyva nû). Yek bi yek emê van hevokan di nav nivîsê de zelal bikin û bidine nîşan da ku Mela çiqas stêrknasiyê girîng dîtiye.

Belê herî dawî me got heyva nû. Mela li ser heyva nû beytek dirêj nivîsiye. Qala bandora heyva nû a li ser jiyanê kiriye.

Wey spêde ji burcê qews ebrû numandin mahê new
Xweş ji qewsê ebruwan vêra kişandin mahê new
 
Goşeyê nûnan li ser badanji qewsê bêweter
Mislê enguşta nebî sed ser beyandin mahê new
Keşşifî bedra temamehsen ji bala tel’etê
Ji stawa da gezmeyan çerxê reşandin mahê new
 
Wê li wechêafîtabê gahi kişf û gahi xef
‘Arifên ehlê bîsaret heyyirandin mahê new
 
Mil dizanim dane ber qewsê hîlalî goşezer
Lew ji bala goşeyên nûnan livandin mahê new
 
Ez dibêjim dê l imin dîsa ceger sed pare kin
Wê bi mîzan herdu şîrazî çevandin mahî new
 
Daxilê meclîs bûyî îşev Nîşanî lew ku xef
Camê rûhanî li ehlê dil nîşandin mahê new

Belê ji ber ku gelek peyvên xerîp ên erebî û farsî di nav beytên Mela de hebûn me ferhengokek pîçûk di dawiya nivîsê de bi we re parve kir û em beytan bi vî ferhengoka piçûk ve binirxînin.

Di beyta destpêkê de Mela dibêje: heyva nû. Wergera wî: di vî sibehê de, ji burcê, biruyên bi qewîs da nîşanê me, heyva nû alê pişt de, pişt perdeyê de wek birûyên bi qewis bi aweyek xweşik derkete holê.

BANDORA STÊRKAN RASTE RAST NAYÊ DÎTIN

Belê heyva nû girîng e. Çima? Çawa heyva bedr dawiya bûyer û mijaran be, heyva nû jî destpêka gelek tiştan e. Di heyva nû de bi aweyek weşartî, yanê ku nayê dîtin birû derketine holê. Mijara pişt perdeyî jî mijarek serekeye. Pişt perde ew tişt e ku bandora stêrkan e û bi aweyek rast e rast nayê dîtin. Lê bi aweyek remzî yanê nîşandanî tê dîtin. Heyva nû jî dema derket û ger ku li cem gerestêrkekê de be wê demê remza pişt perdeyê diguhire. Em ji beyta destpêkê têdigihîjin ku çawa heyva nû dişibe biriyên qewis, bi wê aweyê jî dîlberek birûqewis derketiye holê.

Di beyta duyemîn de jî Mela dibêje Keşşifî bedra temam ehsen ji bala tel’etê di vir de Mela dibêje, heyva temam derket tîrên xwe şand û xemgînî kete ser rûyê. Belê di stêrknasiyê de heyva tijî, heyva bedr piranî xemgîniyê, bêhuzurîyê tîne. 

ji stiwa da gezmeyan çerxê reşandin mahê new’wergera wî: heyva nû ji nîvê ezmanan bi tîrên xwe qederê belav kir. Belê çerx wek çerxwa felekê tê dîtin û ew tişt e ku bi wateya qederê jî tê parvekirin. Yanê felek ew tişt e ku îradeya însanê li hemberê wê de ti tişt nîn e. Em di beyta jorîn de dibînîn ku Mela bi temamî li ser tevgerên gezmeyên heyvê sekiniye û bi kurt û kurtasî gotiye heyva nû qederek nû ye, heyva tijî dawiya mijarên kevine.

Mela ne tenê di beytekê de, di gelek beytên xwe de qala gezmeyên yanê henerên gerestêrkan kirine û wek beyta jorê ku çawa li ser heyva nû beyt nivîsî ye, bi wî awayê jî li ser temamê gerestêrkan jî helbestek nivîsandiye.

Ev şehinşahê mu’ezzem Heq nigahdarê te bî
Sûreê ‘’Înna fetehna’’ dor û madarê te bî
 
Her kinarê pê ve wergerî ‘înanê himmetê
Zuhre bî peykê te û keywan rikêbdarê te bî
 
Daîma menzîlgeha sûra te bit burca şeref
Tali’ê ferxende û bextê se’îd yarê te bî
 
Seb’eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê
Girdîş û dewrê ‘ecêb der xizmet û karê te bî
 
Mahîtaba dewletê yek pertewek şem’a te bît
Afîtaba ref’etê berqek ji enwarê te bî
 
Lami’ê fetha ezel  berqê ji ber tacê te dît
Kewkeba se’da ebed necmek ji seyyarê te bî
 
Berqê subbûhî ku îşraqê li sed canan didit
Ew ku keşfa dil dikit remzek ji esrarê te bî
 
Mela vî helbestê li ser tevgerên gerestêrkên ku bandora wê bi aweyek remzane yanê veşartî heye dike û dinivîse. Di destpêka helbestê de duayan li şehînşahê mu’ezzem dike û pişt re dest pê dike, duayên xwe bi gerestêrkan didomîne. Di beyta yekemîn de qala Heq dike û duayên xwe li gorî Heq dizivirîne. Pişt re xwe berdide jêr û duayên xwe li dora gerestêrkan didomîne.

Mînak dema qala stêrka mişteriyê dike, qala xweşî û bextxweşiyê dike. Ji ber ku stêrka mişteriyê bextê xweş dide mirov, firehiyê tîne, başîtiyê belav dike, qenciyê diafirîne. Mela jî duayên xwe li dora vî gerestêrkê dike. Mela, Zuhre bi peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî dibêje. Yanê gerestêrka Gelawêjê bi te re bî û gerestêrka Kêwanê jî di xizmeta te de bî. Li vir de Mela gerestêrka bextreşiyê ku bextê reş dike, bûyerên reş û mijarên huznê belav dike, xwestiyê ku Kêywan bibe xizmetkar. Ger ku Kêywan bibe xizmetkar nabe neyar. Ger ku nebe neyar bi tu aweyê mijarên neyînî nakeve nav rojeva wî/ê kesê.

MELA ÇAWA BAWERIYA XWE BI STÊRKAN ANIYE?

Dîsa Mela girdîş û dewrê’ecêb der xizmet û karê te bî dibêje. Li  vir de tê dîtin ku Mela çawa baweriya xwe bi stêrkan aniye û dibêje ku ger û dewran di xizmeta te de bî. Kêwkeba se’da ebed necmek ji seyyarê te bî dîsa li vir de em dibînin ku Mela dibêje gerestêrka Îxtarê an jî Venûs jî jê re tê gotin, her dem li dora te bî. Ev gerstêrka Îxtarê henera hezkirin, evîn, işq, pere û hebûnên xweşk, tiştên estetîk belav dike. Û Mela dibêje bila ev stêrk her dem li dora te de bî ku xweşî, delalî, evîn her dem bi te re peyda bî.

berqê subbuhî ku îşraqê li sed canan didit, ew ku dil dikit remzek ji esrarê te bî. Belê beyta Mela ya 96an temamî girêdayê stêrknasiyê ye û bi stêrkan ve hatiye honindin. Di vê beytê de jî em dibînin ku Mela qala Galawêjê dike, dibêje berqê subbuhî. Dibêje ew însanên ku dil didin nîşaneya esrarê te ye. Yanê evînê û karê evînê girê dide gerestêrka Galewêjê.

Wek van helbestan gelek helbestên din ên Mela hene ku em wek mînak bidine nîşan. Mela dema li ser stêrknasîyê xebitiye pê bawer kiriye ku bandora stêrkan li ser qedera însanê heye û xwedîyê erkek e. Di helbestên jorê de jî me vî yekê pir baş dît ku Mela çawa xebitiye û çawa di nav beytên xwe de honandiye?

Me bi kurt û kurtasî qala çend beytên Mela kir û divê li ser beytên wî yên din jî bê xebitîn. Di demên pêş de emê li ser beytên wî yên dinê de jî bixebitin û dîsa binivîsin.

Ji bo kesên ku mereq dikin peyvên Mela hîn bibin, me ferhengokek piçûk jî amade kir. Ev ferhengok hinek ji aliyê me ve hat amedekirin, hinek jî ji pirtûka Mela a ku ji nav weşanên Nûbiharê (îst.2013) derketiye hilda. Em dizanin ku gelek peyv jî hene nehatine famkirin.
 
Ferhengok:
Vêra: Alê paşî, pişt te, veşartî
Numandin: Derxistin, dannîşan
Mahê new: Heyva nû, heyva biçûk, taze derketî
Keşşifî: Kifşbûn, diyarbûn
Bedra temam: Heyva tijî, heyva çarde şevê
Ehsen: Xemgînî
Sîtawa: Nîvî
Çerxê reşandin: Çembila zodîakê
Nûn: Birihên wek nûnê
Gezme: Tîr, tîrên heyvê
Bala: Bilindahî
Arifê ehlê bîsaret: Însanên kamil ên ku digihîjine ilma bilind
Enguşta nebî: Tiliya Pêx. Muhammed
Zuhre: Venûs, îxtar, Gelawêj
Kêwan: Kronos, Saturn, stêrka xirabîyê
Rikêbdar: Xizmetkar
Nigehdar: Parastin
Tali’ê ferxende: Bextê xweş,
Remz: Nîşane
Îşraq: Ronîkirin
Necm: Stêrk
Girdîş: Dewran, zodyak
Înanê hîmmetê: Hêza rêvebirinê, serkeftin
Afîtaba ref’etê: Roniya rojê ya dema nîvro
Lamîa fetha ezel: Roniya alikara ezelî
Kewkeb: Stêrka mûşterîyê ê bextxweşiyê
Seb’eyê seyyare: Heft gerestêrkên navdar