Bandora hunerî û wêjeya kurdî ya xêrnedî

Hêzeke muzîkê ya taybet heye ku dikare bandora xwe bide jiderveyî xwe û kesên guhdar li ser vê bandorê eleqeyeke berdewam di xwe de dihewînin.

Google Haberlere Abone ol

Dilawer Zeraq

"heke kurdan bi qasî muzîkê eleqe li wêjeyê bikira, niha kesî nedigot, 'bi kurdî biaxivin'"… (1)

Di helûmercên jiyanê ku em tê de ne, berhemên hunerên bervekirî ne ji têgihan û ji hezjêkirinên jiderveyî re û her yek wekî tişteyeke bazarê tê xemilandin û derpêşkirin; kiroxên ku bala xwe dibin ser wan jî, gelek caran li ser balkêşiyan wan wisa ji der de bandorê ji wan digirin.

Di vî warî de muzîk, wekî hunereke duhêlî ye. Muzîk, hem bervekirî ye ji hezjêkirinê re hem jî bihêztir e ji bo bandorlêkirinê. Di vê çarçoveyê de, muzîk du zimanên xwe hene; 1) zimanê gotinan, 2) zimanê notayan.

Her wiha, hêza beralîkirinê ya muzîkê, ji hunerên din zêdetir û xurttir e.

Yanê, hêzeke muzîkê ya taybet heye ku dikare bandora xwe bide jiderveyî xwe û kesên guhdar li ser vê bandorê eleqeyeke berdewam di xwe de dihewînin. Di vê deravê de guhdarên muzîkê, bi guhdarbûna xwe ve, di rewşeke pasîf de ne. Ji ber bandora populer ya muzîkê hîsên pêxweşbûn û kêfxweşbûnê bi wan re çêdibe û ew ji ber vê yekê eleqeyeke taybet li muzîkê dikin. Digel wê jî, ji ber ku muzîk di gava strangotin û amûrjendinê de, tenê hewceyî guhdaran e, ne pêwîst e guhdar bi zimanê peyvan ya muzîkê bizanibin û pê biaxivin. Ji ber hindê jî, guhdar tim bervekirî ne ji bandorgirtinê re û di gava guhdarîkirinê de, bi pasîfîya xwe ve, dibin tişteyên bandora derveyî ya muzîkê…

Helbet, kêm caran be jî, rewş berevajiya vê yekê diqewime û beşek ji guhdaran; li ser vîn û hêza xwe ya pêrayîkirinê (like) dimînin, xwe naxin rewşa tiştebûnê û eleqeya xwe li ser pêqayilbûna xwe didin der.

Herçî berhema wêjeyî ye; mirovan nêzî xwe û nêzî wan dike…

Ji bo ku em karibin vê fikirê zelaltir şirove bikin, em ê karibin bêjin, berhema wêjeyî, ji bo ku bibe xweyî bandorekê, divê serê pêşîn vînek, daxwazek û beralîbûnek hebe berpêyî wê. Yanê, berhema wêjeyî, di serî de wekî tişteyek e û kesê ku eleqe li wê berhemê dike û wê dixwîne, kirde ye. Loma jî, berhema wêjeyî; berevajiya muzîkê, ji bo ku bibandor be hewceyî xwînereke aktîf e. Û kêliya ku xwendin dest pê dike, hem berhem hem jî xwîner çalak û aktîf dibin û li ser eleqelêkirin û pêdeçûna xwîner, berhema wêjeyî; wekî bersiva wê eleqelêkirinê, xwe ji hev vedike û li gorî hiş, raman û pêhisînên xwîner û bi qasî destûrdana xwîner, bandorê li xwîner dike. Yanê, bandorlêkirina berhema wêjeyî ne hema wisa yekser û bi awayekî jiderveyî çêdibe; ew li ser vîn, daxwaz û rêdana xwîner çêdibe ku çalakbûna duhêlî, -çalakbûna xwîner û ya berhemê- dike ku her du alî jî wekî du heyînên jihevbandorgirtî careke din jî heyî bibin.

Îcar, ji ber ku navgîna sereke û yekane ya wêjeyê, ziman e, wêjekarên ku bi zimanê xwe yê dayikê dinivîsin, bi nivîsîna xwe ya bi wî zimanî re, hem wekî aktorekî derveyî hem jî wekî aktorekî hundirî tev li wê bandorlêkirinê û bandorjêgirtinê dibin û her wisa; wekî aktorekî pêwendîdaner, vîn û daxwaza wê qonaxa bandorlêkirin û bandorjêgirtinê didin destê berhem û xwîner.

Îcar, hemin ku navgîna herî girîng ya avakirina ‘hişekî neteweyî’ ziman e û hemin ku zimanek rasterast nîşan bi hebûna neteweyekê dike, nexwe berhemên wêjeyekê; ji ber ku bi zimanê neteweya xwe tên nivîsin, her yek dibe parçeyekî avaniya ku qodên çandekê, neteweyekê tê de dihewe. Loma ye, “di nava hemû huneran de, ya ku herî zêde xwe tev li avakirina neteweyekê dike (û bi roleke çalak radibe), wêje ye”(2)

Pêre jî; ruhê gelê-neteweya bindest ku di gelek hêlên jiyanê yên xwederbiranê de ji derfetan bêpar e û endamên wê neteweyê, di jîyana rojane de, bi awayekî asayî nikarin pêwendî bi zimanê xwe re daynin, ancax dikare bi wêjeya wî zimanî were parastin û qodên çandî ku kakilên xwebûnê ne jî, bi wêjeya wî zimanî dikarin li kar bikevin.

Wêje; bi saya qodên çandî û bîra (hafizeya) civakê ku tê de dihewin, di hilberandin an jî avakirina zanavên çandî de jî bi roleke çalak radibe.

Li ber roniya van dane û agahiyan, gava em bala xwe bidin ser wêjeya kurdî û bipirsin; gelo wêjeya kurdî, di demajoya avabûna neteweya kurd de bûye yek ji kutekên sereke û bi rola xwe ya girîng rabûye?

Helbet em ê nikaribin bi dilekî hêsa bêjin, ‘erê.’

Her wekî me di serî de jî bal pê da, wêje û berhemên wêjeyî, bi eleqelêkirineke bi vîn û daxwaza kesane heyî dibin; ew hewceyî eleqeyeke aktîf in û di vê deqbendê de jî ji hunerên din cuda dibin.

Îro ro, rewşeke aşkere ye; em qebûl bikin jî qebûl nekin jî wêjeya kurdî di qonaxa xwe ya ‘wêjeya berxwedanê’ de ye. Loma ye, piraniya berhemên wêjeya kurdî, -bi çi şêweyî û teşeyî hatibin nivîsîn ferq nake-, tu carî wê nikaribin zimanê vegotina xwe ji rastîniya sosyo-polîtîka civaka xwe dûr bixînin û bikevin nava çarçoveya wê feraziya ku dibêje “xweserîya estetîk gerdûnî ye.”

Ji bo ku hişê neteweyî û hişê çandî ya kurdan kûrtir û xurttir bibe û wêje karibe bibe aktoreke çalak ya avakirinê, hewce ye kurd xwe di warê ‘eleqepêkirinê’ de bikin kirde û bi awayekî 'aktîf’ tevbigerin.

Ji bo vê aktîfiyê jî, hewce ye hinceta “nezanîna zimên” ji navê bê hilanîn û kurd bi xwendinên xwe ve, bibin hevalbendên wêjeyê û hêviya ku ji paşerojê tê kirin, nêziktir bikin.

Binêre:

1 - https://twitter.com/dilawerzeraq/status/1728123967939178608 

2 - Jusdanis Gregory (1998) Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür, İstanbul: Metis Yayınları.