Azad Altay: Rojnamegerên girtî asta azadiya welatekî nîşan dide

Rojnameger Azad Altay: “Rewşa girtîgehan, hêjmara rojnamegerên girtî û cihêrengiya çapemeniyê di hemen deme de asta azadiya rojnamegeriya welatekî nişan dide."

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît

DIYARBAKIR - Rojnameyên ku li Stenbolê derdiketin, biryar dabûn ku di 24ê Tîrmeha 1908an de dema ku 2emîn MeşrûtIyet li Împaratoriya Osmanî hat îlankirin, gelek kes li hemberê sansûrê sekînin û nehîştin sansûr bê kirin û rojnameyên xwe bêsansur çap bikin. Salvegera vê bûyerê bi biryara Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê di sala 1948an de wek Roja Çapemeniyê hat îlankirin. Ji wê deme ve heta niha li Tirkiyê rojnameger û xebatkarên çapameniyê gelek caran sansûr, zext, girtîgeh û kuştinê re rû bi rû mane. Di Darbeya 12ê Îlonê de bi dehan rojnameger û nivîskar hatin girtin, qedexeya weşanê û sansûr pêk hat û gelek weşan hatin girtin. Di sala 2015an de gelek saziyên çapemeniyê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin.

Di Hezîrana 2022an de qanûna bi navê “têkoşîna li dijî dezenformasyonê” ji aliyê komîsyonê ve hatibû derxistin. Bi vê qebûlkirina zagonê re ew roj li Amedê 16 rojnameger hat girtin. Li gorî rapora Hezîranê ya Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) li Amedê bi girtina 16 rojnamegeran re hejmara rojnamegerên girtî yên li girtîgehan derket 76an.

Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ku her sal ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve tê ragihandin, îsal di nava 180 welatan de di rêza 149an de cih girt. Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê roj bi roj xerabtir dibe. Tirkiye di sala 2005an de di rêza 98an de bû, di sala 2010an de ket rêza 138an, di sala 2015an de ket rêza 149an û di sala 2020an de jî ket rêza 154an.

Em bi minesebeta 24ê Tirmehê roja cejna rojnamegeran bi Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay re û endamê Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê bi rojnameger Hakkı Boltan re axivî.

‘ROJNAMEGERÊN GİRTÎ HERÎ ZÊDETİR Lİ TİRKİYEYÊ NE’

Edîtorê MAyê anî ziman ku di vê pêvajoya wiha de cejna çapemeniyê pîroz kirin xwe xapandine û wiha got: “Em, 24ê Tîrmehê ku wekî 'Cejna Çapemeniyê' jî tê zanîn wek cejnê nabînin û wisa pêşwazî nakin. Ji ber ku bi taybetî di salên dawîn de sansur û tundiya li ser çapemeniyê zêdetir bû. Di pêvajoyek wiha de vê rojê wek cejn pîroz kirin dê were wateya xwe xapandinê. Rewşa girtîgehan, hêjmara rojnamegerên girtî û cihêrengiya çapemeniyê di hemen demê de asta azadiya rojnamegeriya welatekî nişan dide. Dema em li cihanê dinêrin herî zêde rojnamegerên girtî li Tirkiyê ne. Her wiha herî zêde zext û sansûra li ser çapemeniyê li Tirkiyê heye. Tenê piştî hewldana darbeya 15ê Tirmeha 2016an bi dehan rojname, ajans, production, televizyon û radyo hatin girtin. Helbet ev pêvajoya zextan heta îro jî berdewam kir. Ji van zext û zordariyan herî zêde çapemeniya kurd para xwe digire. Di salên 1990an de rojnamegerên kurd di kolanan de dihatin qetilkirin. Lê îro jî ji qetilkirinê xirabtir dikin; dixin zindanan, azadiya wan a fizîkî dixwazin ji dest wan bigirin, qada xebata wan teng dikin. Herî dawîn 16 hevalên me bi hinceta karên rojnamgeriyê hatin girtin û ji mehekê zêdetir de di girtîgehê de ne.”

Azad Altay

‘ROJNAMEGERÊN KURD, PACEYA HERÊMÊ KU BERÊ WÎ Lİ DİNYAYÊ YE’

Altay di axaftina xwe niha devam kir: “Sedemên vê yeke jî em baş dizanin; ji ber ku rojnamegerên kurd wek karmendên dewletê tevnagerin. Li cem kiryarên qirêj nasekinin. Her tim ji bo rastiyan derxin holê dixebitin. (Ev jî rêgeza bingehîn ya rojnamegeriyê ye). Rastiyên ku ji civakê tên veşartin derdixin holê. Binpêkirina mafên mirovan ên dema pevçûnan de çêdibin derdixe holê. Her wiha tecrida li  ser civakê tê ferzkirin nîşanî raya giştî dike. Bi vê helwesta xwe em dikarin bibêjin rojnamegerên kurd, paceya herêmê ku berê wî li dinyayê ye. Helbet berdêla vê jî giran e. Dixwazin vê paceyê bigirin. Li gel ku berdêla vê giran e jî israrek mezin a derxistina rastiyan ya rojnamegerên kurd hene. Ev israr tune bûya îro em evqas di hedefê de nedibûn.” 

‘BERXWEDANA ROJNAMEGERÊN KURD Lİ HEMBERÊ…’

Altay qala astengên ku rojnameger rû bi rû dimînin kir: “Tundî heye, sansûr heye, girtin heye, binçavkirin heye… Lê ya girîng li gorî min berxwedana rojnamegerên kurd ya li hember van e. Ya bi wate jî ev e. Divê ew were nîqaşkirin. Dema her tim tundî, zext û sansur tê nîqaşkirin ev kêrî destilatdaran tê. Divê em ji vê rewşê jî xwe rizgar bikin. Demek em deshilatdaran aciz dikin ku ev qas bi ser me de tên. Ji ber vê divê em zêdetir bi nûçeyên xwe deshilatdaran aciz bikin. Ev helwest dê bi xwe re azadiya rojnamegeriyê bîne. Sansurê ji holê rake. Tundiya li ser rojnamegeriyê bi dawî bike. Dema ev çêbe emê jî wek cejn vê rojê pêşwazî bikin. Nexwe heta hevalên me di girtigehan de bin heta sansûr hebe ev roj ji bo me ne cejne. Dema hemû hevalên me azad bibin û tundiya li ser çapemeniyê bi dawî bibin emê jî wek cejn vê rojê pîroz bikin.”

‘HİŞMENDİYA Lİ HEMBERÊ SANSURÊ BİLA BİBE ÇANDEKÎ ESASÎ’

Rojnameger Hakkı Boltan jî anî ziman ku hişmendiya li hemberê sansurê pêwîste ku li Tirkiyê bibe çandekî esasî û wiha axivî: “Rakirina biryara sansûrê hewildanekê pir girîngê ji bo kar û barê rojnamegeriyê. Lê gava ku em weşanên Tirkiyê dinêrin û em dibînin ku ev biryarên ku hatine girtin li gorî van biryaran tev nagerin. Li Tirkiyê çapemenî weşaneke li nêzî dewletê û hişmendiya tirkî nêzik dibin. Eger ku weşaneke bêalî û hiqûqî hebûna Serokkomarê Tirkiyê nedigot, ‘yek netew, yek ziman û yek ol’ ji ber ku rojnamegerên Tirkiyê li ser esasên rihê rojnamegeriyê naseknin. Rojnamegeriya esasî ew e ku destur nede sansûr e. Rojnameger desthilatdariyê esas nagre. Tiştên ku esas tê girtin xwezaye û bêalî ye. Xebatên rojnamegeriyê pewisteke ku di vê çerçoveyê de bê kirin. Eger ku Tirkiyê ev pêk nehatibe ev tenê ne kemasiya dewletê ye. Ev kêmasiya me rojnamegerane jî. Ev kêmasiya lewazê weşana me ye. Lê cihekî çiqas hewildanek hebe jî desthilatdar bi aborî û siyasetê li hemberê vî tiştî amûrên xwe bikartîne. Lê pêwîste ku em jî her tim li hemberê van amûran li ber xwe bidin.”

Hakki Boltan
‘TİŞTÊN KU DI XWEZAYA XWE DE BE, PARASTINA EW TIŞTÎ DEMOKRATÎK E’

Boltan bal kişand li ser rojnamegerên kurd û van tiştan got: “Kî ku karê heqîqetê û rastiyê bîne ziman bi girtîgehê re rû bî rû dimîne. Di rastiya min de kurdbûn hebe pêwîste ku xwezaya xwe de ev bê parastin. Ev parastin tiştek demokratik e. Nûçegîhaniya kurdî di xwezeya xwe de muxalefetê desthilatdariyê ye. Desthilatdar erîşên xwe her tim rojnamegeriya çapemeniya azad dike. Mehek zêdetirê 16 rojnameger di girtîgehê dene. Tiştên ku ev rojnameger dikin dewletê ditirsîne. Tiştên ku dikin polîtîkayên dewletê eşkere dikin. Yekitiya rojnamegeran çi bibe bila bibe li hemberê sansûrê pewîste ku bisekinin. Ev karekî hevpar e û hewcêye ku helwestek bê nişandan. Eger ku hevkariyek hebûna îro gelek rojnameger û xebatkarên çapemeniyê ne di girtîgehan de bûn.”