Arjen nemiriye, Arjen Arî ye!

Arjen Arî diltenik bû, zû evîndar dibû; yanî şaîr bû. Arjen jîr bû, kursiya xwe dadigirt. Arjen şên bû, bi dora xwe re xweş dikir. Arjen ne mirovekî tengijî û dexsokekî jirêderketî bû; henekçî û sohbetxweş bû. Zarê Arjen şêrîn bû, kes jê aciz nedibû. Arjen ferqa nifşan rakiribû, bûbû îdolê xortan. Dilê Arjen hertim xort bû.

Google Haberlere Abone ol

Min û Arjen Arî hevdu di salên 1976an de li Nisêbînê nas kir. Piştî salek din êdî em bûn agir û pêtî. Me digot em ê tavilê şoreşê bikin, rewşa xwe biguherin û bibin dîkên ser sergoyê xwe. 

Em bûbûn wek misyoneran, em bi şev û roj dixebitîn. Me bi rojan propogandaya hişyarbûnê ji xelkê re dikir, em bi şevan jî bi satilên boyaxê li kuçe û kolanên bajêr digeriyan û me xaniyên xelkê ên spehî di sloganên xwe ên çeloxwarî de dihiştin. 

Hingî dema rêkxistinan bû. Ez û Arjen jî di rêkxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîteratura Marksîzmê bûbûn û me qirik li hev diqetand. Em ji wê derbasî xwendina şaîrên şoreşger, çep û serîhildêr bûn. Ji bilî Nazim Hîkmet û Ahmed Arifê ku me bi şev û roj dixwend, em bi ser Mayakovskî, Neruda û Lorca jî ve bûbûn. Bi taybetî jî bi serkêşiya Mayakovskî tevgera futurîstên ûris tesîreke mezin li me dikir. 

Di wê navê de me li Nisêbînê komeleyek bi navê Komeleya Xortên Şoreşger ên demokrat vekiribû. Ez û Arjen Arî ji bo komîteya karger ya komeleyê hatibûn hilbijartin. Ez bûm serokê komelê, Arjen bû cîgirê min. Di wê navê de qelem û kaxez ji ba Arjen kêm nedibû û ha ha helbest dinivîsandin. Di kurdî de bûbû rengekî din ê Ahmed Arif. Ji xwe re defterek girtibû û deftera xwe dagirtibû. Arjenê diltenik, dil jî girtibû. Lê dildara wî li aliyê xetê ê din bû, li pişt têlan, li Qamîşlo bû. 

Rojekê helbesteke xwe ji min re xwend, beşek ji wê helbestê hê jî di bîra min de ye: 

Ez bibêjim lê, wê deng bê te

Lê ev têl, ev mayin, ev leşkerên rom

Ne dihêlin bang bikim, ne jî dihêlin bêm.

Di dawiya salên heftêyan de haziriya derxistina kovara Tîrêjê dihat kirin. Min helbestên Arjen Arî û karîkatorên Niyazi Yıldırım, (navê wî ê hunermendiyê Çep bû) birin Diyarbekirê û teslîmî hevalên Diyarbekirê kir. Piştî demekê, êdî Arjen Arî herfên xwe ên reş li ser kaxeza spî dîtibû, şûr simbêlê wê nedibirî. Êdî şaîr bû, helbestên wî hatibûn weşandin û wê di riya xwe de berdewam bûya. 

Piştî cûntaya 12 îlona 1980 û heta salên 1990î jî Arjen Arî bêdeng mabû. Helbestên ku dinivîsandin jî di tûrikê xwe de hiltanîn, an jî kêm dinivîsand. Gava min di sala 1992an de dest bi weşandina Nûdemê kir, min li deriyê Arjen Arî jî da. Heta hingî jî navê wî ne Arjen Arî bû. Ez dibêjim cara pêşî wî ew nav di Nûdemê de bi kar anî. Heke ne cara pêşî be jî, wî herî pir ew nav di Nûdemê de bi kar anî û bi Nûdemê navê Arjen Arî belav bû. 

Arjen Arî diltenik bû, zû evîndar dibû; yanî şaîr bû. Arjen jîr bû, kursiya xwe dadigirt. Arjen şên bû, bi dora xwe re xweş dikir. Arjen ne mirovekî tengijî û dexsokekî jirêderketî bû; henekçî û sohbetxweş bû. Zarê Arjen şêrîn bû, kes jê aciz nedibû. Arjen jixwehez bû, kincekî xweşik li ku hebûya wî ê peyda bikira û li xwe bikira. Pêlavên wî ne wek ên her kesî bûn. Arjen ferqa nifşan rakiribû, bûbû îdolê xortan. Dilê Arjen hertim xort bû. Arjen jî wek Mehmed Uzun û Mahmud Baksî bîra mirina her kesî dibir, lê bîra mirina xwe nedibir. 

 Nizanim, ez dikim nakim, devê min nagere ez bibêjim Arjen miriye.

 Arjen Arî ye...