Amûra hevxistina hadronan a mezin dîsa tê xebitandin

Keşfkirina bozona pirtika Xwedê di fizîkê de qonaxeke girîng bû. Vê carê ji bo keşfa madeya reş bikin, wê dixebitînin. Li gorî fîzîkvanan belkî emê bikaribin ji nediyariya madeya reş fêhm bikin.

Google Haberlere Abone ol

Ayşenûr Ozel

Fîzîkvan ji bo ji beşa fîzîka pirtikên atomî fêhm bikin gelekî xebitîne. Ji ber ku di vî warî de karê herî balkêş ev e ji pirtikên atomî fêhm bikin. Di fîzîka Quantumê de cihekî gelekî mezin digire. Şiroveya piraniya fenomenên xwezayî yên li cîhanê bi serwextbûna van pirtikan e. Ji ber vê yekê fîzîkvanan heta niha bi hestiyarî li ser vî warî xebitîne.

Di van xebatan de gelek amûr hatine xebitandin lê ya herî mezin û taybet Hevxistinkera Hadronan a Mezin (amûra hevxistinê) e. Li vê cîhanê makîneya herî mezin ev makîne ye. Belkî jî ya herî navdar e. Ev makîne di navbera 1998 û 2008an de li Cinêvê bi 10.000 zanistvanan li CERNê (Navenda Lêkolînên Nûkleer a Ewropayê) hatiye çêkirin û di sala 2008an de vebûye. Pê ceribandinên wekî Alice, ATLAS, CMS, LHCb, TOTEMê dikin. Di fêhmkirin û têgihiştina pirtikên atomî de bi cihekî gelekî mezin digire.

Li CERNê bi vê amûrê li ser halê plazmayî ya piştî Teqîna Mezin dixebitin. Lê belê gava vê xebatê dikin bi germahiyeke gelekî zêde dikin. Ji ber ku li gorî zanistvanan piştî Teqîna Mezin germahî û tîrbûneke gelekî zêde çêbûye, pê kuark û gluon bûne yek û bi vê germahiya zêde jî mezon û baryon çêbûne. Bi vê fikrê dixwazin bi vê amûrê enerjiyê çêbikin û ji vê enerjiyê jî madeyan çêbikin. Yanê bi kurt û kurtmancî; Veguherînên Enerjiyê.

Di vî karî de bêguman çavkanî formûla Einstein a enerjiyê ye,  E=mc^2 ye. Yanê têkiliya enerjî û girseya madeyan. Ji sala 2008an heta vê rojê li disiplîna fîzîkî ya ATLASê gelek caran ceribandin kirine lê belê di nava wan de ya herî grîng û balkêş dîtina pirtika Xwedê bûye. Di sala 2012an de Cernê bi merasimekê keşfa pirtika Xwedê eşkere kir. Di sala 2013an de jî Peter Higgs û François Englert bi keşfa xwe ya pirtika Xwedê yanê bi navê xwe yê din Bozona Higgs xelata Nobelê wergirtin. Keşfkirina bozona Higgs di fizîkê de qonaxeke girîng bû. Fabiola Gianottiyê rêvebira Giştî ya CERNê û seroka projeyê ya ceribandina ATLASê, him li ser dawiya rêwîtiyeke keşfê ya bi dehan salan û him jî li ser destpêka serdemeke nû ya xebatên li ser vê pirtika pir taybet axivî û got; "Roja ragihandinê tê bîra min, wê rojê dilxweşiyeke mezin bû ji bo civata fîzîka pirtikên atomî û ji bo hemî mirovên bi deh salan bêrawestan xebitîne "

Taybetmendiyeke gelekî balkêş a vê pirtikê ev e, girseyê dide pirtikên din. Ji xeynî vê yekê grîngiya wê ya din alikariya wê ya ji bo fêhmkirina ji çêbûna gerdûnê ye. Ji ber ku wisa bawer dikin di şert û mercên destpêka gerdûnê de 'supersymmetry' (sûpersîmetrî)  heye. Ev simetrî bi awayekî jî be bi bozona Higgs ve hat şikandin, da ku gerdûn û em hebin. Ger bozona Higgs nebûya, wê demê pêwîstiya me bi teoriyeke nû heye ku hebûna me ya li gerdûnê rave bike, ev yek jî bi razîkirina her kesî were îsbatkirin ku çima û çawa girseya pirtikan heye. Bi girseya xwe 120 qatî ji protonê mezintir e, bozona Higgs pirtika herî giran a duduyan e di vê gerdûnê de. Ev girseya mezin, bi demeke pir kin (10-22 saniye) ve bibe yek tê vê wateyê pirtik di xwezayê de nayê dîtin. Ji ber vê yekê, hebûna bozona Higgs tenê bi afirandina wê ya di laboratûarê de dikare were piştrastkirin. Ji bo afirandina bozonên bi girseya wisa zêde, hewcedariya me bi makîneyên hevxistina pirtikên bi enerjiya pir zêde heye û heta niha jî makîneya dikare vê yekê bike teqez Hevxistinkera Hadronan a Mezin e.

Vê makîneya bêhempa bi hêza xwe ya mezin alikariya dîtina bozona Higgs kiriye û hê jî fîzîkvanên niha li ser dixebitin. CERNê di 4ê Tîrmeha sala 2022an de ragihandina xwe kir, êdî hevxistinkera Hadronan a Mezin bihêztir bûye. Kapasîteya wê zêdetir kirine û ji bo pirtir pirtikan li hev bixe çêkirine. Ev jî bêguman tê vê wateyê êdî yê bikaribin di ware fîzîka pirtikên atomî de pirtir zanyariyan bi dest bixin. Fîzîkvana îngîlîzî Dr. Nellist got: "Bozona Higgs bi rastî jî pirtikeke taybet e. Bi girseyên din ên bingehîn ve girêdayî ye. Pirtik dema dikevin qada Higgs girseyê digirin û bi bozona Higgs em dikarin di ceribandinên xwe de hebûna qada Higgs îspat bikin. Salên dawî ji bo me gelekî kelecanî bû ji ber ku me hevxistinkera xwe ya Bozonan çêkiriye û kapasîteya ceribandinên xwe zêde kiriye."

Lê belê vê carê ji bo keşfa madeya reş bikin wê dixebitînin. Li gorî fîzîkvanan belkî emê bikaribin ji nediyariya madeya reş fêhm bikin û bikaribin di fêhm kirina vê gerdûna balkêş de gaveke din jî bi pêş herin.