Trafîk

Meriv fedî dike ku bo rêdan û nedanê şer bike. Heta ez karibim ez sebra xwedê dikşînim. Yan na tu yê rojê bi deh kesan ra pevçûnê bikî. Lê carna hin tişt diqewime sebir jî têrê nake.

Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Ez ê îro ji wer qala çanda me ya trafîkê û tiştên min di trafîkê de jiyayî bikim. Heyra di çanda me ya trafîkê de, kes rê nade kes î. Her kes dibê rê ya min e. Ji ber vî awayî her gav kesên peya ji yê siwar û yê siwar jî ji yên peyan re çêra dikin. Bêhna her kesî teng e û dibin cinawirê trafîkê. Îja rojekê ez û hevalekî bi erebeyê di trafîkê de bûn. Wî hevalî hew dida çêran. Ez pêr xeyidîm û min go, ma te xêr e, çêr ji devê te nakeve. Eyb e şerm e kuro! Go, temam yabo ez hiş bûm. Hîn werê min dî xortek li ser pisqilêtê û xwe avêt ber erebeya me. Bi wê refleksê, çima çêr ji devê min jî nefilitî. Hevalê min bi hire hir keniya û go; na heyra na. Ev çi gotinê te ye. Eyb e şerm e yabo!

De îja bê min çiqas fedî kir. Ew xweavêtina ber erebeya, bi rastî jî meriv şaş dimîne. Mêrik dibîne erebe bi xezeb tê û jê ra bi tîte tît li qornê dixe, lê ew li nava rê dimeşe û xwe nade alî. Ma li xwe datîne ku xwe bide alî. Raste rast dibêje; de her ti..kê heram. Ez xwe nadim alî. Wa frêna te heye, pêl frênê bike. Yê siwar jî dibê kero tu xwe nadî alî he! Tu bise bê ez ê çi bînim serê te. Encam wê çi bibe, qeza! Ya balkêş ew e ku piştî qezayê însanê rûspî dikevin nava yên qeza kirine û dibên; li hev du gilî nekin. De qeza bû, qewimî çû. Ka li hev du werin.

Li welatê me û li rojhilata navîn teva, ku tu bi rê de çûy, divê tu sebra xwedê bikşînî. Siwar û peya li nava rê li hev du disekinin û sohbetê dikin. Li paş wan erebe rêz dibin lê ne xema wan e. Wexta ku tu debar nakî û tu ji wan ra li qornê dixî, te dî siwar û peya pev ra li te zivirîn û bi awirên tûj gotin, te xêre kuro! Ku tu jî bi bêhna teng bersivê bidî wan, bila tu zanî bî tu yê di nava şer de bî. Yê min wexta ku ev rewş çê dibe, ez ji wan ra dibêjim; biborin keko. Bi şaşî destê min li qornê ket. Hûn sohbeta xwe dewam bikin. Eceleya min tuneye. Ne ku ji tirsa ha. Ku em şer bikin wê rê bixetime, erebeyên ku li paş me rêz bûne wê şerpeze bibin û filan bêvan. We bawer nekir ne wer? Wele hûn mafdar in. Ya rastî ne bo van tiştana.

Meriv fedî dike ku bo rêdan û nedanê şer bike. Heta ez karibim ez sebra xwedê dikşînim. Yan na tu yê rojê bi deh kesan ra pevçûnê bikî. Lê carna hin tişt diqewime sebir jî têrê nake. Niha ev mesela ku hatiye serê min ez ê ji we ra qal bikim hûne bawer nekin. Heyra bi erebeyê ez ji sûkê derbas dibûm. Min dî xaloyek li nava rê sekiniye û cixareya xwe dipêçe. Min jê ra li qornê xist û bi destan min jê ra go xwe bi alî de. Tew di ser da ew bi min re xeyîdî û go; tu çi li qornê dixî kuro, tu nabînî ez cixareya xwe dipêçim! Ecela te çi ye. Tu heft mehî yî, tu çi yî. Bi tîqetîq ez keniyam. Min dî xalo go; ero tu bi min dikenî lo û bi ser min da hat. De were îja safî bike. Rewş ne baş bû. Min ji xwe ra go, mihemedo lawo zû çareyekê bibîne. Yan na wê xalo cixareya xwe bi te dayne. Gava hate ba deriyê erebê, min jê ra go; xalo te şaş fam kir. Dilê min bijiya cixara te ya qaçax. Min go hela tu ji min ra jî yekê napêçî. Axir rûyê xalo nerm bû û ya ku ji xwe ra pêçabû dirêjî min kir û go, a ji te ra xwarzê. Û em her yek bi rêya xwe da çûn. Min va bela bi vî hawî bi ser xwe da teqil kir. Ma qey ez û xalo bi hutika nediketin ber hev.

Îja hevaleke min î jin bo ku ehliyête bistîne xwe xwariye. Ev du care dikeve azmûna direksiyonê lê derbas nabe. Tê û dide girî. Rabû min van meseleyan giş jê ra go û min go, bo ku tu derbas nebûye xemgîn nebe. Ku tu baş fêrî ajokariyê nebî wê gelek tişt bên serê te. Wiha ji te ra bi xêrtir e. Wê jî go, ma her ku ez dikevim azmûnê pênc sed wereqa ji min distînin. Min go, xem nake heyra. Ku tu baş fêr nebî, tu yê her tim qezeyan bikî û tê deh qatên pênc sed wereqa bidî tamîra erebeyê. Di ser de jî, tu yê di nava şer de bî û tu û xelkê hûn ê por û hûçikên hev du gişomişo bikin. Gava ku ev bihîst go ya star. Min jî go, erê wele ya star!     

Belê, meselêyên men î ku di trafîkî de qewimîne pir in. Ku ez qal bikim şev û rojekê xelas nabe. Herî dawîn dixwazim vê bibêjim; çanda trafîka miletekê, paşdamayîn û pêşketina wan diyar dike. Îja em li paş in an em li pêş in hûn biryarê bidin heyra.