Şagirt

Tu berî ezmûnê, kîjan pirsa bipirsî û vebijarkên wan çi ye, bidî şagirtan jî mesele naqede. Wek berê ezmûnê klasîk jî nemane. Hema bê giş test in. Xêra Xwedê ye lo. Ser da jî radibin kopye dikşînin.

Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Hefteya pêşiya me wê li dibistanan ezmûn destpê bikin. Weke hûn zanin ez jî li kolejekê dixebitim. Îja ji niha de şagirtên me li pê me ne û dibêjin, ka ma hûn pirsên ezmûnê û bersivê wan nadin me. Na na we rast xwend. Hûn ne şaşin. Tu berî ezmûnê, kîjan pirsa bipirsî û vebijarkên wan çi ye, tu bidî şagirtan jî mesele naqede. Îja wek berê ezmûnê klasîk jî nemane. Hema bê giş test in. Xêra Xwedê ye lo.

Lê di ser da jî radibin kopya dikşînin. Ya ku meriv şaş dike ev yek e. Her û were tu bîst pirsa dipirsî. Di ezmûnê da, tu dibînî ku, qe xwe neêşandiye û vebijarkan li kaxizekê nivîsandiye û bi vî hawî qopyê dikşîne. Tê ku tu bibêjî hahoo. Ma qey hûn nikarin bîst vebijêrkan di hişê xwe da bihêlin heyran. Ma evqas xemsarî. Temam, ez qebûl. Kî bûye şagirt kopye kişandiye. Û min jî têra xwe kopye kişandiye. Lê ne bi vê xezebê. Me digo ev mijar girîng e, wê mamoste ji vê mijarê bipirse. Me li ser kaxizêke biçûk, bi nivîsa hûr kopye amade dikir. Her çiqas kopya jî ba, kedek hebû lo.

Heta, dema ku me kopye amade dikir, em fêrî wê mijarê jî dibûn. Hin caran ji ber ku em fêrî mijarê dibûn hewceyî kopyayê jî nedibû. Û di dema me da kopya kişandin evqas ne hêsan bû. Mamosteyên me hişk û tûj bûn. Bo ku tu kopyayê karibî bikşînî, divê ti weke sêhrbaza bi lez û bez bûya ha. Ku tu ne jêhatî bûya û ti bihata girtin, yan dê mamoste li te bixista yan jî wê kaxiza te xêz bikira û wê sifir bidana te. Ka ez çend bîranînê xwe ji we ra qal bikim. Bi serê we yî delalî pêkenînê orjînalin ha. 

Em di dibistana navîn de bûn. Hevalê li ba min rûdinişt metematîka wî baş bû. Û min û wî ji hev du hez dikir û her tim em pev re bûn. Ji xwe bo wê em li ba hev rûdiniştin. Îja, berî ezmûna metematîkê min jê ra go, tu milê xwe nede ser kaxizê wekî din li min. Me bi vî awayî li hev du kir. Lê wexta ku em ketin ezmûne, pişta xwe da min û bi milê xwe kaxiza xwe veşart. Min niquçk didayê bê fêde, min pênûs di piya ra radikir bê fêde bû. Min kir û nekir kaxiza xwe nîşanî min neda. Min kaxiza xwe yî vikîvala, da mamoste û ez derketim. Lê ez bibûm bizot. Ne ji bo ezmûnê ha. Bo ku hevalê min ev tişt bi min kir. Ez li ber deriyê polê li benda wî sekinîm. Gava ezmûn qediya û her kes derket, min ba wî kir. Wexta li min zîvirî min sîleyek li bin guha xist. Wî jî xwe dîno mîno kir û go, ez kopyayê nadim te, here ji xwe ra bixebite. Min lênûsk û pirtûkî wî ser wî da avet û min go; bicehime, bes li ba min rûne. Meriv vî tiştê han bi dijminê xwe nake lo.

Belê, tiştê vî hevalî bi min kir, min jî bi qerfî bi hevalekî dinê kir. Di dema me da dersa zimanê fransî jî hebû. Em ketin ezmûna vê dersê. Ê ma hîn em fêrî tirkî nebibûn îja di ser da jî fransî lo. De wer safî bike. Di ezmûnê da, bo ku ez kaxiza xwe vala nedim mamoste, min go ez ji pirsa yekê li şûna bersivê binivsînim. Hevalê ku bi navê Mesud li paş min rûdinişt, ji wî kira ez bersivên pirsa dinivîsînim. Ji paş da hey pênûsê di pişta min ra radikir û digo ka kopya bide min. Min jî digo, ez kopyê nadim te. Piştî ezmûnê wî hevalî xwe xeyidan û digo ma hevaltiya me ev bû. Min jî bi zanebûn rastî jê ra nedigot. Piştî hefteyekê mamosteyê me, puan ê ku me ji ezmûnê girtibû dor bi dor ji me ra got. Go, Mesud yek puan. Go, Mehmet erbey sifir. Hevalê min bi tîqetîq keniya. Mamoste go, te xêr e kuro? Hevalê min go; mamoste, min kaxiza vala da we, min yek puan stand, lê Mihemed qaşo zanîbû sifir stand. Îja kî didît ji wan ra qal dikir. Heta min rastiya meselê jê ra go, ez hetikand im. 

Ezmûna men î herî balkêş di dersa resimê da qewimî. Di şagirtbûna me da dibistan du dan bû. Nîvro em diçûn malê, me nanê xwe dixwar û em dîsa dihatin dibistanê. Piştî nîvro dersa men î resimê hebû. Mamoste kursî da destê hevalakî me û go, dayne ser maseya min û li ser rûne. Ji me ra jî go, vî hevalî xêz bikin. Gorî xêzkirina we ez ê puan a bidim we. Te dî weke me go. Ew çax em li ber mamostayan newêrîbûn biaxiviyana. Me dî hevalê me yî ku li ser kursiyê rûniştibû reş û şîn bû.

Di halê xwe da diqilqilî. Lê tu tişt nedigo. Hîn werê me dî ji nişka ve go, biihh û vereşiya. Yên ku li pêşî rûniştîbûn giş di nava vereşiyê da man. Mamoste hêrs bû û go, vî xwedê nehiştî bibin destşokê. Ew û hevalê di bin verşiya wî da ma bûn, reviyan destşokê. Me wî hevalî bi şiklê vereşiyê ji deva dipejiqe xêz kir û me da mamoste. Gava mamoste xêzê me dî keniya û go; aferîn ji we ra. Ez ê sed puanî bideme we gişan. Bawer im cara ewil bû ku me ji ezmûnekê sed puan standibû. Ji me ra xweş ketibû. Lê ji hevalê me ra xirab. Rebeno ji şerma hefteyekê nehat dibistanê.  

Îja, hinek şagirtên niha evqas xemsarin, hew ma ye ji me ra bibêjin ezmûnê me hûn bi destê xwe ji me ra binivsînin.