Krîza Neteweyî, Heyfhilanîn û Alegorî: Bêjan

Bêjan bi awayekê şahida komkujî û qetlîamekê ye. Şahida şahidekê ye! Şahida travmaya dayika xwe. Barê wê giran e û bi barê xwe û hebûna xwe hejîner û rûxîner e.

Abone ol

Enzo Traverso di Geçmişi Kullanma Kılavuzu (Rêberiya Bikaranîna Demaborî) de wiha dibêje: “Em êdî weka mezinên xwe yên di navbera du herbên mezin de asê mayî, di nava bahoz û bagerê de nîn in. Ji bo demekê be jî piştî felaketê, em ji musîbetên li deverinên din ên cîhanê diqewimin dûr in.” (rp.102) Traverso nebêje jî yek ji wan ‘dever’ên ku hîn jî li ser her parçeyekê wê felaket tê dijîn Kurdistan e.
Serfiraziya li binxetê ligel kêmasî û qusûrên xwe weke kelemekê di çavê xêrnexwazarn re çû û hê jî nikarin wan striyên sor û zer ji can û bedena xwe derînin. Loma bi dek û dolaban her carê bi nav û nûçikeke din berê xwe didine wir. Belbî bi temamî nebû “lokomotîfa dîrokê” lêbelê gotina Benjamin a di vê xalê de bêtir dawerivandî xuya dike. Traverso gava behsê dibe ser şoreşan li ser vê xalê disekine û şiroveya Benjamin ya di derbarê şoreşan de wiha neqil dike: Frêna Hawarê! Serfiraziya em behsa wê dikin ji bo ‘demekê’ be jî bû frêna hawarê. Lêbelê; çeka li eniyê wêrekî be ya li ser maseyê qelem e; girtina kêr, kevçî û çetel e. Binê tûrik û heqîbê qul be ya bi wê wêrekiyê tê bidestxistinê mixabin li ser maseyê namîne çimkî hişê ‘şoreşê' bi xwe tevlîhev e. Loma frena hawarê dibe frêna şoreşê jî.

Bi vê destpêkê ez dixwazim bingeha nivîsa xwe ya li ser romana nû ya Receb Dildar deynim. Çima min ji Enzo Traverso dest pê kir eger bê pirsîn sedema wê ne muhteşembûna romanê ye. Heta baxusûs di sê beşên dawî de di warê meşrûbûnê de Bêjan, romaneke xwedî problem e. Li ser meselê, Bêjan tevî kêr û derziyeke bi jarî li balafirê siwar dibe û dozgerekî (bavê xwe!) dikuje. Bê teşqele ji teyarê peya dibe û vedigere ser axa xwe. Di wê hênê de pîlot, host û hostes, polêsên li balafirgehê, rêwiyên din… Bêjan bi xwîna bavê xwe mora xwe li balafirê bixe jî ji bo wê ti kêşe dernakeve! Belê em bi polêsbûna wê haydar dibin lê ji bo tevna romanê teşe û pevxistineke wiha xerîb e: Mehê yekê bi awayekê sosret dikuje û şop û mora xwe jî li wir datîne lê ti delîl û elameteke polîsiye di parelaliya vê çîrokê de xuya nabe. Meh di ser mehê re derbas dibe lê ji bo tolgirê ti pirsgirêkek dernakeve. Bi van aliyên xwe tevn û vegotina Bêjanê ji qanekirinê dûr e.

Lê divê li xwe deynim ku Bêjan bi mijara xwe li deriyê bîra şexsî û kolektîf dixe. Pevxistin, atmosfer û vegotineke serkeftî xuya nabe lê bi serçimkên çîrokê ve şahidekê her serê xwe nişan dide û ji xwendekarê xwe re dibêje: haya te ji min hebe ez li vir im! Bi xêra nav, war û şanîderên şahidê bîra me ye kolektif bi xwe ve tê.

KİLL THE KİLLERS: BÊJAN!

Bingeha romanê li ser heyfhilanînê hatiye avakirinê. Bi vî rengî romaneke rûbirûketin û hesabdîtinê ye. Lehenga romanê jin e û digel kêmasiyên xwe hema di destpêkê de dixwazim destnîşan bikim: di odeya romana bi kurmancî de Bêjan bi jinbûna xwe li serê odeyê ji xwe re cihekê taybet vediqetîne. Ji bo heyfa xwe hilîne xwe kar kiriye û bûye profesyonel.

Bêjan bi awayekê şahida komkujî û qetlîamekê ye. Şahida şahidekê ye! Şahida travmaya dayika xwe. Barê wê giran e û bi barê xwe û hebûna xwe hejîner û rûxîner e. Nîjadperest bi ser malekê de digrin û hemû malbatê di sarincekê de dixeniqînin û mala wan dişewitînin. Rayedar û berpirsiyarên vê qetlîamê bi destê “paytext”ê ve tên parastinê û ti ceza li wan nayê birîn. Ji wê qetlîamê tenê dayika Bêjanê; Çilkeziyê xilas dibe. Lê dozgerê wê dewrê; Çavnûtik ê ku dibe bavê Bêjanê, Çilkeziya xama ji xwe re dibe. Wê ji xwe re dike yar û qewraş. Bêjan ji wê zordestiyê diwelide. Keça Çilkeziyê ye. Bêjana li sêwîxaneyekê mezin dibe ji bo heyfa xwe hilîne dibe polês! û bi pey wan failan dikeve. Yeko yeko cezayê li wan nehatiye birîn bi destê xwe bi devê lûleya debançeya xwe ya sar li wan dibire. Hemû qatilên ku dest û tiliyên wan di vê qetlîamê de hene bi dîtina Bêjanê û çeka di destê wê de ji tirsa ziravqetî dibin.

Bibe nebe çavê edebiyatê li jiyana rastîn e. Nivîskar bi quncirê kêliyeke jiyanê digre û wê kêliyê ji hev de dixîne. Çermê wê dugêre dema wê jê dike û bi kirasekê nû demeke dorvegerî lê dike. Beşên Bêjanê navûnûçikên qatil û berpirsiyarên Sarincê dike xalên pevgihanê. Di Bêjanê de ya çê ev e. Di berhemê de bi xêra navên mekanan alegoriyeke edebî jî di pareleliya çîroka Bêjanê re diherike. Ji bo xwendekarên baldar, sembol û metaforên metnê ne zor in: Sarinc, Komara Zorava, Malava, Behra Rojava, Behra Tarî,… bi xêra hêla xwe ya alegorik Bêjan, romaneke rûbarîhevbûnê ye. Nivîskar derbarê bîra kolektif de qelemê li hibrê naxe û bi kûr de naçe. Tenê bi xêra nav, war û mijarê bîra kolektif diçirûse. Bi awayekê bi bîr dixe lê ya giring ev e ku betanê nexweşîna bindestbûn û zordîtinê bi xêra vê haypêbûnê be jî diqete.

Lehenga romanê ne tenê êşkêş e herwiha jineke bihêz e jî; bi destê xwe, bi zanîn û hêrsa xwe hesab jî dipirse û hesabê xwe jî dibîne. Bi vî aliyê xwe ne lehengeke tengezar û bêçare ye. Û bi vî aliyê xwe ji bo romana bi kurmancî cuda û taybet e.

Bêjan a Dildar herwekî metnên wî yên berê ji aliyê şêwaz û teşeyê ve ne berhemeke zor û grîft e. Ji bilî navan alegoriyeke qatqatî jî nehatiye avakirinê. Dildar, di metnên xwe de zorê nade kurmancî jî. Rihet û sade vedibêje. Listîk û gerînekên edebî jî ji xwe re nake derd. Lê bi dîtina min Dildar di nivîskariya xwe de bi vegotina xwe nîn be jî bi neqandina mijarên xwe li pêş e. Mijarên xwe weka barekî ji ser milên dîrokê hilîne digre ser milê xwe (Di Leqatê de Şêx Seîd Efendî, di Dojehê de Zîndana Amedê…). Di mijarên wiha de pirsgirêka herî mezin jî ev e: bawerîpêanîn û meşrûkirina vegotinê.

Bi xwendina Bêjanê re careke din wekî xwendoxekî bi xwe hisiyam ku heya ‘em’ kurd bi wê zewqa netewî netamijin, wê qeyrana neteweyî bi temamî nejîn û ji ser xwe neavêjin di jiyana me ya rojane de jî û di metnên me yên edebî de jî ewê tansiyoneke ku xwêdanê ji enîya me; ji can û bedana me bîne xwarê kêm/zêde her li dar be. Ya jî belbî emê li xwe mikur werin û tespîta Hegel li ser xwe qebûl bikin: Dîsa bi neqla E.Traverso, “Bi dîtina Hegel, tenê bîra gelên xwedî dewlet û yên xwediyê dîrokeke nivîskî heye. Yên din “gelên bêdîrok” in, yanî ji rabirdûyeke bidewlet û ji qisedaneke tasnîfkirî ya nivîskî ya ji vê rabirdûyê bêpar…” Gelo!

Heqîqeten bîr ewqas dûz e? û edebiyat û qisedanên edebî (ku em baş dizanin edebiyat ne dîrok e lê dîrokeke edebî jî heye) di warê wê tansiyona bîr û neteweyî de dê çiqas hêzdar û daxîner be?

Çavkanî:
Traverso, Enzo, (2019), Geçmişi Kullanma Kılavuzu, (Çev. Işık Ergüden), İletişim, İstanbul.
Dildar, Receb, (2022), Bêjan, Dara, İstanbul